NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsîn, Hatay û Wanê di serdegirtina malan de 18 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Afetevler ya Navçeya Yenişehira Mêrsînê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan bira Mahsum û Yavuz Yilmaz binçav kirin. 2 birayên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
Li taxa Mustafa Kemal a Îskenderûna Hatayê jî polisan rêveberê şaxa ÎHD'ê Mahmut Aydinci binçav kir. Aydinci yê sedema binçavkirina wî nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Hatayê.
Di 25'ê Mijdarê de jî Şehmuz Taşan, Selahattin Efeturk, Ahmet Ozgeyikçi, Mehmet Hantaş, Şiar Beştaş, Omer Alataş û kesê navê wî nehatibû zanîn hatibûn binçavkirin û hêj di bin çavan de ye.
Şaxa ÎHD'e ya Îskenderûnê binçavkirin şermezar kirin û xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Li Wanê jî polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polisan li taxa Şehît Firat a Rêya Armûşê, taxa Suphanê ya Artemêtan bi ser gelek malan de girt û 15 kes binçav kirin. 15 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.
Kesênk hatin binçavkirin û nafê wan hat zanîn wiha ne: Bahtya Kaya, Berdan Kaya, Reber Kutluk, Demhat Turgut, Baver Kutluk.