Li 3 bajaran 18 kes hatin binçavkirin 2017-11-30 14:25:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mêrsîn, Hatay û Wanê di serdegirtina malan de 18 kes hatin binçavkirin.  Li taxa Afetevler ya Navçeya Yenişehira Mêrsînê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsan bira Mahsum û Yavuz Yilmaz binçav kirin. 2 birayên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.    Li taxa Mustafa Kemal a Îskenderûna Hatayê jî polisan rêveberê şaxa ÎHD'ê  Mahmut Aydinci binçav kir. Aydinci yê sedema binçavkirina wî nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Hatayê.    Di 25'ê Mijdarê de jî Şehmuz Taşan, Selahattin Efeturk, Ahmet Ozgeyikçi, Mehmet Hantaş, Şiar Beştaş, Omer Alataş û kesê navê wî nehatibû zanîn hatibûn binçavkirin û hêj di bin çavan de ye.    Şaxa ÎHD'e ya Îskenderûnê binçavkirin şermezar kirin û xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan.    Li Wanê jî polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polisan li taxa Şehît Firat a Rêya Armûşê, taxa Suphanê ya Artemêtan bi ser gelek malan de girt û 15 kes binçav kirin. 15 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.  Kesênk hatin binçavkirin û nafê wan hat zanîn wiha ne: Bahtya Kaya, Berdan Kaya, Reber Kutluk, Demhat Turgut, Baver Kutluk.