Rewşenbîrê kurd Keremê Anqosî koça dawî kir

  • rojane
  • 21:21 1 Cotmeh 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Anqosî, îro li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir.
 
Rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Anqosî ku li Gurcistanê di her warî de ji bo çanda û zimanê kurdî û mafên kurdên li Gurcistanê tev digeriya û dixebitî îro li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir. Rojnamevan Bella Sturkî, li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku Keremê Anqosî canê xwe ji dest daye. 
 
Sturkî, di parvekirina xwe de ev tişt gotin: "Îro, 1'ê Cotmehê li bajarê Tiflîsê paytexta Gurcistanê xebereke nebixwêriyê belav bû. Hezar mixabin, hezar korayî kesekî welatperwer, zanyar, nivîskar, rojnamevan, rojhilatnas, karmendê civaka kurdên Gurcistanê yê bi nav û deng, berpirsiyarê radyoya Ronkayî ya Gurcistanê mamsote Keremê Anqosî di temenê xwe yê 81 salî de piştî nexweşiya pir xedar çû ser dilovaniya xwe."
 
KEREMÊ ANQOSÎ KÎ YE?
 
Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî, di 10’ê cotmeha 1937’an de li Tiflîsa Gurcistanê hatiye dinê. Dê û bavê wî xelkên Tûrkê, gundê Seydî Bega Wanê ji eşîra Anqosiya ne. Anqosî di sala 1956’an de li Tiflîsê dibistana seretayî, navîn û lîseyê kuta dike. Piştî lîseyê kuta dike li Zanîngeha Dewletê ya Tiflîsê li Fakulteya Fîzîkê bi cih dibe. Paşê diçe Fakulteya Rojhilatnasiyê û di sala 1961’ê de li heman fakulteyê mezûn dibe. Di sala 1963’yan de Anqosî dibe laborant û pişt re bi kar û barên zanistiyê re bilî dibe.
 
Anqosî li Gurcistanê yek ji daner û edîtorê sereke yê Radyoya Kurdî ye. Ji 1978’an heta 2004’an li Radyoya Gurcistanê di beşa Kurdî de dixebite. Piştî ji aliyê hikûmetê ve bo 3 salan weşana radyoyê tê rawestandin di sala 2007’an de bi navê Radyoya Ronkaî (FM 100.9 TIFLÎS) careke din karê xwe yî radyoyê dike. Ligel karê radyoyê Anqosî, li Gurcistanê hema bêje di her saziyî de derdikeve pêşberî mirov. Di sazî û dezgehên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdên Gurcistanê, Komeleya Wênekêşên Kurd, Zankoya Gelêrî Ji bo Niştecihên Kurd a Êzidiyên Kurdistanê dixebite. Navenda Dînê Êzdiyan ava dike, avakarê Yekîtiya Ronakbîrên Kurdên Gurcistanê ye. Anqosî li Komara Gurcistanê gelek caran ji bo komîsyon û saziyên wek Dadgeha Bilind a Gurcistanê, Endamê Komîteya Hilbijartinê ya Gurcistanê, Endamê Heyeta Presîdîûmên Civaka Tiflîsê hatiye hilbijartin. Her wiha gelek caran hatiye xelatkirin û ji van xelatan yek jê jî “Nîşana Rûmetê ya Georgiya” ye.
 
‘LI GURCÎSTANÊ YEKEM ROJNAMEYA KURDÎ GILAVÊJ’
 
Anqosî li Gurcistanê berî di rêveberiya Pratiya Komunîst de cih bigire, li Bakuyê Perwerdehiya Bilind a Partiya Komunîst kuta dike û di sala 1979’an di Komîteya Navendiya Partiya Komînîst a Gurcustanê de cih digire û heta sala 1991’ê dixebite. Her wiha Anqosî, endamê Yekîtiya Rojnamegerên Gurcistanê ye û di sala 1999’an de li Tîflisa Gurcistanê bi navê Gilavêj yekem rojnameya kurdî derdixe.
 
AVAKARÊ YEKEM KOMA ROCKA KURDÎ YE
 
Anqosî, ligel lêkolînerî, nivîskarî, weşangeriya xwe bi muzîkê re jî eleqedar bûye.  Anqosî û çend hevalên xwe yên mîna Keremê Gerdenzerî di sala 1975’an de yekem koma rockê “Koma Dîlan” ava dikin. Ev kom du salan didome û piştî demekê belav dibe. Piştî Koma Dîlan belav dibe Keremê Gerdenzerî û çend kesên din Koma Weten ava dikin. Her wiha Anqosî avakarê komên govend, muzîk û folklorîk ên wek Govenda Kurdî, Reqasên Gelêrî, Hoy Narê, Koma Zarokan a Stran û Govendê hwd. Di gelek şahî û civatên çand û hunerî de wek organîzasyon tevgeriya ye û pêşkeşvaniya wan kiriye. 
 
Anqosî xwedî gelek berhemên wêje, lêkolîn, folklorîk û dîrokî ye. Ji berhemên wî hin jê ev in: “Alîfba Bona Zimanê Kurdî (Kurdî-Gurcî, Kurdî-Rûsî), Êl û Berekêd Kurdêd Êzîdî, Ji Xezîna Ulmê Şixadî, Kurdish Folklore, Pirsêd Kurdnasiyê, Welato, Qewlê Heqîqetê û hwd. Gelek berhemên wî bi zimanê Gurcî, ermenkî, rûsî hwd. hatine wergerandin û her wiha wî jî gelek berhemên ermenî, gurcî, rûsî wergerandine Kurdî.

Sernavên din

04/10/2019
09:04 Sekretera Giştî ya ÇHD'ê Aslan: Pakêta darazê ji dubareyan pêk tê
09:03 Mizrakli: Divê meclîs li dijî qeyûman serî li sererastkirineke qanûnî bide
09:03 Şaredariya Hawêlê xwendekaran belaş dibe û tîne
09:03 Asya Abdullah: Konferansa Jinan a 3'emîn wê bibe bingeha Konferansa neteweyî a Kurdistanê
09:01 Bendergeha ewil a Mezopotamyayê ket bin ava bendavê
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2019'AN
03/10/2019
16:06 Jin ji bo Tugçe derketin kolanan
15:45 Dozger ji bo qatilê Ecem Balci muebeta giran xwest
15:32 Walîtiyê aşkere kir: 2 eskerên birîndar mirin
15:21 Çima kes çalakiya vê dayikê nabîne?
15:02 Cendirmeyan li Siwêregê kesek binçav kir
14:50 Jina Kurd Zuhal Demîr bû Wezîra Dadê ya hikumeta Flamanê
14:50 Dorpêça Mexmûrê didome: Pitikeke din jiyana xwe ji dest da
14:14 Sezgîn: Di rojên pêş de wê di navbera Hewlêr û Bexdayê qeyran zêde bibe
14:07 Nobeta Demokrasiyê di roja 46’an de ye: Em ê qadan terk nekin
13:56 Nobeta Çiyayê Kazê di roja 70’iyan de ye: Projeyê rawestîn in
13:56 Avci: Qeyûm û zîhniyeta xwe dê bicihimin biçin
13:41 Şanoger Ferhad Feqî: Divê hunermend deriyê xayalên nû vekin
13:39 Heyeta KE bi hevşaredarên ji wezîfeyê hatin dûrxistin re hevdîtin pêk anî
13:26 AYM'ê biryar da ku mafê Onder ê "azadiya ramanê" hatiye binpêkirin
13:25 Mirina Nadîra Kadirova di rojeva Meclîsê de ye
12:47 Li Amedê TOMA li otomobîlekê xist
12:33 Jinan piştî doza Uysaler daxuyani dan: Em destûr nadin bê ceza bimîne
12:32 Kovara kurdî "Zrîng" sibê dertê
12:14 Parêzerên Ocalan cara 14'an serlêdan kirin
12:11 Malbata ewil li ber HDP’ê rûnişt dawî li çalakiya xwe anî
11:59 Bernameya bîranîna kesên di komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan diyar bû
11:17 Li Bexdayê derketina derve hate qedexekirin
11:05 ‘Tevî krîzê û şer jî xwîner xwedî li pirtûkên kurdî derdikevin’
11:04 Dadgehê biryara midûrê 'tacîzkar' bi zorê bînin danişînê, da
10:26 HDP wê li dijî qeyûman li 7 navendan hevdîtinên gel ên bi girseyî li dar bixe
10:14 Dadgeha Îstînafê polîsê ‘tecawizkar’ berat kir
10:07 Dayik û bavê ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye hefteyek li ber HDP'ê hiştine
10:06 Demîr: Me 49 rojan şîn girt
09:21 Polîsan xwest li kafeyê stranên kurdî neyên guhdarkirin
09:20 Meryem Soylu: Keça min bû bûka Kurdistanê
09:20 Wê malbatên Roboskiyê di 8'emîn salvegera komkujiyê de bên darizandin!
09:19 ‘Li Rojhilata Navîn bêyî kurdan wê tu pirgirêk çareser nebin'
09:18 'Têkoşîna ji bo kedê, bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye'
09:18 Sêwîxaneya Ermeniyan bûye warê tiryakêşan!
09:17 Demsala mehsereyê didome
09:16 Ciwanê di binçavan de hat derbkirin: Nehiştin raporê wergirim
09:16 ‘Ji ber ku Erdogan ditirse Demîrtaş hat girtin'
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2019'AN
02/10/2019
17:25 Li dijî qeyûman kampanya îmzeyan hat destpêkirin
16:49 Sancar: Em ji bo hewldanek her kesî hembêz bikin amade ne
16:39 Meclis TV axaftina Kiliçdaroglû neweşand
16:19 Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: 126 rojnameger girtî ne
15:20 Li Amedê 4 bijîjkan ji kar derxistin
15:19 HDK'ê li Mêrsînê starta kampanya krîzê da
14:58 Nobeta Demokrasiyê di roja 45'an de berdewam kir
14:22 Cendirmeyan nehişt ku konê şînê vedin
13:52 Daneşîna Dayikên Aştiyê taloq bû
13:01 46 rojnameger rastî 138 sal û 7 meh ceza hatin
12:44 11 cenazeyên Goristana Xerzanê dê bidin malbatên wan
12:13 Dozger xwest 7 rojnameger bên cezakirin
11:29 Ozsoy: Heke Tirkiye bikeve Rojava wê xeletiyek mezin bike
11:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliylê serlêdan kirin
11:10 Mirina birayê xwe di bin binçavan de hîn kirin
10:45 Di ser kuştina Hacî Lokman re 4 sal derbas bûn hêj lêpirsîn bi encam nebûye
10:21 Walîtiya Şirnexê ji bo 15 rojan hemû çalakî qedexe kirin
10:12 Li saziyên dewletê yên Mêrdînê nelirêtî tê kirin
10:12 Folklora Me bi hejmara payîzê derket
09:56 Di salekê de ceyranê 5 caran, xaza xwezayî 5 caran zem xwar
Ceyran ji sedî 60, Xaza xwezayî ji sedî 50 zem xwar
09:33 Di dozên KCD'ê de beraata ewil
09:32 Wê Bendava Ilisû tesîrê li hespên kûvî jî bike
09:31 Guneş: Komîsyoneke ku kurd têde tune bin wê bi ser nekeve
09:31 Krîza di sektora înşeatê de didome
09:28 Erdemol: Behsa kurdan dikin, lê kurd têde tune nin
09:28 Dayikên Aştiyê bûn pêşengê Nobeta Demokrasiyê jî
09:27 Endamê HDP'ê yê sîxurtî lê hat ferzkirin: Ewlehiya min tune ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2019'AN
01/10/2019
21:21 Rewşenbîrê kurd Keremê Anqosî koça dawî kir
17:10 Jina nexweşa pençeşêrê hat berdan
16:38 Meclîsa Şaredariya Rezanê ji bo Ceylan Onkol biryar da
16:10 Kesên li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:09 Kermesa ku qeymeqam destûr neda, li pêş avahiya HDPê vekirin
15:54 Ji bo mirovê Şemiyê Şahîn merasima cenaze li dar xistin
15:41 Derbarê Leyla Guven de fezleke amade kirin
15:34 Îdîaya polîsên TEM'ê jî tev li lêgerîna kawîşan dibin
15:16 'Heke em bibin yek dê teqez bi serkevin'
15:00 Tifaqa Pêşverû Xelata Wêrekiya Siyasî dide Demirtaş
14:51 Gunay: Pêdivî bi darazek serbixwe heye
14:36 Sarisaç: Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be
14:24 Gefa kuştinê li serokê Komeleya Pîr Sûltan Abdal xwarin
14:02 Karkerên AKP'î ku ji kar hatin derxistin: Kesên me mexdûr kirin hilbijartiyên me ne
14:01 Îtîraza girtina Hevşaredarên Pasûrê hat redkirin
13:12 Lêçûna çekan dibe zem û ji bêrika gel derdikeve
13:00 Rojnameger Aykol: Bi hêviya nûçeyên xweş û bi wateme
12:36 Bavê Şahîn ê dibin çavan de hat windakirin jiyana xwe ji dest da
12:35 Di salek dawî de ceyran ji sedî 60 zem bû
12:21 DEDAŞ'ê ceyrana 6 yekîtiyên avdaniyê birîn
12:19 Rojnameger Osman Akin ji xala 301'an de hat darizandin
12:09 Qeyûmê Amedê xwe wek qeyûm tayînî GABB’ê jî kir
12:02 4 kes ji Partiya Şoreşger hatin binçavkirin
12:02 DMME'yê careke din Tirkiyeyê mehkûm kir
11:47 25 girtiyên siyasî sewqî Espiyê kirin: 3 girtî kirin hucrê
11:36 7 zarokên ku ji civayê bi bandor bûbûn ji beşa lênêrîna awarte derxistin
11:17 ÎHD: Bila Serokê şaxa me bê berdan
11:15 Zarokê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe cinayet pêkanî derket dadgehê