Rewşenbîrê kurd Keremê Anqosî koça dawî kir 2019-10-01 21:21:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Anqosî, îro li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir.   Rewşenbîr û nivîskarê kurd Keremê Anqosî ku li Gurcistanê di her warî de ji bo çanda û zimanê kurdî û mafên kurdên li Gurcistanê tev digeriya û dixebitî îro li bajarê Tiflîsê yê Gurcistanê di 81 saliya xwe de koça xwe ya dawî kir. Rojnamevan Bella Sturkî, li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku Keremê Anqosî canê xwe ji dest daye.    Sturkî, di parvekirina xwe de ev tişt gotin: "Îro, 1'ê Cotmehê li bajarê Tiflîsê paytexta Gurcistanê xebereke nebixwêriyê belav bû. Hezar mixabin, hezar korayî kesekî welatperwer, zanyar, nivîskar, rojnamevan, rojhilatnas, karmendê civaka kurdên Gurcistanê yê bi nav û deng, berpirsiyarê radyoya Ronkayî ya Gurcistanê mamsote Keremê Anqosî di temenê xwe yê 81 salî de piştî nexweşiya pir xedar çû ser dilovaniya xwe."   KEREMÊ ANQOSÎ KÎ YE?   Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî, di 10’ê cotmeha 1937’an de li Tiflîsa Gurcistanê hatiye dinê. Dê û bavê wî xelkên Tûrkê, gundê Seydî Bega Wanê ji eşîra Anqosiya ne. Anqosî di sala 1956’an de li Tiflîsê dibistana seretayî, navîn û lîseyê kuta dike. Piştî lîseyê kuta dike li Zanîngeha Dewletê ya Tiflîsê li Fakulteya Fîzîkê bi cih dibe. Paşê diçe Fakulteya Rojhilatnasiyê û di sala 1961’ê de li heman fakulteyê mezûn dibe. Di sala 1963’yan de Anqosî dibe laborant û pişt re bi kar û barên zanistiyê re bilî dibe.   Anqosî li Gurcistanê yek ji daner û edîtorê sereke yê Radyoya Kurdî ye. Ji 1978’an heta 2004’an li Radyoya Gurcistanê di beşa Kurdî de dixebite. Piştî ji aliyê hikûmetê ve bo 3 salan weşana radyoyê tê rawestandin di sala 2007’an de bi navê Radyoya Ronkaî (FM 100.9 TIFLÎS) careke din karê xwe yî radyoyê dike. Ligel karê radyoyê Anqosî, li Gurcistanê hema bêje di her saziyî de derdikeve pêşberî mirov. Di sazî û dezgehên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdên Gurcistanê, Komeleya Wênekêşên Kurd, Zankoya Gelêrî Ji bo Niştecihên Kurd a Êzidiyên Kurdistanê dixebite. Navenda Dînê Êzdiyan ava dike, avakarê Yekîtiya Ronakbîrên Kurdên Gurcistanê ye. Anqosî li Komara Gurcistanê gelek caran ji bo komîsyon û saziyên wek Dadgeha Bilind a Gurcistanê, Endamê Komîteya Hilbijartinê ya Gurcistanê, Endamê Heyeta Presîdîûmên Civaka Tiflîsê hatiye hilbijartin. Her wiha gelek caran hatiye xelatkirin û ji van xelatan yek jê jî “Nîşana Rûmetê ya Georgiya” ye.   ‘LI GURCÎSTANÊ YEKEM ROJNAMEYA KURDÎ GILAVÊJ’   Anqosî li Gurcistanê berî di rêveberiya Pratiya Komunîst de cih bigire, li Bakuyê Perwerdehiya Bilind a Partiya Komunîst kuta dike û di sala 1979’an di Komîteya Navendiya Partiya Komînîst a Gurcustanê de cih digire û heta sala 1991’ê dixebite. Her wiha Anqosî, endamê Yekîtiya Rojnamegerên Gurcistanê ye û di sala 1999’an de li Tîflisa Gurcistanê bi navê Gilavêj yekem rojnameya kurdî derdixe.   AVAKARÊ YEKEM KOMA ROCKA KURDÎ YE   Anqosî, ligel lêkolînerî, nivîskarî, weşangeriya xwe bi muzîkê re jî eleqedar bûye.  Anqosî û çend hevalên xwe yên mîna Keremê Gerdenzerî di sala 1975’an de yekem koma rockê “Koma Dîlan” ava dikin. Ev kom du salan didome û piştî demekê belav dibe. Piştî Koma Dîlan belav dibe Keremê Gerdenzerî û çend kesên din Koma Weten ava dikin. Her wiha Anqosî avakarê komên govend, muzîk û folklorîk ên wek Govenda Kurdî, Reqasên Gelêrî, Hoy Narê, Koma Zarokan a Stran û Govendê hwd. Di gelek şahî û civatên çand û hunerî de wek organîzasyon tevgeriya ye û pêşkeşvaniya wan kiriye.    Anqosî xwedî gelek berhemên wêje, lêkolîn, folklorîk û dîrokî ye. Ji berhemên wî hin jê ev in: “Alîfba Bona Zimanê Kurdî (Kurdî-Gurcî, Kurdî-Rûsî), Êl û Berekêd Kurdêd Êzîdî, Ji Xezîna Ulmê Şixadî, Kurdish Folklore, Pirsêd Kurdnasiyê, Welato, Qewlê Heqîqetê û hwd. Gelek berhemên wî bi zimanê Gurcî, ermenkî, rûsî hwd. hatine wergerandin û her wiha wî jî gelek berhemên ermenî, gurcî, rûsî wergerandine Kurdî.