Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike

  • rojane
  • 10:26 30 Mijdar 2017
  • |
img

AMED - Navçeya Sûrê ya dîrokî ji gelek şaristanî, bawerî, nasname û çandan re malovanî kir. Berî du salan dewletê qedexe lê îlan kir û gelek malên li taxê rûxandin. Mirovên li taxê koçber kirin, yên mayî jî dora wan hat pêçan û di girtîgeheke servekirî de ne.

Dema mirovah bixwaze der barê dîrok, çand, kesayetî û bûyerên dîrokî de xwedî agahî be, serî li çavkaniyên nivîskî dide. Ji bo mirovahî li pey şopa xwe ya dîrokî bikeve, bajarên ku keneşopiya wan bi hezaran salan diçe, di vî warî de xwedî çavkaniya agahiyan e. Ji van navçeyan yek jî navçeya Sûrê ya Amedê ye û bi çanda xwe ya sedan salan, bûye çavkaniya bîr û baweriyan. Di 28'ê Mijdara 2015'an de qedexe li Sûrê hat îlankirin. Di 14'ê Tebaxa 2015'an de rêveberiyên cewherî hatibû îlankirin, di vê demê re tîmên taybet û polîsên tevgera taybet êrîşê taxê kirin û piştre "Qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
 
DI CÎHANÊ DE QEDEXEYA HERÎ DEMDIRÊJ
 
Piştî şer dest pê kir, di 2'yê Kanûna 2015'an de li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê "Qedexeya derketina derve" hat îlankirin, 2 sal e qedexe dewam dike. Qedexeya di cîhanê de herî dem dirêj e, piştî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Ling hat qetilkirin, dest pê kir. Ji wê rojê heta niha navçeya Sûrê qedexe ya û bê navber 103 rojan şer lê dewam kir û hêzên dewletê navçe talan kirin.
 
KÎJAN HÊZ TEV LI OPERASYONÊ BÛN
 
Bi qedexeyê re şêrê li taxan dest pê kir, destpêkê tevgera taybet a polîsên û tevgera taybet a cendirmeyan şandin navçeyê. Piştre tang û cerdevan xistin dewrê. Piştî ev bê encam man, hêzên "Bordo Berelî" yên Hêzên Çekdarê Tirk (TSK) wan hêza xwe ya herî serkeftî dibîne, şand navçeyê. Ev êza ji 4 tabûran pêk dihat (150 kes) û li gel van komandoyên SAT'ê jî şandin navçeyê. Ji hewa re bê navber helîkopter û heron firandin. Li Sûrê nêzî 100 ciwanî li ber xwe dida, bi hezaran hêzên tirk bi tang û topan dora ciwanên kurd girtibû, berxwedana bêhempa 103 roj dewam kir.
 
MUSA ÇÎTÎL ANÎN SER OPERASYONUNÊ
 
Operasyona bi navê 'Bayrak-12' hatibû destpêkirin, lerkêşiya operasyonê 7'emîn Fermandarê Parleşker (kolordu) Korgeneral Îbrahîm Yilmaz dikir. Piştî Yilmaz fermandarê leşkerî yê duyemîn jî Musa Çîtîl bû. Raya giştî Çîtîl ji nêz ve nas dike û di navbera salên 1993-94'an de li Mêrdînê 13 gundî qetil kiribû û wekî faîlê wan tê zanîn. Doza ku Çîtîl dihat darizandin hat beraet kirin û wekî Alîkarê Fermandariya Giştî a Cendirmeyan hat tayînkirin. Piştre di operasyona li Sûrê de hat peywirdarkirin.
 
AVAHIYÊN ŞEWITANDIN VEGUHERANDIN QEREQOLAN
 
Li navçeyê gelek dibistan, yurd, otel û kargehên welatiyan hatin desteserkirin û veguherandin qereqolan. Otela Green Parkê her çendî milkê taybet be jî tîmên tevgera taybet dest danîn ser otelê û wekî qereqol xebitandin. Tîmêt Tevgera Tabet li Yurda Xwendinê ya Halît Bîn Velît bi cih bûn. Gelek Navendên Tenduristiya Taybet bûn noqteyên polîsan. Dîsa li 12 noqteyên Sûrê kulubeyên ewlehiyê danîn û wekî qereqol xebitandin.
 
Li bajêr demek dirêj tengasiyên mezin derketin bolê, her roj çalakiyên piştgiriyê derdiketin pêş û bang li rayedarên dewletê kirin ku hêzên xwe paşve bikişînin. Her gava ku gel xwest biçe Sûrê, hêzên dewletê êrîşê gel kirin û nehiştin gel bikeve Sûrê. Şev û roj şer dewam kir, li navçeyê teqînên mezin diqewimînin û ev şer 103 rojan dewam kir. Di şer de 2 serpêl (yuzbaşi) 2 serbaz (tegmen) 53 leşker, 17 polîs û cerdevanekî jî di nav de, bi giştî 71 hêzên dewletê hatin kuştin. Herî kêm 392 leşker, 128 polîs, 3 cerdevan û bi giştî 523 hêzên dewletê birîndar bûn.
 
BI NEDANA CENAZEYAN ÎŞKENCE LI MALBATAN KIRIN
 
Di şerê mehan dewam kir, malbatan xwe gihand cenazeyê 73 endamên YPS û YPS-Jinê. Di çalakiyên ji bo şermezarkirinê yên ji bo Sûrê de, 11 kes hatin qetilkirin. Endamên YPS û YPS-Jinê yên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan bi rojan nedan malbatan û li kuçeyan hiştin. Polîs û leşkeran destûr nedan cenze bên rakirin, malbat bi rojan ketin greva birçîbûnê. Herî dawî bi hevdîtinan cenaze dan malbatan. Lê Hakan Aslan ê şahidan cihê cenazeyê wî aşkera kir jî hêj nedane malbatê.
 
Piştî şerê li navçeyê bi dawî bû, di 25'ê Adara 2016'an de Lijneya Wezîran ji bo Sûrê biryara "Biryara îstimlaqa lezgînî" derxist. Bi vê biryarê re li 15 taxên Sûrê bi giştî li 368 qadan, 6 hezar û 300 parsel di bin navê îstimlaqê de destaser kir, avahiyên ku hilneweşiya bûn bi maşînên kar tev rûxandin.
 
40 HEZAR MIROVÎ KOÇ KIR
 
Bi qedexeya derketina derve re, gelek şûnwarên çandê û mirovahiyê hatin texrîbkirn û saziyên baweriyê bi destê hêzên dewletê hatin rûxandin. Sûrên Amedê yên di lîsteya parastinê ya UNESCO'yê de ne, di êrîşên tang û topan de zerar dîtin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu piştî operasyonê hat navçeyê û îdia kir ku ew ê Sûrê bikin 'Toledo' û propagandaya vê yekê kir. Li gorî daneyên Saziya Efûyê ya Navneteweyî, heta niha 750 avahî hatin rûxandin. Tê gotin ku dê herî kêm 500 malên din jî bên rûxandin. Her çendî daneyeke şênber der barê koçberên Sûrê de tune be, qasî 40 hezar mirovî li navçeyê koç kir.
 
Li navçeyê pevçûn qediya bin jî hêj qedexe dewam dike. Li gelek herêmên Sûrê maşîneyên zirxî, noqteyên polîsan cih digirin, navçe bûye wekî girtîgeheke servekirî. Bi pevçûnan re polîtîkaya fihûş, sûxûrî û heşîşê careke din li Sûrê tê pêşxistin.
 
20 NAVENDÊN BAWERIYÊ ZERAR DÎTIN
 
Li navçeyê bi qedexeyê re gelek navendên baweriyê yên wekî dêr, mizgeft, qesir, hemam û hwd. hatin texrîbkirin. Hin avahiyên dîrokî yên ku hatin texrîbkirin ev in: Himama Behram Paşa ya di sala 1564-1567'an de hatiye çêkirin, bi çekên giran hat texrîbkirin, Mizgefta Hecî Hamît, Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf û Mînareya Çar Ling a 1500 sal berê hatiye çêkirin û mizgefta wê Mizgefta Mutahar, Dêra Katolîk a Ermeniyan, Mala Mehmet Uzun, Qonaxa Şehzadeyan, Dêra Protestan, Dêra Keldanî ya Mor Pedrîomê, dêra herî mezin a Rojhilata Navîn a bi navê Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos di pevçûnan de zerarek mezin dît. Tîmên tevgera taybet dêr wekî biryargeh xebitandin û li ser dîwaran nivîsên nijadperest û zayendperest nivîsin. Her wiha Mizgefta Kurşunlu ya berî 500 sal hatiye çêkirin di êrîşên dewletê de rûxiya. Hêzên dewletê piştî mizgeft dan ber agir, wekî ku ciwanan mizgeft şewitandiye dîmen kişandin û li ser çapemeniyê parvekirin. Lê piştre di dîmenên cuda de derket holê ku hêzên dewletê bi çeka lavê mizgeft dane ber agir. Li gel van Mizgefta Husrev Paşa, Mizgefta Nashu Paşa, Mizgefta Hz. Suleyman, Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîm, Esma Ocak Evî, Dibistana Cumhuryetê jî di nav de nêzî 20 avahiyên dîrokî zerar dîtin. Li gorî agahiyan gelek avahiyên dîrokî li gorî taybetmendiya xwe nehatin restorekirin. Çend avahiyên li ser piyan man, ew jî hêzên dewletê desteserkirin û kirin qereqol.
 
ABORÎ BER BI DAWÎ VE TÊ
 
Ji ber şer û pevçûnên li Sûrê, gelek esnafên li navçeyê ji neçarî deriyên dikanên xwe girtin. Li gorî danayên Odeya Bazirganiya Amedê yên sala 2017’an, esnafên ku ji neçarî deriyên dikanên xwe girtin, nêzî 5 milyon TL aboriya wan kêm bû. Li aliyê din ji ber krîza aborî esnafên Sûrê, rewşa wan gelek ne baş e.
 
MALÊN TOKÎ'YÊ NE LI GORÎ BINESAZIYA SÛRÊ NE
 
Li Sûrê Malên dîrokî hatin wêrankirin. Dewletê malên TOKÎ'yê li navçeyê çêdike û ev mal ne li gorî avahî û dîrokî Amedê ne. Bi vê yekê re li gorî danayên Odeya Mîmaran, di sala 2012’an de ji bo parastina Sûrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Wezareta Bajarvanî ya Hawirdûrê, bi qebûlkirna Lijneya Parastinê re ‘Plana Avakirina Armancên Parastinê’ qebûl kir. Li gorî vê planê li gel ku gotin dê di çarçoveya ‘Plana Avakirina Armancên Parastinê’ yên Sûrê de avahiyan ava bikin, projeyek din derket holê. Di çarçoveya guhertina vê projeye de çêkirina 6 qereqolan hebû. Avakirina van qereqolan li taxên Hasirli, Cevatpaşa, Îskender Paşa, Melîk Ahemt û Alî Paşa didomin. Di heman demê de rêyên van qereqolan bi hev ve girê didin, ev rê beyî ku binesaziya Sûrê li ber çavan bigirin tên firehkirin.
 
MALBATAN MECBÛRÎ TOKÎ'AN DIKIN
 
Piştî sedî 82 malan di bin navê "Cemaweriyê" de hatin desteserkirin, dewletê mal kirîn û gel mecbûrê TOKÎ’an dikin. Taxên Alîpaşa û Lalebeyê ji 23’yê Gulanê ve tên talankirin. Bi hezaran mirov ji malên wan derxistin, malbatên li dijî wêrankirinê li ber xwe dan jî di maha Remezanê de av û ceyrana wan qût kirin. Gel bi vê yekê ceza kirin. Bi darê zorê welatî ji malên wan derxistin, TOKÎ’yên li ser reya Xerpetê û Rihayê bi buhayek kêm pêşkêşî wan kirin. Gel necarî TOKÎ’an dikin. Welatiyên ku malên TOKÎ'yê qebûl nekirin, bi giştî li taxên paş Sûrê bi cih bûn. Gelek ji wan jî bar kirin û li semtên Şehîtîk û Rezanê bi cih bûn û niha jî di kirêyan de ne.
 
 
   
 

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike