Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike 2017-11-30 10:26:07 AMED - Navçeya Sûrê ya dîrokî ji gelek şaristanî, bawerî, nasname û çandan re malovanî kir. Berî du salan dewletê qedexe lê îlan kir û gelek malên li taxê rûxandin. Mirovên li taxê koçber kirin, yên mayî jî dora wan hat pêçan û di girtîgeheke servekirî de ne. Dema mirovah bixwaze der barê dîrok, çand, kesayetî û bûyerên dîrokî de xwedî agahî be, serî li çavkaniyên nivîskî dide. Ji bo mirovahî li pey şopa xwe ya dîrokî bikeve, bajarên ku keneşopiya wan bi hezaran salan diçe, di vî warî de xwedî çavkaniya agahiyan e. Ji van navçeyan yek jî navçeya Sûrê ya Amedê ye û bi çanda xwe ya sedan salan, bûye çavkaniya bîr û baweriyan. Di 28'ê Mijdara 2015'an de qedexe li Sûrê hat îlankirin. Di 14'ê Tebaxa 2015'an de rêveberiyên cewherî hatibû îlankirin, di vê demê re tîmên taybet û polîsên tevgera taybet êrîşê taxê kirin û piştre "Qedexeya derketina derve" hat îlankirin.   DI CÎHANÊ DE QEDEXEYA HERÎ DEMDIRÊJ   Piştî şer dest pê kir, di 2'yê Kanûna 2015'an de li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê "Qedexeya derketina derve" hat îlankirin, 2 sal e qedexe dewam dike. Qedexeya di cîhanê de herî dem dirêj e, piştî Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Ling hat qetilkirin, dest pê kir. Ji wê rojê heta niha navçeya Sûrê qedexe ya û bê navber 103 rojan şer lê dewam kir û hêzên dewletê navçe talan kirin.   KÎJAN HÊZ TEV LI OPERASYONÊ BÛN   Bi qedexeyê re şêrê li taxan dest pê kir, destpêkê tevgera taybet a polîsên û tevgera taybet a cendirmeyan şandin navçeyê. Piştre tang û cerdevan xistin dewrê. Piştî ev bê encam man, hêzên "Bordo Berelî" yên Hêzên Çekdarê Tirk (TSK) wan hêza xwe ya herî serkeftî dibîne, şand navçeyê. Ev êza ji 4 tabûran pêk dihat (150 kes) û li gel van komandoyên SAT'ê jî şandin navçeyê. Ji hewa re bê navber helîkopter û heron firandin. Li Sûrê nêzî 100 ciwanî li ber xwe dida, bi hezaran hêzên tirk bi tang û topan dora ciwanên kurd girtibû, berxwedana bêhempa 103 roj dewam kir.   MUSA ÇÎTÎL ANÎN SER OPERASYONUNÊ   Operasyona bi navê 'Bayrak-12' hatibû destpêkirin, lerkêşiya operasyonê 7'emîn Fermandarê Parleşker (kolordu) Korgeneral Îbrahîm Yilmaz dikir. Piştî Yilmaz fermandarê leşkerî yê duyemîn jî Musa Çîtîl bû. Raya giştî Çîtîl ji nêz ve nas dike û di navbera salên 1993-94'an de li Mêrdînê 13 gundî qetil kiribû û wekî faîlê wan tê zanîn. Doza ku Çîtîl dihat darizandin hat beraet kirin û wekî Alîkarê Fermandariya Giştî a Cendirmeyan hat tayînkirin. Piştre di operasyona li Sûrê de hat peywirdarkirin.   AVAHIYÊN ŞEWITANDIN VEGUHERANDIN QEREQOLAN   Li navçeyê gelek dibistan, yurd, otel û kargehên welatiyan hatin desteserkirin û veguherandin qereqolan. Otela Green Parkê her çendî milkê taybet be jî tîmên tevgera taybet dest danîn ser otelê û wekî qereqol xebitandin. Tîmêt Tevgera Tabet li Yurda Xwendinê ya Halît Bîn Velît bi cih bûn. Gelek Navendên Tenduristiya Taybet bûn noqteyên polîsan. Dîsa li 12 noqteyên Sûrê kulubeyên ewlehiyê danîn û wekî qereqol xebitandin.   Li bajêr demek dirêj tengasiyên mezin derketin bolê, her roj çalakiyên piştgiriyê derdiketin pêş û bang li rayedarên dewletê kirin ku hêzên xwe paşve bikişînin. Her gava ku gel xwest biçe Sûrê, hêzên dewletê êrîşê gel kirin û nehiştin gel bikeve Sûrê. Şev û roj şer dewam kir, li navçeyê teqînên mezin diqewimînin û ev şer 103 rojan dewam kir. Di şer de 2 serpêl (yuzbaşi) 2 serbaz (tegmen) 53 leşker, 17 polîs û cerdevanekî jî di nav de, bi giştî 71 hêzên dewletê hatin kuştin. Herî kêm 392 leşker, 128 polîs, 3 cerdevan û bi giştî 523 hêzên dewletê birîndar bûn.   BI NEDANA CENAZEYAN ÎŞKENCE LI MALBATAN KIRIN   Di şerê mehan dewam kir, malbatan xwe gihand cenazeyê 73 endamên YPS û YPS-Jinê. Di çalakiyên ji bo şermezarkirinê yên ji bo Sûrê de, 11 kes hatin qetilkirin. Endamên YPS û YPS-Jinê yên ku di şer de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên wan bi rojan nedan malbatan û li kuçeyan hiştin. Polîs û leşkeran destûr nedan cenze bên rakirin, malbat bi rojan ketin greva birçîbûnê. Herî dawî bi hevdîtinan cenaze dan malbatan. Lê Hakan Aslan ê şahidan cihê cenazeyê wî aşkera kir jî hêj nedane malbatê.   Piştî şerê li navçeyê bi dawî bû, di 25'ê Adara 2016'an de Lijneya Wezîran ji bo Sûrê biryara "Biryara îstimlaqa lezgînî" derxist. Bi vê biryarê re li 15 taxên Sûrê bi giştî li 368 qadan, 6 hezar û 300 parsel di bin navê îstimlaqê de destaser kir, avahiyên ku hilneweşiya bûn bi maşînên kar tev rûxandin.   40 HEZAR MIROVÎ KOÇ KIR   Bi qedexeya derketina derve re, gelek şûnwarên çandê û mirovahiyê hatin texrîbkirn û saziyên baweriyê bi destê hêzên dewletê hatin rûxandin. Sûrên Amedê yên di lîsteya parastinê ya UNESCO'yê de ne, di êrîşên tang û topan de zerar dîtin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu piştî operasyonê hat navçeyê û îdia kir ku ew ê Sûrê bikin 'Toledo' û propagandaya vê yekê kir. Li gorî daneyên Saziya Efûyê ya Navneteweyî, heta niha 750 avahî hatin rûxandin. Tê gotin ku dê herî kêm 500 malên din jî bên rûxandin. Her çendî daneyeke şênber der barê koçberên Sûrê de tune be, qasî 40 hezar mirovî li navçeyê koç kir.   Li navçeyê pevçûn qediya bin jî hêj qedexe dewam dike. Li gelek herêmên Sûrê maşîneyên zirxî, noqteyên polîsan cih digirin, navçe bûye wekî girtîgeheke servekirî. Bi pevçûnan re polîtîkaya fihûş, sûxûrî û heşîşê careke din li Sûrê tê pêşxistin.   20 NAVENDÊN BAWERIYÊ ZERAR DÎTIN   Li navçeyê bi qedexeyê re gelek navendên baweriyê yên wekî dêr, mizgeft, qesir, hemam û hwd. hatin texrîbkirin. Hin avahiyên dîrokî yên ku hatin texrîbkirin ev in: Himama Behram Paşa ya di sala 1564-1567'an de hatiye çêkirin, bi çekên giran hat texrîbkirin, Mizgefta Hecî Hamît, Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf û Mînareya Çar Ling a 1500 sal berê hatiye çêkirin û mizgefta wê Mizgefta Mutahar, Dêra Katolîk a Ermeniyan, Mala Mehmet Uzun, Qonaxa Şehzadeyan, Dêra Protestan, Dêra Keldanî ya Mor Pedrîomê, dêra herî mezin a Rojhilata Navîn a bi navê Dêra Ermeniyan a Surp Gîragos di pevçûnan de zerarek mezin dît. Tîmên tevgera taybet dêr wekî biryargeh xebitandin û li ser dîwaran nivîsên nijadperest û zayendperest nivîsin. Her wiha Mizgefta Kurşunlu ya berî 500 sal hatiye çêkirin di êrîşên dewletê de rûxiya. Hêzên dewletê piştî mizgeft dan ber agir, wekî ku ciwanan mizgeft şewitandiye dîmen kişandin û li ser çapemeniyê parvekirin. Lê piştre di dîmenên cuda de derket holê ku hêzên dewletê bi çeka lavê mizgeft dane ber agir. Li gel van Mizgefta Husrev Paşa, Mizgefta Nashu Paşa, Mizgefta Hz. Suleyman, Dibistana Seretayî ya Yavuz Selîm, Esma Ocak Evî, Dibistana Cumhuryetê jî di nav de nêzî 20 avahiyên dîrokî zerar dîtin. Li gorî agahiyan gelek avahiyên dîrokî li gorî taybetmendiya xwe nehatin restorekirin. Çend avahiyên li ser piyan man, ew jî hêzên dewletê desteserkirin û kirin qereqol.   ABORÎ BER BI DAWÎ VE TÊ   Ji ber şer û pevçûnên li Sûrê, gelek esnafên li navçeyê ji neçarî deriyên dikanên xwe girtin. Li gorî danayên Odeya Bazirganiya Amedê yên sala 2017’an, esnafên ku ji neçarî deriyên dikanên xwe girtin, nêzî 5 milyon TL aboriya wan kêm bû. Li aliyê din ji ber krîza aborî esnafên Sûrê, rewşa wan gelek ne baş e.   MALÊN TOKÎ'YÊ NE LI GORÎ BINESAZIYA SÛRÊ NE   Li Sûrê Malên dîrokî hatin wêrankirin. Dewletê malên TOKÎ'yê li navçeyê çêdike û ev mal ne li gorî avahî û dîrokî Amedê ne. Bi vê yekê re li gorî danayên Odeya Mîmaran, di sala 2012’an de ji bo parastina Sûrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Wezareta Bajarvanî ya Hawirdûrê, bi qebûlkirna Lijneya Parastinê re ‘Plana Avakirina Armancên Parastinê’ qebûl kir. Li gorî vê planê li gel ku gotin dê di çarçoveya ‘Plana Avakirina Armancên Parastinê’ yên Sûrê de avahiyan ava bikin, projeyek din derket holê. Di çarçoveya guhertina vê projeye de çêkirina 6 qereqolan hebû. Avakirina van qereqolan li taxên Hasirli, Cevatpaşa, Îskender Paşa, Melîk Ahemt û Alî Paşa didomin. Di heman demê de rêyên van qereqolan bi hev ve girê didin, ev rê beyî ku binesaziya Sûrê li ber çavan bigirin tên firehkirin.   MALBATAN MECBÛRÎ TOKÎ'AN DIKIN   Piştî sedî 82 malan di bin navê "Cemaweriyê" de hatin desteserkirin, dewletê mal kirîn û gel mecbûrê TOKÎ’an dikin. Taxên Alîpaşa û Lalebeyê ji 23’yê Gulanê ve tên talankirin. Bi hezaran mirov ji malên wan derxistin, malbatên li dijî wêrankirinê li ber xwe dan jî di maha Remezanê de av û ceyrana wan qût kirin. Gel bi vê yekê ceza kirin. Bi darê zorê welatî ji malên wan derxistin, TOKÎ’yên li ser reya Xerpetê û Rihayê bi buhayek kêm pêşkêşî wan kirin. Gel necarî TOKÎ’an dikin. Welatiyên ku malên TOKÎ'yê qebûl nekirin, bi giştî li taxên paş Sûrê bi cih bûn. Gelek ji wan jî bar kirin û li semtên Şehîtîk û Rezanê bi cih bûn û niha jî di kirêyan de ne.