MELETÎ - Li ser rêbejahiya Meletî û Sîwasê, otobusa rêwiyan qelibî û 26 kesa birindar bûn.
Li Meletiyê, ajokarê otobuseke rêwiyan ji rê derket û li Taxa Dîlek a li ser rêbejahiya Meletî û Sîwasî qelibî. Di qezayê de 25 rêwî û ajokarê otobusê Mûrat Altûntaş birîndar bûn. Ekîbîn tenduristiyê, agirkuj û polîsan li ser agahiya welatiyên derdorê hatin cihê bûyerê. Ekîban, birindar rakirin nexweşxaneyên nêzî cihê bûyer.
Hat diyar kirin ku rewşa hin rêwiyan girane.