Otobusa rêwiyan qelibî: 26 kes birîndar bûn 2019-09-29 18:14:24   MELETÎ - Li ser rêbejahiya Meletî û Sîwasê, otobusa rêwiyan qelibî û 26 kesa birindar bûn.    Li Meletiyê, ajokarê otobuseke rêwiyan ji rê derket û li Taxa Dîlek a li ser rêbejahiya Meletî û Sîwasî qelibî. Di qezayê de 25 rêwî û ajokarê otobusê Mûrat Altûntaş birîndar bûn. Ekîbîn tenduristiyê, agirkuj û polîsan li ser agahiya welatiyên derdorê hatin cihê bûyerê. Ekîban,  birindar rakirin nexweşxaneyên nêzî cihê bûyer.    Hat diyar kirin ku rewşa hin rêwiyan girane.