Mehê tenê 50 lîreyî didin penaberan, ew pere jî li BÎM'ê tê xerckirin

  • rojane
  • 09:06 29 Îlon 2019
  • |
img
KILÎS - Penaberên ku Tirkiye bi Ewropayê re bazariya wan dike, tenê 1.73 ji sedî li kampan dimînin. Li Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya Elbeyliyê 25 hezar penaber dimînin û mehê serê penaberekî tenê 50 lîre tê dayîn. Penaber bi vî perî tenê dikarin li marketa kampê BÎM'ê alvêrê bikin. 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, hema bêje tim û tim bi Ewropayê re bazariya penaberan dike û tim dibêje wan ji bo penaberan bi milyar dolaran pere xerc kiriye û di vî warî de Ewropa pişta xwe daye wan û ger destek neyê dayîn ew ê deriyan vebikin. 
 
Ji bo haya tam ji rewşa penaberan çê bibe, em çûn Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya Elbeylî ya Kilîsê. 
 
Di 8 salên şerê Sûriyeyê de gelek penaber hatin Tirkiyeyê. Penaber bi polîtîkaya "deriyê vekirî" hatin. Ji penaberên hatine 1,73 ji sedî li kampana û 98,27 ji sedî jî li bajaran bi awayekî netomarkirî dimînin. Li gorî daneyên 19'ê Îlona 2019'an ên komeleyên penaberan li gor meha borî hejmara penaberên li welêt 16 hezar û 309 kes zêde bûye û bi vê hejmarê re hejmara penaberên li Tirkiyeyê bûye 3 milyon û 666 hezar û 59 kes. Ji van penaberan milyon û 986 hezar û 905 jê mêr û milyon û 679 hezar û 154 jê jî jin in. 
 
LI BAJARAN BELAV BÛN 
 
Li gor daneyên 5'ê Îlona 2019'an hejmara penaberên sûriyeyî yên li navendên hêwirandinê yên demborî dimînin 63 hezar û 434 kes e. Di meha Tebaxê de ev hejmar 64 hezar û 333 kes; di destpêka 2019'an de 143 hezar û 558 kes; di destpêka 2018'an de 228 hezar û 251 kes bûn. Yanî di 9 mehên ewil ên sala 2019'an de hejmara sûriyeyiyên li kampa 80 hezar û 124 kes kêm bûye. Ev jî tê wateya ku ji penaberên sûriyeyî tenê 1.73 ji sedî li kampan dimînin. 
 
RASTIYA LI KAMPÊ
 
Penaberên li Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya Elbeylî ya Kilîsê, di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn. Li nav erdan bi erzanî tên xebitandin û dewlet serê penaberekî mehê 50 lîreyî dide û penaber tenê dikarin vî pereyî li BÎM'ê yanî li marketa kampê xerc bikin. 
 
Li vê kampê 25 hezar penaber dimînin. 90 ji sedî y penaberên li vê kampê erebên Sûriyeyê û ên mayîn jî tirkmen in. 
 
Penaberên ku bi hesreta welatê xwe ne û nikarin debara xwe bikin, gava bihîstin em ê derbarê wan de nûçeyekêçê bikin pir kêfxweş bûn û dest pê kirin her tiştî yeko yeko gotin. Her wiha gava me xwest em dîmenê wan bigirin, ji tirsa bêdeng bûn. 
 
DERDÊ DEBARÊ 
 
Penaberên li vê navnedê, tenê mehê 50 lîre pere dikeve Kizilay Karta wan. Ji xeynî vî pereyî tu dahateke wan tune ye. Heta çend meh berê serê penaberekî 100 lîre pere dihat dayîn, lê belê bêyî hincet êdî 50 lîre tê dayîn. Penaberan, bilêv kir ku ji xwe bi 100 lîreyî nikaribûn debara xwe bikin îjar ew ê bi 50 lîreyî çawa debara xwe bikin? 
 
Penaberên ji bo debarkirinê dixwazin bixebitin jî, diçin li nav erdan dixebitin û rojê 40 lîreyî digirin. Penaberên ji serê sibehê heta êvarî dixebitin, çend kîlo zebzeyên ku xwediyê erd dide wan jî li ber kampê difiroşin. Ji bo zebzebên tên dayîn bifiroşin ji mecbûrî bi erzanî didin. 
 
EW 50 LÎRE JÎ DIÇE DIKEVE QASEYA BÎM'Ê 
 
Penaberên ku pereyê dikeve karta wan jî, tenê dikarin li BÎM'ê xerc bikin. Ji ber roja peredayînê bû penaber li ber marketê ketibûn dorê. Derameta dikeve destê penebarean di 5 rojan de diqede û piştî vî 5 rojî hema bêje kes naçe marketê. 25 hezar penaber li kampê dimînin û her meh serê penaberekî 50 lîre tê dayîn û vî pereyî jî tenê dikarin li BÎM'ê xerc bikin. Yanî mehê milyon û 250 hezar lîre pere dikeve kaseya BÎM'ê. 
 
Her wiha li kampê du dikanên biçûk jî hene. Jineke extiyar û zilamekî extiyar konteyner kirinê dikan. Her wiha li orta kampê jî penaberekî helebî jî nanê Sûriyeyê difiroşe. Helebiyê ku nan difiroşe, got: "Konteyner li odeyeke biçûçik e. Serşokeke wê jî heye, lê em bi zorê tê de hiltêm. Ji roja hatime hema bêje min xweşikî serê xwe neşûştiye." Helebî, diyar kir ku hevalekî wî nan ji Kilîsê tîne û ew jî wan difiroşe û rojê 60 lîreyî digire. 
 
JI ÎDAREYÊ DITIRSIN 
 
Helebî ji bo şerê li welatê wan û vegera wan got: "Ma ez ê niha çawa vegerim? Gundê min di navbera rejîm û muxalifan de maye. Şer biqede jî li wir ne kar, ne pere, ne jî tiştek heye. Em li vir ne rihet in, lê ne mimkun e ku em niha vegerin. Gava em hatin vira, min digot 'ji xwe wê şer di 4-5 rojan de biqede û em ê vegerin.' Bû 8 sal. Bawer nakim ev şer biqede. Xwezî biqediyana." Helebî û penaberên li cem wî ji bo pêşniyaza me ya hevpeyvînê gotin, "la la muşkulat (na na pirsgirêk e)" û paşê lê zêde kirin: "Li Sûriyeyê em ji rejîmê, li vira jî em ji îdareyê ditirsin." 
 
Her wiha gava em ji kampê derketin jina ku şîv çê dikir ji bo pirsa me ya "Keyfê halûke (çawa yî?), got: "Pirsgirêk pir in, lê dîsa jî elhemdullîlah." 
 
MA / Muhammed Abdulkadir Esen

Sernavên din

01/10/2019
11:17 ÎHD: Bila Serokê şaxa me bê berdan
11:15 Zarokê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li hemberî kekê xwe cinayet pêkanî derket dadgehê
10:52 Di doza Şûle Çet de pêşketinek nû: Pisporê xwendina lêv hat dîtin
10:51 ‘Hikumet dixwaze bi êrîşên siyasî xwe li ser pêya bigire’
10:33 Dozger piştgiriya ji bo greva birçîbûnê sûc dît
10:27 Mexdûrên KHK'ê li Enqereyê dicivin: Ev hevdîtin dikare bibe peymaneke nû ya civakê
09:54 Bi pirtûkên balkêş li pêşengehê cihê xwe girtiye
09:20 40 sal di rêya helbestê de: Helbest hebe ew jî heye
09:19 Şitlên çandine ji bo xwezayeke hêşîn belaş belav dike
09:18 Ekolojîst Demîr: Bêhn li Bodrûmê hatiye çikandin
09:17 'Azadiya zimanê kurdî di aştiyê re derbas dibe'
09:17 Şêniyên mezrika Bêdayê ku dê di bin avê de bimîne: Em dixwazin li vira bimirin
09:16 Piştî berxwedaneke 318 rojan bi ser ketin
09:15 ‘Ez û kurê xwe bi qasî dengekî dûrî hev bûn, lê me nikaribû hev bibîne'
09:15 Berfîn ku di êrîşa kezabê de birîndar bûbû: Bi saya piştevaniya jinan bi ser ketim
09:14 Ciwanê pêl mayînê kir û lingekî wî jê bû, ji bo proteza xwe li benda alîkariyê ye
09:13 Rojnameger Ozugurlu Konferansa CHP’ê ya Sûriye nirxand: Heta alî beşdar nebin encam nagire
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2019'AN
30/09/2019
22:42 Temellî: Soza me komara demokratîk, aştiyeke birûmet e
22:18 Piştî 4 mehan cenazeyên wan dan malbatên wan
18:44 Di Doza Nisêbînê de li 5 zarokan 175 sal ceza hat birîn
17:00 Demîrtaş tevlêbûna bi SEGBÎS'ê red kir
16:21 Li Enqereyê otobus li rawestgehê qelibî: 3 kes mirin
16:07 Serokê Şaxa ÎHD’a Dersimê Solmaz hat binçavkirin
15:45 Komîna Fîlman a Rojava di 13'ê mijdarê de mîhrîcana navneteweyî li dar dixin
15:18 ‘Em ê ji kevneşopiya berxwedana Kurdan gav paşve ne avêjin’
15:08 Kurtulan: Pakêta darazê xizmeta edaletê nake
14:10 Serokê DTSO’yê Kaya: Xwîner mîna biçin mitîngê diherikin pêşengeha pirtûkan
14:06 ‘Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin’
13:51 Hem nehiştin biçe merasima cenaze, hem jî 4. 820.00 TL heqê rê ji hesabê wî birîn
13:32 Farîsogûllari: Bi vê konseptê dixwazin vîna gelê kurd bişkînin
13:16 Diba Keskin bi Erdîşiyan re civiya
13:10 Rêveberê HDP'ê di derketina partiyê de hat binçavkirin
12:58 Li Mêrdînê serdegirtina malekê: Kesek jiyana xwe ji dest da 8 kes hatin binçavkirin
12:56 Li Amedê Rêveberê HDP'ê jî di nav de 2 kes hatin girtin
12:28 Daxwaza girtina bersûcên doza JÎTEM’a Kerboranê hat redkirin
12:25 Perestgeha Êzidiyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû
12:24 Kolektîfa Filma a Avakino tê avakirin
12:23 Bavê Alan Kurdî: Ez li Tirkiye rastî muameleya heywanan dihatim
11:08 Welatiyên Sîlîvrî yên li navenda erdhejê bi fikar in
10:50 Bariş: Zarokên li sêwîxaneya Nevşehîrê hatin dîtin bila bidin malbata wan
10:29 Piştgiriya malî ya ji bo bîranîna Haci Bektaş bi temamî birîn
10:22 Kesên di ‘Nobeta Demokrasiyê’ de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:07 Dayik: Çar meh in xew nakeve çavê me
09:50 Li malê gule li serê wê reşandî hat dîtin
09:05 Dosyeya Kazanhan li AYM’ê ye: Hat xwest ku lêpirsînek bi bandor bê birêvebirin
09:04 Dayika ku 6 caran gora kurê wê hat rûxandin: Bela xwe ji miriyê me vekin
09:03 ‘Tecrît kaosê kûrtir dike’
09:03 Çinîna birinca Qedejdaxê dest pê kir
09:00 ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2019'AN
29/09/2019
19:37 Li Esenyûrtê mudaxileya polîsan: Bulbul ê HDP'î rakirin nexweşxanê
18:37 Jinek hat qetilkirin, 2 jin rastî êrîşê hatin
18:14 Otobusa rêwiyan qelibî: 26 kes birîndar bûn
18:07 Hevdîtinên şandeya jinên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewam dike
17:04 HDP bi jinên Îzmirê re civîya
16:39 Tabûrek esker tev li şerê li Qesra Qenco bûn
15:53 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 42’an de berdewam kir
15:08 Çelîk: Karker naxwazin bibin endamên sendîkayan
14:59 Tevgera Azadî civina 9 partiyên siyasî rexne kir
14:57 Bi fermana Wezîr Soylu şîn li hewşa malê jî xedexe kirin
14:31 'Deriyê kawîşan bi destûra wezîr tê vekirin'
14:17 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 42’emîn de berdewam kir
13:27 Rêveberiya HDK'ê ya Edeneyê plana çalakiyê ya Krîza Aborî aşkere kir
13:07 Holmes: Konferansa Sûriye ya Beyî Kurd serkeftinê nîne
12:12 Ji ber silav da girtî û bi destê wî girt salek ceza lê birîn
11:03 Yekem nîzamnameya cemiyeta Jinên Kurd kirin pirtûk
10:39 Hevserokên HDP'ê yê Dersimê binçav kirin
09:27 Malbata Demîr piştî 49 rojan cenazeyê kurê xwe defin kirin
09:26 Rojnameya Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan
09:11 Cenazeyên 4 HPG’iyan 4 mehe nadin malbatên wan
09:10 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek li benda xwendekara ye
09:08 Girtiyan nameyek şand: 2 sal in 9 girtî di hucreyê de ne
09:07 Budçeya şaredariyê ji bo gofret, durum, kek, simîd, loqum... xerc kiriye
09:06 Mehê tenê 50 lîreyî didin penaberan, ew pere jî li BÎM'ê tê xerckirin
09:04 Ji Evdirrehîm Rehmî Hekarî heta niha: Li sahneya heqîqetê tu jî replîkekê bêje
09:03 ‘AKP, di ser dijminatiya bi kurdan re li ser piya disekine'
09:02 Xwendekar di rêya bêpeyarê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin
09:01 Çepnî: Marmara diperpite
09:00 Nûnerên partiyên siyasî: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a alternatîf heye
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2019'AN
28/09/2019
15:51 Walîtiya Rihayê meşa jinan a li dijî ‘Cînayetên jinan û îstîsmara zarokan’ qedexe kir
15:42 ‘Kurd ji bo ala demokrasiyê ba bibe têdikoşin’
15:28 Li Stenbolê 5 kes hatin berdan
15:26 ‘Cuma Tek ê ji sedî 70 astengdare berdin’
15:09 Aqûbeta Morsumbul pirsîn: Dayika Fatma tune ye, lê ezê li Huseyîn bigerim
14:59 'Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş demildest bê berdan'
14:56 Rêveberiya HDK'ê ya Enqereyê li dijî krîzê plana çalakiye aşkere kir
14:53 Xizmên windayan: Dosyeya Ceylan Onkol bêceza hat hiştin
14:50 Endamên Konseya TTB'ê: Em li dijî krîmînalîzekirina Dîken in
14:26 HDP’ê li Seyhan û Erxeniyê rêveberiya xwe ya nû bijart
14:08 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
14:01 Nobeta Demokrasiyê: Hûn nikarin stran û kilamên me bêdeng bikin
13:47 9 partiyên Kurdan ji bo hilbijartina meclîsên Kerkûk, Nînova û Diyale li hev kirin
13:42 Nobeta Demokrasiyê di roja 41'emîn de ye: Wê AKP jî biqede
12:58 Konferansa CHP’ê ya Sûriye bêyî Kurd beşdar bibin dest pê kir
12:49 Meclîsa Jinan: Ji bo ku jin bijîn, bila biçekkirina takekesî bê qedexekirin
11:04 Li Enqereyê sîxuriyê li 2 ciwanan ferz kirin
10:18 Li Dersimê vexwarinek kevneşopiyê: Şerbeta tirî
10:10 97 roj in bi daxwaza darizandina adîl di greva birçîbûnê de ye
10:02 Foza Yusuf: Kurd li ku bin ew der bi hêz e