Mehê tenê 50 lîreyî didin penaberan, ew pere jî li BÎM'ê tê xerckirin 2019-09-29 09:06:04   KILÎS - Penaberên ku Tirkiye bi Ewropayê re bazariya wan dike, tenê 1.73 ji sedî li kampan dimînin. Li Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya Elbeyliyê 25 hezar penaber dimînin û mehê serê penaberekî tenê 50 lîre tê dayîn. Penaber bi vî perî tenê dikarin li marketa kampê BÎM'ê alvêrê bikin.    Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, hema bêje tim û tim bi Ewropayê re bazariya penaberan dike û tim dibêje wan ji bo penaberan bi milyar dolaran pere xerc kiriye û di vî warî de Ewropa pişta xwe daye wan û ger destek neyê dayîn ew ê deriyan vebikin.    Ji bo haya tam ji rewşa penaberan çê bibe, em çûn Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya Elbeylî ya Kilîsê.    Di 8 salên şerê Sûriyeyê de gelek penaber hatin Tirkiyeyê. Penaber bi polîtîkaya "deriyê vekirî" hatin. Ji penaberên hatine 1,73 ji sedî li kampana û 98,27 ji sedî jî li bajaran bi awayekî netomarkirî dimînin. Li gorî daneyên 19'ê Îlona 2019'an ên komeleyên penaberan li gor meha borî hejmara penaberên li welêt 16 hezar û 309 kes zêde bûye û bi vê hejmarê re hejmara penaberên li Tirkiyeyê bûye 3 milyon û 666 hezar û 59 kes. Ji van penaberan milyon û 986 hezar û 905 jê mêr û milyon û 679 hezar û 154 jê jî jin in.    LI BAJARAN BELAV BÛN    Li gor daneyên 5'ê Îlona 2019'an hejmara penaberên sûriyeyî yên li navendên hêwirandinê yên demborî dimînin 63 hezar û 434 kes e. Di meha Tebaxê de ev hejmar 64 hezar û 333 kes; di destpêka 2019'an de 143 hezar û 558 kes; di destpêka 2018'an de 228 hezar û 251 kes bûn. Yanî di 9 mehên ewil ên sala 2019'an de hejmara sûriyeyiyên li kampa 80 hezar û 124 kes kêm bûye. Ev jî tê wateya ku ji penaberên sûriyeyî tenê 1.73 ji sedî li kampan dimînin.    RASTIYA LI KAMPÊ   Penaberên li Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya Elbeylî ya Kilîsê, di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn. Li nav erdan bi erzanî tên xebitandin û dewlet serê penaberekî mehê 50 lîreyî dide û penaber tenê dikarin vî pereyî li BÎM'ê yanî li marketa kampê xerc bikin.    Li vê kampê 25 hezar penaber dimînin. 90 ji sedî y penaberên li vê kampê erebên Sûriyeyê û ên mayîn jî tirkmen in.    Penaberên ku bi hesreta welatê xwe ne û nikarin debara xwe bikin, gava bihîstin em ê derbarê wan de nûçeyekêçê bikin pir kêfxweş bûn û dest pê kirin her tiştî yeko yeko gotin. Her wiha gava me xwest em dîmenê wan bigirin, ji tirsa bêdeng bûn.    DERDÊ DEBARÊ    Penaberên li vê navnedê, tenê mehê 50 lîre pere dikeve Kizilay Karta wan. Ji xeynî vî pereyî tu dahateke wan tune ye. Heta çend meh berê serê penaberekî 100 lîre pere dihat dayîn, lê belê bêyî hincet êdî 50 lîre tê dayîn. Penaberan, bilêv kir ku ji xwe bi 100 lîreyî nikaribûn debara xwe bikin îjar ew ê bi 50 lîreyî çawa debara xwe bikin?    Penaberên ji bo debarkirinê dixwazin bixebitin jî, diçin li nav erdan dixebitin û rojê 40 lîreyî digirin. Penaberên ji serê sibehê heta êvarî dixebitin, çend kîlo zebzeyên ku xwediyê erd dide wan jî li ber kampê difiroşin. Ji bo zebzebên tên dayîn bifiroşin ji mecbûrî bi erzanî didin.    EW 50 LÎRE JÎ DIÇE DIKEVE QASEYA BÎM'Ê    Penaberên ku pereyê dikeve karta wan jî, tenê dikarin li BÎM'ê xerc bikin. Ji ber roja peredayînê bû penaber li ber marketê ketibûn dorê. Derameta dikeve destê penebarean di 5 rojan de diqede û piştî vî 5 rojî hema bêje kes naçe marketê. 25 hezar penaber li kampê dimînin û her meh serê penaberekî 50 lîre tê dayîn û vî pereyî jî tenê dikarin li BÎM'ê xerc bikin. Yanî mehê milyon û 250 hezar lîre pere dikeve kaseya BÎM'ê.    Her wiha li kampê du dikanên biçûk jî hene. Jineke extiyar û zilamekî extiyar konteyner kirinê dikan. Her wiha li orta kampê jî penaberekî helebî jî nanê Sûriyeyê difiroşe. Helebiyê ku nan difiroşe, got: "Konteyner li odeyeke biçûçik e. Serşokeke wê jî heye, lê em bi zorê tê de hiltêm. Ji roja hatime hema bêje min xweşikî serê xwe neşûştiye." Helebî, diyar kir ku hevalekî wî nan ji Kilîsê tîne û ew jî wan difiroşe û rojê 60 lîreyî digire.    JI ÎDAREYÊ DITIRSIN    Helebî ji bo şerê li welatê wan û vegera wan got: "Ma ez ê niha çawa vegerim? Gundê min di navbera rejîm û muxalifan de maye. Şer biqede jî li wir ne kar, ne pere, ne jî tiştek heye. Em li vir ne rihet in, lê ne mimkun e ku em niha vegerin. Gava em hatin vira, min digot 'ji xwe wê şer di 4-5 rojan de biqede û em ê vegerin.' Bû 8 sal. Bawer nakim ev şer biqede. Xwezî biqediyana." Helebî û penaberên li cem wî ji bo pêşniyaza me ya hevpeyvînê gotin, "la la muşkulat (na na pirsgirêk e)" û paşê lê zêde kirin: "Li Sûriyeyê em ji rejîmê, li vira jî em ji îdareyê ditirsin."    Her wiha gava em ji kampê derketin jina ku şîv çê dikir ji bo pirsa me ya "Keyfê halûke (çawa yî?), got: "Pirsgirêk pir in, lê dîsa jî elhemdullîlah."    MA / Muhammed Abdulkadir Esen