Ardil: Hemû alî li ser peyama civakî bûn yek

  • rojane
  • 09:03 25 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û Rojnameger Yeko Ardil, naveroka Konferansa "Ji bo Tirkiyeyek Demokratîk, Lêgerîna Peyama Civakî" nirxand. Ardil, anî ziman ku konferansê weke kombûna herî berfireh û rengîn a Tirkiye û bakurê Kurdistanê encam da û got: "Ji aliyên HDP û KCDK-ê bigir heta bi derdorên dîndar û îslamî yên lîberal hemû jî li ser peymaneke civakî ya demokratîk a Tirkiyeyê hevraman bûn."  

Di 21-22 ê Îlonê de li paytexta Elmanya Berlînê, bi tevlebûna gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rojnameger, rewşenbir û nûnerên rêxistinên civakî Konferansek bi sernavê ‘Lêgerîna Peymaneke Civakî – ji bo Tirkiyeke Demokratîk’ hat lidarxistin. Nivîskar û Rojnameger Yeko Ardil, encama Konferansa "Ji bo Tirkiyeyek Demokratîk, Lêgerîna Peyama Civakî" nirxand. Ardil, anî ziman ku wekî raya giştî bi kêmanî jî be jê agahdar bûye di 21-22 ê Îlonê de li paytexta Elmanya Berlînê Konferansek bi sernavê ‘Lêgerîna Peymaneke Civakî – ji bo Tirkiyeke Demokratîk’ hat lidarxistin û wiha got: "Ev konferans weke kombûna herî berfireh û rengîn a Tirkiye û bakurê Kurdistanê encam da."  
 
Ardil, anî ziman ku di konferansê de gelek akademîsyenên di salên dawî de neçar mane derkevin derveyê welêt, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û derdorên bala wan li ser pergala Tirkiyeyê ye, beşdar bûn û wiha axivî: "Di konferansa ku du rojan berdewam kir û di dawiyê de Danezaneke Encamê jî hate xwendin de li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Partiya Saadet, CHP û nûnera IYI Partî ya Berlînê jî amade bû. Rojnamevan Cengîz Çandar ê ku ev çend salên dawiyê ji awirên raya giştî dûr û li sirgûniyê dijî, Ergûn Babahan, Can Dûndar, Hayko Bagdat jî wekî amadekar û rêveberên konferansê beşdar bûn. Li gel wan siyasetmedarên ku demên berê di meclîsa Tirk de cih girtibûn û niha ji ber tehdîta rejîma AKP-MHP ê neçar mane li derveyê welêt bijîn, yên wekî Hatîp Dîcle, Faysal Sariyildiz, Hasîp Kaplan û Sîbel Yîgîtalp jî di herdu rojên komxebata konferansê de cihê xwe girtin." 
 
'REJÎMÊ TENÊ WÊRANKIRIN ANÎYE'
 
Nivîskar Ardil, da zanîn ku di konferansa akademîsyen Prof. Eser Karakaş, Prof. Ahmet Însel û Ahmet Nesîn jî beşdarê bûn de xala bingehîn a li ser hate rawestîn rewşa Tirkiye ya ku her ber bi xeteriyeke tarî ve diçe hate niqaşkirin û wiha lê zêde kir: "Beşdar bi giştî li ser wê nêrînê hevraman bûn ku rejîma niha li ser desthilatê ye ji bo Tirk, Kurd, gelên din yên Tirkiyeyê dijîn û her wisa ji bo Alewî, Êzîdî, LGBTÎ-Q û derdorên mûxalif-demokrat yên li welêt bi tenê wêrankirin û kambaxiyê aniye. Bi tenê şer û metirsiyê aniye ku divêt demildest ji wê pêşketina xerab re çareyekê bê dîtin." 
 
Ardil, da zanîn ku komxebata konferansê ji aliyê komên xebatê ve hat birêvebirin û got: "Ev kom jî wiha hatin damezrin:’Aştî û Demokrasî, JIN, LGBTÎ-Q, Hejarî, Bêkarî û Ked, Gel û Bawerî, Rehabîlîtasyona Tirkiyeyê, Li Tirkiyeyê Azadiya Çapemeniyê, Koma Îtifaqa Demokratîk û Koma Aşkerekirina Danezana Encamê. Di herdu rojan de koman niqaşên xwe yên hundirîn domandin û  êvara roja duyemîn jî Danezama Encamê ji aliyê derhêner Mustafa Altioklar ve ri raya giştî re hate xwendin." 
 
'BI DAXWAZA DEMOKRASIYÊ Û LI DIJÎ OTOKRASIYÊ LI HEV KOM BÛN'
 
Ardil, bal kişand ser naveroka niqaşên 2 rojan û wiha berdewam kir: "Di danezana encamê de bi awayekî cewherî ev xal derketin pêş:’ Cara yekem e ku em hinde kesên ji ramanên cihê tên cem hev. Di komxebata me ya du rojan de li jêr ronahiya tecrûbeyên me yên demên borî, me li dewsa cudahî û cihêrengiyên xwe aliyên xwe yên hevpar derxistin pêş. Me cudahiyên ku heta duh rê nedidan em bêne cem hev danîn aliyekî, bi daxwaza demokrasiyê û li hemberî otokrasiyê li hev kom bûn. Sedemê ku em anîn cem hev ne dijminaya li hemberî kesên ku em weke dijmin îlan kiribûn, nemaza evîna me ya ji bo welêt, baweriya me ya bi demokrasiyê, hesreta me ya azadiyê, israra me ya wekheviyê, pêdiviya me ya bi edaletê û soza me ya ji bo xwîşk û biratyê bû.’ Her wisa di danamezanê de hat destnîşankirin ku dê ji vir şûn de jî xelekên din yên vê xebatê li deverên cihê bên domandin û ew ê bandorê li pergala Tirkiyeyê bikin. Konferans weke di medya xulam ya AKP ê de cih girt û bû sedemê êrîşê, ne li dijî Tirkiyeyê bû. Lê helbet li dijî pergala faşîst a AKP-MHP bû. Ew dijayetî weke pêdiviyeke nebenabe ya bingehîn a gelên Tirkiyeyê û mûxalifan ji aliyê hemû beşdaran ve bi pirbareyî hate bilêvkirin." 
 
'BANDORA PÊLÊN VÊ KONFERANSÊ WÊ LI SER DESTHILATDARIYA TIRKIYEYÊ BIDOME' 
 
Ardil, herî dawî wiha got: "Ji aliyên HDP û KCDK-ê bigir heta bi derdorên dîndar û îslamî yên lîberal hemû jî li ser peymaneke civakî ya demokratîk a Tirkiyeyê hevraman bûn. Wisa xuya ye ku dê pêlên bi bandor yên vê konferansê li desthilata ser Tirkiyeyê bidome. Bertekên wan yên tund û li dijî demokrasiyê vêna dide nîşan." 
 
MA - Mehmet Alî Ertaş 

Sernavên din

25/09/2019
13:27 Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dest bi 'Nobeta Demokrasiyê' kir
12:48 Prz. Oflas: Tevî delîl tunebûn jî cezayê herî zêde li Rojnameger Ziya Ataman birîn
12:31 Xelîl: Destûra tevahiya pêkhateyan hembêz neke, nûnertiya gelê Sûriyê nake
12:15 Parlamenter Gunay rewşa girtiyê nexweş Tekîn ji Wezîrê Dadê Pirsî
12:14 Bavê Oktay Er: Wesayîta zirxî kurê min 28 metre bi erdê re kaş kiriye
11:06 Rojnameya Akît kir hedef, dozger doz vekir
10:24 Girtiyan bang li TTB’ê kirin
10:07 Ji bo 'Muzeya Hafizaya Civakî ya 2'ê Tîrmehê' banka konserê
10:00 Dadgeriya Înfazê 8 qenal qedexe kirin: Bi binnivîsan ji hev agahî digirin
09:54 Esnafên Sêrtê: Wiha bidome em ê dikanên xwe bigirin
09:53 Ji malbatekê 5 kes girtî ne
09:06 Bi îdiaya 'heqaret li serokomar kiriye' ceza li kesê derûniya wî nebaş hat birîn
09:06 Aborîzan Muftuoglû: AKP jî berî bibe îktîdar gelek caran bi IMF'ê re hevdîtin kiribûn
09:06 Tahm û çêjeke cuda: Dolmeyên mendalînan
09:06 Berdevkê Hewldana 78'an Can: Wê Tirkiye ji vê îktîdarê xelas bibe
09:04 Li Deşta Pirsûsê cotkarî nema
09:04 Stenbolî: Sedema krîzê neçareserkirina pirsgirêka kurd e
09:03 Ardil: Hemû alî li ser peyama civakî bûn yek
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2019'AN
08:15 Li Edeneyê li dijî polisên hêzên çevîk êrîş pêk hat: Hejmareke zêde mirî û birîndar hene
24/09/2019
22:28 Malbatê piştî 37 rojan cenazeyê kurê xwe wergirt
19:07 Ji cerdevanên êrîşî HDP'iyan kirin 5 jê hatin binçavkirin
17:00 Li pêş avahiya HDP'ê agahiya kuştina kurê xwe bihist
16:42 Er ê wesayîta eskerî lê qelibî, defin kirin
16:22 Şanoya Mencelê ji mihrîcana duyemîn re amade ye
15:40 'Yên ku tehemulê demokrasiyê nakin wê hesap bidin gel'
15:21 Leyla Guven malbatên Akîcî û Akyol ziyaret kirin
15:01 Partiyên Kurd nobet dewr girtin: Berxwedana demokrasiyê em bi hevre mezin bikin
15:01 Li Pasûrê êrîşî HDP’iyan kirin: 2 kes birîndar bûn
14:14 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Ziya Ataman
14:10 ‘Roj roja em li derdora HDP’ê bibin xelek’
14:10 Duyemîn Dewriyeya hevbeş a DYA û Tirkiyeyê li Girê Spî ye
13:32 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:21 Baroya Dersimê bertek nîşanî biryara girtina Demîrtaş û Yuksekdag da
12:58 Bekîr Kaya û 10 xebatkarên şaredariyê hatin beratkirin
12:43 Danişîna Ziya Ataman hat dîtin
12:42 Rojnameger Zeyrek û 19 kesên din hatin beratkirin
12:17 Li herêma Omeryan şewat dewam dike
12:14 Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU dest ji xebata rojekê berdan
11:57 Li Stenbolê erdhej pêk hat
11:22 Rojnameger Kibriye Evren dîsa nehat berdan
11:14 Qemyoneta penaberên der sînor hatin kirin qelibî: 6 kes mirin, 27 kes birîndar bûn
10:57 Hiqûqnas Pakêta Darazê rexne dikin: Divê ewil zîhniyet were guhertin
10:54 Li Pîranê muxtarek û 2 kes hatin binçavkirin
10:37 Piştî 3 salan ji ber 'şermezarkirina destnedanê' doz li Yildirima HDP'î vekirin
10:37 Hevdîtinên şandeya HDP’ê yên li DYA’yê bi dawî bûn
10:23 Mizrakli Li NY'ê axivî: Êdî dema em bêjin raweste ye
10:00 Danişîna rojnameger Ziya Ataman dest pê kir
09:47 Li Girtîgeha Şakranê zext û binpêkirina mafan zêde dibin
09:46 Baterîstê 10 salî maqûlên dewetan dicoşîne
09:45 Jin, hilberînên xwe yên dawiyê ji bo amadekariyên zivîstanê kom dikin
09:34 Koramaz: Tayînkirina qeyûman sepanên faşizan in
09:17 Hemû kesên ku hewl dabûn sûriyeyiyan lînç bikin hatin berdan
09:16 Li Gedizê masî dimirin
09:15 Mudawîma Nobeta Demokrasiyê: Rojekê jî neyêm kurê min tê xewna min
09:11 'Qanûn bi tena serê xwe nikarin pêşî li ber şidetê bigirin'
09:10 ‘Îktîdar, dixwaze li ser xwîna ciwanan qoltixa xwe zexm bike'
09:06 Seroka KAHDEM'ê Kayar: Li hemberî şidetê pêdivî bi vîneke civakî heye
09:05 Kûrtûlan: Walîtî wekî qeyûman dixebitin
09:02 Malbata Şenyaşar li benda edaletê ye
09:00 ÎHD'ê rapora binpêkirinên mafan ên girtîgehên Antalya û Alanyayê amade kir
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2019'AN
23/09/2019
22:41 Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn ji girtîgehê derket
19:33 Di Doza Nisêbînê de girtî hatin derbkirin
18:54 Çira TV: Li dijî qedexeyê helwesta xwe diyar bikin
17:16 Ji girtiyên 3 girtîgehan name: Em di tecrîda fermî de ne
17:06 Nobeta li Çiyayê Kazê 2 mehên xwe tije kirin
16:17 MSB: Li qada Sûriyeyê bi Balafirên şer ên F-16'an firîn pêk hat
15:21 Wezareta Parastinê: 2 eskerên me jiyana xwe ji dest dan
15:08 Can: Gelê Kurd aştiyê, desthilatdarî şer dixwaz e
14:49 Parêzerên Demirtaş bang li Wezîrê Dadê û HSK'ê kirin ku lêpirsînê bidin destpêkirin
14:44 3 kes li Pirsûsê hatin binçavkirin
14:28 Li Qursa Quranê 40 zarok ji xwarinê jehrî bûn
14:15 Tabloya bêkariya li Amedê
14:03 Li Wanê 36 rojin Nobeta Demokrasiyê didome
13:59 Di doza Nisêbînê de girtiyên ceza şermezar kirin rastî lêdanê hatin
13:53 Ciwanê wesayîta leşkerî lê xist jiyana xwe ji dest da
13:21 Gunay: Em şaredariya xwe ya hatiye xespkirin ji wan re nahêlin
13:18 Eskeran destûr neda heyeta KCD'ê malbata Zehra Saglam ziyaret bike
13:05 Waliyê Edeneyê lîstika Kurdî qedexe kir
12:42 Rejîma Îranê dayika Behmen Qubadî binçav kir
12:31 Bersûcên komkujiya 23 sal berê li ser kar in
11:42 HDP’ê biryar da ku Nobetên Demokrasiyê li Stenbol û Îzmîrê jî li dar bixe
11:24 Dizên ketin avahiya HDP'ê ewraq lêkolîn kirin
10:41 Tê payîn di doza Rojnameger Kîbriye Evren de biryarê bidin
10:08 Ji bo biçe ziyareta girtî 1600 TL heqê rê dide
09:02 Serokê ÎHD'a Edene: Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne
09:01 Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire
09:01 Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê
09:01 Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine
09:01 Çotkarên pembû: Êdî em nikarin pembû biçînin
09:00 Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir
09:00 Rojnamegeran ji bo Ataman bang kirin: Em bibin dengê Ziya
09:00 ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN
07:46 Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin
22/09/2019
17:46 DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin
16:44 Jin li ser zimanê aştiyê axivin
16:31 Jinek din rastî êrîşa hevjînê xwe hat
16:00 ‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’
15:35 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir