Ardil: Hemû alî li ser peyama civakî bûn yek 2019-09-25 09:03:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û Rojnameger Yeko Ardil, naveroka Konferansa "Ji bo Tirkiyeyek Demokratîk, Lêgerîna Peyama Civakî" nirxand. Ardil, anî ziman ku konferansê weke kombûna herî berfireh û rengîn a Tirkiye û bakurê Kurdistanê encam da û got: "Ji aliyên HDP û KCDK-ê bigir heta bi derdorên dîndar û îslamî yên lîberal hemû jî li ser peymaneke civakî ya demokratîk a Tirkiyeyê hevraman bûn."   Di 21-22 ê Îlonê de li paytexta Elmanya Berlînê, bi tevlebûna gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rojnameger, rewşenbir û nûnerên rêxistinên civakî Konferansek bi sernavê ‘Lêgerîna Peymaneke Civakî – ji bo Tirkiyeke Demokratîk’ hat lidarxistin. Nivîskar û Rojnameger Yeko Ardil, encama Konferansa "Ji bo Tirkiyeyek Demokratîk, Lêgerîna Peyama Civakî" nirxand. Ardil, anî ziman ku wekî raya giştî bi kêmanî jî be jê agahdar bûye di 21-22 ê Îlonê de li paytexta Elmanya Berlînê Konferansek bi sernavê ‘Lêgerîna Peymaneke Civakî – ji bo Tirkiyeke Demokratîk’ hat lidarxistin û wiha got: "Ev konferans weke kombûna herî berfireh û rengîn a Tirkiye û bakurê Kurdistanê encam da."     Ardil, anî ziman ku di konferansê de gelek akademîsyenên di salên dawî de neçar mane derkevin derveyê welêt, siyasetmedar, hunermend, rojnamevan û derdorên bala wan li ser pergala Tirkiyeyê ye, beşdar bûn û wiha axivî: "Di konferansa ku du rojan berdewam kir û di dawiyê de Danezaneke Encamê jî hate xwendin de li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Partiya Saadet, CHP û nûnera IYI Partî ya Berlînê jî amade bû. Rojnamevan Cengîz Çandar ê ku ev çend salên dawiyê ji awirên raya giştî dûr û li sirgûniyê dijî, Ergûn Babahan, Can Dûndar, Hayko Bagdat jî wekî amadekar û rêveberên konferansê beşdar bûn. Li gel wan siyasetmedarên ku demên berê di meclîsa Tirk de cih girtibûn û niha ji ber tehdîta rejîma AKP-MHP ê neçar mane li derveyê welêt bijîn, yên wekî Hatîp Dîcle, Faysal Sariyildiz, Hasîp Kaplan û Sîbel Yîgîtalp jî di herdu rojên komxebata konferansê de cihê xwe girtin."    'REJÎMÊ TENÊ WÊRANKIRIN ANÎYE'   Nivîskar Ardil, da zanîn ku di konferansa akademîsyen Prof. Eser Karakaş, Prof. Ahmet Însel û Ahmet Nesîn jî beşdarê bûn de xala bingehîn a li ser hate rawestîn rewşa Tirkiye ya ku her ber bi xeteriyeke tarî ve diçe hate niqaşkirin û wiha lê zêde kir: "Beşdar bi giştî li ser wê nêrînê hevraman bûn ku rejîma niha li ser desthilatê ye ji bo Tirk, Kurd, gelên din yên Tirkiyeyê dijîn û her wisa ji bo Alewî, Êzîdî, LGBTÎ-Q û derdorên mûxalif-demokrat yên li welêt bi tenê wêrankirin û kambaxiyê aniye. Bi tenê şer û metirsiyê aniye ku divêt demildest ji wê pêşketina xerab re çareyekê bê dîtin."    Ardil, da zanîn ku komxebata konferansê ji aliyê komên xebatê ve hat birêvebirin û got: "Ev kom jî wiha hatin damezrin:’Aştî û Demokrasî, JIN, LGBTÎ-Q, Hejarî, Bêkarî û Ked, Gel û Bawerî, Rehabîlîtasyona Tirkiyeyê, Li Tirkiyeyê Azadiya Çapemeniyê, Koma Îtifaqa Demokratîk û Koma Aşkerekirina Danezana Encamê. Di herdu rojan de koman niqaşên xwe yên hundirîn domandin û  êvara roja duyemîn jî Danezama Encamê ji aliyê derhêner Mustafa Altioklar ve ri raya giştî re hate xwendin."    'BI DAXWAZA DEMOKRASIYÊ Û LI DIJÎ OTOKRASIYÊ LI HEV KOM BÛN'   Ardil, bal kişand ser naveroka niqaşên 2 rojan û wiha berdewam kir: "Di danezana encamê de bi awayekî cewherî ev xal derketin pêş:’ Cara yekem e ku em hinde kesên ji ramanên cihê tên cem hev. Di komxebata me ya du rojan de li jêr ronahiya tecrûbeyên me yên demên borî, me li dewsa cudahî û cihêrengiyên xwe aliyên xwe yên hevpar derxistin pêş. Me cudahiyên ku heta duh rê nedidan em bêne cem hev danîn aliyekî, bi daxwaza demokrasiyê û li hemberî otokrasiyê li hev kom bûn. Sedemê ku em anîn cem hev ne dijminaya li hemberî kesên ku em weke dijmin îlan kiribûn, nemaza evîna me ya ji bo welêt, baweriya me ya bi demokrasiyê, hesreta me ya azadiyê, israra me ya wekheviyê, pêdiviya me ya bi edaletê û soza me ya ji bo xwîşk û biratyê bû.’ Her wisa di danamezanê de hat destnîşankirin ku dê ji vir şûn de jî xelekên din yên vê xebatê li deverên cihê bên domandin û ew ê bandorê li pergala Tirkiyeyê bikin. Konferans weke di medya xulam ya AKP ê de cih girt û bû sedemê êrîşê, ne li dijî Tirkiyeyê bû. Lê helbet li dijî pergala faşîst a AKP-MHP bû. Ew dijayetî weke pêdiviyeke nebenabe ya bingehîn a gelên Tirkiyeyê û mûxalifan ji aliyê hemû beşdaran ve bi pirbareyî hate bilêvkirin."    'BANDORA PÊLÊN VÊ KONFERANSÊ WÊ LI SER DESTHILATDARIYA TIRKIYEYÊ BIDOME'    Ardil, herî dawî wiha got: "Ji aliyên HDP û KCDK-ê bigir heta bi derdorên dîndar û îslamî yên lîberal hemû jî li ser peymaneke civakî ya demokratîk a Tirkiyeyê hevraman bûn. Wisa xuya ye ku dê pêlên bi bandor yên vê konferansê li desthilata ser Tirkiyeyê bidome. Bertekên wan yên tund û li dijî demokrasiyê vêna dide nîşan."    MA - Mehmet Alî Ertaş