‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’

  • rojane
  • 12:00 29 Mijdar 2017
  • |
img

AMED – Endamên Platforma Em bi Hevre ne (Biraradayiz Platformu) navçeya Sûrê ziyaret kirin û gotin ku li şûna hilweşandina Sûrê pêwîste pirsgirêk bên çareserkirin lê pirsgirêk bi hilweşandinê re kûrtir dibin û ji bo OHAL bê rakirin divê demildest derdorên demokrasiyê bicivin û bikevin nava tevgerê. 

Endamên Platforma Em bi Hevre ne (Biraradayiz Platformu) ji bo beşdarî merasîma bîranîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bibin û serdana navçeya Sûrê bikin hatin Amedê. Li navçeyê Sûrê li taxan lêkolînan pêk anîn û çavdêriya hilweşandinê kirin. Endamên Platformê der barê gera xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn. 
 
Nivîskar Oya Baydar behsa çavdêriyên xwe yên hilweşandina taxên navçeya Sûrê kir û got: “Peywîra dewletê ne kuştin û hilweşandin e. Peywîra wan çêkirin û jiyînkirin e. Teqez dewlet vê peywîra xwe bi cih nayne û berpirsê qewimandinên li navçeyê ye. Pereyê ku ewqas li ser şer didin ji dehan yekê vî pereyî li ser Sûrê bidina niha bûbû bihûşt. Dê ewqas mirov ji cihê nehatina koçberkirin. Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu gotibû ‘Em ê Sûrê bikin Toledo.’ Heta ku gotibû ew ê jî jixwe re mal bistîne. Ez wî û mirovên wek wî dawetî Sûrê dikim. Ka bila bên li vir binêrin.” 
 
‘EZ NE BAWERIM DESTHILATDARÎ XWE SÛCDAR BIKE Û DEV JI OHAL’Ê BERNADE’
 
Baydar destnîşan kir ku Rewşa Awarte tê maneya xerakirin û şewitandinê û wiha dewam kir: “Herî zêde OHAL li bajarên herêmê heye. Em vê bi çavê xwe dibînin. Amed dilê herêmê ye û Sûr jî ruhê herêmê ye. Welat hat wê merheleyê ku bi rêveberiya OHAL’ê birêve naçe. Ez ji demek nêz ne bi hêvî me ku desthilatdarî xwe sûcdar bike û ji dev ji OHAL’ê bernade. Vegera Tirkiyeyê ya demokrasiyê zor e. Heke vegere jî dê demek dirêj bigire.” 
 
Baydar da zanîn ku ji bo OHAL rabe divê hemû derdorên demokrasiyê ji bo çalakiyên civakî bikevin nav liv û tevgerê. 
 
‘HILWEŞANDINA SÛRÊ DÊ BIRÎNÊN KÛR LI PEY XWE BIHÊLE’ 
 
Wekîlê berê yê HDP’ê û Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî yê EMEP’ê Levent Tuzel jî di nav platformê de cih girt û nêrîna xwe der barê herêmê de wiha vegot: “Piştî hilweşandina Sûrê me li kesên xizmên xwe û malên xwe winda kirine guhdar kir. Dema mirov OHAL’a rojavayê Tirkiyeyê û herêmê dide ber hev, OHAL’a herêmê gelek hişk e û şert û mercên wê giran in. Sedemê vê yekê jî pirsgirêka kurd e. Ji ber ku bi rêbazên şer nêzî pirsgirêka kurd dibin her tim êş li ser vê axê tê kişandin. Desthilatdarî bi tundiyê ders dide civakê.” 
 
Tuzel bal kişand ser hilweşandina li Sûrê û wiha dewam kir: “Civak ji jiyana xwe hatiye qutkirin û perçekirin. Ne mimkun e ev yek bê qebûlkirin. Ev rastiyek e dê ev hilweşandin tu çareseriyê jî bi xwe re nayne. Dê ev wêrankirin û talankirin birînên kûr li pey xwe bihêle û herkes jî viya baş dizane. Li şûna ku pirsgirêk bên çarserkirin lê pirsgirêk bi van hilweşandinan re bêtir tê kûrkirin.” 
 
‘BÊDENGIYA LI SER ERDNÎGARIYA KURDAAN NEBAŞE’
 
Tuzel da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re şaredariyên herêmê hatin dizîn û wiha lê pêde çû: “Hemû kuçeyên bajêr kirin qereqol. Em tenê nikarin vê bi OHAL’ê ve girê bidin û dê ne rast be jî. Ji holê rakirina OHAL’ê di rojeva hikumetê de tune ye. Ji ber ku hemû tiştên tên jiyîn, bi 'terorê' re girê didin. Lê em dizanîn ev nêzîkatî di dîrok 100 salên komarê de nebûn çareserî. Li ser erdnîgariya kurdan bêdengiyek serdest e, lê mirov nikare vê yekê baş binirxîne. Ev bêdengî nayê wê wateyê kurdan her tişt qebûl kiriye.” 
 
Tuzel di dewama axaftina xwe de wiha got: “Têkoşîna yekgirtî bi hev re dayîn girîng e. Îro gelek rêxistinên kedê û derdorên siyasî dixwazin OHAL rabe. Gelek kedkar ji kar hatin avêtin û siyasetmedarên kurd kirin girtîgehan. Ji bo ev yek wiha dom neke divê em bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin” 
 
‘DIVÊ ENIYA DEMOKRATÎK LI HEV BICIVIN’
 
Seroka Giştî yê Partiya ANAP’ê ya berê Nesrîn Nas jî OHAL’a li rojavayê Tirkiyeyê heye li herêma kurdan jî di nav şertên mîna rêveberiya rewşa awarte de ye û wiha axivî: “Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê desthilatdariyê, MHP jî girt ba xwe û koalîsyonek veşartî avakirin û Tirkiyeyê ji dewleteke hiqûqî dur kirin. Ger OHAL nebe desthilatdarî nikare xwe biparêze û ji ber vê yekê KHK derxistin. Ji bo em ji van hemû pirsgirêkan xelas bibin, dibe ku em heman ramanê nefikirin, pêwîst eniya demokratîk teqez li hev kom bibe. Heya ku OHAL ranebe, tişt sererast nabe. Bi hinceta ewlekariyê OHAL  hat îlankirin. Lê desthilatdarî dixwaze bi vê yekê li ser hikûm bimîne.”
 
‘EZ JI ÊŞA BÎRDARIYEK WIHA FÊM DIKIM' 
 
Prof. Dr. Gençay Gursoy jî bal kişand ser paşeroja bi hevrebûna Amedê û wiha axivî: “Ez êşa bîrdariyeke dîrokî ku xistina vî halî dizanim. Ez kesekê ku bi tevînekê bajaran re eleqedar dibime, bi taybetî bûyerên li Sûrê hatin jiyîn, delîlên winda kirina dîrokekê ye. Ez di wê hêviyê de me, nifşê pêşerojê dê hesap ji kesên dîroka wan wêran kirî bipirsin. Li Sûrê çend malbatên li ber xwe didin mane. Daxwazên ji nû de nûkirina mekanên dîrokî, ku vê rewşê derbas dikin hene. Ez difikirim ku pêngavên ku vê derê bikin cih û warên jiyaneke xweştirîn tune ye.”   
 
MA / Rifat Şahîn - Lezgîn Akdenîz
 

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike