‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’ 2017-11-29 12:00:03 AMED – Endamên Platforma Em bi Hevre ne (Biraradayiz Platformu) navçeya Sûrê ziyaret kirin û gotin ku li şûna hilweşandina Sûrê pêwîste pirsgirêk bên çareserkirin lê pirsgirêk bi hilweşandinê re kûrtir dibin û ji bo OHAL bê rakirin divê demildest derdorên demokrasiyê bicivin û bikevin nava tevgerê.  Endamên Platforma Em bi Hevre ne (Biraradayiz Platformu) ji bo beşdarî merasîma bîranîna Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bibin û serdana navçeya Sûrê bikin hatin Amedê. Li navçeyê Sûrê li taxan lêkolînan pêk anîn û çavdêriya hilweşandinê kirin. Endamên Platformê der barê gera xwe de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn.    Nivîskar Oya Baydar behsa çavdêriyên xwe yên hilweşandina taxên navçeya Sûrê kir û got: “Peywîra dewletê ne kuştin û hilweşandin e. Peywîra wan çêkirin û jiyînkirin e. Teqez dewlet vê peywîra xwe bi cih nayne û berpirsê qewimandinên li navçeyê ye. Pereyê ku ewqas li ser şer didin ji dehan yekê vî pereyî li ser Sûrê bidina niha bûbû bihûşt. Dê ewqas mirov ji cihê nehatina koçberkirin. Serokwezîrê demê Ahmet Davutoglu gotibû ‘Em ê Sûrê bikin Toledo.’ Heta ku gotibû ew ê jî jixwe re mal bistîne. Ez wî û mirovên wek wî dawetî Sûrê dikim. Ka bila bên li vir binêrin.”    ‘EZ NE BAWERIM DESTHILATDARÎ XWE SÛCDAR BIKE Û DEV JI OHAL’Ê BERNADE’   Baydar destnîşan kir ku Rewşa Awarte tê maneya xerakirin û şewitandinê û wiha dewam kir: “Herî zêde OHAL li bajarên herêmê heye. Em vê bi çavê xwe dibînin. Amed dilê herêmê ye û Sûr jî ruhê herêmê ye. Welat hat wê merheleyê ku bi rêveberiya OHAL’ê birêve naçe. Ez ji demek nêz ne bi hêvî me ku desthilatdarî xwe sûcdar bike û ji dev ji OHAL’ê bernade. Vegera Tirkiyeyê ya demokrasiyê zor e. Heke vegere jî dê demek dirêj bigire.”    Baydar da zanîn ku ji bo OHAL rabe divê hemû derdorên demokrasiyê ji bo çalakiyên civakî bikevin nav liv û tevgerê.    ‘HILWEŞANDINA SÛRÊ DÊ BIRÎNÊN KÛR LI PEY XWE BIHÊLE’    Wekîlê berê yê HDP’ê û Endamê Lîjneya Rêveberiya Navendî yê EMEP’ê Levent Tuzel jî di nav platformê de cih girt û nêrîna xwe der barê herêmê de wiha vegot: “Piştî hilweşandina Sûrê me li kesên xizmên xwe û malên xwe winda kirine guhdar kir. Dema mirov OHAL’a rojavayê Tirkiyeyê û herêmê dide ber hev, OHAL’a herêmê gelek hişk e û şert û mercên wê giran in. Sedemê vê yekê jî pirsgirêka kurd e. Ji ber ku bi rêbazên şer nêzî pirsgirêka kurd dibin her tim êş li ser vê axê tê kişandin. Desthilatdarî bi tundiyê ders dide civakê.”    Tuzel bal kişand ser hilweşandina li Sûrê û wiha dewam kir: “Civak ji jiyana xwe hatiye qutkirin û perçekirin. Ne mimkun e ev yek bê qebûlkirin. Ev rastiyek e dê ev hilweşandin tu çareseriyê jî bi xwe re nayne. Dê ev wêrankirin û talankirin birînên kûr li pey xwe bihêle û herkes jî viya baş dizane. Li şûna ku pirsgirêk bên çarserkirin lê pirsgirêk bi van hilweşandinan re bêtir tê kûrkirin.”    ‘BÊDENGIYA LI SER ERDNÎGARIYA KURDAAN NEBAŞE’   Tuzel da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman re şaredariyên herêmê hatin dizîn û wiha lê pêde çû: “Hemû kuçeyên bajêr kirin qereqol. Em tenê nikarin vê bi OHAL’ê ve girê bidin û dê ne rast be jî. Ji holê rakirina OHAL’ê di rojeva hikumetê de tune ye. Ji ber ku hemû tiştên tên jiyîn, bi 'terorê' re girê didin. Lê em dizanîn ev nêzîkatî di dîrok 100 salên komarê de nebûn çareserî. Li ser erdnîgariya kurdan bêdengiyek serdest e, lê mirov nikare vê yekê baş binirxîne. Ev bêdengî nayê wê wateyê kurdan her tişt qebûl kiriye.”    Tuzel di dewama axaftina xwe de wiha got: “Têkoşîna yekgirtî bi hev re dayîn girîng e. Îro gelek rêxistinên kedê û derdorên siyasî dixwazin OHAL rabe. Gelek kedkar ji kar hatin avêtin û siyasetmedarên kurd kirin girtîgehan. Ji bo ev yek wiha dom neke divê em bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin”    ‘DIVÊ ENIYA DEMOKRATÎK LI HEV BICIVIN’   Seroka Giştî yê Partiya ANAP’ê ya berê Nesrîn Nas jî OHAL’a li rojavayê Tirkiyeyê heye li herêma kurdan jî di nav şertên mîna rêveberiya rewşa awarte de ye û wiha axivî: “Piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê desthilatdariyê, MHP jî girt ba xwe û koalîsyonek veşartî avakirin û Tirkiyeyê ji dewleteke hiqûqî dur kirin. Ger OHAL nebe desthilatdarî nikare xwe biparêze û ji ber vê yekê KHK derxistin. Ji bo em ji van hemû pirsgirêkan xelas bibin, dibe ku em heman ramanê nefikirin, pêwîst eniya demokratîk teqez li hev kom bibe. Heya ku OHAL ranebe, tişt sererast nabe. Bi hinceta ewlekariyê OHAL  hat îlankirin. Lê desthilatdarî dixwaze bi vê yekê li ser hikûm bimîne.”   ‘EZ JI ÊŞA BÎRDARIYEK WIHA FÊM DIKIM'    Prof. Dr. Gençay Gursoy jî bal kişand ser paşeroja bi hevrebûna Amedê û wiha axivî: “Ez êşa bîrdariyeke dîrokî ku xistina vî halî dizanim. Ez kesekê ku bi tevînekê bajaran re eleqedar dibime, bi taybetî bûyerên li Sûrê hatin jiyîn, delîlên winda kirina dîrokekê ye. Ez di wê hêviyê de me, nifşê pêşerojê dê hesap ji kesên dîroka wan wêran kirî bipirsin. Li Sûrê çend malbatên li ber xwe didin mane. Daxwazên ji nû de nûkirina mekanên dîrokî, ku vê rewşê derbas dikin hene. Ez difikirim ku pêngavên ku vê derê bikin cih û warên jiyaneke xweştirîn tune ye.”      MA / Rifat Şahîn - Lezgîn Akdenîz