Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê

  • rojane
  • 09:01 23 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, diyar kir ku polîsan di 13 salên dawî de bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekirine 395 kes kuştine û wiha got: “Em ê bêjin 'We çima zarokên me kuştin? û emê li 'Edaletê' bigerin." 

Li Tirkiyeyê di navbera salên 2007 û 2019’an de, polisan bi hinceta li hişyariya "raweste" guhdar nekirine 395 welatî kuştin. Ji kesên polîsan kuştin jê 91 zarok, 86 jin û 218 kes jî mezin in. Di sala 2007'an de polîsan Baran Tursun bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye kuştin. Piştî ku polîsan Baran Tursun kuşt, bavê Baran, Mehmet Tursun, di sala 2010'an de li ser navê kurê xwe Vakfa Baran Tursun vekir. Mehmet Tursun, diyar kir ku piştî Zagona Selahiyeta Vazifeya Polîsan (PVSK) hat guhertin, kuştina mirovan zêdetir bû. 
 
POLÎSAN 395 KUŞTIN
 
Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, diyar kir ku polîsan di 13 salên dawî de bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekirine 395 kes kuştine û wiha got: “Polîs weki ku li hişyariyê guhdar nekirine û mirovan dikujin. Bi vê yekê hişekî ava dikin. Zagona PVSK’ê wekî ku polîs mafdar bin hatiye guhertin. Bi guhertina xala 16’an a PVSK'e re erka bê sînor dane polîsan. Li ser vê yekê ji sala 2007'an heta niha polîsan 395 welatî kuştin. Polîsekî li mala xwe kêfxweş e û polîsekî li mala xwe ji tiştekî hêrs bûbe nerîn û pêşdîtina wan nabe yek. Polîsekî ku ji Kurdan nefretê bike û polîsekî ji çepgiran nefret bike nerîna wan nabe wek hev. Ji ber guhertina vê xalê polîsan di nava 13 salan de 395 welatî kuştin. Gelek polîsên ku mirov kuştin nehatin cezakirin û beraet kirin." 
 
Mehmet Tursun, anî ziman ku heta xala 16'an a PVSK’ê di meriyetê de be, polîs wê neyên cezakirin û kuştina mirovan wê bidome û wiha axivî: "Li gorî lêkolîna Vakfa Baran Dursun, li akademiyên polîsan, polîsên ku di van bûyeran de beraet dikin, doza wan wekî ders tê dayîn. Pêvajoya darazê wekî ders tê dayîn. Polîsên ku li van akademiyan perwerde dibin, êdî piştî derdikevin derve jî xwe ji bo kuştina mirovan amade dibînin. 
 
TENÊ 5-6 POLÎSAN CEZA XWAR
 
 
Tursun, destnîşan kir ku di kuştina ew qas mirov te heta niha tenê 5 - 6 polisan ceza xwariye û wiha bi dawî kir: "Polîsê ku Baran Tursun kuştin rastî 2 sal ceza hat. Hêj li ser kar e. Ev bêcezahiştin bi taybetî li akademî û dibistanan wekî perwerdehiyê didin xwendekarên nû. Piştî malbat şandin pêş partiyên siyasî êdî em jî fêr bûn biçin pêş partiyan. Lê muxatabê me dewlet û wezaret in. Ji ber ku niha partiya li îktîdarê AKP ye em jê biçin pêş deriyê partiya îktîdarê. Em ê bêjin ‘We çima zarokên me kuştin?' Van zarokên me serê kişan polîsî şikand? Kevir avêt kijan polîsî? Ger ku kevir neavêtiye û serê wan neşikandiye çima kuştin? Ger ku kuştin jî çima nehatin cezakirin? Em ê vê yekê bipirsin. Pir aşkere ye ku dewletê zarokên me kuştin. Em dipirsin kuştin serbest e  ya na? Ger ku li vî welatî kuştina mirovan serbest be, wê demê hûn ne dewleta hiqûqê ne. Ger ku kuştin ne serbest be çima 395 kes hatin kuştin. Çima kujerê van kesan nehatin cezakirin. Mehmet Oytun ê 17 salî heye. Li Cizîrê dema li eywanê bû ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Enes Ata heye. Li Amedê hêj 8 salî bû dema ji dibistanê diçû malê hat kuştin. Osman Asli heye. Baran Tursun, di roja ji dayikbûnê de kuştin." 
 
Êdî li salonên dadgehê li edaletê nagerin, êdî diçin pêş avahiyên partiyên siyasî li edaletê digerin. Em jî wekî malbata ku polîsan kurê me kuştiye emê biçin li pêş partiya hikûmetê daxwazên xwe bînin ziman. Berpirsiyarê van kuştinan hikûmet e. Ji ber vê yekê muxatabê me jî hikûmet e." 
 
MA / Erdogan Alayumat
 

Sernavên din

25/09/2019
13:27 Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dest bi 'Nobeta Demokrasiyê' kir
12:48 Prz. Oflas: Tevî delîl tunebûn jî cezayê herî zêde li Rojnameger Ziya Ataman birîn
12:31 Xelîl: Destûra tevahiya pêkhateyan hembêz neke, nûnertiya gelê Sûriyê nake
12:15 Parlamenter Gunay rewşa girtiyê nexweş Tekîn ji Wezîrê Dadê Pirsî
12:14 Bavê Oktay Er: Wesayîta zirxî kurê min 28 metre bi erdê re kaş kiriye
11:06 Rojnameya Akît kir hedef, dozger doz vekir
10:24 Girtiyan bang li TTB’ê kirin
10:07 Ji bo 'Muzeya Hafizaya Civakî ya 2'ê Tîrmehê' banka konserê
10:00 Dadgeriya Înfazê 8 qenal qedexe kirin: Bi binnivîsan ji hev agahî digirin
09:54 Esnafên Sêrtê: Wiha bidome em ê dikanên xwe bigirin
09:53 Ji malbatekê 5 kes girtî ne
09:06 Bi îdiaya 'heqaret li serokomar kiriye' ceza li kesê derûniya wî nebaş hat birîn
09:06 Aborîzan Muftuoglû: AKP jî berî bibe îktîdar gelek caran bi IMF'ê re hevdîtin kiribûn
09:06 Tahm û çêjeke cuda: Dolmeyên mendalînan
09:06 Berdevkê Hewldana 78'an Can: Wê Tirkiye ji vê îktîdarê xelas bibe
09:04 Li Deşta Pirsûsê cotkarî nema
09:04 Stenbolî: Sedema krîzê neçareserkirina pirsgirêka kurd e
09:03 Ardil: Hemû alî li ser peyama civakî bûn yek
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2019'AN
08:15 Li Edeneyê li dijî polisên hêzên çevîk êrîş pêk hat: Hejmareke zêde mirî û birîndar hene
24/09/2019
22:28 Malbatê piştî 37 rojan cenazeyê kurê xwe wergirt
19:07 Ji cerdevanên êrîşî HDP'iyan kirin 5 jê hatin binçavkirin
17:00 Li pêş avahiya HDP'ê agahiya kuştina kurê xwe bihist
16:42 Er ê wesayîta eskerî lê qelibî, defin kirin
16:22 Şanoya Mencelê ji mihrîcana duyemîn re amade ye
15:40 'Yên ku tehemulê demokrasiyê nakin wê hesap bidin gel'
15:21 Leyla Guven malbatên Akîcî û Akyol ziyaret kirin
15:01 Partiyên Kurd nobet dewr girtin: Berxwedana demokrasiyê em bi hevre mezin bikin
15:01 Li Pasûrê êrîşî HDP’iyan kirin: 2 kes birîndar bûn
14:14 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Ziya Ataman
14:10 ‘Roj roja em li derdora HDP’ê bibin xelek’
14:10 Duyemîn Dewriyeya hevbeş a DYA û Tirkiyeyê li Girê Spî ye
13:32 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:21 Baroya Dersimê bertek nîşanî biryara girtina Demîrtaş û Yuksekdag da
12:58 Bekîr Kaya û 10 xebatkarên şaredariyê hatin beratkirin
12:43 Danişîna Ziya Ataman hat dîtin
12:42 Rojnameger Zeyrek û 19 kesên din hatin beratkirin
12:17 Li herêma Omeryan şewat dewam dike
12:14 Xebatkarên Komeleya Mezûnên ODTU dest ji xebata rojekê berdan
11:57 Li Stenbolê erdhej pêk hat
11:22 Rojnameger Kibriye Evren dîsa nehat berdan
11:14 Qemyoneta penaberên der sînor hatin kirin qelibî: 6 kes mirin, 27 kes birîndar bûn
10:57 Hiqûqnas Pakêta Darazê rexne dikin: Divê ewil zîhniyet were guhertin
10:54 Li Pîranê muxtarek û 2 kes hatin binçavkirin
10:37 Piştî 3 salan ji ber 'şermezarkirina destnedanê' doz li Yildirima HDP'î vekirin
10:37 Hevdîtinên şandeya HDP’ê yên li DYA’yê bi dawî bûn
10:23 Mizrakli Li NY'ê axivî: Êdî dema em bêjin raweste ye
10:00 Danişîna rojnameger Ziya Ataman dest pê kir
09:47 Li Girtîgeha Şakranê zext û binpêkirina mafan zêde dibin
09:46 Baterîstê 10 salî maqûlên dewetan dicoşîne
09:45 Jin, hilberînên xwe yên dawiyê ji bo amadekariyên zivîstanê kom dikin
09:34 Koramaz: Tayînkirina qeyûman sepanên faşizan in
09:17 Hemû kesên ku hewl dabûn sûriyeyiyan lînç bikin hatin berdan
09:16 Li Gedizê masî dimirin
09:15 Mudawîma Nobeta Demokrasiyê: Rojekê jî neyêm kurê min tê xewna min
09:11 'Qanûn bi tena serê xwe nikarin pêşî li ber şidetê bigirin'
09:10 ‘Îktîdar, dixwaze li ser xwîna ciwanan qoltixa xwe zexm bike'
09:06 Seroka KAHDEM'ê Kayar: Li hemberî şidetê pêdivî bi vîneke civakî heye
09:05 Kûrtûlan: Walîtî wekî qeyûman dixebitin
09:02 Malbata Şenyaşar li benda edaletê ye
09:00 ÎHD'ê rapora binpêkirinên mafan ên girtîgehên Antalya û Alanyayê amade kir
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2019'AN
23/09/2019
22:41 Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn ji girtîgehê derket
19:33 Di Doza Nisêbînê de girtî hatin derbkirin
18:54 Çira TV: Li dijî qedexeyê helwesta xwe diyar bikin
17:16 Ji girtiyên 3 girtîgehan name: Em di tecrîda fermî de ne
17:06 Nobeta li Çiyayê Kazê 2 mehên xwe tije kirin
16:17 MSB: Li qada Sûriyeyê bi Balafirên şer ên F-16'an firîn pêk hat
15:21 Wezareta Parastinê: 2 eskerên me jiyana xwe ji dest dan
15:08 Can: Gelê Kurd aştiyê, desthilatdarî şer dixwaz e
14:49 Parêzerên Demirtaş bang li Wezîrê Dadê û HSK'ê kirin ku lêpirsînê bidin destpêkirin
14:44 3 kes li Pirsûsê hatin binçavkirin
14:28 Li Qursa Quranê 40 zarok ji xwarinê jehrî bûn
14:15 Tabloya bêkariya li Amedê
14:03 Li Wanê 36 rojin Nobeta Demokrasiyê didome
13:59 Di doza Nisêbînê de girtiyên ceza şermezar kirin rastî lêdanê hatin
13:53 Ciwanê wesayîta leşkerî lê xist jiyana xwe ji dest da
13:21 Gunay: Em şaredariya xwe ya hatiye xespkirin ji wan re nahêlin
13:18 Eskeran destûr neda heyeta KCD'ê malbata Zehra Saglam ziyaret bike
13:05 Waliyê Edeneyê lîstika Kurdî qedexe kir
12:42 Rejîma Îranê dayika Behmen Qubadî binçav kir
12:31 Bersûcên komkujiya 23 sal berê li ser kar in
11:42 HDP’ê biryar da ku Nobetên Demokrasiyê li Stenbol û Îzmîrê jî li dar bixe
11:24 Dizên ketin avahiya HDP'ê ewraq lêkolîn kirin
10:41 Tê payîn di doza Rojnameger Kîbriye Evren de biryarê bidin
10:08 Ji bo biçe ziyareta girtî 1600 TL heqê rê dide
09:02 Serokê ÎHD'a Edene: Bi hezaran kes ji ber fikrên xwe girtî ne
09:01 Qilêkerê Gêlê: Ez bimirim, pîşeya min jî wê bimire
09:01 Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê
09:01 Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine
09:01 Çotkarên pembû: Êdî em nikarin pembû biçînin
09:00 Qeydên kursên Komeleya Lêkolînên Kurdî dest pê kir
09:00 Rojnamegeran ji bo Ataman bang kirin: Em bibin dengê Ziya
09:00 ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN
07:46 Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin
22/09/2019
17:46 DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin
16:44 Jin li ser zimanê aştiyê axivin
16:31 Jinek din rastî êrîşa hevjînê xwe hat
16:00 ‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’
15:35 Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir