Malbatên 395 kesên ku polîsan ew kuştine wê biçin pêş AKP'ê 2019-09-23 09:01:39 STENBOL - Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, diyar kir ku polîsan di 13 salên dawî de bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekirine 395 kes kuştine û wiha got: “Em ê bêjin 'We çima zarokên me kuştin? û emê li 'Edaletê' bigerin."  Li Tirkiyeyê di navbera salên 2007 û 2019’an de, polisan bi hinceta li hişyariya "raweste" guhdar nekirine 395 welatî kuştin. Ji kesên polîsan kuştin jê 91 zarok, 86 jin û 218 kes jî mezin in. Di sala 2007'an de polîsan Baran Tursun bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekiriye kuştin. Piştî ku polîsan Baran Tursun kuşt, bavê Baran, Mehmet Tursun, di sala 2010'an de li ser navê kurê xwe Vakfa Baran Tursun vekir. Mehmet Tursun, diyar kir ku piştî Zagona Selahiyeta Vazifeya Polîsan (PVSK) hat guhertin, kuştina mirovan zêdetir bû.    POLÎSAN 395 KUŞTIN   Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, diyar kir ku polîsan di 13 salên dawî de bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekirine 395 kes kuştine û wiha got: “Polîs weki ku li hişyariyê guhdar nekirine û mirovan dikujin. Bi vê yekê hişekî ava dikin. Zagona PVSK’ê wekî ku polîs mafdar bin hatiye guhertin. Bi guhertina xala 16’an a PVSK'e re erka bê sînor dane polîsan. Li ser vê yekê ji sala 2007'an heta niha polîsan 395 welatî kuştin. Polîsekî li mala xwe kêfxweş e û polîsekî li mala xwe ji tiştekî hêrs bûbe nerîn û pêşdîtina wan nabe yek. Polîsekî ku ji Kurdan nefretê bike û polîsekî ji çepgiran nefret bike nerîna wan nabe wek hev. Ji ber guhertina vê xalê polîsan di nava 13 salan de 395 welatî kuştin. Gelek polîsên ku mirov kuştin nehatin cezakirin û beraet kirin."    Mehmet Tursun, anî ziman ku heta xala 16'an a PVSK’ê di meriyetê de be, polîs wê neyên cezakirin û kuştina mirovan wê bidome û wiha axivî: "Li gorî lêkolîna Vakfa Baran Dursun, li akademiyên polîsan, polîsên ku di van bûyeran de beraet dikin, doza wan wekî ders tê dayîn. Pêvajoya darazê wekî ders tê dayîn. Polîsên ku li van akademiyan perwerde dibin, êdî piştî derdikevin derve jî xwe ji bo kuştina mirovan amade dibînin.    TENÊ 5-6 POLÎSAN CEZA XWAR     Tursun, destnîşan kir ku di kuştina ew qas mirov te heta niha tenê 5 - 6 polisan ceza xwariye û wiha bi dawî kir: "Polîsê ku Baran Tursun kuştin rastî 2 sal ceza hat. Hêj li ser kar e. Ev bêcezahiştin bi taybetî li akademî û dibistanan wekî perwerdehiyê didin xwendekarên nû. Piştî malbat şandin pêş partiyên siyasî êdî em jî fêr bûn biçin pêş partiyan. Lê muxatabê me dewlet û wezaret in. Ji ber ku niha partiya li îktîdarê AKP ye em jê biçin pêş deriyê partiya îktîdarê. Em ê bêjin ‘We çima zarokên me kuştin?' Van zarokên me serê kişan polîsî şikand? Kevir avêt kijan polîsî? Ger ku kevir neavêtiye û serê wan neşikandiye çima kuştin? Ger ku kuştin jî çima nehatin cezakirin? Em ê vê yekê bipirsin. Pir aşkere ye ku dewletê zarokên me kuştin. Em dipirsin kuştin serbest e  ya na? Ger ku li vî welatî kuştina mirovan serbest be, wê demê hûn ne dewleta hiqûqê ne. Ger ku kuştin ne serbest be çima 395 kes hatin kuştin. Çima kujerê van kesan nehatin cezakirin. Mehmet Oytun ê 17 salî heye. Li Cizîrê dema li eywanê bû ji aliyê polîsan ve hat kuştin. Enes Ata heye. Li Amedê hêj 8 salî bû dema ji dibistanê diçû malê hat kuştin. Osman Asli heye. Baran Tursun, di roja ji dayikbûnê de kuştin."    Êdî li salonên dadgehê li edaletê nagerin, êdî diçin pêş avahiyên partiyên siyasî li edaletê digerin. Em jî wekî malbata ku polîsan kurê me kuştiye emê biçin li pêş partiya hikûmetê daxwazên xwe bînin ziman. Berpirsiyarê van kuştinan hikûmet e. Ji ber vê yekê muxatabê me jî hikûmet e."    MA / Erdogan Alayumat