Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye

  • rojane
  • 10:41 29 Mijdar 2017
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, bal kişand ser hewldanên Tirkiye yên li dijî Efrînê û diyar kir ku li pişt hewldanên Tirkiye hêzên navneteweyî hene. Ehmed, destnîşan kir ku dagirkirina Tirkiye piştî demekê dê bibe serhildana gelên Idlibê û xwest hemû gelên li herêmê bi hevre bibin yek. Ehmed, anî ziman ku yekîtiya gelên Efrîn û Îdbilê yekîtiya pêşeroja Sûriye ye. 

Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, di qunçika xwe ya îro de der barê polîtîkayên Tirkyiye yên li dijî Efrîn û Idbilê de nirxandinên girîng kirin. Ehmet, bal kişand ser hewldanên Tirkiye û piştgiriya hêzên navneteweyî û xwest gelên Idlibê li dijî dagirkeriyê bibin yek. 
 
Nivîsa Ehmet ya di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de wiha ye: 
 
Tirkiye Efrîn bi rengek berfireh dorpêç kiriye. Dixwaze wê bitrsîne û teslîm bigre. Ev rêbazên dewleta Tirkiye her dem bi çav şikanandinê hewl dide pilanên xwe bi ser bixe. Çi dibe bila bibe, ger êrîşek li ser Efrîn çê bibe, ev rexmî îrada nevnetewî çê nabe. Em fêm dikin ku Rûsye işiqa kesk daye. Emerîka jî îşê xwe jê ne aniye. Her çibe jî, Tirkiye hesabê biryara nevnetewî dike. Lê çi heye, Tirkiye buye wek bûka metirsîna nav bostanan. Her hêzek gava dixwaze ên din bitirsîne û bin zextê de hinek mijara bi wan bide qebûl kirin, Tirkiye dajon ser wan de. Ev nêzîkbûn dûr ji ehlaqa daxwaze peymanane.
 
Efrîn û Îdib wek gel û erdnîgariya, gelek nêzin ji hev, em zanin ku xelkê Îdlib ji ber nebûna altarnatîf ji Tikiye re bê dengî nîşan didin, di wan de ruhek îsyankar heye, li beramber rêjîm her xwe durxistî u îhmalkirî dibînin, lewra ji Îdlib re dibêjin bajarê hatî ji bir kirin.
Îsyankarbûn û neqebul kirina stuxwariyê taybetmendiya vî bajarî ye. Lê ji ber ewqas êş û azar dîtine û piropagandaya reşkirinê li ser kurdan hatiye kirin, kurd wek bûka tirsê tê dîtin. Ji bo wê Tirkiye bi rihetî li ser vê têlê dileyzin. Hikumeta Tirk zanibe ku Sûriye di bingeh de qet û qet ji wan hez nakin, berovajî wê dîroka osmaniya a reş tîne bîra wan. Ji bo wê hebûna Tirkiye li ser wê axê bi nnavî dorpêçkirina PKK'ê li Efrîn dema wê kin e. Demek din xelas dibe û  xelkê Îdlib wê bi xwe rabin û bixwazin Tirkiye ji axa wan derkeve.
 
Ger xelkê Efrîn û Îdlib bûn yek li dijî van zaliman, rabûnek gelîrî li dijî her rengê dagirkeriyê pêwîste. Niha tevgerên wiha pir xurt nînin ku gel komî ser hev bikin li herêmên hundir Suriyeyê. Lê rewş her wiha namîne. Demek din wê rabunek gelêrî mezin dest pê bike. Tevgerek pêşeng bikaribe hemû Sûriyeyiyan bîne gel hev. Pirogramek xurt pêşkêşî gelê Sûriye bike. Lewma tevgerên li ser xwîna vî gelî bazirganiyê dikin ji meydanê dûr bike û eşkere bike. Liv û tevgerên wiha ji her dem serkeftî dibin. Ji ber li gor gotina xwe gav davêjin.
 
Mijara êrîşa ser Efrîn ne mijarek herêmî ye. Mijarek gîştî pêşeroja Sûriye, yekitiya li ser vê axê çê bibe jî car din mijarek a Sûriye û gelê Sûriye ye. Ruhê berxwedanê ya gelê Efrîn mijara serbilindiyê ye, dibe ev ruh her bidome. Divê seknek wiha were nişandan ku zû bi zû Tirkiye cesareta daxuyaniya êrîşê neke. Ger bike, divê zanibe ku dê bersîva wê gelek giran be. Hem li ser Tirkiye û hem li ser hevkarên wê.
 
Di firsetên wiha de helwesta gel dibe yek. Ji bo wê em dibêjin Efrîn û Idlib ya gelê wir e. Yê xerîb li wir Tirkiye û çeten wê ne. Yên din xwediyê malê ne. Dikarin her nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hevre li dijî vê dagirkeriyê serî hildin. Belkî êrîşa Tirkiye rê li pêşiya vê yekbûnê veke. Destekdana îstqrara li herêmên ji DAIŞ'ê rizgarbune, biryarek gelek girîng e. Hinek hêz li bendê ne ku emerîka xwe şaş bike û bêje me destek li ser kurdan birî. Ji bo wê gotinên nehatine gotin, dibêjin û pê şa dibin. Şahiyan li dar dixin. Nizanin ku birîna desteka li ser kurdan tê wateya ku Emerîka bi desteka DAIŞ'ê wê were tewanbar kirin. Emerîka vê yekê zane. Lewre girtina biryarek wiha pêwîste stratejiyê biguhere. U ev ne meseleyek hêsane ku rojekê wiha be roja din jî tersî wê be.
 
Rusya jî gava rê bide ku Tirkiye êrîşî Efrîn bike, tê wateya ku ew desteka El Nusra dike. Her kes tekiliya di navber Tirkiye û El nusra de zane. Her kes zane heta niha çawa rê daye ku ew xwe li Idlib bi sazî bike. Ev car bi erêkirina El Nusra derbasî sînorê Efrîn bûn, Niha jî dixwazin rê ji Idlib heya Bab vekin. Ev jî ne di berjewendiya Rûsya û Îran de ye. Lê Tirkiye her dixwaze xwe bi vî rengî li ser her alî ferz bike. Naha jî xwe amade dibîne ku li gel Beşar Esad rûnên û li dijî Kurda pilanan bikin.
 
 
 
 
 

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike