Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye 2017-11-29 10:41:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, bal kişand ser hewldanên Tirkiye yên li dijî Efrînê û diyar kir ku li pişt hewldanên Tirkiye hêzên navneteweyî hene. Ehmed, destnîşan kir ku dagirkirina Tirkiye piştî demekê dê bibe serhildana gelên Idlibê û xwest hemû gelên li herêmê bi hevre bibin yek. Ehmed, anî ziman ku yekîtiya gelên Efrîn û Îdbilê yekîtiya pêşeroja Sûriye ye.  Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, di qunçika xwe ya îro de der barê polîtîkayên Tirkyiye yên li dijî Efrîn û Idbilê de nirxandinên girîng kirin. Ehmet, bal kişand ser hewldanên Tirkiye û piştgiriya hêzên navneteweyî û xwest gelên Idlibê li dijî dagirkeriyê bibin yek.    Nivîsa Ehmet ya di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de wiha ye:    Tirkiye Efrîn bi rengek berfireh dorpêç kiriye. Dixwaze wê bitrsîne û teslîm bigre. Ev rêbazên dewleta Tirkiye her dem bi çav şikanandinê hewl dide pilanên xwe bi ser bixe. Çi dibe bila bibe, ger êrîşek li ser Efrîn çê bibe, ev rexmî îrada nevnetewî çê nabe. Em fêm dikin ku Rûsye işiqa kesk daye. Emerîka jî îşê xwe jê ne aniye. Her çibe jî, Tirkiye hesabê biryara nevnetewî dike. Lê çi heye, Tirkiye buye wek bûka metirsîna nav bostanan. Her hêzek gava dixwaze ên din bitirsîne û bin zextê de hinek mijara bi wan bide qebûl kirin, Tirkiye dajon ser wan de. Ev nêzîkbûn dûr ji ehlaqa daxwaze peymanane.   Efrîn û Îdib wek gel û erdnîgariya, gelek nêzin ji hev, em zanin ku xelkê Îdlib ji ber nebûna altarnatîf ji Tikiye re bê dengî nîşan didin, di wan de ruhek îsyankar heye, li beramber rêjîm her xwe durxistî u îhmalkirî dibînin, lewra ji Îdlib re dibêjin bajarê hatî ji bir kirin. Îsyankarbûn û neqebul kirina stuxwariyê taybetmendiya vî bajarî ye. Lê ji ber ewqas êş û azar dîtine û piropagandaya reşkirinê li ser kurdan hatiye kirin, kurd wek bûka tirsê tê dîtin. Ji bo wê Tirkiye bi rihetî li ser vê têlê dileyzin. Hikumeta Tirk zanibe ku Sûriye di bingeh de qet û qet ji wan hez nakin, berovajî wê dîroka osmaniya a reş tîne bîra wan. Ji bo wê hebûna Tirkiye li ser wê axê bi nnavî dorpêçkirina PKK'ê li Efrîn dema wê kin e. Demek din xelas dibe û  xelkê Îdlib wê bi xwe rabin û bixwazin Tirkiye ji axa wan derkeve.   Ger xelkê Efrîn û Îdlib bûn yek li dijî van zaliman, rabûnek gelîrî li dijî her rengê dagirkeriyê pêwîste. Niha tevgerên wiha pir xurt nînin ku gel komî ser hev bikin li herêmên hundir Suriyeyê. Lê rewş her wiha namîne. Demek din wê rabunek gelêrî mezin dest pê bike. Tevgerek pêşeng bikaribe hemû Sûriyeyiyan bîne gel hev. Pirogramek xurt pêşkêşî gelê Sûriye bike. Lewma tevgerên li ser xwîna vî gelî bazirganiyê dikin ji meydanê dûr bike û eşkere bike. Liv û tevgerên wiha ji her dem serkeftî dibin. Ji ber li gor gotina xwe gav davêjin.   Mijara êrîşa ser Efrîn ne mijarek herêmî ye. Mijarek gîştî pêşeroja Sûriye, yekitiya li ser vê axê çê bibe jî car din mijarek a Sûriye û gelê Sûriye ye. Ruhê berxwedanê ya gelê Efrîn mijara serbilindiyê ye, dibe ev ruh her bidome. Divê seknek wiha were nişandan ku zû bi zû Tirkiye cesareta daxuyaniya êrîşê neke. Ger bike, divê zanibe ku dê bersîva wê gelek giran be. Hem li ser Tirkiye û hem li ser hevkarên wê.   Di firsetên wiha de helwesta gel dibe yek. Ji bo wê em dibêjin Efrîn û Idlib ya gelê wir e. Yê xerîb li wir Tirkiye û çeten wê ne. Yên din xwediyê malê ne. Dikarin her nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi hevre li dijî vê dagirkeriyê serî hildin. Belkî êrîşa Tirkiye rê li pêşiya vê yekbûnê veke. Destekdana îstqrara li herêmên ji DAIŞ'ê rizgarbune, biryarek gelek girîng e. Hinek hêz li bendê ne ku emerîka xwe şaş bike û bêje me destek li ser kurdan birî. Ji bo wê gotinên nehatine gotin, dibêjin û pê şa dibin. Şahiyan li dar dixin. Nizanin ku birîna desteka li ser kurdan tê wateya ku Emerîka bi desteka DAIŞ'ê wê were tewanbar kirin. Emerîka vê yekê zane. Lewre girtina biryarek wiha pêwîste stratejiyê biguhere. U ev ne meseleyek hêsane ku rojekê wiha be roja din jî tersî wê be.   Rusya jî gava rê bide ku Tirkiye êrîşî Efrîn bike, tê wateya ku ew desteka El Nusra dike. Her kes tekiliya di navber Tirkiye û El nusra de zane. Her kes zane heta niha çawa rê daye ku ew xwe li Idlib bi sazî bike. Ev car bi erêkirina El Nusra derbasî sînorê Efrîn bûn, Niha jî dixwazin rê ji Idlib heya Bab vekin. Ev jî ne di berjewendiya Rûsya û Îran de ye. Lê Tirkiye her dixwaze xwe bi vî rengî li ser her alî ferz bike. Naha jî xwe amade dibîne ku li gel Beşar Esad rûnên û li dijî Kurda pilanan bikin.