ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN

* Dayika Yonca Akîcî ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, behsa tiştên dewletê anîne serê wê kir. Dayik Gulperî Akîcî, got: "Gava cenazeyê Yoncayê hat, nehiştin ez dest bidimê û bêhn jî bikim. Ji min stendin û veşartin." 

* Mûstafa Koçak ku ji ber kuştina Dozger Mehmet Selîm Kîraz cezayê muebeta giran lê hat birin, 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzera Koçak Ezgî Çakir, bilêv kir ku muwekîlê wê gotiye ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomîne. 
 
* Li Qoserê, malbata Beken ku ji ber baranê xaniyê wan î bikelpîç xerabû, bi deyn û alîkariya cînarên xwe dest bi çêkirina xaniyê xwe kirin. Lê belê malbatê hîn banê xanî çê nekiriye û ji bo vê li benda alîkariyê ye. 
 
* Li Cizîrê, polîs diçin malan û ji wan re dibêjin ji bo zarokên xwe yî tev li nav PKK'ê bûne biçin ber avahiya HDP'ê ya Amedê. Her wiha polîsan ji bo kar jî soz daye malbatan, lê belê malbatan guh neda polîsan. 
 
* Welatiyên ku dê ji ber Bendava Ilisûyê gundên wan di bin avê de bimînin, diyar kirin ku bav û kalên wan ji bo avê hatine Dîcleyê û gotin, niha jî ji ber avê bê mal û war dimînin. 
 
* Li Dîlokê, Abdûllah Goren ku ji bo zarokên xwe pêlîstokan çê bike xurde berhev dikirin, niha bi hesinên xurde berhemên hunerî çê dike. Goren,g ot: "Pêdiviya zarokan bi pêlîstokên cuda heye, lê xiyala min ew e ku divê mirov bihêle zarok bi xwe çê bikin." 
 
* Karkerên înşaetê, diyar kirin ku li Tirkiye sektora înşaetê hatiye asta xelasiyê û wiha got: “Kar tune, karkerên betal, ji ber tunebûna kar li kahvexaneyan vala vala wext derbas dikin." 
 
* Biryara doza Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya qeyûm tayînî wê hat kirin aşkere bû. Di biryarê de hat gotin, rojname unsûreke ku ewlehiya netewî tehdît dike. 
 
* Rêxistina HDP'ê wê li dijî tayînkirina qeyûm a bajarên Wan, Amed û Mêrdînê li 3 bajaran çalakiyên Nobeta Demkorasiyê diroja 33'an de berdewam bike. (11.00-13.00) 
 
* Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, xebatkarên çapemeniyê û nûnerên gelek partî û rêxistinên demokratîk wê Rojnameger, rewşenbir û Nivîskar Musa Anter li Taxa Seyrantepe li cihê lê hatiye qetilkirin bibîr bînin. Piştre wê biçin Gundê Stilîlê yê Nisêbînê ku li ser Gora Musa Anter wî bibîr bînin. (11.00-15.00) 
 
* Danişîna doza bersûcên ku di mitînga HDP’ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk anî, wê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Sîncanê bê dîtin. (09.30)
 
* 22'emîn danişina doza Mehmet Agar û 19 kesên ku ji JÎTEM'ê tên darizandin û li Enqere û derdora wê bi idiaya 19 kes bi zorê revandin û windakirine, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (9.30)
 
* Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, wê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel û saziyan ziyaret bike. (10.00)
 
* Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş li 44'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bê dîtin. (11.45)
 
* Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê Guzel Şahin li Goristana Gulsuyu ya Maltepe bibîr binin. (13.00)
 
* Baroya Amedê, ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bên dîtin û darizandin wê di hefteya 194'an de çalakiya xwe ya edaletê berdewam bikin. (13.30)
 

Sernavên din

22/09/2019
15:24 Sûriyeyiyên Seyhanê: Êrîş bi plan e ewlehiya me tune ye
15:18 Ji bo bajarên bêtirimpêl bisiqlet ajotin
14:34 Parêzerên Yulsekdag: Dest bi pêvajoya komployek nû kirin
14:26 35 rojin Nobeta Demokrasiyê digirin
14:07 Jinên Êzîdî: Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn
12:54 Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan
10:40 Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe
10:11 Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin
09:39 Ji ber ‘heqareta li Serokkomar kirinê’ 12 sal ceza birîn
09:12 Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan
09:11 Mêrsînî santrala nukleerê naxwazin
09:10 ‘Rewşa Ergîn Aktaş di asta mirinê de ye'
09:06 Li qada kurdî êdî xêzekovareke bi kurdî jî heye: ZRÎNG
09:04 Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye
09:02 'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e'
09:01 Hîn jî 'bûkok'an çê dike
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2019'AN
21/09/2019
23:59 Xelatên Pêşbirka Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter hatin dayîn
16:55 Dayikên xwendekarên Harbiye serî li ÎHD'ê dan
16:39 Ji BEKSAV'ê ji bo qurbaniyên Pirsûsê pêşangeh
16:28 Li Stewrê Kargeha Hunerê ya Zarokan dest pê kir
16:14 Di konferansa 'Lêgerîna Tirkiyeya Demokratik' de çareserî xwestin
16:10 Ji bo bîranîna Elçî qurnefîl danîn ber Minareya Çar Ling
16:09 Şaxa ÎHD'a Îzmirê aqûbeta Şeyhmus Eroglu pirsî
15:46 Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî: Bila Girtiyên Pençeşêra Prostatê Akay bi tenê nemîne
Keça Guler: Zerara bavê min ê 80 salî digêje kê?
15:35 Jinan bertek nîşanî sempozyûma OG-DER'ê da
15:35 Koramaz: Wê gel tu carî darbeyên we efû neke
15:25 ÎHD’ê rapora Seyhanê aşkere kir: Divê can û malê Sûriyeyiyan bên parastin
15:10 Turkdogan bang li darazê kir: Demildest dest ji vê xeletiyê berdin
14:55 Ciwanên li Nobeta Demokrasiyê: Dixwazin têkçûna xwe biveşêrin
14:49 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Polîtîkayên qedexekar girêdayî hişmendiya qeyûm e
14:44 Bertek nîşanî biryara Demîrtaş û Yuksekdag dan: Emê paşve gav ne avêjin
14:33 Dayikên Şemiyê ji bo Abdulmecît Baskin edalet xwestin
14:21 Malbatên harbiyeyî yên li pêşiya AKP'ê dîsa hat astengkirin
14:14 Nobeta Demokrasiyê li Qoserê dewam kir: Emê serî netewînin
14:03 Temellî bang li Meclîsê kir: Li dijî pergala bêbinî îradeya xwe nîşan bide
13:57 Partiyên Kurd: Navnîşana hemû pirsgirêkan TBMM ye
13:55 Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın
13:26 Jinên xemilandî dê sibê bisiqlêt bajon
12:31 HDP’ê Îbrahîm Ayhan bi bîr anî
11:03 Esker li Farqînê li malbatan ferz dikin ku biçin ber HDP'ê
10:21 Jinên ji ber ku gotin ‘Em dixwazin bijîn’ hatibû binçavkirin hatin berdan
10:17 Bendava Ilisûyê dê ekosîstema Mezopotamyayê serûbin bike
09:07 'Dizê paraşûtan' dîsa kirin serokê daîreya ciwanan
09:06 Teatra Jiyana Nû, Rojên Şanoya Kurdî li dar dixe
09:05 Daxwaza dayikeke 87 salî: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim
09:05 Rapora mifetîşên milkiyeyê: Bila Serokwezîr şaredaran tayîn bike
09:04 Dayik: 6-7 gardiyanan bi hev re li kurê min xistin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2019'AN
20/09/2019
23:11 Li Iraqê teqînek pêk hat: 9 kes mirin
22:58 Neslîcan Tay jiyana xwe ji dest da
22:34 Demirtaş dîsa hat girtin
18:01 Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e
17:49 Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nû ve bêne girtin
16:16 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
15:58 Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin
15:52 Nobeta Demokrasiyê didome: Qeyûm koletiyê; berxwedan azadiyê pêş dixe
15:25 Baroya Amedê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
15:24 Doza Leyla dest pê kir: Bavê Leyla şikê ji hin kesên din dike
15:15 Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Ji bo dozger mutalaayê amade bike dem xwest
14:42 Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike
14:21 Di doza Avahiya Yeşilyurtê de bersûc serbest berdan
14:05 Binçav kirina li ber AKP dîsa dewam kir
13:57 Doza 5'ê Hezîranê: Guhdarkirina Davutoglu fêdê nade dosyayê!
13:36 ‘Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên welat çareser nabin’
13:27 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo dayikan banga 'çareseriyê' kir
12:34 Guven li Cizîrê bang kir: An em ê tifaqê avabikin, an jî ew ê lîstîqên qirêj dewam bikin
12:22 Mûsa Anter li cihê lê hat qetilkirin bibîr anîn
11:50 Li Edenê, 40 kesên êrîşî koçberên Sûriyeyî kirin hatin binçavkirin
11:30 Turkdogan: Ji leşkerên dîl girtî name hat, me hevdîtin bi Meclîsê re kir, bi Îmraliyê hat axaftin
10:46 Pekoz: Çareseriya QSD di nav de cih digire wê were ser mase yê
10:02 Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Qersê pirtûkek qedexe kir
09:39 Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe
09:11 Biryara der barê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de: Ewlehiya neteweyî tehdît dike
09:10 'Dixwazim zarokê wan bi xwe pêlîstokên xwe çêkin'
09:09 Ji bo avê hatin, niha jî ji ber avê diçin!
09:09 Polîs li Cizîrê malan arasteyî çalakiyên pêş HDP'ê dikin
09:08 Naxwazin di zivistanê de li derve bimînin
09:08 ‘Ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê greva birçîbûnê bidomîne'
09:08 Dayika ku nehiştin cenazeyê keça xwe veşêre: Nehiştin ez destê xwe jî bidimê
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN
08:58 Kesên li dijî îstîsmara zayendî daketin kolanan êrîşî Sûriyeyiyan kirin
19/09/2019
19:39 Got, 'zarokên min birçî ne' û xwest întihar bike
16:21 Ji dayika 15 salin endama AKP’ê ye re gotin: Ger hûn werin em ê we bigirin
16:11 'Em her roj li vir in'
15:41 Heyeta HDP'ê serdana TEPAV'ê kir
15:33 Dema malbatan daxwaza aştiyê kir ji qeydê derketin
15:24 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:15 Hevjînê Yilmaz ê hat revandin: Em diçin ber lingê Soylu jî me qebûl nake
15:03 Dayika Çekdar Yurek: Kurê min berdin
14:54 HDP giliyê Yenî Şafakê dike
14:36 'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin'
14:15 Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir
14:11 Guven: Ne em Soylû ciwanan dişîne çiya
13:37 Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine
13:09 Doza derbarê kuştina Leyla Aydemîr wê sibe dest pê bike
12:56 Îçten ê AKP’î: Ez serî radikim û îstîfa dikim
12:40 ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin
12:00 ‘Înfaz, gorên komî û bîr têra şênberiyê nakin gelo?’
11:54 Îbrahîm Ayhan wê bê bibîranîn