ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-20 09:00:10 * Dayika Yonca Akîcî ku li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, behsa tiştên dewletê anîne serê wê kir. Dayik Gulperî Akîcî, got: "Gava cenazeyê Yoncayê hat, nehiştin ez dest bidimê û bêhn jî bikim. Ji min stendin û veşartin."  * Mûstafa Koçak ku ji ber kuştina Dozger Mehmet Selîm Kîraz cezayê muebeta giran lê hat birin, 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzera Koçak Ezgî Çakir, bilêv kir ku muwekîlê wê gotiye ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomîne.    * Li Qoserê, malbata Beken ku ji ber baranê xaniyê wan î bikelpîç xerabû, bi deyn û alîkariya cînarên xwe dest bi çêkirina xaniyê xwe kirin. Lê belê malbatê hîn banê xanî çê nekiriye û ji bo vê li benda alîkariyê ye.    * Li Cizîrê, polîs diçin malan û ji wan re dibêjin ji bo zarokên xwe yî tev li nav PKK'ê bûne biçin ber avahiya HDP'ê ya Amedê. Her wiha polîsan ji bo kar jî soz daye malbatan, lê belê malbatan guh neda polîsan.    * Welatiyên ku dê ji ber Bendava Ilisûyê gundên wan di bin avê de bimînin, diyar kirin ku bav û kalên wan ji bo avê hatine Dîcleyê û gotin, niha jî ji ber avê bê mal û war dimînin.    * Li Dîlokê, Abdûllah Goren ku ji bo zarokên xwe pêlîstokan çê bike xurde berhev dikirin, niha bi hesinên xurde berhemên hunerî çê dike. Goren,g ot: "Pêdiviya zarokan bi pêlîstokên cuda heye, lê xiyala min ew e ku divê mirov bihêle zarok bi xwe çê bikin."    * Karkerên înşaetê, diyar kirin ku li Tirkiye sektora înşaetê hatiye asta xelasiyê û wiha got: “Kar tune, karkerên betal, ji ber tunebûna kar li kahvexaneyan vala vala wext derbas dikin."    * Biryara doza Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya qeyûm tayînî wê hat kirin aşkere bû. Di biryarê de hat gotin, rojname unsûreke ku ewlehiya netewî tehdît dike.    * Rêxistina HDP'ê wê li dijî tayînkirina qeyûm a bajarên Wan, Amed û Mêrdînê li 3 bajaran çalakiyên Nobeta Demkorasiyê diroja 33'an de berdewam bike. (11.00-13.00)    * Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, xebatkarên çapemeniyê û nûnerên gelek partî û rêxistinên demokratîk wê Rojnameger, rewşenbir û Nivîskar Musa Anter li Taxa Seyrantepe li cihê lê hatiye qetilkirin bibîr bînin. Piştre wê biçin Gundê Stilîlê yê Nisêbînê ku li ser Gora Musa Anter wî bibîr bînin. (11.00-15.00)    * Danişîna doza bersûcên ku di mitînga HDP’ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an de li Qada Îstasyonê ya Amedê pêk anî, wê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Sîncanê bê dîtin. (09.30)   * 22'emîn danişina doza Mehmet Agar û 19 kesên ku ji JÎTEM'ê tên darizandin û li Enqere û derdora wê bi idiaya 19 kes bi zorê revandin û windakirine, li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (9.30)   * Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, wê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê gel û saziyan ziyaret bike. (10.00)   * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş li 44'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê bê dîtin. (11.45)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê wê Guzel Şahin li Goristana Gulsuyu ya Maltepe bibîr binin. (13.00)   * Baroya Amedê, ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bên dîtin û darizandin wê di hefteya 194'an de çalakiya xwe ya edaletê berdewam bikin. (13.30)