ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN

* Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.
 
*  Serokê Şaxa Egîtîm Senê Bedrî Yamaç, diyar kir ku ji ber pergala derbasbûna lîseyê li Wanê 600 xwendekar bê qeyd mane û wiha got: "Xwendekarên ji gundan wan arasteyî vakifan dikin. 
 
* Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, ji bo talankirina ekolojiyê bal kişand ser têkoşîneke yekbûyî û got: "Li hemberî êrîşên li ser Heskîf û çiyayên Dersimê û êrîşên li ser Çiyayên Kazê û çiyayên Behra Reş, ji xeynî têkoşîneke hevpar wekî din tu şansekî me tuneye." 
 
* Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, bilêv kir ku demeke dûr û dirêj e AKP di nav krîzê de ye û ji bo ser vê bigire êrîşî derdorên li hemberî xwe dike. Tumuklu, got: "Îktîdara faşîst a AKP-MHP'ê ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike." 
 
* Li xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hat girtin Mûstafa Goktaş, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza hat birîn. Goktaş ku hat berdan, diyar kir ku xebatên wî hemû xebatên rojnamegeriyê bûne û got: "Lê em ê tim û tim rastiyê ragihînin gel." 
 
* Hevberdevkê HDK'ê Sedat şenoglû, anî ziman ku wê polîtîkayên qeyûman dîsa bi ser nekevin û got: "Di ser HDP'ê re lîstikên qirêj tên leyîstin. Lîstika li Pasûrê, mînakeke berbiçav e. Wê ev lîstik bi ser nekeve." 
 
* Li Sêrtê Kizlar Tepesî, ji ber Şîrketa Anonîm a Dar û Peuzajê ya ŞBMÎ'yê pereyê fîrmayê nedane, berpêşî xizmeta gel nayê kirin. 
 
* Hevseroka HDP'a Pasûrê, bilêv kir ku gelê Pasûrê qeyûm naxwaze û got: "Ev komplo bû. Sirf ji bo qeyûm bê tayînkirin komployek hat çêkirin. Dibêjin li wir wesayîtên şaredariyê hatine dîtin. Polîs û leşker tim wesayîtên me dişopînin. Wesayîtên me ji bo xizmeta gel bikin, ji bo rê çê bikin li wir bûn."
 
* Derbarê Hevseroka HDP'a Alanyayê Safiye Dalgiç û du rêveberên partiyê, bi îdiaya "pêwendiya girtiyan bi derve re çê dikin" doz hat vekirin. Di dozê de Dalgiç û her du rêvebir bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. 
 
* Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, derbarê nûçeyên ku tê gotin şaredarî fatûre nepixandine de axivî. Fîdan, got: "Me bi 32 esnafan re kar kir. Di serdema me de ji bo wesayîtan 516 hezar TL heqê fatûreyan hatiye dayîn. Lê di dema qeyûm de milyon û 158 hezar TL hatiye dayîn." 
 
* DMME'yê, ji bo girtî hikumxwarin ku neqlî deverên dûrî îqametgehên wan tên kirin got, binpêkirina mafa ye û Tirkiyeyê mehkûm kir. Parzer Sîdar Avşar, bilêv kir ku di serî de Selahattîn Demîrtaş û parlementer û şaredarên girtî yên din wê bandor ji vê biryarê bigirin. 
 
* Bi ser qetilkirina nivîskar û ronakbirê kurd Apê Mûsa re 27 sal derbas bûn.Di doza ku derbarê qetilkirinê de hatiye vekirin kes girtî tuneye û doz ber bi demboriyê ve diçe. Serokê PEN'a Kurd Samî Tan diyar kir ku pênûsa Apê Mûsa li erdê nemaye û Berdevkê ÎRA'yê Hakkı Boltan jî da zanîn ku dengê Apê Mûsa yê 'Êdî bes e' hê jî olan dide.
 
* Nobeta Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn destpêkirin di roja 32'emîn de dê bidomin. (11.00)
 
* Cem Yildirim ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin dê li ber avahiya AKP'ê ya Enqereyê çalakî li dar bixe. (12.00)
 
* Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê serdan karkerên Cargill û Zeytînbûrnûyê bike. (12.00-14.30)
 
* Meclisa Bajar a Edeneyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariya Pasûr û Qereyaziyê daxuyanî bidin. (12.30)
 
* Ji aliyê Navenda Bîrê ve dê li Yekitiya Mulkiyeyê ya Enqereyê panela "Razên Aşkera: Lêgerîna Adaletê û Bûyera JÎTEM'ê ya salên 1990'î" bê lidarxistin.  (17.00-18.30)
 
* Li Parqa Ahmet Arîf a Enqereyê jin ji bo balê bikişînin ser rewşa Fadîme Tekîn ku ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatibû kirkirin. (18.00)
 
 
 

Sernavên din

19/09/2019
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...
10:52 Apê Mûsa wê li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn
10:41 ‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’
10:28 Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir
09:30 Ji bo bi deh hezaran girtî û hikumxwaran biryareke emsal!
09:29 Hevşaredara HDP'î dek û dolabên' çapemeniya hewzê yeko yeko aşkere kir
09:29 Ji ber çûn hevdîtinê û pere ji girtiyan re şandin bi 'endamtiya rêxistinê' hatin tawanbarkirin!
09:16 Qada hêşîn a Sêrtê li bendî bersiva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye
09:14 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Wê lîstika li Pasûrê bi ser nekeve
09:13 'Em ê tim û tim rastiyê ragihînin'
09:12 Hevserokê ESP'ê: AKP ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike
09:11 'Ancax em bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikarin bi ser bikevin'
09:09 Zarokên gundan arasteyî weqfan dikin
09:03 Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
18/09/2019
22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe