ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-19 09:00:46   * Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.   *  Serokê Şaxa Egîtîm Senê Bedrî Yamaç, diyar kir ku ji ber pergala derbasbûna lîseyê li Wanê 600 xwendekar bê qeyd mane û wiha got: "Xwendekarên ji gundan wan arasteyî vakifan dikin.    * Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, ji bo talankirina ekolojiyê bal kişand ser têkoşîneke yekbûyî û got: "Li hemberî êrîşên li ser Heskîf û çiyayên Dersimê û êrîşên li ser Çiyayên Kazê û çiyayên Behra Reş, ji xeynî têkoşîneke hevpar wekî din tu şansekî me tuneye."    * Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, bilêv kir ku demeke dûr û dirêj e AKP di nav krîzê de ye û ji bo ser vê bigire êrîşî derdorên li hemberî xwe dike. Tumuklu, got: "Îktîdara faşîst a AKP-MHP'ê ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike."    * Li xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ku bi KHK'ê hat girtin Mûstafa Goktaş, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza hat birîn. Goktaş ku hat berdan, diyar kir ku xebatên wî hemû xebatên rojnamegeriyê bûne û got: "Lê em ê tim û tim rastiyê ragihînin gel."    * Hevberdevkê HDK'ê Sedat şenoglû, anî ziman ku wê polîtîkayên qeyûman dîsa bi ser nekevin û got: "Di ser HDP'ê re lîstikên qirêj tên leyîstin. Lîstika li Pasûrê, mînakeke berbiçav e. Wê ev lîstik bi ser nekeve."    * Li Sêrtê Kizlar Tepesî, ji ber Şîrketa Anonîm a Dar û Peuzajê ya ŞBMÎ'yê pereyê fîrmayê nedane, berpêşî xizmeta gel nayê kirin.    * Hevseroka HDP'a Pasûrê, bilêv kir ku gelê Pasûrê qeyûm naxwaze û got: "Ev komplo bû. Sirf ji bo qeyûm bê tayînkirin komployek hat çêkirin. Dibêjin li wir wesayîtên şaredariyê hatine dîtin. Polîs û leşker tim wesayîtên me dişopînin. Wesayîtên me ji bo xizmeta gel bikin, ji bo rê çê bikin li wir bûn."   * Derbarê Hevseroka HDP'a Alanyayê Safiye Dalgiç û du rêveberên partiyê, bi îdiaya "pêwendiya girtiyan bi derve re çê dikin" doz hat vekirin. Di dozê de Dalgiç û her du rêvebir bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin.    * Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, derbarê nûçeyên ku tê gotin şaredarî fatûre nepixandine de axivî. Fîdan, got: "Me bi 32 esnafan re kar kir. Di serdema me de ji bo wesayîtan 516 hezar TL heqê fatûreyan hatiye dayîn. Lê di dema qeyûm de milyon û 158 hezar TL hatiye dayîn."    * DMME'yê, ji bo girtî hikumxwarin ku neqlî deverên dûrî îqametgehên wan tên kirin got, binpêkirina mafa ye û Tirkiyeyê mehkûm kir. Parzer Sîdar Avşar, bilêv kir ku di serî de Selahattîn Demîrtaş û parlementer û şaredarên girtî yên din wê bandor ji vê biryarê bigirin.    * Bi ser qetilkirina nivîskar û ronakbirê kurd Apê Mûsa re 27 sal derbas bûn.Di doza ku derbarê qetilkirinê de hatiye vekirin kes girtî tuneye û doz ber bi demboriyê ve diçe. Serokê PEN'a Kurd Samî Tan diyar kir ku pênûsa Apê Mûsa li erdê nemaye û Berdevkê ÎRA'yê Hakkı Boltan jî da zanîn ku dengê Apê Mûsa yê 'Êdî bes e' hê jî olan dide.   * Nobeta Demokrasiyê ku li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn destpêkirin di roja 32'emîn de dê bidomin. (11.00)   * Cem Yildirim ku bi KHK'ê hatibû îxrackirin dê li ber avahiya AKP'ê ya Enqereyê çalakî li dar bixe. (12.00)   * Meclisa Kedê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê serdan karkerên Cargill û Zeytînbûrnûyê bike. (12.00-14.30)   * Meclisa Bajar a Edeneyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariya Pasûr û Qereyaziyê daxuyanî bidin. (12.30)   * Ji aliyê Navenda Bîrê ve dê li Yekitiya Mulkiyeyê ya Enqereyê panela "Razên Aşkera: Lêgerîna Adaletê û Bûyera JÎTEM'ê ya salên 1990'î" bê lidarxistin.  (17.00-18.30)   * Li Parqa Ahmet Arîf a Enqereyê jin ji bo balê bikişînin ser rewşa Fadîme Tekîn ku ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hatibû kirkirin. (18.00)