HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin

  • rojane
  • 15:07 18 Îlon 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li gelek bajar û navçeyan, li dijî tayînkirina qayûman ên şaredariyên Pirsûs û Qereyaziyê daxuyanî dan çepemeniyê û got: "Em ê li hemberî êrîş û polîtîkayên desthilatdariyê serî netewînin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajar û navçeyan, bi armanca şermezarkirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Pirsûs  û Qereyaziyê, çalakî lidar xist û daxuyanî da çapemeniyê.   
 
ÎZMÎR 
 
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, qeyûm tayînkirina şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê şermezar kir. Girse li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a taxa Alsancak a navçeya Konakê kom bû û xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Parlementerên Îzmîrê Mûrat Çepnî û Serpîl Kemalbay dema pankarata "Dest nede vîna min" vekirin, polîsan destûr nedan ku daxuyanî bidin. Polîsan dûre êrîşî girseyê kir, Recep Acar, Mûstafa Kazak, Ferhat Harûn Pehlîvan, Hacaya Yilmaz, Şerafettîn Yetîm û Yurdakul Ustekler binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, birin Miduriyeta Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê. 
 
EDENE
 
Rêxistina Edenê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. HDP'î, berî ku li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî bidin, polîsan avahiya partiyê û park kirin dorpêçê. Polîsan destûr nedan ku HDP'î ji avahiyê derkevin. HDP'iyan li ser vê yekê di korîdora avahiyê de daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Edenê Mehmet Mahsun Erîg, diyar kir ku ligel hemû qedexeyan jî ew ê li qadan bin. Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
CEYHAN
 
Rêxistina HDP'ê ya Ceyhan jî, bi heman armancê bertek nîşanî girtina hevşaredarên Pasûrê da û pankarta "Qeyûm darbeya li dijî vîna gel û demakrasiyê ye" vekir. 
 
HATAY
 
Rêxistina HDP'ê ya Îskenderûnê jî li avahiya  partiyê derbarê tayînkirina qeyûman de civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Îskenderûnê Hulya Ateş, diyar kir ku ewê li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin. 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina HDP'ê ya Mersînê jî bi daxuyaniyekê, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û polîtîkayên desthilatdariyê şermezar kir. Li gel dorpêça polîsan jî, HDP'iyan li ber Parka Zarokê Azad daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan di daxuyanî de axivî û diyar kir ku ewê bi gelê xwe re berxwedana xwe ya li dijî qeyûman berdewam bikin. 
 
AMED 
 
Tayinkirina qeyûman ên Şaredariyên Pasûr û Qereyazî, li gelek navçeyên Amedê hat şermezarkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Peyas, Yenîşehîr, Rezan û Sûrê, li ber avahiya Yenîşehîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Endam û rêveberên HDP'ê û DBP’ê, endamên KCD’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Dovîza “Dest nede vîna min” hat vekirin.
 
Hevserokê HDP'ê yê Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya daxuyanî da û got: "Desthilatdarî ku tehamulî hilbijartina 31’ê Adarê nekiriye, êrîşên nû pêk tîne. Hişmendiya ku vîna me nasnake û rêzê nagire herî dawî bi teqîna Pasûrê Şaredariya me hedef girt. Medyaya desthilatdaran rêxistin û şaredariya me wek berpirsyarên buyerê nîşandan. Emniyet û daraza ku guhdarî van talîmatan kirî Hevşaredarên me girtin û avahiya şaredariyê tîmên taybet serda girt û lêgerîn kirin. Hevşaredar û hevalên me bi îddîayên bê bingeh 4 rojan di bin çavan de man. Dema em hinceta girtina wan dinêrin, bi awayekî vekirî tê dîtin ku bi hedef nîşandana medyayê hatine girtin. Wezareta ku destûr nedayî Meclîsa me ya Şaredariyê wekîlê şaredar diyar bike, di nava çend saetan de Qeymeqamê Pasûrê wek qeyûm tayîn kir. Ev tayînkirin di şûna ronîkirina buyerê gaveke xesp kirina şaredariyên me ye.”
 
‘EM SERÎ NATEWÎNIN’
 
Kaya bi bîrxist ku tiştên ku li hemberî vîna gel tên jiyîn, berdewama darbeya siyasî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sepanên ku îtîbara şaredarî û hilbijartiyên me tune dihesibînin divê werin bi dawî kirin. Em weke duh îro jî li hember zext û polîtîkayên desthilatdariyê serî natewînin û em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin.”
 
Dûre Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, diyar kir ku piştî sê şaredarên wan ên mezin, şaredariyê Pasûrê jî hat xespkirin û wiha axivî: “Piştî ku hevserokên me hatin girtin şaredariya me bi komployekê hat xesp kirin û qeyûm avêtin ser. Dîsa duh Hevşaredara Qereyazî ya Erzeromê hat girtin û  îro jî ji şaredariya me re qeyûm avêt. Em wek Partiya HDP’ê wek gelê kurd dibêjin ku me tu caran li hemberî van zilm û zordariyan serî netewandiye em ê ji niha û pêve jî netewînin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe mezintir, geştir bikin. Yên ku winda bikin ewin. Ê ku serbikeve dê HDP û gelê kurd be. Heta ku em şaredariyên xwe negirin wê berxwedana me bidome.”
 
ÊLIH 
 
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî, bi heman armancê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin. Wekîlên Hevserokên HDP'a Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdînç, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên partiyê beşdarî daxuyanî bûn. Wekîla Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Îkram Îrgî, daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Îrgî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Gelo kijan polîtîkayên we yên qirêj mane ku we ne xistine  dewrê? Êdî çûyîn û têkçûyîna we dest pê kiriye. Hêvî HDP'ye."
 
ŞIRNEX 
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê, bi daxuyaniyekê çapemeniyê tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP'ê hat şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê hat lidarxistin. Ligel Hevşaredarên navçeyê Songul Erden û Murat Şen, gelek endamên partiyê tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP'Ê Nafiye  Geçgel, daxuyanî da û got: "Li dijî partiya me êrîş berdewam dikin û rayedarên hikumeta partiya me weke hedef nîşan dide. Ligel ku tu delîlên şênber jî tuneye, hevalên me weke berpirsên êrîşan tên dîtin. Emê van êrîşan qebûl nekin û li dijî êrîşên li ser destkeftiyên gelê me, emê li ber xwe bidin.
 
COLEMERG
 
Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêvebera HDP'ê ya Bajêr Emîne Armût, da zanîn ku AKP ji bo ku di desthilatdariyê de bimîne êrîşî HDP'Ê dike. Armût, diyar kir ku divê demildest hevşaredar vegerin peywira xwe. 
 
GEVER 
 
Rêxistina HDP'ê ya Geverê jî, bi heman armancê daxuyanî da û Hevserokê Navçeyê Husnu Beşer di daxuyaniyê de axivî. Beşer, dest nîşan kir ku ewê mîna duh, îro jî li dijî polîtîka û êrîşên desthilatdariyê serî netewînin û bi biryardarî têkoşîna xwe berdewam bikin.

Sernavên din

19/09/2019
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...
10:52 Apê Mûsa wê li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn
10:41 ‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’
10:28 Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir
09:30 Ji bo bi deh hezaran girtî û hikumxwaran biryareke emsal!
09:29 Hevşaredara HDP'î dek û dolabên' çapemeniya hewzê yeko yeko aşkere kir
09:29 Ji ber çûn hevdîtinê û pere ji girtiyan re şandin bi 'endamtiya rêxistinê' hatin tawanbarkirin!
09:16 Qada hêşîn a Sêrtê li bendî bersiva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye
09:14 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Wê lîstika li Pasûrê bi ser nekeve
09:13 'Em ê tim û tim rastiyê ragihînin'
09:12 Hevserokê ESP'ê: AKP ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike
09:11 'Ancax em bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikarin bi ser bikevin'
09:09 Zarokên gundan arasteyî weqfan dikin
09:03 Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
18/09/2019
22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe