HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin 2019-09-18 15:07:28 NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li gelek bajar û navçeyan, li dijî tayînkirina qayûman ên şaredariyên Pirsûs û Qereyaziyê daxuyanî dan çepemeniyê û got: "Em ê li hemberî êrîş û polîtîkayên desthilatdariyê serî netewînin." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gelek bajar û navçeyan, bi armanca şermezarkirin û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Pirsûs  û Qereyaziyê, çalakî lidar xist û daxuyanî da çapemeniyê.      ÎZMÎR    Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, qeyûm tayînkirina şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê şermezar kir. Girse li Navenda Çandê ya Turkan Saylan a taxa Alsancak a navçeya Konakê kom bû û xwest daxuyanî bide çapemeniyê. Parlementerên Îzmîrê Mûrat Çepnî û Serpîl Kemalbay dema pankarata "Dest nede vîna min" vekirin, polîsan destûr nedan ku daxuyanî bidin. Polîsan dûre êrîşî girseyê kir, Recep Acar, Mûstafa Kazak, Ferhat Harûn Pehlîvan, Hacaya Yilmaz, Şerafettîn Yetîm û Yurdakul Ustekler binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin, birin Miduriyeta Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê.    EDENE   Rêxistina Edenê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. HDP'î, berî ku li Parka Abîdîn Dîno daxuyanî bidin, polîsan avahiya partiyê û park kirin dorpêçê. Polîsan destûr nedan ku HDP'î ji avahiyê derkevin. HDP'iyan li ser vê yekê di korîdora avahiyê de daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Edenê Mehmet Mahsun Erîg, diyar kir ku ligel hemû qedexeyan jî ew ê li qadan bin. Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.    CEYHAN   Rêxistina HDP'ê ya Ceyhan jî, bi heman armancê bertek nîşanî girtina hevşaredarên Pasûrê da û pankarta "Qeyûm darbeya li dijî vîna gel û demakrasiyê ye" vekir.    HATAY   Rêxistina HDP'ê ya Îskenderûnê jî li avahiya  partiyê derbarê tayînkirina qeyûman de civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Îskenderûnê Hulya Ateş, diyar kir ku ewê li dijî qeyûman têkoşîna xwe berdewam bikin.    MÊRSÎN   Rêxistina HDP'ê ya Mersînê jî bi daxuyaniyekê, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û polîtîkayên desthilatdariyê şermezar kir. Li gel dorpêça polîsan jî, HDP'iyan li ber Parka Zarokê Azad daxuyanî da çepemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan di daxuyanî de axivî û diyar kir ku ewê bi gelê xwe re berxwedana xwe ya li dijî qeyûman berdewam bikin.    AMED    Tayinkirina qeyûman ên Şaredariyên Pasûr û Qereyazî, li gelek navçeyên Amedê hat şermezarkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Peyas, Yenîşehîr, Rezan û Sûrê, li ber avahiya Yenîşehîrê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlementerê HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, Endam û rêveberên HDP'ê û DBP’ê, endamên KCD’ê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Dovîza “Dest nede vîna min” hat vekirin.   Hevserokê HDP'ê yê Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya daxuyanî da û got: "Desthilatdarî ku tehamulî hilbijartina 31’ê Adarê nekiriye, êrîşên nû pêk tîne. Hişmendiya ku vîna me nasnake û rêzê nagire herî dawî bi teqîna Pasûrê Şaredariya me hedef girt. Medyaya desthilatdaran rêxistin û şaredariya me wek berpirsyarên buyerê nîşandan. Emniyet û daraza ku guhdarî van talîmatan kirî Hevşaredarên me girtin û avahiya şaredariyê tîmên taybet serda girt û lêgerîn kirin. Hevşaredar û hevalên me bi îddîayên bê bingeh 4 rojan di bin çavan de man. Dema em hinceta girtina wan dinêrin, bi awayekî vekirî tê dîtin ku bi hedef nîşandana medyayê hatine girtin. Wezareta ku destûr nedayî Meclîsa me ya Şaredariyê wekîlê şaredar diyar bike, di nava çend saetan de Qeymeqamê Pasûrê wek qeyûm tayîn kir. Ev tayînkirin di şûna ronîkirina buyerê gaveke xesp kirina şaredariyên me ye.”   ‘EM SERÎ NATEWÎNIN’   Kaya bi bîrxist ku tiştên ku li hemberî vîna gel tên jiyîn, berdewama darbeya siyasî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev sepanên ku îtîbara şaredarî û hilbijartiyên me tune dihesibînin divê werin bi dawî kirin. Em weke duh îro jî li hember zext û polîtîkayên desthilatdariyê serî natewînin û em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin.”   Dûre Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, diyar kir ku piştî sê şaredarên wan ên mezin, şaredariyê Pasûrê jî hat xespkirin û wiha axivî: “Piştî ku hevserokên me hatin girtin şaredariya me bi komployekê hat xesp kirin û qeyûm avêtin ser. Dîsa duh Hevşaredara Qereyazî ya Erzeromê hat girtin û  îro jî ji şaredariya me re qeyûm avêt. Em wek Partiya HDP’ê wek gelê kurd dibêjin ku me tu caran li hemberî van zilm û zordariyan serî netewandiye em ê ji niha û pêve jî netewînin. Çi dibe bila bibe em ê berxwedana xwe mezintir, geştir bikin. Yên ku winda bikin ewin. Ê ku serbikeve dê HDP û gelê kurd be. Heta ku em şaredariyên xwe negirin wê berxwedana me bidome.”   ÊLIH    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî, bi heman armancê daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin. Wekîlên Hevserokên HDP'a Êlihê Îkram Îrgî û Gulcemal Erdînç, Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, Meclîsa Dayikên Aştiyê û endamên partiyê beşdarî daxuyanî bûn. Wekîla Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Îkram Îrgî, daxuyanî da û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Îrgî, bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê û wiha got: "Gelo kijan polîtîkayên we yên qirêj mane ku we ne xistine  dewrê? Êdî çûyîn û têkçûyîna we dest pê kiriye. Hêvî HDP'ye."   ŞIRNEX    Li navçeya Hezex a Şirnexê, bi daxuyaniyekê çapemeniyê tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP'ê hat şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê hat lidarxistin. Ligel Hevşaredarên navçeyê Songul Erden û Murat Şen, gelek endamên partiyê tevlî daxuyaniyê bûn.    Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP'Ê Nafiye  Geçgel, daxuyanî da û got: "Li dijî partiya me êrîş berdewam dikin û rayedarên hikumeta partiya me weke hedef nîşan dide. Ligel ku tu delîlên şênber jî tuneye, hevalên me weke berpirsên êrîşan tên dîtin. Emê van êrîşan qebûl nekin û li dijî êrîşên li ser destkeftiyên gelê me, emê li ber xwe bidin.   COLEMERG   Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî tayînkirina qeyûman şermezar kir. Rêvebera HDP'ê ya Bajêr Emîne Armût, da zanîn ku AKP ji bo ku di desthilatdariyê de bimîne êrîşî HDP'Ê dike. Armût, diyar kir ku divê demildest hevşaredar vegerin peywira xwe.    GEVER    Rêxistina HDP'ê ya Geverê jî, bi heman armancê daxuyanî da û Hevserokê Navçeyê Husnu Beşer di daxuyaniyê de axivî. Beşer, dest nîşan kir ku ewê mîna duh, îro jî li dijî polîtîka û êrîşên desthilatdariyê serî netewînin û bi biryardarî têkoşîna xwe berdewam bikin.