Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye

  • rojane
  • 11:20 17 Îlon 2019
  • |
img
AMED - Di lêkolîna ku Rawestê li 4 bajarên kurdan kir daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji sedî 84 û rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin jî ji sedî 18 derket. Rêveberê Navenda Lêkolînê ya Rawestê Reha Rûhavîoglû diyar kir ku heke pişaftin û pêvajoya xwepişaftinê ku pê re ketiye dewrê berdewam bike dê temenê ziman dirêj berdewam neke.
 
Lêkolîna kurdî ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rawestê ve hatiye kirin, talûkeya ji bo kurdî radixe ber çavan. Rapirsîn, di nav vê mêhê de li Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê bi 600 kesên ku temenê wan di navbera 18-30'an de rû bi rû hatiye kirin. 
 
GELEK PIRS HATINE PIRSÎN
 
Di rapirsînê de pirsek wiha "Hûn çiqas bi zimanê xwe yê dayikê dizanin?" hatiye kirin, ji sedî 18'ê beşdarên bersiva "Hem diaxivim hem jî dixwînim û dinivisînim", ji sedî 26'ê beşdaran bersiva "Dikarim biaxivim lê nikarim bixwînim û binivisînim", ji sedî 24,5'ê beşdaran bersiva "Fêm dikim lê nikarim biaxivim", ji sedî 17'ê beşdaran bersiva "Hinek fêm dikim lê qet nikarim biaxivim" û  ji sedî 14'ê beşdaran bersiva "Hinek peyvan an dizanim an jî qet nizanim."
 
Di rapirsînê de ji bo pîvandina axaftina jiyana rojane pirsek wiha "Axaftina bi kurdî ya bi hevalên we re di çi rewşê de ye?" hatiye kirin, ji sedî 15'ê beşdaran bersiva "timik", ji sedî 28'ê beşdaran bersiva "hin caran", ji sedî 40'ê beşdaran bersiva "kêm caran" û ji sedî 17'ê beşdaran jî bersiva "qet" dane. 
 
Geşedana ku têkildarî bikaranîna kurdî ku kêfê mirovan tîne derbarê muzîkê de ye. Ji bo vê yekê jî pirsek wiha "Guhdarkirina we ya muzîka kurdî di çi rewşê de ye?" hatiye kirin, ji sedî 40,5'ê beşdaran bersiva "Hema bibêje her roj", ji sedî 36'ê beşdaran bersiva "hin caran" ji sedî 13'ê beşdaran bersiva "kêm caran" û ji sedî 10.5'ê beşdaran jî bersiva "guhdar nakim" dane.
 
NÛÇEYÊN KURDÎ NAYÊN ŞOPANDIN
 
Têkildarî şopandina nûçeyên kurdî jî pirseke wiha "Ji televîzyon an jî ji înternetê şopandina we ya nûçeyên kurdî di çi rewşê de ye?" hatiye kirin,  ji sedî 10'ê beşdaran bersiva "Hema bibêje her roj", ji sedî 18'ê beşdaran bersiva "hin caran" ji sedî 21'ê beşdaran bersiva "kêm caran" û ji sedî 51'ê beşdaran jî bersiva "guhdar nakim" dane.
 
DAXWAZA KURDÎ JI SEDÎ 84 E
 
Tenê ji sedî 3'ê beşdaran li dijî perwerdeya zimanê dayikê derketin. Ji sedî 84'ê beşdaran perwerdeya zimanê dayikê xwestin. Ji sedî 13'yê beşdaran jî xwestin ku zimanê dayikê bê hînkirin. Ji bo perwerdeya zimanê dayîkê pirsek wiha "Li gorî we ji bo kesên ku zimanê wan ê dayikê ne bi tirkî divê zimanê perwerdeyê çawa be?" hatiye kirin, ji sedî 39'ê beşdaran bersiva "Herkesê ku dixwaze dikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bigire", ji sedî 45'ê beşdaran bersiva "Divê zimanê perwerdeyê du zimanî be, hem bi tirkî hem jî bi zimanê dayikê", ji sedî 13'ê beşdaran jî bersiva "Divê zimanê perwerdeyê bi tirkî be, zimanê dayikê jî bê hînkirin" û ji sedî 3'ê beşdaran jî bersiva "Divê zimanê perwerdeyê bi tirkî be, pêwistî bi hînkirina zimanê dayikê tuneye" dane.
 
JI SEDÎ 86'Ê KES DIXWAZIN ZAROKÊN WAN HÎNÊ KURDÎ BIBIN
 
Di rapirsînê de pirseke wiha "Hûn dixwazin zarokên we hînê kurdî bibin?" hatiye pirsîn,  ji sedî 86'ê beşdaran bersiva "Erê" û ji sedî 14'ê beşdaran jî bersiva "Na" dane. Ji sedî 68'ê beşdaran berisva "Erê" û ji sedî 32'yê beşdaran jî bersiva "Na" dane pirsa "Hûn difikirin ku zarokên xwe fêrî kurdî bikin". 
 
DAXWAZA ZIMANÊ FERMÎ JI SEDÎ 85 E
 
Ji sedî 12'ê beşdaran berisva "Tenê bi tirkî", ji sedî 13,5'ê beşdaran bersiva "Tenê bi kurdî", ji sedî 71'ê beşdaran bersiva "Hem bi tirkî hem jî bi kurdî" û ji sedî 3'yê beşdaran jî bersiva "Yên din" dan pirsa "Li cihê ku hûn li dijîn divê zimanê fermî çawa be?".  
 
TENÊ PERWERDEYA BI TIRKÎ JI SEDÎ 9 DERKET
 
Ji sedî 9'ê beşdaran berisva "Perwerdeya bi tirkî", ji sedî 18'ê beşdaran bersiva "Perwerdeya bi kurdî", ji sedî 42'ê beşdaran bersiva "Perwerde bi tirkî û bi kurdî", ji sedî 15,5'yê beşdaran jî bersiva "Perwerdeya bi kurdî û îngilîzî" û ji sedî 15'ê beşdaran jî bersiva "Perwerdeya bi tirkî û îngilîzî" dan pirsa "We dixwest zarokên xwe bişînin kîşan dibistana ku ez dijbirim?".  
 
RAWEST JI ENCAMAN BI BEDBÎN E
 
Damezrîner û Rêveberê Navenda Lêkolînê ya Rawestê Reha Rûhavîoglû ku di heman demê de nûnerê Înisiyatîfa Maf e tekildarî rapirsînê axivî û diyar kir ku têgihîştine ku di navbera daxwaza û hewldanê de cudabûneke micid heye. Rûhavîoglû diyar kir ku kirmançkî zikratê dikişîne û kurmancî jî demên xwe yên dayîn dijî û wiha got: "Bikaranîna di navbera nifşan de kêm dibe, dema mirov li kuçeyê dinêre zarokên ku bi kurdî diaxivin nabîne. Heke pişaftin û pêvajoya xwepişaftinê ku pê re ketiye dewrê berdewam bike dê temenê ziman dirêj berdewam neke."
 
KAMPANYA 'ZIMAN HÊLÎNE'
 
Rûhavîoglû destnîşan kir ku Nûnertiya Înisiyatîfa Maf a Amedê bi navê 'Ziman Hêlîn e' ji bo axaftina û hînkirina kurdî kampanyayek dane destpêkirin û têkildarî kampanyayê ev agahî da: "Em bi çenteyên pot, belavok û parvekirinên li ser twîtterê balê dikişînin ser kampanyayê û dixwazim di vê mijarê de lêhaybûnekê bidin avakirin. Pirsgirêka ziman ne tenê binpêkirina mafê perwerdeyê ye, di heman demê de li tevahiya qadên jiyanê zimanê dayikê tê binpêkirin. Em ji dewletê re dibêjin ku astengiyên li pêşiya zimanê dayikê rakin û kurdî bigihînin statuyekê."
 
BERPIRSYARIYA KURDAN
 
Rûhavîoglû bal kişand ser micidiya pirsgireka dûrxistina têkiliya bi zimanê kurdî ya ji qadên cemaweriyê û ev tişt got: "Em bang li kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dikin. Daxwaza xizmeta bi zimanê xwe yê dayikê bikin û ji bo ku zimanê we winda nebe li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê hem hûn bixwazin û hem jî nehêlin ku winda bibe. Ji ber ku mafê zimanê dayikê tê siyasîkirin di çeqoberikê de dimîne û li hemberî vê yekê dewlet jî van daxwazan krîmînalîze dike. Gelê kurd hemû reng û zimanê xwe daxwaz dike. Çalakiyên ku ji bo kurdî tên kirin divê ji daxwazê rizgar bibin, demildest gavên pratîk bên avêtin û xebatên zindîkirina ziman bên destpêkirin." 
 
MA / Lezgîn Akdenîz
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/09/2019
11:23 Ji JINNEWS'ê kampanyeya 'nûçegihantiya dildar': Em dengê xwe bi hevre bilind bikin
11:22 Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb...
10:52 Apê Mûsa wê li Amed û Nisêbînê bê bibîranîn
10:41 ‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’
10:28 Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir
09:30 Ji bo bi deh hezaran girtî û hikumxwaran biryareke emsal!
09:29 Hevşaredara HDP'î dek û dolabên' çapemeniya hewzê yeko yeko aşkere kir
09:29 Ji ber çûn hevdîtinê û pere ji girtiyan re şandin bi 'endamtiya rêxistinê' hatin tawanbarkirin!
09:16 Qada hêşîn a Sêrtê li bendî bersiva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye
09:14 Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Wê lîstika li Pasûrê bi ser nekeve
09:13 'Em ê tim û tim rastiyê ragihînin'
09:12 Hevserokê ESP'ê: AKP ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike
09:11 'Ancax em bi têkoşîneke hevpar û yekbûyî dikarin bi ser bikevin'
09:09 Zarokên gundan arasteyî weqfan dikin
09:03 Weşanxaneya Wardozê 2 pirtûk li folklora kurdî zêde kirin
09:00 ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
18/09/2019
22:13 Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin!
22:04 Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da
21:26 FED'ê faîz kêm kir
20:18 Li Çiyayê Cûdiyê agir bi daristanê ket
19:07 Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan
18:56 Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê
16:57 Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin
16:01 Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim
15:42 Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist
15:32 'Em ji bo aştiyê çûn, lê bi kaşkirinê em binçav kirin’
15:07 HDP'ê ji gelek bajaran bang kir: Emê serî netewînin
14:29 Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin
14:23 Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir
13:46 Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin
13:17 Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin
12:37 ‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’
12:31 Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan
12:16 Malbata esker a li ber HDP'ê: Li ser me qehremaniyê dikin
12:10 Ceylan: Bi senaryoyek kûr hestên malbatan îstîsmar dikin
11:59 Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin
11:05 Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin
11:04 Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin?
11:04 Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin
10:51 Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin
10:37 Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn!
10:36 Berhemên keda hevpar a jinan li bazarê ye
10:14 Kubîlay: Bila malbat destûrê nedin ku êşa wan bê îstîsmarkirin
10:03 Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne
09:17 Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin
09:16 Tan û Farqînî: Bi xebatên rêxistinbûyînî wê kurdî bikaribe bijî
09:16 ‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê'
09:12 Kooperatîf hat girtin lê dîsa jî dev ji hilberînê berneda!
09:11 Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê!
09:10 Hejmara sêyemîn a Kovara Ziryabê derket
09:09 Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!
09:08 Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir
09:00 ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN
07:42 Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket
17/09/2019
23:03 Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn
17:18 Birayê wekilê AKP’ê Enver Yildiz 50 kes dan pişt xwe û li edliyê teslîm bû
16:38 Şêwirmendê parlamenterê HDP'ê binçav kirin
16:18 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî
16:08 Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e
15:42 10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê
14:57 Parlamenterek din ji AKP'ê îstifa kir
14:32 Hatîmogullari bang li dayikan kir: Werin em li dijî şer laçikên xwe yên spî bikin yek
14:22 Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir
14:22 'Bi têkoşîna jinê pêkane ku penabertî bi dawî bibe'
14:06 Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin
13:59 Di teqîna Pasûrê de ‘dosya veşartiye’, ‘sûcdarî tuneye’, 5 girtî hene
13:49 HDP: Bûyera Pasûr berdewama darbeya siyasî ye
12:48 HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê
12:47 Biryar hat dayîn ku Parêzer Eren Keskîn û Oya Aslan bi zorê bibin dadgehê
12:17 Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat binçavkirin
12:17 Polîsan 3 dayikên laçik spî li ber AKP’ê binçav kirin
11:44 Cenazeyê jina tê angaştkirin întîxar kiriye veşartin
11:41 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
11:38 Dayikên laçik spî li ber AKP’ê dest bi çalakiyê kirin
11:20 Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde
11:20 Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye
11:07 Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin
11:06 Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir
10:32 Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan
10:15 Kaniya ermenan 200 sale diherike
09:32 Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê
09:06 Kûrtûlan: Her kes doza yekîtiya neteweyî dike
09:05 Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
09:05 Ji ber daketin kuçeyan 11 hezar û 520 lîre ceza li wan hat birîn!
09:04 Li Stenbolê koma xwendinê ya kurdî ava kirin
09:03 Piştî plak guhdar kirin eleqeya wî ya kevnaran pêş ket
09:00 ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
08:40 Qeyûm tayînî Şaredariya Pasûrê kirin
16/09/2019
21:33 Hevşaredarên Pasûrê hatin girtin
20:53 Girtiyê nexweş Mûstafa Aykol hat veşartin
18:31 Hevşaredara Pasûrê Ay hat binçavkirin
17:04 Li Gêlê mirina bi guman a jinekê
16:57 Parêzerên Leyla Guven derbarê 28 kesan de gilî kirin
16:47 Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
16:23 Xebatkarên medya havuzê li ber HDP’ê pevçûn!
15:56 TJA'yê li Bazara Jinan kampanya vegotin
15:50 Hevşaredara Pasûrê bersiv da îdiayan: Xebata rê di çavdêriya esker û polîsan de tê kirin
15:11 Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'ê: Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dabînkirin
15:07 ‘Ji ber ew kurd e îşkence lê tê kirin’
15:07 Bulbul ji Suleyman Soylu re got: Biçe li Qendilê çalakiya rûniştinê li dar bixe