Rawest: Rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin tenê ji sedî 18 ye 2019-09-17 11:20:20   AMED - Di lêkolîna ku Rawestê li 4 bajarên kurdan kir daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji sedî 84 û rêjeya kesên ku kurdî dinivisînin û dixwînin jî ji sedî 18 derket. Rêveberê Navenda Lêkolînê ya Rawestê Reha Rûhavîoglû diyar kir ku heke pişaftin û pêvajoya xwepişaftinê ku pê re ketiye dewrê berdewam bike dê temenê ziman dirêj berdewam neke.   Lêkolîna kurdî ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Rawestê ve hatiye kirin, talûkeya ji bo kurdî radixe ber çavan. Rapirsîn, di nav vê mêhê de li Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê bi 600 kesên ku temenê wan di navbera 18-30'an de rû bi rû hatiye kirin.    GELEK PIRS HATINE PIRSÎN   Di rapirsînê de pirsek wiha "Hûn çiqas bi zimanê xwe yê dayikê dizanin?" hatiye kirin, ji sedî 18'ê beşdarên bersiva "Hem diaxivim hem jî dixwînim û dinivisînim", ji sedî 26'ê beşdaran bersiva "Dikarim biaxivim lê nikarim bixwînim û binivisînim", ji sedî 24,5'ê beşdaran bersiva "Fêm dikim lê nikarim biaxivim", ji sedî 17'ê beşdaran bersiva "Hinek fêm dikim lê qet nikarim biaxivim" û  ji sedî 14'ê beşdaran bersiva "Hinek peyvan an dizanim an jî qet nizanim."   Di rapirsînê de ji bo pîvandina axaftina jiyana rojane pirsek wiha "Axaftina bi kurdî ya bi hevalên we re di çi rewşê de ye?" hatiye kirin, ji sedî 15'ê beşdaran bersiva "timik", ji sedî 28'ê beşdaran bersiva "hin caran", ji sedî 40'ê beşdaran bersiva "kêm caran" û ji sedî 17'ê beşdaran jî bersiva "qet" dane.    Geşedana ku têkildarî bikaranîna kurdî ku kêfê mirovan tîne derbarê muzîkê de ye. Ji bo vê yekê jî pirsek wiha "Guhdarkirina we ya muzîka kurdî di çi rewşê de ye?" hatiye kirin, ji sedî 40,5'ê beşdaran bersiva "Hema bibêje her roj", ji sedî 36'ê beşdaran bersiva "hin caran" ji sedî 13'ê beşdaran bersiva "kêm caran" û ji sedî 10.5'ê beşdaran jî bersiva "guhdar nakim" dane.   NÛÇEYÊN KURDÎ NAYÊN ŞOPANDIN   Têkildarî şopandina nûçeyên kurdî jî pirseke wiha "Ji televîzyon an jî ji înternetê şopandina we ya nûçeyên kurdî di çi rewşê de ye?" hatiye kirin,  ji sedî 10'ê beşdaran bersiva "Hema bibêje her roj", ji sedî 18'ê beşdaran bersiva "hin caran" ji sedî 21'ê beşdaran bersiva "kêm caran" û ji sedî 51'ê beşdaran jî bersiva "guhdar nakim" dane.   DAXWAZA KURDÎ JI SEDÎ 84 E   Tenê ji sedî 3'ê beşdaran li dijî perwerdeya zimanê dayikê derketin. Ji sedî 84'ê beşdaran perwerdeya zimanê dayikê xwestin. Ji sedî 13'yê beşdaran jî xwestin ku zimanê dayikê bê hînkirin. Ji bo perwerdeya zimanê dayîkê pirsek wiha "Li gorî we ji bo kesên ku zimanê wan ê dayikê ne bi tirkî divê zimanê perwerdeyê çawa be?" hatiye kirin, ji sedî 39'ê beşdaran bersiva "Herkesê ku dixwaze dikare bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bigire", ji sedî 45'ê beşdaran bersiva "Divê zimanê perwerdeyê du zimanî be, hem bi tirkî hem jî bi zimanê dayikê", ji sedî 13'ê beşdaran jî bersiva "Divê zimanê perwerdeyê bi tirkî be, zimanê dayikê jî bê hînkirin" û ji sedî 3'ê beşdaran jî bersiva "Divê zimanê perwerdeyê bi tirkî be, pêwistî bi hînkirina zimanê dayikê tuneye" dane.   JI SEDÎ 86'Ê KES DIXWAZIN ZAROKÊN WAN HÎNÊ KURDÎ BIBIN   Di rapirsînê de pirseke wiha "Hûn dixwazin zarokên we hînê kurdî bibin?" hatiye pirsîn,  ji sedî 86'ê beşdaran bersiva "Erê" û ji sedî 14'ê beşdaran jî bersiva "Na" dane. Ji sedî 68'ê beşdaran berisva "Erê" û ji sedî 32'yê beşdaran jî bersiva "Na" dane pirsa "Hûn difikirin ku zarokên xwe fêrî kurdî bikin".    DAXWAZA ZIMANÊ FERMÎ JI SEDÎ 85 E   Ji sedî 12'ê beşdaran berisva "Tenê bi tirkî", ji sedî 13,5'ê beşdaran bersiva "Tenê bi kurdî", ji sedî 71'ê beşdaran bersiva "Hem bi tirkî hem jî bi kurdî" û ji sedî 3'yê beşdaran jî bersiva "Yên din" dan pirsa "Li cihê ku hûn li dijîn divê zimanê fermî çawa be?".     TENÊ PERWERDEYA BI TIRKÎ JI SEDÎ 9 DERKET   Ji sedî 9'ê beşdaran berisva "Perwerdeya bi tirkî", ji sedî 18'ê beşdaran bersiva "Perwerdeya bi kurdî", ji sedî 42'ê beşdaran bersiva "Perwerde bi tirkî û bi kurdî", ji sedî 15,5'yê beşdaran jî bersiva "Perwerdeya bi kurdî û îngilîzî" û ji sedî 15'ê beşdaran jî bersiva "Perwerdeya bi tirkî û îngilîzî" dan pirsa "We dixwest zarokên xwe bişînin kîşan dibistana ku ez dijbirim?".     RAWEST JI ENCAMAN BI BEDBÎN E   Damezrîner û Rêveberê Navenda Lêkolînê ya Rawestê Reha Rûhavîoglû ku di heman demê de nûnerê Înisiyatîfa Maf e tekildarî rapirsînê axivî û diyar kir ku têgihîştine ku di navbera daxwaza û hewldanê de cudabûneke micid heye. Rûhavîoglû diyar kir ku kirmançkî zikratê dikişîne û kurmancî jî demên xwe yên dayîn dijî û wiha got: "Bikaranîna di navbera nifşan de kêm dibe, dema mirov li kuçeyê dinêre zarokên ku bi kurdî diaxivin nabîne. Heke pişaftin û pêvajoya xwepişaftinê ku pê re ketiye dewrê berdewam bike dê temenê ziman dirêj berdewam neke."   KAMPANYA 'ZIMAN HÊLÎNE'   Rûhavîoglû destnîşan kir ku Nûnertiya Înisiyatîfa Maf a Amedê bi navê 'Ziman Hêlîn e' ji bo axaftina û hînkirina kurdî kampanyayek dane destpêkirin û têkildarî kampanyayê ev agahî da: "Em bi çenteyên pot, belavok û parvekirinên li ser twîtterê balê dikişînin ser kampanyayê û dixwazim di vê mijarê de lêhaybûnekê bidin avakirin. Pirsgirêka ziman ne tenê binpêkirina mafê perwerdeyê ye, di heman demê de li tevahiya qadên jiyanê zimanê dayikê tê binpêkirin. Em ji dewletê re dibêjin ku astengiyên li pêşiya zimanê dayikê rakin û kurdî bigihînin statuyekê."   BERPIRSYARIYA KURDAN   Rûhavîoglû bal kişand ser micidiya pirsgireka dûrxistina têkiliya bi zimanê kurdî ya ji qadên cemaweriyê û ev tişt got: "Em bang li kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn dikin. Daxwaza xizmeta bi zimanê xwe yê dayikê bikin û ji bo ku zimanê we winda nebe li zimanê xwe xwedî derkevin. Divê hem hûn bixwazin û hem jî nehêlin ku winda bibe. Ji ber ku mafê zimanê dayikê tê siyasîkirin di çeqoberikê de dimîne û li hemberî vê yekê dewlet jî van daxwazan krîmînalîze dike. Gelê kurd hemû reng û zimanê xwe daxwaz dike. Çalakiyên ku ji bo kurdî tên kirin divê ji daxwazê rizgar bibin, demildest gavên pratîk bên avêtin û xebatên zindîkirina ziman bên destpêkirin."    MA / Lezgîn Akdenîz