Parêzer ji bo qedexeya nû ya derbarê girtiyên li Îmraliyê serî li AYM'ê dan

  • rojane
  • 09:01 14 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL – Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê qedexeya ji bo 3 mehan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan. 

Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Bi biryara Desteya Dîsîplînê û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, xalên di "Qanûna Jimare 5275'an a Derbarê tevdîrên Ceza û Ewlehiyê" û "Tahdîtên derbarê hikumxwaran de" ji bo 3 mehan qedexeyek danî ber wan. Gava malbat di 16'ê Tebaxê de ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn û serlêdana wan hat redkirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê hay ji vê biryarê çê bûn û jibo îtirazê xwestin dosye ji wan re bê şandin. Lê belê dadgeriyê got, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dema îtirazê derbas bûye û îtiraz ji bo sê girtiyên din jî hatiye redkirin. Dadgeriyê, diyar kir ku serlêdana ji bo her sê girtiyên din ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê hatiye kirin jî hatiye redkirin û got, biryar di 9'ê Tebaxê de diyar bûye. 
 
Ji ber dosye nedane parêzeran, parêzeran di 4'ê Îlonê de ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê da. Dadgehê der barê serlêdanê de hîn tiştek negotiye. Lê belê parêzer ji ber dema serlêdanê derbs bûye, di 9'ê Îlonê de ji bo Aktaş, Konar û Yildirim serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. 
 
‘LI ÎMRALIYÊ PERGALEKE CUDA PÊK TÊ' 
 
Parêzer Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût, got: "Ji bilî muwekîlê me Veysî Aktaş, muwekîlên me yên din Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim cezayê muebeta giran xwarine. Aktaş jî muebet xwariye. Ên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan ê du hefteyan carekê hevdîtina girtî pêk bînin û ê Aktaş jî heftê carekê ye. Her wiha mehê carekê jî mafê wan ê hevdîtina vekirî heye." Tûrgût, bilêv kir ku lê belê li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke cuda pêk tê û got: "Mesela, gava malbatek biçe girtîgehê qeyda nifûsê berpêş bike hevdîtin pêk tê. Lê mixabin li Girtîgeha îmraliyê ev yek girêdayî destûrê ye. Loma malbat her hefte bi awayekî rêk û pêk serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin." 
 
Tûrgût, bal kişand ser mafên din ên muwekîlên wan û got: "Birêz Ocalan ji sala 1999'an ve nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. her wiha Aktaş, Yldirim û Konar jî ji roja çûne Girtîgeha Îmraliyê nikarin parêzerên xwe bibînin. Kesên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan e ku du hefteyan carekê 10 deqeyan bi telefonê bi malbatên xwe re biaxifin. Lê belê li Îmraliyê ev yek hatiye binpêkirin." 
 
‘BÊHIQÛQÎTÎ YE' 
 
Tûrgût, piştî Ocalan Konar û Aktaş di 15'ê Adara 2015'an û Yildirim jî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de sewqî Îmraliyê hatine kirin û got: "Ji Adara 2015'an heta 20'ê Tîrmeha 2016'an bi hinceta 'keştî xerabeye', 'rewşa hewayê nebaş e' hevdîtin dihatin astengkirin. Lê piştî Rewşa Awarte hat îlankirin, hicnet jî guherîn. Di 21'ê Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte wekî hicnet hat nîşandan û hevdîtin hat astengkirin. Berî biryarnameyên Rewşa Awarte bên derxistin, tahdît danîn ber Îmraliyê. Bi vê re mafê pêwendîdanînê, mafê hevdîtina bi parêzeran hatin binpêkirin. Di 2'yê Adara 2018'an de jî qanûna jimare 5275'an wekî hincet hat nîaşndan û 6 meh qedexe danîn ber wan. Piştî ev biryar bi qediya dîsa hincetên wekî 'keştî xerabeye' û 'hewa nebaş e' nîşan dan. Di serlêdana 10'ê Îlona 2018'an de gotin 'keştî xerabeye'. Serlêdana piştî vê di 17'ê Îlona 2018'an de hat kirin. Ji bo serlêdanên piştî vê hemûyan hinceta cezayên dîsîplînê nîşan dan." 
 
Tûrgût, anî ziman ku naveroka biryarên tên girtin jî bi wan re nayên parvekirin û got: "Gava em dixwazin hay ji naveroka biryaran çê bibin, tim hincetên ewlehîparêziyê didin ber me. Dosyeya ji me direvînin. Ji bo vê me gilî kir. Mixabin bêyî em naveroka wê bibînin me îtiraz kir. Taliyê Dadgeha Cezayê Giran ji bo îtiraza me got biryar rast e. Yanî em tenê dikarin hay ji hejmara desteya dîsîplînê çê bibin. Lê gava em doza biruara desteya dîsplînê dikin, bersiveke neyînî didin û ji bo gelek serlêdanan em mecbûr dimînin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin." 
 
SERÎ LI AYM'Ê DAN
 
Tûrgût, diyar kir ku malbat ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin di 16'ê tebaxê de dîsa serlêdan pêk anîne û got: "Gotine, ji ber hikmên qanûna înfaz û dîsîplînê ye. Serlêdana malbatan hat redkirin. Behsa qedexeyeke ji bo sê mehan dikin. Ji bo vê me pêşî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Em naveroka wê nizanin lê me îtiraz li biryara desteya dîsîplînê kir. Her wiha me xwest nusxeyeke dosyeyê bidin me. Dadgeriya Înfazê got, ji bo Ocalan dem derbas bûye û dosye bi dawî bûye. Ji ber dem derbas bûye em nikarin ji bo muwekîlê xwe Ocalan serî li AYM'ê bidin. Lê ji bo muwekîlên din me serî li AYM'ê da." 
 
MA / Sadiye Eser 
 

Sernavên din

16/09/2019
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da
13:19 Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin
13:12 Serokkomarê Îranê Rûhanî li Qesra Çankayayê ye
12:58 Garantorên Astanayê li Enqereyê ne: Rê ji Tirkiyeyê re diyar dibe
11:53 Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe
10:43 Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî
10:30 Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn
09:00 Qeyûm hat xebat sekinî
09:00 'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê!
09:00 Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
09:00 Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN
15/09/2019
20:20 Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
16:48 Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye
16:25 Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev
16:00 Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne
15:34 ‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’
15:33 Jinên Îzmîrî ji bo ku xwedî ‘Hevserokatiyê’ derkevin wê li hev kom bibin
14:27 Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî
14:06 Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
13:45 Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin
13:22 Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze
12:57 Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye
12:27 Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin
11:37 Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin
11:04 15 gundiyên kana kevirina nexwest ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin
10:04 Li Afyonê otobusa rêwiyan qulipî
09:25 Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e
09:23 Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir
09:07 Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine
09:05 Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
09:04 Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
09:03 Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
09:02 Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin
09:01 35 roj in cenazeyê kurê wî nadinê
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN
14/09/2019
16:22 Seta helbestên Arjen Arî derket
16:16 Ji 3 bajaran xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:02 Bariş: Rojname û saziyên din ên çapameniyê bi awayekî vekirî sûc dikin
15:59 Xizmên Windayan 54 hefte şûn ve dîsa li derve ne
15:38 Ji Nobeta Demokrasiyê: Qeyûm nîşaneyên hilweşandinê ne
15:36 Hevseroka Giştî ya ESP'ê Gumuştaş di Nobeta Demokrasiyê de ye: Teqez emê bi ser bikevin
15:18 Parêzerên Demîrtaş berdana wî xwestin
15:03 Dayikên Şemiyê bang li Soylu kirin: Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?
14:46 HDP: Hûn nikarin bi propaganda reş encam bistînin
14:16 Guven û Aydenîz gora Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin
14:15 Tûran: Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye
13:03 Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da
13:02 HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin
12:42 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê didome
12:24 Kaya yê CHP'î: Davutoglu têkçûn dît
11:15 Nameya Recep Peker derket holê: Edaletê ez qedandim
10:47 Hevserokê HDP'a Osmaniyeyê hat berdan
10:10 Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: Mîna wêneyê salên 90’î bû
09:56 Encamnameya 1'emîn kongreya TAJÊ eşkere bû
09:51 Ji 21 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin
09:01 Wê bi kampanyayê bal bikişînin ser 'ji bo çi divê jin rabin ser piyan'
09:01 Parêzer ji bo qedexeya nû ya derbarê girtiyên li Îmraliyê serî li AYM'ê dan
09:01 Di 8 salan de destek dan 4 hezar û 113 jinan
09:01 Girtiyê ji Doza Nisêbînê Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe
09:01 Ên bi meaşên herî kêm dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Berî ku endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, walîtiyê ji bo 'fesixkirina meclîsê' gef xwariye
09:00 Sagniç: Guh bidin bangawaziya Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî
09:00 Dozger, delegetiya KCD'ê jî sûc hesiband!
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN
13/09/2019
16:44 Rojnameger Ozkan piştî 4 rojan hat berdan
16:38 SGDF’iyan tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:26 Gelo Saziya Tipa Edlî delîlên kuştina Tahir Elçî reş dike?
16:25 Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike
16:24 Li pêşiya HDP'ê nîqaşa "Kurê te çekê dike serê kurê min" derket
16:13 'Ji ber ku şaredariyên me Kurdistanî ne tên desteserkirin'
15:48 Hevşaredarê Pasûrê hat binçavkirin
15:44 Guven bang li dayikên ber HDP’ê kir: Werin hundir em bi hevre aştiyê pêş bixin
15:31 Qeyûm otobusa ku ji Amedsporê re hatibû terhaxkirin desteser kir
15:17 Turmen: Armanca me jiyankirinek bi hev re ye
15:02 Navê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
15:01 Malbatên esker û polisan ku çapameniya aligir wan nabîne
15:01 Seroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Otlû piştî 2 salan hat berdan
14:47 Bavê Efe li ser gora kurê xwe axivî: Maşîna polîsan kurê min û TOMA bavê min kuşt
14:09 Li Mêrdînê 26 roj: Dem dema yekitiyê ye
13:48 Dayîkên Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê nobetê digirin
13:48 Ji Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê berhevoka filmê taybet
13:25 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:28 Li Êlih di mînîbusê de tundî li jinê kir
12:10 Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir
11:42 Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû
11:41 Ji Hevserokên HDP’ê daxuyaniya Pasûrê
11:37 Dadgehê 2 sal û 9 meh ceza li ajokarê ku kalikê Efe kuşt birîbû
11:16 Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune'
11:10 HDP li dijî qeyûman kampanya îmzeyan dide destpêkirin
10:56 Li Pasûrê piştî teqînê 2 kes hatin binçavkirin
10:30 Şaredariyê bi jinan re mil dane milê hev û atolyeya dimsê ava kirin
10:14 2 kesên ku li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:28 3 roj şahiyên çand û hunerê yên li Cizîr û Hezexê dest pê dikin
09:20 70 roj in lingê wî li kelemçê hatiye xistin: Nikarim biçim taziyeya xizmên xwe jî