Parêzer ji bo qedexeya nû ya derbarê girtiyên li Îmraliyê serî li AYM'ê dan 2019-09-14 09:01:10 STENBOL – Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê qedexeya ji bo 3 mehan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dan.  Li Girtîgeha Îmraliyê, ji bo hevdîtina bi malbatan re qedexeye nû danîn ber Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim. Bi biryara Desteya Dîsîplînê û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, xalên di "Qanûna Jimare 5275'an a Derbarê tevdîrên Ceza û Ewlehiyê" û "Tahdîtên derbarê hikumxwaran de" ji bo 3 mehan qedexeyek danî ber wan. Gava malbat di 16'ê Tebaxê de ji bo hevdîtinê serlêdan pêk anîn û serlêdana wan hat redkirin, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê hay ji vê biryarê çê bûn û jibo îtirazê xwestin dosye ji wan re bê şandin. Lê belê dadgeriyê got, ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dema îtirazê derbas bûye û îtiraz ji bo sê girtiyên din jî hatiye redkirin. Dadgeriyê, diyar kir ku serlêdana ji bo her sê girtiyên din ku li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê hatiye kirin jî hatiye redkirin û got, biryar di 9'ê Tebaxê de diyar bûye.    Ji ber dosye nedane parêzeran, parêzeran di 4'ê Îlonê de ji bo îtirazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê da. Dadgehê der barê serlêdanê de hîn tiştek negotiye. Lê belê parêzer ji ber dema serlêdanê derbs bûye, di 9'ê Îlonê de ji bo Aktaş, Konar û Yildirim serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan.    ‘LI ÎMRALIYÊ PERGALEKE CUDA PÊK TÊ'    Parêzer Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Tûrgût, got: "Ji bilî muwekîlê me Veysî Aktaş, muwekîlên me yên din Birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim cezayê muebeta giran xwarine. Aktaş jî muebet xwariye. Ên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan ê du hefteyan carekê hevdîtina girtî pêk bînin û ê Aktaş jî heftê carekê ye. Her wiha mehê carekê jî mafê wan ê hevdîtina vekirî heye." Tûrgût, bilêv kir ku lê belê li Girtîgeha Îmraliyê pergaleke cuda pêk tê û got: "Mesela, gava malbatek biçe girtîgehê qeyda nifûsê berpêş bike hevdîtin pêk tê. Lê mixabin li Girtîgeha îmraliyê ev yek girêdayî destûrê ye. Loma malbat her hefte bi awayekî rêk û pêk serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin."    Tûrgût, bal kişand ser mafên din ên muwekîlên wan û got: "Birêz Ocalan ji sala 1999'an ve nikare mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. her wiha Aktaş, Yldirim û Konar jî ji roja çûne Girtîgeha Îmraliyê nikarin parêzerên xwe bibînin. Kesên cezayê muebeta giran li wan hatibe birîn mafê wan e ku du hefteyan carekê 10 deqeyan bi telefonê bi malbatên xwe re biaxifin. Lê belê li Îmraliyê ev yek hatiye binpêkirin."    ‘BÊHIQÛQÎTÎ YE'    Tûrgût, piştî Ocalan Konar û Aktaş di 15'ê Adara 2015'an û Yildirim jî di 15'ê Tîrmeha 2015'an de sewqî Îmraliyê hatine kirin û got: "Ji Adara 2015'an heta 20'ê Tîrmeha 2016'an bi hinceta 'keştî xerabeye', 'rewşa hewayê nebaş e' hevdîtin dihatin astengkirin. Lê piştî Rewşa Awarte hat îlankirin, hicnet jî guherîn. Di 21'ê Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte wekî hicnet hat nîşandan û hevdîtin hat astengkirin. Berî biryarnameyên Rewşa Awarte bên derxistin, tahdît danîn ber Îmraliyê. Bi vê re mafê pêwendîdanînê, mafê hevdîtina bi parêzeran hatin binpêkirin. Di 2'yê Adara 2018'an de jî qanûna jimare 5275'an wekî hincet hat nîaşndan û 6 meh qedexe danîn ber wan. Piştî ev biryar bi qediya dîsa hincetên wekî 'keştî xerabeye' û 'hewa nebaş e' nîşan dan. Di serlêdana 10'ê Îlona 2018'an de gotin 'keştî xerabeye'. Serlêdana piştî vê di 17'ê Îlona 2018'an de hat kirin. Ji bo serlêdanên piştî vê hemûyan hinceta cezayên dîsîplînê nîşan dan."    Tûrgût, anî ziman ku naveroka biryarên tên girtin jî bi wan re nayên parvekirin û got: "Gava em dixwazin hay ji naveroka biryaran çê bibin, tim hincetên ewlehîparêziyê didin ber me. Dosyeya ji me direvînin. Ji bo vê me gilî kir. Mixabin bêyî em naveroka wê bibînin me îtiraz kir. Taliyê Dadgeha Cezayê Giran ji bo îtiraza me got biryar rast e. Yanî em tenê dikarin hay ji hejmara desteya dîsîplînê çê bibin. Lê gava em doza biruara desteya dîsplînê dikin, bersiveke neyînî didin û ji bo gelek serlêdanan em mecbûr dimînin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin."    SERÎ LI AYM'Ê DAN   Tûrgût, diyar kir ku malbat ji bo hevdîtinê bi xizmên xwe re pêk bînin di 16'ê tebaxê de dîsa serlêdan pêk anîne û got: "Gotine, ji ber hikmên qanûna înfaz û dîsîplînê ye. Serlêdana malbatan hat redkirin. Behsa qedexeyeke ji bo sê mehan dikin. Ji bo vê me pêşî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da. Em naveroka wê nizanin lê me îtiraz li biryara desteya dîsîplînê kir. Her wiha me xwest nusxeyeke dosyeyê bidin me. Dadgeriya Înfazê got, ji bo Ocalan dem derbas bûye û dosye bi dawî bûye. Ji ber dem derbas bûye em nikarin ji bo muwekîlê xwe Ocalan serî li AYM'ê bidin. Lê ji bo muwekîlên din me serî li AYM'ê da."    MA / Sadiye Eser