Berî ku endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, walîtiyê ji bo 'fesixkirina meclîsê' gef xwariye

  • rojane
  • 09:00 14 Îlon 2019
  • |
img

MÛŞ - 7 endamên HDP'î yên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ji peywirê hatibûn girtin. Derket holê ku ji ber endamên HDP'î budçeya ji bo sererastkirina qada ku dê bernameya "Serketina Malazgirê" lê bê lidarxistin pesend nekirine, Walîtiya Mûşê nivîseke gefxwarinî nivîsandiye û di nivîsê de gotiye "dibe ku meclîs bê fesixkirin". 

Wezareta Karên Navxweyî, di 7'ê Îlonê de 7 endamên HDP'î yên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ji peywirê girtibû. Piştî endamên meclîsê Kader Erol, Filiz Aydin, Ceyhan Aydemir, Musa Kaya û endamên daîmî Suat Kalin, Mehmet Şakir Tugrul û Mehmet Demir ji peywirê hatin girtin, piraniya meclîsê ket destê AKP'ê. 
 
Beriya endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, Walîtiya Mûşê ji bo bernameya "Serketina Malazgirê" ku di 26'ê Tebaxê de hat lidarxistin û Serkomar Erdogan tev lê bûbû, xwestibû ji bo sererastkirina qadê budeçeyekê amade bike û ji bo vê jî ji Meclîsa Giştî ya Bajêr xwest ku hin malzeme bên kirîn. Lê belê meclîsê daxwaza hat kirin red kir. 
 
WALÎTIYÊ GEF XWARIN! 
 
Li ser vê walîtiyê di 9'ê Tebaxê de nivîsek ji Meclîsa Giştî ya Bajêr re şand û di nivîsê de gef xwarin. Walîtiyê di nivîsa xwe de gotiye, eger budçe neyê pesendkirin "dibe ku meclîs bê fesixkirin." 
 
ENDAMÊ MECLÎSÊ DEMÎR: NE SIYASÎ YE, JI BO FÊDEYA GEL E 
 
Endamê Daîmî yê Meclîsa Giştî ya Mûşê Mehmet Demîr, bilêv kir ku walîtiyê ji bo vê biryara wan gotiye "biryareke siyasî ye", lê belê ev biryar ne biryareke siyasî ye, ji bo fêdeya gel hatiye girtin. 
 
Demîr, anî ziman ku beriya 26'ê Tebax sji bo merasîmê sererastkirina qadç dane muteahît, lê belê dîsa jî wesayîtên Îdareya Taybet a Bajêr hatine xebitandin û got: "Du caran doza budçeyê kirin û me Melîsa Daîmî pesend kir. Lê belê me xwest budçeya dawî ji aliyê komîsyona bin ve bê lêkolînkirin da em zanibin ka ev budçe ji bo çi tê xerckirin." 
 
Demîr, anî ziman ku tenê wan tiştên ji bo fêdeya gelê Mûşê daxilî nav bernameya xwe kiriye û got: "Yek ji mijara daxilî rojeva meclîsê jî hat kirin malzemeyên ji bo Mala Zarokan bû û ji bo vê budçe hat xwestin. Me jî xwest ka ev malzeme çi ne û ji bo wan çi qas budçe lazim e û ji bo lêkolînkirinê me ji komîsyona bin re şand. Koma me got, ji bo zarokan çi hewce me em ê bikin." 
 
XEBATÊN JI BO GUNDÊN DENGÊ XWE DAN HDP'Ê HATIN BETALKIRIN' 
 
Demîr, anî ziman ku wan xwestiye ji bo çend gundan hin tiştna bikin lê belê xebatên wan hatine betalkirin. Demîr, got: "Mesela nêzî hezar nifûsê gundê Alagunê heye, lê ava wan î şebekeyê tune ye. Par daxilî nav bernameya 2019'an hatibû kirin. Piştî hilbijartinê bername hat ber destê me û me li gor wê hin xebat diyar kirin. Gava me pirsî, gotin walîtiyê ev ji nav bernameyê derxistine. Sirf ji ber ev gund dengê xwe dane HDP'ê hatiye betalkirin." 
 
'JI BO PIRANÎ TÊKEVE DESTÊ AKP'Ê JI PEYWIRÊ HATIN DÛRXISTIN' 
 
Demîr, bal kişand ser dûrxistina ji peywirê û destnîşan kir ku ji bo piraniya Meclîsa Giştî ya Mûşê têkeve destê AKP'ê em ji peywirê hatin girtin û got: "Em bi vîna gel hatine hilbijartin. Bi vî awayî dûrxistina me ya ji peywirê tê wateya îptekirina vîna gel. Em dixwazin rojek berî rojekê dev ji van pêkanînan berdin. Ji bo vê me serî li darazê da. Em vê heqaret û zilma li vîna gel hatiye kirin qebûl nakin û em ê li dijî vê bitêkoşin." 
 
MA / Cemil Ugur

Sernavên din

16/09/2019
14:29 Malbatên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
14:13 Taşçier: Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî pêş nakeve
13:32 Li Pasûrê hejmara binçavkiriyan derket 4 kesan
13:22 Girtiyê nexweş Mustafa Akyol jiyana xwe ji dest da
13:19 Mexdûrê KHK’ê yê li ber avahiya AKP’ê hat binçavkirin
13:12 Serokkomarê Îranê Rûhanî li Qesra Çankayayê ye
12:58 Garantorên Astanayê li Enqereyê ne: Rê ji Tirkiyeyê re diyar dibe
11:53 Piştgiriya ji bo Nobeta Demokrasiyê mezin dibe
10:43 Bêkarî gehişt 4 mîlyon û 253 hezarî
10:30 Bi îdiaya ‘qaçaxê’ ceryana gund birîn
09:00 Qeyûm hat xebat sekinî
09:00 'Alîkariya Destpêkê' li hewara kurdan tê!
09:00 Karkerên Cargillê: Em tenê karê xwe dixwazin
09:00 Turmen: Divê têkoşîna demokrasiyê bi hev re bê dayîn
09:00 ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2016'AN
15/09/2019
20:20 Esad beriya civîna bilind a Enqereyê efûyê derxist
16:48 Togrûl: Ji bo ku hemû zarok bizivirin, tekane çareserî aştiye
16:25 Li Çiyayên Kazê 52 roj: Ji bo Heskîfê em dest bidin hev
16:00 Şandeya HDP’ê wê li Ewropa hin hevdîtina pêk bîne
15:34 ‘Em bi israrin ku qeyûm bişînin’
15:33 Jinên Îzmîrî ji bo ku xwedî ‘Hevserokatiyê’ derkevin wê li hev kom bibin
14:27 Mînîbusa karkerên çandinê lê sîwar bûn qulipî
14:06 Li Samsun û Eskîşehîrê cînayetên kar
13:45 Hevşaredarê Pasûrê ‘3 rojin bê hincet’ dibin çavan de tê girtin
13:22 Mesûtoglû yê 84 rojin di greva birçîbûnê deye darizandinek adîlane dixwaze
12:57 Koçyîgît: HDP adresa çareseriyê ye
12:27 Kiliçdaroglu: Dayikên li Amedê jî mafdarin
11:37 Girtiyê nexweş Guler ê 80 salî nayê derman kirin
11:04 15 gundiyên kana kevirina nexwest ên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:53 Leyla Guven bang li hemû dayikan kir: Werin em li maf, hiqûq û çareseriyê bigerin
10:04 Li Afyonê otobusa rêwiyan qulipî
09:25 Uras: Peyama Ocalan temînata jiyanek hevbeş e
09:23 Ji ber karek bi dest nekat dest bi çandina tûtinê kir
09:07 Qeyûm li ser navê şaredariyê kirê kiriye, lê xizmên xwe lê bi cih kirine
09:05 Qeyûm bi nanê 5 hezar kesî leyîstin!
09:04 Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe
09:03 Berên ewil ên 'Sereya Bêasteng' gihan
09:02 Walîtiya Wanê nehişt li 66 polîsên îşkence kirin lêpirsîn bê destpêkirin
09:01 35 roj in cenazeyê kurê wî nadinê
09:00 ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2019'AN
14/09/2019
16:22 Seta helbestên Arjen Arî derket
16:16 Ji 3 bajaran xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:02 Bariş: Rojname û saziyên din ên çapameniyê bi awayekî vekirî sûc dikin
15:59 Xizmên Windayan 54 hefte şûn ve dîsa li derve ne
15:38 Ji Nobeta Demokrasiyê: Qeyûm nîşaneyên hilweşandinê ne
15:36 Hevseroka Giştî ya ESP'ê Gumuştaş di Nobeta Demokrasiyê de ye: Teqez emê bi ser bikevin
15:18 Parêzerên Demîrtaş berdana wî xwestin
15:03 Dayikên Şemiyê bang li Soylu kirin: Dayikên Şemiyê ne dayik in gelo?
14:46 HDP: Hûn nikarin bi propaganda reş encam bistînin
14:16 Guven û Aydenîz gora Îbrahîm Ayhan ziyaret kirin
14:15 Tûran: Çalakiya li ber avahiya HDP'ê pareçeyek 'Plana Çongşikandinê' ye
13:03 Cerdevanê birîndar ê li Mêrdînê jiyana xwe ji dest da
13:02 HDP: Hûn bi lêpirsînin bêbingeh nikarin darbeyê meşrû bikin
12:42 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê didome
12:24 Kaya yê CHP'î: Davutoglu têkçûn dît
11:15 Nameya Recep Peker derket holê: Edaletê ez qedandim
10:47 Hevserokê HDP'a Osmaniyeyê hat berdan
10:10 Gundî li hewşa qereqolê kom kirin: Mîna wêneyê salên 90’î bû
09:56 Encamnameya 1'emîn kongreya TAJÊ eşkere bû
09:51 Ji 21 kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin
09:01 Wê bi kampanyayê bal bikişînin ser 'ji bo çi divê jin rabin ser piyan'
09:01 Parêzer ji bo qedexeya nû ya derbarê girtiyên li Îmraliyê serî li AYM'ê dan
09:01 Di 8 salan de destek dan 4 hezar û 113 jinan
09:01 Girtiyê ji Doza Nisêbînê Eroglû hatiye asta ku zirarê bide xwe
09:01 Ên bi meaşên herî kêm dixebitin: Em nikarin debara xwe bikin
09:00 Berî ku endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, walîtiyê ji bo 'fesixkirina meclîsê' gef xwariye
09:00 Sagniç: Guh bidin bangawaziya Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî
09:00 Dozger, delegetiya KCD'ê jî sûc hesiband!
09:00 ROJEVA 14'Ê ÎLONA 2019'AN
13/09/2019
16:44 Rojnameger Ozkan piştî 4 rojan hat berdan
16:38 SGDF’iyan tayînkirina qeyûman şermezar kir
16:26 Gelo Saziya Tipa Edlî delîlên kuştina Tahir Elçî reş dike?
16:25 Orhan a HDP'î: Li şûna ku wezîr li wê derê rûne bila hevdîtinê bi Birêz Ocalan re bike
16:24 Li pêşiya HDP'ê nîqaşa "Kurê te çekê dike serê kurê min" derket
16:13 'Ji ber ku şaredariyên me Kurdistanî ne tên desteserkirin'
15:48 Hevşaredarê Pasûrê hat binçavkirin
15:44 Guven bang li dayikên ber HDP’ê kir: Werin hundir em bi hevre aştiyê pêş bixin
15:31 Qeyûm otobusa ku ji Amedsporê re hatibû terhaxkirin desteser kir
15:17 Turmen: Armanca me jiyankirinek bi hev re ye
15:02 Navê kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
15:01 Malbatên esker û polisan ku çapameniya aligir wan nabîne
15:01 Seroka Giştî ya ESP’ê ya berê Çîçek Otlû piştî 2 salan hat berdan
14:47 Bavê Efe li ser gora kurê xwe axivî: Maşîna polîsan kurê min û TOMA bavê min kuşt
14:09 Li Mêrdînê 26 roj: Dem dema yekitiyê ye
13:48 Dayîkên Mexmûrê 13 roj in li dijî dorpêçê nobetê digirin
13:48 Ji Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê berhevoka filmê taybet
13:25 Berdevkê HDP’ê Kubîlay: Em dayikên li ber HDP’ê vedixwînin Meclîsê
12:42 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
12:28 Li Êlih di mînîbusê de tundî li jinê kir
12:10 Ahmet Davûtoglû ji AKP’ê îstifa kir
11:42 Hilberîna pîşesaziyê li gorî sala borî kêm bû
11:41 Ji Hevserokên HDP’ê daxuyaniya Pasûrê
11:37 Dadgehê 2 sal û 9 meh ceza li ajokarê ku kalikê Efe kuşt birîbû
11:16 Di doza Serekaniyê de 'delil hene lêpirsîn tune'
11:10 HDP li dijî qeyûman kampanya îmzeyan dide destpêkirin
10:56 Li Pasûrê piştî teqînê 2 kes hatin binçavkirin
10:30 Şaredariyê bi jinan re mil dane milê hev û atolyeya dimsê ava kirin
10:14 2 kesên ku li Pîranê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:28 3 roj şahiyên çand û hunerê yên li Cizîr û Hezexê dest pê dikin
09:20 70 roj in lingê wî li kelemçê hatiye xistin: Nikarim biçim taziyeya xizmên xwe jî