Berî ku endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, walîtiyê ji bo 'fesixkirina meclîsê' gef xwariye 2019-09-14 09:00:59 MÛŞ - 7 endamên HDP'î yên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ji peywirê hatibûn girtin. Derket holê ku ji ber endamên HDP'î budçeya ji bo sererastkirina qada ku dê bernameya "Serketina Malazgirê" lê bê lidarxistin pesend nekirine, Walîtiya Mûşê nivîseke gefxwarinî nivîsandiye û di nivîsê de gotiye "dibe ku meclîs bê fesixkirin".  Wezareta Karên Navxweyî, di 7'ê Îlonê de 7 endamên HDP'î yên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Mûşê ji peywirê girtibû. Piştî endamên meclîsê Kader Erol, Filiz Aydin, Ceyhan Aydemir, Musa Kaya û endamên daîmî Suat Kalin, Mehmet Şakir Tugrul û Mehmet Demir ji peywirê hatin girtin, piraniya meclîsê ket destê AKP'ê.    Beriya endamên HDP'î ji peywirê bên girtin, Walîtiya Mûşê ji bo bernameya "Serketina Malazgirê" ku di 26'ê Tebaxê de hat lidarxistin û Serkomar Erdogan tev lê bûbû, xwestibû ji bo sererastkirina qadê budeçeyekê amade bike û ji bo vê jî ji Meclîsa Giştî ya Bajêr xwest ku hin malzeme bên kirîn. Lê belê meclîsê daxwaza hat kirin red kir.    WALÎTIYÊ GEF XWARIN!    Li ser vê walîtiyê di 9'ê Tebaxê de nivîsek ji Meclîsa Giştî ya Bajêr re şand û di nivîsê de gef xwarin. Walîtiyê di nivîsa xwe de gotiye, eger budçe neyê pesendkirin "dibe ku meclîs bê fesixkirin."    ENDAMÊ MECLÎSÊ DEMÎR: NE SIYASÎ YE, JI BO FÊDEYA GEL E    Endamê Daîmî yê Meclîsa Giştî ya Mûşê Mehmet Demîr, bilêv kir ku walîtiyê ji bo vê biryara wan gotiye "biryareke siyasî ye", lê belê ev biryar ne biryareke siyasî ye, ji bo fêdeya gel hatiye girtin.    Demîr, anî ziman ku beriya 26'ê Tebax sji bo merasîmê sererastkirina qadç dane muteahît, lê belê dîsa jî wesayîtên Îdareya Taybet a Bajêr hatine xebitandin û got: "Du caran doza budçeyê kirin û me Melîsa Daîmî pesend kir. Lê belê me xwest budçeya dawî ji aliyê komîsyona bin ve bê lêkolînkirin da em zanibin ka ev budçe ji bo çi tê xerckirin."    Demîr, anî ziman ku tenê wan tiştên ji bo fêdeya gelê Mûşê daxilî nav bernameya xwe kiriye û got: "Yek ji mijara daxilî rojeva meclîsê jî hat kirin malzemeyên ji bo Mala Zarokan bû û ji bo vê budçe hat xwestin. Me jî xwest ka ev malzeme çi ne û ji bo wan çi qas budçe lazim e û ji bo lêkolînkirinê me ji komîsyona bin re şand. Koma me got, ji bo zarokan çi hewce me em ê bikin."    XEBATÊN JI BO GUNDÊN DENGÊ XWE DAN HDP'Ê HATIN BETALKIRIN'    Demîr, anî ziman ku wan xwestiye ji bo çend gundan hin tiştna bikin lê belê xebatên wan hatine betalkirin. Demîr, got: "Mesela nêzî hezar nifûsê gundê Alagunê heye, lê ava wan î şebekeyê tune ye. Par daxilî nav bernameya 2019'an hatibû kirin. Piştî hilbijartinê bername hat ber destê me û me li gor wê hin xebat diyar kirin. Gava me pirsî, gotin walîtiyê ev ji nav bernameyê derxistine. Sirf ji ber ev gund dengê xwe dane HDP'ê hatiye betalkirin."    'JI BO PIRANÎ TÊKEVE DESTÊ AKP'Ê JI PEYWIRÊ HATIN DÛRXISTIN'    Demîr, bal kişand ser dûrxistina ji peywirê û destnîşan kir ku ji bo piraniya Meclîsa Giştî ya Mûşê têkeve destê AKP'ê em ji peywirê hatin girtin û got: "Em bi vîna gel hatine hilbijartin. Bi vî awayî dûrxistina me ya ji peywirê tê wateya îptekirina vîna gel. Em dixwazin rojek berî rojekê dev ji van pêkanînan berdin. Ji bo vê me serî li darazê da. Em vê heqaret û zilma li vîna gel hatiye kirin qebûl nakin û em ê li dijî vê bitêkoşin."    MA / Cemil Ugur