Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike

  • rojane
  • 10:39 28 Mijdar 2017
  • |
img
AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmuş tekîldarî teşhîs nekirina cenazeyên gerîlayên HPG û YPS’'ê de axivî û anî ziman hikumeta AKP’ê siyasetek qirêj li ser cenazeyan dimeşîne û wiha got: “Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane nayên teşhîskirin. Di şer de hemû mafên kesê jiyana xwe ji dest dayî tê binpêkirin."
 
Piştî hikumeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û li bajarên Kurdistanê şer da destpêkirin, tenê ji sala 2015'an vir ve bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Di şerên li herêmê de polîs, leşker û gerîlayên HPG'ê di vî şerê qirêj ê AKP'ê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek endamên HPG û YPS'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên wan bi zanebûn nayên teşhîs kirin, ji ber vê malbat nikarin cenazeyên xwe werbigirin. Li gor daneyên MEYA-DER’a bi biryara KHK’ê hat girtin, nêzî 269 cenazeyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, an li goristanên bêkasan hatin veşartin, an jî winda ne. 
 
Dewlat ji hêlekê ve cenazeyan radêstî malbatê nake, ji hêla din ve jî zextan li malbatan dike û nahe malbat li gorî wecîbeyên ola xwe cenzê zarokên xwe defin bike. Zextên dewlet û AKP'ê bi van jî ne sînor in, her wiha siyasetmedar, parlamenter û welatiyên beşdarî merasîmên cenazeyan dibin, der barê wan de lêpirsîn tê vekirin.
 
‘ZORDESTIYA DEWLETÊ VEGERIYA TARÎTIYÊ’
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Nîmetûllah Erdogmuş, bal kişand ser zext û zilma dewletê ya li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û aşkera kir ku dewlet bi zanebûn cenazeyan teşhîs nake û bi vê rêyê hem cenaze dereng tên definkirin, hem jî îşkenceyê li malbatan dikin. Erdogmuş anî ziman ku zordestiya li Tirkiyeyê herem herem belav bûye û got ku rewşa awarte li tewahiya Tirkiyeyê xwe dide nîşan, lê zordestî li heremê vegerandina tarîtiyê. Erdogmuş destnîşan kir ku polîtîkayên şîdetê bûye polîtîkayên sereke ya dewleta tirk û wiha axivî: “Şer, pevçûn, hilweşandin û koçberî li dijî civakê dimeşînin. Gelên li heremê şideta 10 salan, di 2 salên dawi dîtin. Şideta dewletê tenê li dijî tekokeşa çekdarî nayê meşandin, bi taybetî li hemberî jin û zarokan jî tê meşandin. Lê qurbanê şer dîsa cîwan bûn.”
 
‘DIVE KES DEST NEDE NIRXÊN OLÎ’ 
 
Erdogmuş diyar kir ku li hemberî şidet û zordestiyê zagonên pîroz hene û wiha pê de çû: “Dive di şer de tu kes dest nede nirxên olî. Pexember jî şert û mercên şer diyar kirine û gotine ku dive di şer de tu kes dest nede pîr û kalan, welatiyên sivîl, xweza, sewalan û heremên çandinê. Ev rêgezên exlaqî û mirovahî li qadên şer derfetan ji bo aştiyê derdixe pê."
 
‘NASNAMEYA MIRIYAN NAYÊ LÊPIRSÎNKIRIN’
 
Erdogmuş da zanîn ku di şer de nasnameya miriyan nayê lêpirsînkirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi hişmendiyeke neyarî divê nêzîkî miriyan nebin. Dibe ku di şer de jiyana xwe ji dest dabe, lê piştî jiyana xwe ji dest da, hukmên li ser wan radibe. Ji ber ku mafên mirovahiyê heye û aliyê din ya şer dive van mafên miriyan pêk bîne. Lê mixabin hatin astekê wisa, li ser miriyan jî siyasetek tê meşandin û ev yek di tu olê de nehatiye dîtin.” 
 
‘MIXABIN EM WEKÎ KABÎL JÎ NEBÛN’
 
Erdogmuş wekî mînak çîroka Habîl û Kabîl a di Quranê de derbas dibe jî bi bîr xist û axaftina xwe berdewam kir: “Habîl şer û pevçûn nexwast lê ji aliyê Kabîl ve hat kuştin. Kabîl li gel kuştina Habîl, li ser definkirina cenazeyê wî biguman bû. Qijakek tê erdê dikole û Habîl defin dike.  Kabîl wê demê gelekî bi ber xwe dikeve û dibêje ku ‘Ez qasî qijakê jî nebûn.' Divê şaşiyên îro li ser vê bên nirxandin. Em rexne dayina xwe didin. Sed mixabin em qasî Kabîl jî nebûn.”
 
‘HUKMÊN PIŞTÊ KUŞTINÊ HETA DAWIYÊ DERBASDAR E’
 
Erdogmuş destnîşan kir ku her tişt ji aliyekî, astengiyên ji bo definkirina cenzeyan nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cenaze nayê darizandin û dive her kes li gorî vê rêgezê tevbigere. Ew cenaze dive zirarek giran jî dabe. Lê piştî jiyana xwe ji dest da, hikmên li ser wî bi temamî ji holê radibe. Yekem car dibînin ku li ser cenazeyan hesabên siyasî tê kirin.”
 
 

Sernavên din

30/11/2017
14:17 100 hezar TL ceza li Keskîn û Çapan hat birîn
13:52 Bakurê Sûriye diçe ser sindoqan
12:56 Bi zorê dan mêrekî, bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:55 Li Êzidxanê kêliya azadiya 4 jinan
12:52 Girtiyên hatin sewqkirin rastî lêgerîna tazî hatin
12:21 Cezayê doza kuştina Ugur Kantar ê li 'Dîsko' hat kuştin taloq kirin
12:08 HDP dîroka kongreya xwe aşkere dike
11:49 Mamosteyê Îmam Hatîpê bi kesê komkujiya 10'ê Cotmehê pilan kir re axivî
11:46 Parêzerên Ocalan cara 709’emîn serî li dozgeriyê dan
11:29 Têkildarî kuştina xwendekarê zanîngehê 2 kes hatin girtin
11:26 Dr. Arzu Yilmaz: Êdî yekîtiya neteweyî ya kurd pêwîste
11:08 Sancar: Doza Zarrab recona pergala kapitalist a cîhanê ye
11:04 Dibe ku sibe Nuriye bînin dadgehê
10:26 Qedexeya herî dem dirêj 2 sal e dewam dike
09:52 Li Sêrtê hezaz: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:45 Sûriye piştî şerê 6 salan niha li çareseriyê digere
09:33 ‘Sûcê ku îslamiyet qedexe kiriye dikin’
09:29 ‘Tevî hemû zor û zehmetiyan hînî bazarvaniyê bûm’
09:23 ‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
09:21 Duh bombe, îro mohr
09:20 30 sal in girtî ye û nayê dermankirin
09:20 Şaredarî ji bo dewlemendan tev digere!
09:19 Ciwanên HDP’î piştî hatin girtin tax bû navenda tiryakê
09:18 Malbatê gora kurê xwe amade kir lê cenaze nayê radestkirin
09:16 Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê
09:16 Zêrfiroşên Wanê dikanên xwe digirin
09:15 Qedexeyên zozanan sewalkarî qedand
09:14 Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze
09:00 ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017'AN
29/11/2017
18:52 Zarrab wekî şahid derket pêşberî dadger: Atilla piştgirî da me
17:51 Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min
17:16 Hemû çalakî mehek din li Wanê hatin qedexekirin
16:50 CHP'ê êrîşa li dijî gorên elewiyan ji Soylu pirsî
15:46 ‘Ne gilî û gazin divê em rabin ser piya’
15:32 Jinên Rihayî ji bo Belkis çalakî lidarxistin: Em ê bêdeng nemîn in
14:18 Li Kolana Yukselê 8 kes hatin binçavkirin
13:53 Doza Zeydan bêyî parêzeran dest pê kir
13:52 Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin
13:43 Li 5 navçeyan 14 kes hatin binçavkirin
13:00 Di hefteyekê de li Çukurova 75 kes hatin binçavkirin
12:35 'AYM dixwaze HDP’ê tasfiye bike’
12:23 Ev çi cazîbe ye: 18 sal borîn, lê razemeniyek jî nekirin
12:15 Demokratîk Modernîte bi nîqaşa ‘Demokrasiya radîkal” li bayiyan e
12:00 ‘Hilweşandina li Sûrê dê pirsgirêkan kûrtir bike’
11:58 Leşkerekî din dîsa bêdeng hat veşartin!
11:47 ‘Heke DYA hemû agahiyan esas bigire dê hikumet bikeve’
10:45 Tirkiyeyê ji bo wekîlên HDP'ê parastin da DMME'ê
10:41 Yekîtiya gelên Idlib û Efrînê Yekîtiya pêşeroja Sûriyeyê ye
10:17 Li 42 gundên Amedê qedexe hat îlankirin
09:48 Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye
09:47 Kesk sor û zer li dawetên Cizîrê qedexe kirin
09:46 Parêzerê ÇHD’î: Li edliyeyan kar bi derqanûniyî tên birêvebirin
09:45 'Av pir e lê ava vexwarinê tune ye’
09:44 Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe
09:27 Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin!
09:26 Warên dîrokî yên Hatayê di bin gefa RES’an de ne
09:25 Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim
09:24 Parêzerê herî dawî bi Ocalan re hevdîtin kir: Her dem çalak e
09:23 Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN
28/11/2017
20:42 MGK bi dawî bû: Li hemberî Efrînê sinyala lidarxistina operasyonekê
18:13 Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin
17:45 Reza Zarrabê mikur hat dê bibe şahidê Atîlla
16:58 Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe
16:14 Kesên avahiya HDP'ê şewitandin hatin beraetkirin
15:52 HDP: Soylu bi heqaretên xwe kînê bi pêş dixe, divê bê darizandin
15:39 Kiliçdaroglu belge aşkera kir: Ahmet Burak Erdogan pere şand Grava Mannê
15:23 Di çalakiya Yukselê de 3 kes hatin binçavkirin
15:14 35 kes li Wanê hatin binçavkirin
15:06 Doza Halîde Ozpolat hat taloqkirin
15:02 3 parêzerên li Mêrsînê beraet kirin
14:55 Bîlgen: Yên gotinên wan hebin bila îro bêjin
14:53 Doza JÎTEM'ê ya Qoserê beyî Tahîr Elçî hat dîtin
14:45 Hevseroka HDP’ê Karaoglan hat girtin
14:21 Elçî di 10.53'an de bibîr anîn: Kuştina wî bû mîlada serdema tarî
13:35 Salek e kujerên 11 zarokan nehatin cezakirin
13:33 Başkaya: Nîv sedsal derbas bû, di eniya xespê de guhertin tune
12:35 Nasnameya jinê ku kirdeya nûçeyê ye tune tê hesibandin
12:29 Antike Babat hat berdan
12:17 Rêveberê Komeleya 78'an Çerçel hat binçavkirin
12:16 Maşîneyên barê wan giran pira dîrokî texrîb dikin
11:57 ‘Bi pergala Îmraliyê dixwazin projeya jinan tune bikin’
11:37 Girtiyan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin
11:36 Di doza Zarrab de îdîanameya nû di rê de ye
11:23 'Kuştina Elçî bê zelalkirin, dê gelek bûyerên faîl ne diyar jî zelal bike'
10:50 Parêzerên Ocalan cara 708’emîn serî li dozgeriyê dan
10:39 Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike
10:32 HDP'ê cenazeyên nedane malbatan ji Soylu pirsî
09:46 Nexşeya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê
09:24 Li vî gundê mezin hêj pergala qenalîzasyonê tune ye
09:23 'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin'
09:23 Sêvên Dirêj tenê li Kaxizmanê xweş in
09:22 Pirsa tecrîtê ji rayedaran kirin: Gelo em çima xwe ceza dikin?
09:21 Walîtiyê tenê pereyê ‘camên şikestî’ da malbatê
09:20 Dadgeha Bilind biryara 'Faşîzma Erdogan' xirab kir
09:19 ‘Li girtîgehan serdema hov a 30 salên dawî diqewime’
09:19 Li Manîsa cûda, li Mûşê cûda
09:18 Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2017'AN
27/11/2017
22:27 Pentagon: Wê tevkariya me ya bi YPG’ê re berdewam bike