Erdogmuş: Hikumet li ser cenazeyan siyasetê dike 2017-11-28 10:39:32   AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetûllah Erdogmuş tekîldarî teşhîs nekirina cenazeyên gerîlayên HPG û YPS’'ê de axivî û anî ziman hikumeta AKP’ê siyasetek qirêj li ser cenazeyan dimeşîne û wiha got: “Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane nayên teşhîskirin. Di şer de hemû mafên kesê jiyana xwe ji dest dayî tê binpêkirin."   Piştî hikumeta AKP'ê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û li bajarên Kurdistanê şer da destpêkirin, tenê ji sala 2015'an vir ve bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Di şerên li herêmê de polîs, leşker û gerîlayên HPG'ê di vî şerê qirêj ê AKP'ê de jiyana xwe ji dest dan. Gelek endamên HPG û YPS'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên wan bi zanebûn nayên teşhîs kirin, ji ber vê malbat nikarin cenazeyên xwe werbigirin. Li gor daneyên MEYA-DER’a bi biryara KHK’ê hat girtin, nêzî 269 cenazeyên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, an li goristanên bêkasan hatin veşartin, an jî winda ne.    Dewlat ji hêlekê ve cenazeyan radêstî malbatê nake, ji hêla din ve jî zextan li malbatan dike û nahe malbat li gorî wecîbeyên ola xwe cenzê zarokên xwe defin bike. Zextên dewlet û AKP'ê bi van jî ne sînor in, her wiha siyasetmedar, parlamenter û welatiyên beşdarî merasîmên cenazeyan dibin, der barê wan de lêpirsîn tê vekirin.   ‘ZORDESTIYA DEWLETÊ VEGERIYA TARÎTIYÊ’   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Nîmetûllah Erdogmuş, bal kişand ser zext û zilma dewletê ya li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û aşkera kir ku dewlet bi zanebûn cenazeyan teşhîs nake û bi vê rêyê hem cenaze dereng tên definkirin, hem jî îşkenceyê li malbatan dikin. Erdogmuş anî ziman ku zordestiya li Tirkiyeyê herem herem belav bûye û got ku rewşa awarte li tewahiya Tirkiyeyê xwe dide nîşan, lê zordestî li heremê vegerandina tarîtiyê. Erdogmuş destnîşan kir ku polîtîkayên şîdetê bûye polîtîkayên sereke ya dewleta tirk û wiha axivî: “Şer, pevçûn, hilweşandin û koçberî li dijî civakê dimeşînin. Gelên li heremê şideta 10 salan, di 2 salên dawi dîtin. Şideta dewletê tenê li dijî tekokeşa çekdarî nayê meşandin, bi taybetî li hemberî jin û zarokan jî tê meşandin. Lê qurbanê şer dîsa cîwan bûn.”   ‘DIVE KES DEST NEDE NIRXÊN OLÎ’    Erdogmuş diyar kir ku li hemberî şidet û zordestiyê zagonên pîroz hene û wiha pê de çû: “Dive di şer de tu kes dest nede nirxên olî. Pexember jî şert û mercên şer diyar kirine û gotine ku dive di şer de tu kes dest nede pîr û kalan, welatiyên sivîl, xweza, sewalan û heremên çandinê. Ev rêgezên exlaqî û mirovahî li qadên şer derfetan ji bo aştiyê derdixe pê."   ‘NASNAMEYA MIRIYAN NAYÊ LÊPIRSÎNKIRIN’   Erdogmuş da zanîn ku di şer de nasnameya miriyan nayê lêpirsînkirin û axaftina xwe wiha domand: “Bi hişmendiyeke neyarî divê nêzîkî miriyan nebin. Dibe ku di şer de jiyana xwe ji dest dabe, lê piştî jiyana xwe ji dest da, hukmên li ser wan radibe. Ji ber ku mafên mirovahiyê heye û aliyê din ya şer dive van mafên miriyan pêk bîne. Lê mixabin hatin astekê wisa, li ser miriyan jî siyasetek tê meşandin û ev yek di tu olê de nehatiye dîtin.”    ‘MIXABIN EM WEKÎ KABÎL JÎ NEBÛN’   Erdogmuş wekî mînak çîroka Habîl û Kabîl a di Quranê de derbas dibe jî bi bîr xist û axaftina xwe berdewam kir: “Habîl şer û pevçûn nexwast lê ji aliyê Kabîl ve hat kuştin. Kabîl li gel kuştina Habîl, li ser definkirina cenazeyê wî biguman bû. Qijakek tê erdê dikole û Habîl defin dike.  Kabîl wê demê gelekî bi ber xwe dikeve û dibêje ku ‘Ez qasî qijakê jî nebûn.' Divê şaşiyên îro li ser vê bên nirxandin. Em rexne dayina xwe didin. Sed mixabin em qasî Kabîl jî nebûn.”   ‘HUKMÊN PIŞTÊ KUŞTINÊ HETA DAWIYÊ DERBASDAR E’   Erdogmuş destnîşan kir ku her tişt ji aliyekî, astengiyên ji bo definkirina cenzeyan nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Cenaze nayê darizandin û dive her kes li gorî vê rêgezê tevbigere. Ew cenaze dive zirarek giran jî dabe. Lê piştî jiyana xwe ji dest da, hikmên li ser wî bi temamî ji holê radibe. Yekem car dibînin ku li ser cenazeyan hesabên siyasî tê kirin.”