Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin

  • rojane
  • 09:24 11 Îlon 2019
  • |
img

STENBOL - Di ser darbeya 12'ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Şahidên wê demê, bilêv kirin ku her çend ev qas sal derbas bûbûn jî lê belê li Tirkiyeyê tiştek jî neguheriye û gotin, niha pêkanînên 12'ê Îlonê bi destê AKP'ê didomin. 

Di ser darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'yî de 39 sal derbas bûn. Şahidên wê demê ku di dema darbeyê de hatin binçavkirin û bi salan hatin îşkencekirin û di girtîgehan de man, bilêv kirin ku her çend ev qas sal derbas bûbûn jî lê belê tiştek neguheriye û 39 sal in welat bi rejîma darbeyê tê birevebirin. 
 
‘WEHŞET BÛ' 
 
Huseyîn Bariş ku di destpêka sala 191'ê de li Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin û demeke dirêj di bin çavan de dimîne û tê îşkencekirin, piştî binçavkirinê tê girtin û dişînin Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê. Bariş, 10 sal û 4 mehan di girtîgehê de dimîne. Bariş, diyar kir ku îşkenceya di bin çavan de lê hatiye kirin li girtîgehê deh qatê wê lê hatiye kirin. Bariş, destnîşan kir ku wê gavê li Girtîgeha Amedê tu qanûn û hiqûq tun ebû û got, di her qawîşê herî kêm 70-80 kes diman û herî zêde jî 150-170 kes diman. 
 
Bariş, anî ziman ku li qawîşên ku 170 kes lê diman tenê 15 annên somin didan û got, Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê girtîgeheke taaybet bû. Bariş, bilêv kir ku li Jimare 5'an bêkesayetî û xayîntî li girtiyan dihat ferzkirin. Bariş ku ji bo tiştên li Girtîgeha Amedê pêk hatin got "wehşet bû", bilêv kir ku bi îşkenceyên dijwar re rû bi rû maye û ji ber ew qasî dijwar bûn zimanê wî nagere bêje. 
 
‘BERXWEDANÊ DARBE LI CÛNTAYÊ DA' 
 
Bariş, bilêv kir ku li Girtîheha Jimare 5'an a Amedê tevî hemû zextan û ferzkirinên ji bo teslîmetê jî rêberên Tevgera Azadiyê ya Kurd Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û yên din bi tu awayî bêkesayetî û teslîmiyeta dihat ferzkirin qebûl nekirin û li hemberî vê bedena xwe dan ber mirinê û berxwedaneke mezin dan destpêkirin. Bariş, got ev berxwedan darbeyeke mezin li cûntaya 12'ê Îlonê xist. 
 
‘BANDORA WÊ HÎN JÎ DIDOME' 
 
Bariş, bilêv kir ku bandorên darbeya 12'ê Îlonê hîn jî didomin û got: "Li cîhanê gava serdemên darbeyê bi dawî bibin, tişta ewil bê kirin hevrûbûn û mehkûmkirina darbekarn be. Lê belê li Tirkiyeyê ev yek qet pêk nehat û hîn jî  û mehkûmkirina darbekaran be. Lê belê li Tirkiyeyê ev yek qet pêk nehat û 12'ê Îlonê bi destê îktîdara niha didome." 
 
‘GER HEVRÛBÛNA JI BO DARBEYA 61 Û 71'Ê ÇÊ BÛBÛNA WÊ 12'Ê ÎLONÊ PÊK NEHATANA' 
 
Bariş, anî ziman ku heta li Tirkiyeyê hesabê 12'ê Îlonê neyê pirsîn wê tu carî bi awayekî rasteqîne demokrasî ava nebe û got: "Çaw aku berê komkujî nehatin ronîkirin û ji ber vê komkujiyên mezintir pêk hatin, ev jî wiha ye. Eger hevrûbûna ji bo darbeya 1961 û drabeya 1971'ê çê bûbûna wê darbeya 12'ê Îlonê pêk nehatan. Ji ber hesabê 12'ê Îlonê nehat pirsîn hîn jî mekanîka darbeyê di dewrê de ye." 
 
'NIKARIBÛN VÎNA ME TESLÎM BIGIRIN' 
 
Yûnûs Bîrcan ku di Mijdara 1982'yan de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştî 45 rojên di binçavan de hat girtin û şandin Girtîgeha Leşkerî ya Şîrînyerê, bilêv kir ku wê çaxê hatiye xwestin kincên yektîpî li girtiyan bikin, lê ji ber li dijî vê derketine bi awayekî dijwar hatine îşkencekirin. Bîrcan, got: "Li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê tevî hemû zext ûz oriyan jî niakribûn berxwedanê bişikînin. Li girtîgehên Enqere Mamak, Îzmîr Şîrînyerê jî berxwedanên bi vî rengî pêk hatin û nikaribûn vîna girtiyan teslîm bigirin." 
 
Bîrcan, anî ziman ku bi 12'ê Îlonê re her tişt guherî û piştî 7 salên li girtîgehê gava derketiye ancax piştî salên dûr û dirêj bi ser xwe ve hatiye. Bîrcan, anî ziman ku feraseta 12'ê Îlonê tu carî ji holê nehatiye rakirin û got: "Îktîdarên piştî drabeyê hatin hemûyan 12'ê Îlonê domand. Ji bo ehvrûbûyînek çê bibe bi salan e em têdikoşin, lê belê heta feraseta darbekar bi temamî ji holê neyê rakirin wê hevrûbûyîna ji bo 12'ê Îlonê pêk neyê." 
 
'DI 39 SALAN DE TIŞTEK JÎ NEGUHERÎ' 
 
Bîrcan, anî ziman ku her çend 39 sal derbas bûbûn jî lê belê li Tirkiyeyê tiştek jî neguheriye û got, gava pergal ditengije mekanîka darbeyê dixe dewrê. Bîrcan, bilêv kir ku ji bo hevrûbûyîneke rast pêdivî bi aştiyeke civakiyî û edaletê heye. Bîrcan, destnîşan kir ku gava AKP bû îktîdar gotiye "em ê darbekarn bidarizînin", lê belê tenê ev yek di gotinê de maye û got: "Eger hevrûbûyînek çê nebe wê darbe li ser darbeyê pêk bê." 
 
MA / Erdogan Alayumat 
 

Sernavên din

13/09/2019
09:20 Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê
09:20 Di 2 rojên dawî de TEM'ê gazî 100 malbatên zarokên wan li çiyê ne kir
09:19 Dayika Xemê, di her çalakiyê de li refên pêş e
09:16 'Li pişt tayînkirina qeyûman 'ranteke mezin a îmarê' heye'
09:13 Tektekînê ku maşîneya zirxî li qelibî jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN
12/09/2019
20:35 Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin 10 kes birîndar bûn
17:03 Ji ber ku gotibû em kurd in hatibûn kuştin: Ji bersûc re cezayê muebetê hat xwestin
16:46 Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Taka: Pêdiviya welat bi HDP’ê heye
15:53 Serokên Baroyan: Hiqûqa 12’ê Îlonê didome û qeyûm darbe ye
15:41 ‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’
15:37 Ji doza gundiyên rastî îşkenceyê hatin yek hat berdan
15:18 Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elma birîn
15:18 Ji bo Erdogan ku qeyûman bir qesrê gotinên tund: Pozê mirov dişewite
15:03 Kesê nexweşîna dil jî çareye li ber HDP’ê dît
13:56 Demîrtaş ji bo malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine peyam şand: Em pêşiya aştiya ku dilê hemû dayikan xweş bike vekin
13:38 KCD: Darbeya faşîst, bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome
13:19 Konseya Mafê Mirovan NY Tirkiyeyê rexne kir
13:08 ÎHD û Hewldana 78’an: Ji ber hişmendiya bêcezakirinê hişmendiya darbekaran didome
12:53 Li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyek hat dîtin
12:25 Ji Tara Mamedova albûma duyemîn
12:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
12:10 Xelatên Altin Kozayê Lîvanelî û Olcay girtin
12:07 Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin
11:57 Ji bo piştevaniya Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan
11:48 Bersûcê îstîsmara zayendî piştî 7 mehan hat girtin
10:53 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:31 Ji ber ku piştgiriyê ji gel nagirin dest bi heqretê kirin
10:29 Malbata cenaze teşhîs kir, 35 roj in hêj cenaze negirtine
10:08 Windayên 12’ê Îlonê…
09:19 Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin
09:18 Nanê di bin êgir de tê pehtin
09:17 Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
09:15 Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne
09:14 Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî
09:12 Aktivîsta TJA'yê Kaçmaz: Em ê têkoşîna xwe li her qadê xurt bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN
11/09/2019
21:55 Wesayîta zirxî pêl zarokekî 6 salî kir
19:29 Cezayê polîsê ku Şerzan Kûrt kuşt careke din hat kêmkirin
16:10 Danişîna rojnamegeran 5 deqîqe dewam kir
15:43 Şandeya HDP û KCD'ê serdana xwe temam kir
15:33 Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin
15:25 Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan
15:02 'Bila binçavkirî bên berdan'
15:01 Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin
14:52 Li Enqereyê welatiyekî xwest xwe bişewitîne
14:33 'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’
14:32 Ji bo Demîrtaş serlêdana hesibandinê hat kirin
14:01 Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî
13:48 ESP’ê ji her kesî xwest ku li dijî binçavkirinê xwedî helwestek hevpar bin
13:33 Di qezaya Hîzanê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest da
13:14 Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e
12:30 Doza kuştina Şerzan Kûrt dê sibê bê dîtin
12:12 Sara Kaya nehat berdan
12:00 Danişîna Mizrakli hat taloqkirin
11:41 Li Xîzanê, mînîbus di zinarde werbû: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:33 Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê
11:33 Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye
11:12 TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart
11:05 Temellî: Sedema herî mezin neçareserkirina pirsgirêka Kurd e
10:02 Bi xwezayî hildiberînin û bi xwezayî xwe xwedî dikin
09:46 Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike
09:26 Lîstika 2014'an a malbatên pêş şaredariyê pûç derket
09:25 Tecrîd şermezar kir hat tecrîdkirin
09:24 Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin
09:22 Parêzerên malbatên cenazeyên wan nadin wan: Em ê serî li NY'yê bidin
09:21 Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin
09:21 Li gundiyên rastî îşkenceyê hatin bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kirine' doz vekirin
09:20 Warê bêhnvedanê: Ava Spî
09:20 Ji avakarên AKP'ê Bostan: Îstifa û îxrackirin ji bo partiyê şerê man û nemanê ne
09:19 Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî
09:18 'Şerwel û kumê bavê min nadin wî'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN
10/09/2019
23:51 Li Bismilê zarokeke 9 salî hat îstismarkirin
17:50 Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin
16:51 Fermandarên DYA’yî piştî Enqerê derbasî Kaniya Xezalan dibin
16:19 1'emîn Kongreya TAJÊ bi 300 delegeyan destpê kir
15:56 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:53 ‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’
15:25 Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e
15:12 Rêxistina HDP'ê ya Mûşê bertek nîşanî bêerkirina endamên xwe da
15:09 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir
14:23 Dozger ji nûçegihanê me Polat re ceza xwest
14:05 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê 23 rojin didome
14:03 Malbatên 10’ê Cotmehê: Ger bê xwestin emê bixwe birdariya xwe ava bikin
14:03 Eskerên li Pîranê derketin operasyonê 2 kes binçav kirin
13:47 Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye
13:21 Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me ya aştiyê hîna bi dawî ne bûye
12:47 KCD: Siyasetmedarên hatin binçavkirin serbest berdin
12:32 Fermandarên DYA’yî tên Enqere yê
12:31 Destûr nedan rojnameger beşdarî danişîna doza TV10'ê bibin
11:58 Malbat beriya danişîna doza facîaya trênê meşiyan
11:48 Dozger xwest nivîskar Fîkret Başkaya bê cezakirin
11:48 ‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye
11:31 19 Akademîsyenên Aştiyê yên din jî beraet kirin
11:19 Lêpirsîn derbarê meşa “Hevserokatî Xeta Me ya More” ya li Wanê de vekirin
11:15 Di doza JÎTEM'a ya Qoserê de Nurettîn hem dijî hem najî!
11:11 Bermayiyên mîna Xerabreşkê li Girê Kêçlê jî hatin dîtin
11:03 Ji nivîskar Fikret Başkaya re ceza xwestin
10:25 Li Wanê 17 endamên KCD û HDP’ê hatin binçavkirin