Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin 2019-09-11 09:24:54 STENBOL - Di ser darbeya 12'ê Îlonê re 39 sal derbas bûn. Şahidên wê demê, bilêv kirin ku her çend ev qas sal derbas bûbûn jî lê belê li Tirkiyeyê tiştek jî neguheriye û gotin, niha pêkanînên 12'ê Îlonê bi destê AKP'ê didomin.  Di ser darbeya 12'ê Îlonê ya 1980'yî de 39 sal derbas bûn. Şahidên wê demê ku di dema darbeyê de hatin binçavkirin û bi salan hatin îşkencekirin û di girtîgehan de man, bilêv kirin ku her çend ev qas sal derbas bûbûn jî lê belê tiştek neguheriye û 39 sal in welat bi rejîma darbeyê tê birevebirin.    ‘WEHŞET BÛ'    Huseyîn Bariş ku di destpêka sala 191'ê de li Nisêbîna Mêrdînê hat binçavkirin û demeke dirêj di bin çavan de dimîne û tê îşkencekirin, piştî binçavkirinê tê girtin û dişînin Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê. Bariş, 10 sal û 4 mehan di girtîgehê de dimîne. Bariş, diyar kir ku îşkenceya di bin çavan de lê hatiye kirin li girtîgehê deh qatê wê lê hatiye kirin. Bariş, destnîşan kir ku wê gavê li Girtîgeha Amedê tu qanûn û hiqûq tun ebû û got, di her qawîşê herî kêm 70-80 kes diman û herî zêde jî 150-170 kes diman.    Bariş, anî ziman ku li qawîşên ku 170 kes lê diman tenê 15 annên somin didan û got, Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê girtîgeheke taaybet bû. Bariş, bilêv kir ku li Jimare 5'an bêkesayetî û xayîntî li girtiyan dihat ferzkirin. Bariş ku ji bo tiştên li Girtîgeha Amedê pêk hatin got "wehşet bû", bilêv kir ku bi îşkenceyên dijwar re rû bi rû maye û ji ber ew qasî dijwar bûn zimanê wî nagere bêje.    ‘BERXWEDANÊ DARBE LI CÛNTAYÊ DA'    Bariş, bilêv kir ku li Girtîheha Jimare 5'an a Amedê tevî hemû zextan û ferzkirinên ji bo teslîmetê jî rêberên Tevgera Azadiyê ya Kurd Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Mazlûm Dogan û yên din bi tu awayî bêkesayetî û teslîmiyeta dihat ferzkirin qebûl nekirin û li hemberî vê bedena xwe dan ber mirinê û berxwedaneke mezin dan destpêkirin. Bariş, got ev berxwedan darbeyeke mezin li cûntaya 12'ê Îlonê xist.    ‘BANDORA WÊ HÎN JÎ DIDOME'    Bariş, bilêv kir ku bandorên darbeya 12'ê Îlonê hîn jî didomin û got: "Li cîhanê gava serdemên darbeyê bi dawî bibin, tişta ewil bê kirin hevrûbûn û mehkûmkirina darbekarn be. Lê belê li Tirkiyeyê ev yek qet pêk nehat û hîn jî  û mehkûmkirina darbekaran be. Lê belê li Tirkiyeyê ev yek qet pêk nehat û 12'ê Îlonê bi destê îktîdara niha didome."    ‘GER HEVRÛBÛNA JI BO DARBEYA 61 Û 71'Ê ÇÊ BÛBÛNA WÊ 12'Ê ÎLONÊ PÊK NEHATANA'    Bariş, anî ziman ku heta li Tirkiyeyê hesabê 12'ê Îlonê neyê pirsîn wê tu carî bi awayekî rasteqîne demokrasî ava nebe û got: "Çaw aku berê komkujî nehatin ronîkirin û ji ber vê komkujiyên mezintir pêk hatin, ev jî wiha ye. Eger hevrûbûna ji bo darbeya 1961 û drabeya 1971'ê çê bûbûna wê darbeya 12'ê Îlonê pêk nehatan. Ji ber hesabê 12'ê Îlonê nehat pirsîn hîn jî mekanîka darbeyê di dewrê de ye."    'NIKARIBÛN VÎNA ME TESLÎM BIGIRIN'    Yûnûs Bîrcan ku di Mijdara 1982'yan de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştî 45 rojên di binçavan de hat girtin û şandin Girtîgeha Leşkerî ya Şîrînyerê, bilêv kir ku wê çaxê hatiye xwestin kincên yektîpî li girtiyan bikin, lê ji ber li dijî vê derketine bi awayekî dijwar hatine îşkencekirin. Bîrcan, got: "Li Girtîgeha Jimare 5'an a Amedê tevî hemû zext ûz oriyan jî niakribûn berxwedanê bişikînin. Li girtîgehên Enqere Mamak, Îzmîr Şîrînyerê jî berxwedanên bi vî rengî pêk hatin û nikaribûn vîna girtiyan teslîm bigirin."    Bîrcan, anî ziman ku bi 12'ê Îlonê re her tişt guherî û piştî 7 salên li girtîgehê gava derketiye ancax piştî salên dûr û dirêj bi ser xwe ve hatiye. Bîrcan, anî ziman ku feraseta 12'ê Îlonê tu carî ji holê nehatiye rakirin û got: "Îktîdarên piştî drabeyê hatin hemûyan 12'ê Îlonê domand. Ji bo ehvrûbûyînek çê bibe bi salan e em têdikoşin, lê belê heta feraseta darbekar bi temamî ji holê neyê rakirin wê hevrûbûyîna ji bo 12'ê Îlonê pêk neyê."    'DI 39 SALAN DE TIŞTEK JÎ NEGUHERÎ'    Bîrcan, anî ziman ku her çend 39 sal derbas bûbûn jî lê belê li Tirkiyeyê tiştek jî neguheriye û got, gava pergal ditengije mekanîka darbeyê dixe dewrê. Bîrcan, bilêv kir ku ji bo hevrûbûyîneke rast pêdivî bi aştiyeke civakiyî û edaletê heye. Bîrcan, destnîşan kir ku gava AKP bû îktîdar gotiye "em ê darbekarn bidarizînin", lê belê tenê ev yek di gotinê de maye û got: "Eger hevrûbûyînek çê nebe wê darbe li ser darbeyê pêk bê."    MA / Erdogan Alayumat