Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e

  • rojane
  • 15:25 10 Îlon 2019
  • |
img
ENQERE – Danişina doza  Endama Konseya Navendî ya TTB'ê û Bijîşka Malbatê ya peymana wê ya kar fesih kirin Dr. Selma Gungor, li dadgeha îdarî hat dîtin. Gungor, di danişînê de got: “Ez bijîşk im. Erka min jiyandina mirov e. Başkirina mirovên nexweş e." 
 
Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabiban a Tirk (TTB) û Bijîşka Malbatê Dr. Selma Gungor bi hinceta di 24'ê çileya 2018'an de daxuyaniya "Şer Pirsgirêka Tenduristiyê ya Gel e" peymana wê ya kar hatibû fesihkirin. Piştre Wezareta Tenduristiyê der barê Dr. Selma Gungor de lêpirsîn vekiribû. Danişîna doza fesihkirina kar a Walîtiya Enqereyê li 3’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê hat dîtin. Di danişişînê de Dr. Selma Gungor û parêzera wê Leyla Verda Ersoy amade bûn. Bi armanca piştgiriyê bidin Dr. Gungor Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman û endamên Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Serokê Sosyal Îş'ê ya DÎSK'ê Metin Ebeturk, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci, Serokê Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz, Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy û Sekretera Jinê ya SES'ê û Endama Lijneya Navendi ya SES'ê Selma Atabey tev li danişînê bûn. 
 
KARÊ GUNGOR JI KÎJAN XALÊ HATIYE FESIHKIRIN NEDIYAR E
 
Danişîna dozê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Ewil Parêzera TTB'ê Leyla Verda Ersoy axivî û wiha got: "Piştî peymana kar a Bijîşka Malbatê Gungor hat fesihkirin, li Nexweşxaneya Yildirim Beyazit a Deriyê Derve peywira xwe berdewam kir. Ev bê qanûniyê nişan dide. Piştî fesihkirina kar daxuyaniyek bi hincet nehat nîşandan. Piştî daxuyaniya TTB’ê ya ‘Şer Pirsgirêka Tenduristiya Gel e " der barê muwekîla min de lêpirsîn hat vekirin. Li gel ku ev yek di Reveberiya Hekîmtiya Malbatê de tune ji peymana kar a muwekila min hat fesihkirin. Di hinceta fesihkirina kar de li gel benda 125/e an jî ji kîjan xalê karê wê hatiye fesihkirin nediyar e. J ber vê yekê em nizanin ku muwekîla min ji kijan bendê hatiye cezakirin û karê wê hatiye fesihkirin. "
 
LÊPIRSÎN LI DIJÎ HIQÛQÊ YE 
 
Ersoy, anî ziman ku di lêpirsînê de tê gotin ku daxuyaniya TTB'ê li dijî Hereketa Zeytindali ye û diyar dike ku dewlet alîgirê şer e. Ersoy, destnîşan kir ku tê îdîakirin ku muwekila wê di nava TTB'ê de aramiyê xera kiriye lê endamê Navendî yê TTB'ê îmze avêtiye heman daxuyaniyê. Ersoy, destnîşan kir ku daxuyanî ji îfadekirina fikrê zêdetir danezana akademîk e û wiha got: "Di raporên lêpirsînê de li gorî xwe nirxandin heye. Li nêta xerab digerin. Ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye. Gelek hekîmên Odeya Tabiban îmze avêt bin vê danezanê. Yekîtiya Tabîbên Cîhanê jî têkildarî şer û pevçûnê helwesta xwe aşkere kirine. Muvekkila me jî di vê mijarê de helwesta xwe diyar kiriye. Piştî bijîşk û endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hatin binçavkirin, Yekîtiya Tabîbên Cîhanê jî fikara xwe anîn ziman u diyar kirin ku wê îmzeyê bavêjin bin heman danezanê. Divê ev danezan di çarçoveya azadiya îfadeyê de bê destgirtin. DMME û ev sazî têkildarî van mijaran diyar dikin ku fikr bi qîmet e. Ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye."
 
'LÊPIRSÎN LI DIJÎ AZADIYA RÊXISTINBÛNÊ YE' 
 
Prz. Mustafa Guler, jî parastin kir û diyar kir ku ev karê îdarî yê lêpirsînê li dijî mafê azadiya rêxistinbûnê ye û wiha got: TTB saziyek 90 salî ye. Li gorî zagonan hatiye avakirin. Dikare lêpirsîn bike û rexne bike. Daxuyaniya TTB’ê û eleweya karmendiya dewletê bi hev tune ye. 
 
Prz. Zîynet Ozçelîk, jî destnîşan kir ku lêpirsîn dikare bi destûra Wezareta Tenduristiyê bê vekirin û ji bo vê yekê jî divê tiştekî li dijî hiqûqê bê tespîtkirin. Ozçelîk, da zanîn ku biryarek ji rastiyan dûr hatiye stendin. û wiha got: “Ev daxuyanî rexneyek ji bo civakek demokratîk e. Ji ber gotina "avakirina aştiyê û dûrketina ji pevçûnan" divê peymana kar a muwekila me neyê fesihkirin. 
 
EZ HEKÎM IM ERKA MIN JIYANDIN E
 
Endama Konseya Navendî ya TTB'ê û Bijîşka Malbatê Dr. Selma Gungor jî parastin kir û got: “Ez bijîşk im. Erka min jiyandinamirovan e. Başkirina mirovên nexweş e. Çi tişta ku jiyana mirovan tehdît bike ez li dijî wê me. Ji bo ez wan ji holê rakim ez bi wan gefan re têdikoşim. Tiştê ku bibin sedema mirin, birîndarkirin û xerakirina derûniya mirovan û tenduristiyê têxin talûkeyê, dîsa xizmeta tenduristiyê ji holê rakin, em li dijî wê ne. Aştî nirxa herî girîng a pîşeya me ye. 
 
Rêxistina Me Yekîtiya Tabiban a Tirk vê erka xwe ya aştiyê û li dijî şer ji bo hemû civake pêk tîne û diparêze. Ji ber vê yekê hemû rêxistinên pîşeyî yê hekiman ê cîhanê li dijî şer in û aştiyê diparêzin. Me jî li gorî vê berpirsiyariya xwe ev daxuyanî da. Ez dixwazin biryara dadgehê bê betalkirin û vê rewşa betalkirina kar bi dawî bikin." 
 
Parêzera li ser navê Walîtiya Enqereyê doz şopand Arzu Batur jî parast ku doz li gorî hiqûqê ye û xwest doz bê redkirin. Piştî parastinan 3’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê diyar kir ku wê biryarê bi nivîskî ji aliyan re ragihîne. 
 
Piştî danişînê Serokê Konseya TTB'ê Sînan Adıyaman, diyar kir ku îdareyê li ser zextên siyasî peymana kar a endama Konseya Navendî ya TTB'ê betal kiriye û ev yek li dijî demokrasiyê ye. Adiyaman, destnîşan kir ku ev daxuyanî di çarçoveya sûc de nayê nirxandin û xwest dadgeh li gorî hiqûqê biryarê bide.
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/09/2019
09:20 Li gundên Pasûrê amadekariyên zivistanê
09:20 Di 2 rojên dawî de TEM'ê gazî 100 malbatên zarokên wan li çiyê ne kir
09:19 Dayika Xemê, di her çalakiyê de li refên pêş e
09:16 'Li pişt tayînkirina qeyûman 'ranteke mezin a îmarê' heye'
09:13 Tektekînê ku maşîneya zirxî li qelibî jiyana xwe ji dest da
09:00 ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2019'AN
12/09/2019
20:35 Li Pasûrê teqîn: 7 kes mirin 10 kes birîndar bûn
17:03 Ji ber ku gotibû em kurd in hatibûn kuştin: Ji bersûc re cezayê muebetê hat xwestin
16:46 Endamê MYK’a Deryareş a HDP’ê Taka: Pêdiviya welat bi HDP’ê heye
15:53 Serokên Baroyan: Hiqûqa 12’ê Îlonê didome û qeyûm darbe ye
15:41 ‘Aqûbeta Kenan Evren çibû, wê ya AKP-MHP’ê jî ew be’
15:37 Ji doza gundiyên rastî îşkenceyê hatin yek hat berdan
15:18 Şahid tune ye lê ceza heye: 6 sal û 3 meh ceza li Yildiz Elma birîn
15:18 Ji bo Erdogan ku qeyûman bir qesrê gotinên tund: Pozê mirov dişewite
15:03 Kesê nexweşîna dil jî çareye li ber HDP’ê dît
13:56 Demîrtaş ji bo malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine peyam şand: Em pêşiya aştiya ku dilê hemû dayikan xweş bike vekin
13:38 KCD: Darbeya faşîst, bi tifaka desthilatdariya AKP-MHP’ê didome
13:19 Konseya Mafê Mirovan NY Tirkiyeyê rexne kir
13:08 ÎHD û Hewldana 78’an: Ji ber hişmendiya bêcezakirinê hişmendiya darbekaran didome
12:53 Li qeraxê Çemê Dîcleyê cenazeyek hat dîtin
12:25 Ji Tara Mamedova albûma duyemîn
12:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
12:10 Xelatên Altin Kozayê Lîvanelî û Olcay girtin
12:07 Bavê eskerê li ber HDP’ê rûniştiye: Li pêş kamerayan cuda li pişt kamerayan cuda diaxivin
11:57 Ji bo piştevaniya Rojnameger Aykol kampanya kart û pirtûkan
11:48 Bersûcê îstîsmara zayendî piştî 7 mehan hat girtin
10:53 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:31 Ji ber ku piştgiriyê ji gel nagirin dest bi heqretê kirin
10:29 Malbata cenaze teşhîs kir, 35 roj in hêj cenaze negirtine
10:08 Windayên 12’ê Îlonê…
09:19 Ji bo penaberan kampanyayeke alîkariyê dan destpêkirin
09:18 Nanê di bin êgir de tê pehtin
09:17 Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin
09:15 Welatiyên li hember krîzê li ber xwe didin: Em perîşan bûne
09:14 Li Colemêrgê qedexeyên nebinavkirî
09:12 Aktivîsta TJA'yê Kaçmaz: Em ê têkoşîna xwe li her qadê xurt bikin
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2019'AN
11/09/2019
21:55 Wesayîta zirxî pêl zarokekî 6 salî kir
19:29 Cezayê polîsê ku Şerzan Kûrt kuşt careke din hat kêmkirin
16:10 Danişîna rojnamegeran 5 deqîqe dewam kir
15:43 Şandeya HDP û KCD'ê serdana xwe temam kir
15:33 Parlementera HDP’ê Surucu: Bi Ocalan re dest bi pêvajoyek nû bikin
15:25 Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan
15:02 'Bila binçavkirî bên berdan'
15:01 Sancar: Îktîdar li ber têkçûyînê ye werin em demokrasiyê ava bikin
14:52 Li Enqereyê welatiyekî xwest xwe bişewitîne
14:33 'Berî ku dereng bikeve dest ji pêkanînên xwe berdin, nexwe hûnê winda bikin’
14:32 Ji bo Demîrtaş serlêdana hesibandinê hat kirin
14:01 Parezera Doza JÎTEM'ê: Ne tenê fihêl kirin parastin jî
13:48 ESP’ê ji her kesî xwest ku li dijî binçavkirinê xwedî helwestek hevpar bin
13:33 Di qezaya Hîzanê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest da
13:14 Doza facîaya trenê ya Çorlu: Ev ne qezaye, cînayet e
12:30 Doza kuştina Şerzan Kûrt dê sibê bê dîtin
12:12 Sara Kaya nehat berdan
12:00 Danişîna Mizrakli hat taloqkirin
11:41 Li Xîzanê, mînîbus di zinarde werbû: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:33 Bêhiqûqiya 39 sal berê heta îro: 12’ê Îlonê
11:33 Nûçegîhanê Rojnewsê 20 rojin di bin çavan de ye
11:12 TAJÊ'yê di kongreyê de meclîsa xwe ya nû hilbijart
11:05 Temellî: Sedema herî mezin neçareserkirina pirsgirêka Kurd e
10:02 Bi xwezayî hildiberînin û bi xwezayî xwe xwedî dikin
09:46 Hevberdevka KÎD’ê Kaya: AKP pêşengtiya xerabî û zilmê dike
09:26 Lîstika 2014'an a malbatên pêş şaredariyê pûç derket
09:25 Tecrîd şermezar kir hat tecrîdkirin
09:24 Şahidên 12'ê Îlonê: Ger hevrûbûn çê nebe wê darbe li ser darbeyê bidomin
09:22 Parêzerên malbatên cenazeyên wan nadin wan: Em ê serî li NY'yê bidin
09:21 Wanî: Em 70 belayan zikê xwe têr dikin
09:21 Li gundiyên rastî îşkenceyê hatin bi îdiaya 'alîkariya rêxistinê kirine' doz vekirin
09:20 Warê bêhnvedanê: Ava Spî
09:20 Ji avakarên AKP'ê Bostan: Îstifa û îxrackirin ji bo partiyê şerê man û nemanê ne
09:19 Hevşaredara HDP’î: Ji bo Pirsûsê em ê bibin karker jî û xizmetkarê paqijiyê jî
09:18 'Şerwel û kumê bavê min nadin wî'
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2019'AN
10/09/2019
23:51 Li Bismilê zarokeke 9 salî hat îstismarkirin
17:50 Li Kerbelayê di çalakiyên Roja Aşûreyê de 31 kes mirin
16:51 Fermandarên DYA’yî piştî Enqerê derbasî Kaniya Xezalan dibin
16:19 1'emîn Kongreya TAJÊ bi 300 delegeyan destpê kir
15:56 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:53 ‘Yên ku dengê xwe nedan HDP’ê jî ji qeyûman acizin’
15:25 Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e
15:12 Rêxistina HDP'ê ya Mûşê bertek nîşanî bêerkirina endamên xwe da
15:09 Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 23'an de berdewam kir
14:23 Dozger ji nûçegihanê me Polat re ceza xwest
14:05 Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê 23 rojin didome
14:03 Malbatên 10’ê Cotmehê: Ger bê xwestin emê bixwe birdariya xwe ava bikin
14:03 Eskerên li Pîranê derketin operasyonê 2 kes binçav kirin
13:47 Malbata Şenyaşar ji bo edaletê li pêş avahiya edaletê ye: Hêj doz venebûye
13:21 Akademîsyenên Aştiyê: Gotina me ya aştiyê hîna bi dawî ne bûye
12:47 KCD: Siyasetmedarên hatin binçavkirin serbest berdin
12:32 Fermandarên DYA’yî tên Enqere yê
12:31 Destûr nedan rojnameger beşdarî danişîna doza TV10'ê bibin
11:58 Malbat beriya danişîna doza facîaya trênê meşiyan
11:48 Dozger xwest nivîskar Fîkret Başkaya bê cezakirin
11:48 ‘Nobeta Av û Wijdanê’ di roja 47’an de ye
11:31 19 Akademîsyenên Aştiyê yên din jî beraet kirin
11:19 Lêpirsîn derbarê meşa “Hevserokatî Xeta Me ya More” ya li Wanê de vekirin
11:15 Di doza JÎTEM'a ya Qoserê de Nurettîn hem dijî hem najî!
11:11 Bermayiyên mîna Xerabreşkê li Girê Kêçlê jî hatin dîtin
11:03 Ji nivîskar Fikret Başkaya re ceza xwestin
10:25 Li Wanê 17 endamên KCD û HDP’ê hatin binçavkirin