Dr. Gungor a peymana wê ya kar fesih kirin: Ez bijîşk im erka min jiyandina mirov e 2019-09-10 15:25:29   ENQERE – Danişina doza  Endama Konseya Navendî ya TTB'ê û Bijîşka Malbatê ya peymana wê ya kar fesih kirin Dr. Selma Gungor, li dadgeha îdarî hat dîtin. Gungor, di danişînê de got: “Ez bijîşk im. Erka min jiyandina mirov e. Başkirina mirovên nexweş e."    Endama Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabiban a Tirk (TTB) û Bijîşka Malbatê Dr. Selma Gungor bi hinceta di 24'ê çileya 2018'an de daxuyaniya "Şer Pirsgirêka Tenduristiyê ya Gel e" peymana wê ya kar hatibû fesihkirin. Piştre Wezareta Tenduristiyê der barê Dr. Selma Gungor de lêpirsîn vekiribû. Danişîna doza fesihkirina kar a Walîtiya Enqereyê li 3’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê hat dîtin. Di danişişînê de Dr. Selma Gungor û parêzera wê Leyla Verda Ersoy amade bûn. Bi armanca piştgiriyê bidin Dr. Gungor Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Sinan Adiyaman û endamên Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO), Serokê Sosyal Îş'ê ya DÎSK'ê Metin Ebeturk, Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci, Serokê Rêveberiya TMMOB'ê Emîn Koramaz, Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy û Sekretera Jinê ya SES'ê û Endama Lijneya Navendi ya SES'ê Selma Atabey tev li danişînê bûn.    KARÊ GUNGOR JI KÎJAN XALÊ HATIYE FESIHKIRIN NEDIYAR E   Danişîna dozê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Ewil Parêzera TTB'ê Leyla Verda Ersoy axivî û wiha got: "Piştî peymana kar a Bijîşka Malbatê Gungor hat fesihkirin, li Nexweşxaneya Yildirim Beyazit a Deriyê Derve peywira xwe berdewam kir. Ev bê qanûniyê nişan dide. Piştî fesihkirina kar daxuyaniyek bi hincet nehat nîşandan. Piştî daxuyaniya TTB’ê ya ‘Şer Pirsgirêka Tenduristiya Gel e " der barê muwekîla min de lêpirsîn hat vekirin. Li gel ku ev yek di Reveberiya Hekîmtiya Malbatê de tune ji peymana kar a muwekila min hat fesihkirin. Di hinceta fesihkirina kar de li gel benda 125/e an jî ji kîjan xalê karê wê hatiye fesihkirin nediyar e. J ber vê yekê em nizanin ku muwekîla min ji kijan bendê hatiye cezakirin û karê wê hatiye fesihkirin. "   LÊPIRSÎN LI DIJÎ HIQÛQÊ YE    Ersoy, anî ziman ku di lêpirsînê de tê gotin ku daxuyaniya TTB'ê li dijî Hereketa Zeytindali ye û diyar dike ku dewlet alîgirê şer e. Ersoy, destnîşan kir ku tê îdîakirin ku muwekila wê di nava TTB'ê de aramiyê xera kiriye lê endamê Navendî yê TTB'ê îmze avêtiye heman daxuyaniyê. Ersoy, destnîşan kir ku daxuyanî ji îfadekirina fikrê zêdetir danezana akademîk e û wiha got: "Di raporên lêpirsînê de li gorî xwe nirxandin heye. Li nêta xerab digerin. Ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye. Gelek hekîmên Odeya Tabiban îmze avêt bin vê danezanê. Yekîtiya Tabîbên Cîhanê jî têkildarî şer û pevçûnê helwesta xwe aşkere kirine. Muvekkila me jî di vê mijarê de helwesta xwe diyar kiriye. Piştî bijîşk û endamên Konseya Navendî ya TTB'ê hatin binçavkirin, Yekîtiya Tabîbên Cîhanê jî fikara xwe anîn ziman u diyar kirin ku wê îmzeyê bavêjin bin heman danezanê. Divê ev danezan di çarçoveya azadiya îfadeyê de bê destgirtin. DMME û ev sazî têkildarî van mijaran diyar dikin ku fikr bi qîmet e. Ev lêpirsîn li dijî hiqûqê ye."   'LÊPIRSÎN LI DIJÎ AZADIYA RÊXISTINBÛNÊ YE'    Prz. Mustafa Guler, jî parastin kir û diyar kir ku ev karê îdarî yê lêpirsînê li dijî mafê azadiya rêxistinbûnê ye û wiha got: TTB saziyek 90 salî ye. Li gorî zagonan hatiye avakirin. Dikare lêpirsîn bike û rexne bike. Daxuyaniya TTB’ê û eleweya karmendiya dewletê bi hev tune ye.    Prz. Zîynet Ozçelîk, jî destnîşan kir ku lêpirsîn dikare bi destûra Wezareta Tenduristiyê bê vekirin û ji bo vê yekê jî divê tiştekî li dijî hiqûqê bê tespîtkirin. Ozçelîk, da zanîn ku biryarek ji rastiyan dûr hatiye stendin. û wiha got: “Ev daxuyanî rexneyek ji bo civakek demokratîk e. Ji ber gotina "avakirina aştiyê û dûrketina ji pevçûnan" divê peymana kar a muwekila me neyê fesihkirin.    EZ HEKÎM IM ERKA MIN JIYANDIN E   Endama Konseya Navendî ya TTB'ê û Bijîşka Malbatê Dr. Selma Gungor jî parastin kir û got: “Ez bijîşk im. Erka min jiyandinamirovan e. Başkirina mirovên nexweş e. Çi tişta ku jiyana mirovan tehdît bike ez li dijî wê me. Ji bo ez wan ji holê rakim ez bi wan gefan re têdikoşim. Tiştê ku bibin sedema mirin, birîndarkirin û xerakirina derûniya mirovan û tenduristiyê têxin talûkeyê, dîsa xizmeta tenduristiyê ji holê rakin, em li dijî wê ne. Aştî nirxa herî girîng a pîşeya me ye.    Rêxistina Me Yekîtiya Tabiban a Tirk vê erka xwe ya aştiyê û li dijî şer ji bo hemû civake pêk tîne û diparêze. Ji ber vê yekê hemû rêxistinên pîşeyî yê hekiman ê cîhanê li dijî şer in û aştiyê diparêzin. Me jî li gorî vê berpirsiyariya xwe ev daxuyanî da. Ez dixwazin biryara dadgehê bê betalkirin û vê rewşa betalkirina kar bi dawî bikin."    Parêzera li ser navê Walîtiya Enqereyê doz şopand Arzu Batur jî parast ku doz li gorî hiqûqê ye û xwest doz bê redkirin. Piştî parastinan 3’emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê diyar kir ku wê biryarê bi nivîskî ji aliyan re ragihîne.    Piştî danişînê Serokê Konseya TTB'ê Sînan Adıyaman, diyar kir ku îdareyê li ser zextên siyasî peymana kar a endama Konseya Navendî ya TTB'ê betal kiriye û ev yek li dijî demokrasiyê ye. Adiyaman, destnîşan kir ku ev daxuyanî di çarçoveya sûc de nayê nirxandin û xwest dadgeh li gorî hiqûqê biryarê bide.