ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN

* Li Wanê, Nobeta Demokrasiyê bê navber 19 rojin dewam dike. Dengbêj Tayîp Balkan, bi kilam û stranên xwe yên destanên qedîm ên gelê Kurd vedibêje, beşdarî çalakiyê dibe. Dengbêj Balkan, diyar kir ku çi dibe bila bibe, divê ew vê zilamê ji zarokên xwe re vebêjin.

* Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl, bilêv kir ku ji ber helwesta HDP'ê ya di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de, niha tê xwestin partiya wan "bi destê qeyûman bê cezakirin" û got, dibe ku ev êrîş zêde jî bibin. 
 
* Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, bilêv kir ku di 5 salên dawî de ji ber dermankirineke çewt, zirareke mezin gihaştiye pembû û populasyona kêzikan zêde bûye. Ûcaman, ji bo vê bal kişand ser rêbazên çandeyî. 
 
* Rojnamevan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, ji bo tayînkirina qeyûman diyar kirin ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin rejîma yekzilamî bê mayîndekirin û gotin, li dijî vê tenê rêyek li ber muxalefetê heye, ew jî têkoşîneke hevpar e. 
 
* Wezîrê Turîzm û Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay, kesên ji AKP'ê îstifa kirin û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî di nav de 4 kesên sewqî desteya dîsîplînê hatin kirin nirxandin. 
 
* Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek ku 19 roj in her roj tev li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman dibe, got: "Heta ku AKP, li dijî kurdan polîtîkayên xwe yên tolhildanê bidomîne wê hîn bêtir binav bibe." 
 
* Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KNK'ê Selahattîn Soro, ji bo Tirkiye ku li Sûriyeyê tengijiye got: "Li gor berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê bûye dewleteke dûvelangî û tê beralîkirin." 
 
* Bi gotina Amediyan "Xalê Seyîdxan" ango Seyîdxanê Boyaxcî yê bi salane di nava hezkirin û dilê Amediyan de cih digire felç derbas kir. Boyaxcî yê nexweş got: “Dengbêjî eşq e.” 
 
* Danişîna doza Seroka CHP'ê ya Stenolê Canan Kaftancioglu, wê li 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)
 
* Çalakiyên HDP'ê yên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûm wê li Wan, Amed û Mêrdînê di roja 19'an de berdewam bike. (11.00-13.00)
 
* Baroya Amedê ji bo aqûbeta Serokê Baro yê berê Tahîr Elçî bipirse wê di hefteya 192'an de li pêş Edliyeya Amedê Kursiya Tahîr Elçî berdewam bike.(13.00)  
 
Baroya Amedê, wê têkildarî doza kuştina Prz. Muzeyyen Boylu li pêş Navenda Alîkariya Edlî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
 
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, wê li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30) 
 
* Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven  wê li Geverê bi gel re bê cem hev. (12.00)
 
* Nobeta Wîcdan û Avê ya li Çiyayê Kazê wê di roja 43'an de berdewam bike. (13.00)

Sernavên din

07/09/2019
09:56 Îşkenceya di bin çavan de 'kêmasiya peywirê' hat hesibandin
09:52 Qeyûm li otela 400 kesan di şevekê de Hezar û 271 kes kirin mêvan!
09:03 Dîrokzan Bayrak: Tayînkirina qeyûman berdewamiya Plan Şarq Islahatê ye
09:02 Ozkan: Agirbesta li Îdlibê ji bo leşker vekişin hat îlankirin
09:00 ‘Divê karker li hemberî mobbîngê mafên xwe biparêzin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2019'AN
06/09/2019
20:19 Hevşaredarên Licê hatin berdan
20:00 Platforma Kedê: Wê pêdiviya we jî bi hiqûq û demokrasiyê çê bibe
17:14 Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê: Divê rayedar ji bo girtîgehan bikevin tevgerê
16:57 9 sal ceza li Kaftancioglû birîn
16:16 Başaran: Sedema çûyîna zarokên we ya çiya siyaseta şer a hikûmetê ye
16:15 Sancar: Em ê ‘Plana Çongdanînê’ jî têk bibin
15:26 Velî Saçilik behsa îşkenceya polîsan kir
15:08 Şahiya vekirina Şaredariya Dêrikê hat qedexekirin
14:58 Têkiliya di navbera endamê DAIŞ'ê Bali û MÎT'ê de ket rojeva meclisê
14:42 Wezaret, walîtî û çapemenî wî kuştî ragihand, lê ew di binçavan de ye
14:26 Îmamoglu ji Soylu re got: Ez xwe bi polemîkan xwedî nakim
14:21 Huda Kaya bersiva Soylu da: Ji xeynî we kes xayîn tune ye
14:03 'Qetilkirina jinan a dişibe hev ne tesaduf e'
13:55 Soylu: Ez ê roja yekşemê eşkere bikim
13:49 Piştî biryara AYM’ê berata ewil dan akademîsyen Şendenîz
13:40 Çalakiya nobeta li Çiyayê Kazê di roja 43’yemîn de ye
13:32 Li Mersînê endamên Meclisa Cîwanan a HDP'ê hatin binçavkirin.
13:15 Şaredariya Dêrikê pirtûkên kurdî li zarokan belav kir
13:03 4 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:26 Girtî Kaya yê ji sedî 25 dilê wî dixebite: Bila cezayê min bê taloqkirin
11:47 Kaftancioglu: 27 sal jî ceza bidin min ez ê heqîqetê bêjim
11:08 Li Dersimê operasyona leşkerî dest pê kir
10:46 Medyayê li herêmê derabe daxist: Armanc ew e bîrê paqij bikin
09:55 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:47 Piştî pereyê 'Qada Hevpar' niha jî birîna ji sedî 35
09:33 Seyîdxanê Boyaxcî yê nexweş ketiye: Dengbêjî eşq e
09:17 Soro: Divê gefên AKP'ê yên ji bo operasyonê cidî bê girtin
09:16 Berteka Çîftyurek a ji bo tayînkirina qeyûman: Ev çirav e
09:16 Wezîrê Çandê yê berê Gunay: AKP bi darê zorê emrê xwe dirêj dike
09:15 'Li dijî qeyûman tekane rê têkoşîneke hevpar e'
09:12 Ji ber dermankirineke şaş populasyona kêzikên zirarê didin pembû zêde bûye
09:11 'AKP, dixwaze bi qeyûman partiya me ceza bike'
09:10 Bi kilamên xwe beşdarî Nobeta Demokrasiyê dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN
08:13 Karkera findeqan a bizmar di piyê wê re çû jiyana xwe ji dest da
05/09/2019
19:34 Di avêtina ser sendîkayan de pankarta 'dest nedin vîna min' hat daxistin
19:24 Hevşaredarên Licê hatin binçavkirin
16:34 Li Enqereyê platforma avhewayê ava bû
16:12 Danişîna Mulkiye Bîrtane hat taloqkirin
16:08 Her kes diherike Yenîkapi: Divê her kes vê îsrafê bibîne
16:02 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo Demîrtaş bang kirin
15:51 'Alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind dikin’
15:37 Qeyûmê nû qeyûmê berê derewand
15:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:15 Li Gever, Şirnex û Hezexê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin
14:35 Ozturk: Leyîstika girtina HDP’ê ye
14:35 Kiliçdaroglû: Polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e
14:32 Li Dêrsimê ji bo mehekê çalakî qedexe kirin
14:17 Li Mêrdînê roja 18’emîn: Em ê dawî li talan, derew û heramiyê bînin
14:11 ÎHD: Kesen hatin binçavkirin berdin
13:51 Erdogan dîsa gef xwar: Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin
13:48 'Berxwedayîna li dijî darbeyan deynê sitûyê me ye’
13:47 Polisan li Îzmîrê êrîşê Nobeta Demokrasiyê kir
12:54 YE: Tayînkirina qeyûman xesarek micid da demokrasiya herêmî
12:32 Girtiyê nexweş Demîrhan dîsa bernedan
12:16 Li Êlihê pirsgirêka avê çareser bû
12:10 DEDAŞ’ê gelê Hezexê jî bê hav hişt
12:04 Girtiyên jin rastî gefên midûrê girtîgehê hatin
11:51 Walîtiyê bersiv da dorpêça HDP’ê: Pêkanîn ne di çarçoveya tedbîrên emniyetê de ye
11:16 Li Girtigeha Kirikkale gardiyanên bi robocop lêgerîn dikin
11:11 Li Edeneyê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin
11:04 Derbarê Ahmet Turk de lêpirsîna ‘Hevserokatiyê’ vekirin
10:44 Beştaş: Bi fermanê hat girtin bi fermanê jî biryara berdanê dan
10:40 Di nav salekê de 800 hezar kesî ji AKP'ê îstifa kiriye
10:28 Kesên li Beşiktaşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:21 Wêneyê îşkenceya li Xalfetî parve kir doz lê hat vekirin
10:12 Bêyî ku biryarê teblîg bikin dayika Raîfe girtine
09:56 Hevserokê KCD'ê Ozturk bang li Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê kir
09:53 Parêzer Aktar: Tu spartinek hiqûqî ku dê ji wezîfeyê dûr xistin mafdar bibîne nîne
09:29 Qeyûmê Amedê serwîsa malpera Kurdî rawestand
09:29 Endamên Meclîsa HDP'ê: Em ê dev ji pergala hevserokatiyê bernedin
09:27 Bi dek û dolaban nikarin civakî bixapînin
09:25 Cenazeyê Mucahît Yilmaz piştî 46 rojan defin kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2019'AN
04/09/2019
21:46 Destê Velî Saçilik bi qayîşa wî hat kelemçekirin!
20:22 Piştî 46 rojan malbatê cenazeyê Yilmaz wergirt
17:02 Parlamenterê DEP'ê Sancar li cihê lê hat kuştin bibîr anîn
16:08 Pirsgirêka ava Êlihê hat çareserkirin
16:08 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’emîn de ye
16:07 Protestoyên qeyûman berbelav dibin: Em ê bi têkoşîna demokrasiyê li ber xwe bidin
15:31 Nobeta Demokrasiyê: Em azadiya xwe dixwazin
14:59 “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê di roja 41’emîn deye
14:17 Ozturk: Ev gel paşde gav navêt û navêje jî
13:40 Qeyûm tayînî şûna endamên meclîsê kirin
13:39 Tanrikulu yê CHP’î hevşaredarên li Wanê yên ji peywirê hatin girtin ziyare kirin
13:26 MYK'a HDP'ê: Îktidar-Midûriyeta polîsan bi hevre lîstikan amade dikin
13:22 Hevşaredarê Êlihê Demîr: DEDAŞ bi qûtkirina ceryanê sûc dike
12:50 Li pêşiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê gengeşî derket
12:44 Danişîna doza Hrant Dink dest pê kir: Bila yên gotin bikuje bên darizandin
12:39 Akademîsyenên Aştiyê piştgirî dan Nobeta Demokrasiyê
12:31 Hevserokê HDP’a Amedê Ceylan: Lîstikek siyasî ye, emniyet malbatan araste dike
12:06 49 jin di meha Tebaxê de hatin qetilkirin
11:48 Aborîzan Şahînoz: Çavkaniyên ku aboriyê bi ruh bike zuha bûne