ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-06 09:00:26 * Li Wanê, Nobeta Demokrasiyê bê navber 19 rojin dewam dike. Dengbêj Tayîp Balkan, bi kilam û stranên xwe yên destanên qedîm ên gelê Kurd vedibêje, beşdarî çalakiyê dibe. Dengbêj Balkan, diyar kir ku çi dibe bila bibe, divê ew vê zilamê ji zarokên xwe re vebêjin. * Parlementerê HDP'ê Mahmût Togrûl, bilêv kir ku ji ber helwesta HDP'ê ya di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'yê Hezîranê de, niha tê xwestin partiya wan "bi destê qeyûman bê cezakirin" û got, dibe ku ev êrîş zêde jî bibin.    * Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Ûcaman, bilêv kir ku di 5 salên dawî de ji ber dermankirineke çewt, zirareke mezin gihaştiye pembû û populasyona kêzikan zêde bûye. Ûcaman, ji bo vê bal kişand ser rêbazên çandeyî.    * Rojnamevan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, ji bo tayînkirina qeyûman diyar kirin ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin rejîma yekzilamî bê mayîndekirin û gotin, li dijî vê tenê rêyek li ber muxalefetê heye, ew jî têkoşîneke hevpar e.    * Wezîrê Turîzm û Çandê yê berê Ertûgrûl Gunay, kesên ji AKP'ê îstifa kirin û Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû jî di nav de 4 kesên sewqî desteya dîsîplînê hatin kirin nirxandin.    * Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek ku 19 roj in her roj tev li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman dibe, got: "Heta ku AKP, li dijî kurdan polîtîkayên xwe yên tolhildanê bidomîne wê hîn bêtir binav bibe."    * Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KNK'ê Selahattîn Soro, ji bo Tirkiye ku li Sûriyeyê tengijiye got: "Li gor berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê bûye dewleteke dûvelangî û tê beralîkirin."    * Bi gotina Amediyan "Xalê Seyîdxan" ango Seyîdxanê Boyaxcî yê bi salane di nava hezkirin û dilê Amediyan de cih digire felç derbas kir. Boyaxcî yê nexweş got: “Dengbêjî eşq e.”    * Danişîna doza Seroka CHP'ê ya Stenolê Canan Kaftancioglu, wê li 37’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Çalakiyên HDP'ê yên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûm wê li Wan, Amed û Mêrdînê di roja 19'an de berdewam bike. (11.00-13.00)   * Baroya Amedê ji bo aqûbeta Serokê Baro yê berê Tahîr Elçî bipirse wê di hefteya 192'an de li pêş Edliyeya Amedê Kursiya Tahîr Elçî berdewam bike.(13.00)     Baroya Amedê, wê têkildarî doza kuştina Prz. Muzeyyen Boylu li pêş Navenda Alîkariya Edlî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, wê li Navenda HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)    * Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê Leyla Guven  wê li Geverê bi gel re bê cem hev. (12.00)   * Nobeta Wîcdan û Avê ya li Çiyayê Kazê wê di roja 43'an de berdewam bike. (13.00)