Nobeta Demokrasiyê: Em azadiya xwe dixwazin

img

AMED - Rêxistina Partiya Demoratik a Gelan (HDP) ya Amedê, di çarçoveya çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 17'an de Nobeta Demokrasiyê berdewam kir. Nivîskar Eşber Yagmurderelî, diyar kir ku ew azadiya ku ji bo wê berdêl dane dixwazin û wiha got: “Ji bo azadiya xwe emê têkoşîna xwe berdewam bikin." 

Çalakiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ya li dijî tayînkirina qeyûm, li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’an de berdewam dike. Di çalakiya îro de Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Şebnem Korur Fincanci, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîlderelî, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can û nivîskar Eşber Yagmurderelî, tev li Nobeta Demokrasiyê bûn û li kursiya serbest axaftin kirin. 
 
YAGMURDERELÎ: DIVÊ JI BO AZADIYÊ EM BEDELAN BIDIN
 
Nivîskar Eşber Yağmurderelî, diyar kir ku tayînkirina qeyûman nişan didin ku li Tirkiye demokrasî tune û hiqûq ne di meriyetê de ye. Esasê “Demokrasiyê ew vîna ku ji sindoqan derketiye divê hurmetê nîşan bidin. Lê îro em dibînin ku hurmet nîşanî vê vînê nayê dayîn. Ger ku vîna sindoqan li ber çavan neyê girtin wê demê demokrasî tê binpêkirin. Li vi welatî ji bo destkeftiyên demokrasiyê divê bêtir em têbikoşin û em bedel bidin. Me wekî gel ji bo azadî û demokrasiyê bedel dan. Hewce be emê bedelên din bidin. Em dizanin ku demokrasi û azadî ne lutûf e. Em azadiya xwe dixwazin." 
 
TURKDOGAN: DEST JI GARABETA HIQÛQÊ BERDIN
 
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku bi armanca li dijî darbeya li hemberî demokrasiye nerazibûnên xwe bînin ziman hatine Amedê û wiha got: "Parazvanên mafên mirovan divê di rewşê wisa de bêtir li mafê aştiyê xwedî derkevin. Bi rastî pêdiviya vê axê ji aştiyê heye. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin a Kurd heye. Îktîdara siyasî ya li Tirkiye hewl dide bi rêbaza tundiyê pirsgirêkê çareser bike. Wê hêj çend canên din biçe. Em carek din naxwazen ev dubare bibe. Zû an jî dereng emê aştiyê pêş bixin. Aştî wê bi ser bikeve." 
 
ÎKTÎDARA SIYASÎ VÎNA KURT TUNE DIHESIBÎNE
 
Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci, diyar kir ku li Tirkiye demek dirêj e îktîdara siyasî vîna gelê Kurd a siyasî tune dihesibîne û wiha got: “Îktîdar bi sucdariya nifrînê bi hemû hêza xwe êrîşî hêza gelê Kurd dike. 
Em wekî parazvanên mafên mirovan berxwedana xwe berdewam dikin. Em dibêjin berxwedan jiyan e. Mirovahî bi berxedannê digêje armanca xwe. Ji ber ve yekê berxwedan pir bi qîmet e. Divê gelê Tirkiye vê yekê bibîne. 
 
YEŞİLDERELî: JI BO EM LI DIJ DERKEVIN EM LI VIR IN
 
Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîlderelî jî anî ziman ku ji bo li dijî vê yekê derkevin hatine û wiha got: "Ji bo em li dijî pêkanînên dijdemokratîk derkevin em hatine vir. 
 
Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can jî anî ziman ku girîng e çalakiyên li dijî van pêkanînan mezin bikin û got: "Divê mirov çalakiyên demokratik belav bike. Ev gelek giring e. 
 
 
Piştî axaftina li ser Kursiya serbest li pişt pankarta “Dest nede vîna min" daxuyanî dan. Li ser navê girsê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, daxuyanî da. Ozsoy, anî ziman ku di rojên dawî de malbatan dişînin ber avahiya HDP'ê û wiha got: "Malbatên bi îdîaya 'Zarokên me dişînin çiyê' li pêş aavahiya HDP'ê rûdinên bi zanebûn û plan tê kirin. Bi armanca dengê me yê li dijî qeyûm bitepisînin û çalakiyên me wekî dijdemokratîk nîşan bidin van lîstikan amade dikin. Malbatan bi zanebûn û plankirî dişînin pêş avahiya HDP'ê. Bi vê yekê dixwazin partiya me reş bikin. Di nava 15 rojan de ev bûyer dibare dibin. Ev ne ji rêzê û tesatifî ye. Ajansa Anadolu û îktîdar bi hevre malbatan li partiya me sor dikin. Bi hevre fîlm amade dikin. 
 
'EMÊ ÎSYANA XWE BILIND BIKIN'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir jî bal kişand ser tayinkirina qeyûman û wiha got: "Em dizanin ku di sala 2016’an piştî qeyûm tayîn kirin dest bi asimilasyonê kirin. Tabelayên Kurdî rakirin. Dibistanên seretayî yên Zimanê Kurdî girtin. Ev qeyûm e an jî waliyê mêtîngeriyê ye? Em baş dizanin ku ji me ditirsin. Di rejîma yek zilamî de demokrasî tune. Ji ber vê yekê li dijî pergala Hevserokatiyê derdikevin. Hevserokatî civaka wekhev e. Jin dibêjin "Hevserokatî xeta xemrî ye." Heta ku em qeyûman ji vir bişînin emê çalakî û têkoşîna xwe bilind bikin." 
 
Çalakiya Nobeta Demokrasi bi rûniştina 10 deqîqan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/09/2019
09:56 Îşkenceya di bin çavan de 'kêmasiya peywirê' hat hesibandin
09:52 Qeyûm li otela 400 kesan di şevekê de Hezar û 271 kes kirin mêvan!
09:03 Dîrokzan Bayrak: Tayînkirina qeyûman berdewamiya Plan Şarq Islahatê ye
09:02 Ozkan: Agirbesta li Îdlibê ji bo leşker vekişin hat îlankirin
09:00 ‘Divê karker li hemberî mobbîngê mafên xwe biparêzin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2019'AN
06/09/2019
20:19 Hevşaredarên Licê hatin berdan
20:00 Platforma Kedê: Wê pêdiviya we jî bi hiqûq û demokrasiyê çê bibe
17:14 Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê: Divê rayedar ji bo girtîgehan bikevin tevgerê
16:57 9 sal ceza li Kaftancioglû birîn
16:16 Başaran: Sedema çûyîna zarokên we ya çiya siyaseta şer a hikûmetê ye
16:15 Sancar: Em ê ‘Plana Çongdanînê’ jî têk bibin
15:26 Velî Saçilik behsa îşkenceya polîsan kir
15:08 Şahiya vekirina Şaredariya Dêrikê hat qedexekirin
14:58 Têkiliya di navbera endamê DAIŞ'ê Bali û MÎT'ê de ket rojeva meclisê
14:42 Wezaret, walîtî û çapemenî wî kuştî ragihand, lê ew di binçavan de ye
14:26 Îmamoglu ji Soylu re got: Ez xwe bi polemîkan xwedî nakim
14:21 Huda Kaya bersiva Soylu da: Ji xeynî we kes xayîn tune ye
14:03 'Qetilkirina jinan a dişibe hev ne tesaduf e'
13:55 Soylu: Ez ê roja yekşemê eşkere bikim
13:49 Piştî biryara AYM’ê berata ewil dan akademîsyen Şendenîz
13:40 Çalakiya nobeta li Çiyayê Kazê di roja 43’yemîn de ye
13:32 Li Mersînê endamên Meclisa Cîwanan a HDP'ê hatin binçavkirin.
13:15 Şaredariya Dêrikê pirtûkên kurdî li zarokan belav kir
13:03 4 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:26 Girtî Kaya yê ji sedî 25 dilê wî dixebite: Bila cezayê min bê taloqkirin
11:47 Kaftancioglu: 27 sal jî ceza bidin min ez ê heqîqetê bêjim
11:08 Li Dersimê operasyona leşkerî dest pê kir
10:46 Medyayê li herêmê derabe daxist: Armanc ew e bîrê paqij bikin
09:55 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:47 Piştî pereyê 'Qada Hevpar' niha jî birîna ji sedî 35
09:33 Seyîdxanê Boyaxcî yê nexweş ketiye: Dengbêjî eşq e
09:17 Soro: Divê gefên AKP'ê yên ji bo operasyonê cidî bê girtin
09:16 Berteka Çîftyurek a ji bo tayînkirina qeyûman: Ev çirav e
09:16 Wezîrê Çandê yê berê Gunay: AKP bi darê zorê emrê xwe dirêj dike
09:15 'Li dijî qeyûman tekane rê têkoşîneke hevpar e'
09:12 Ji ber dermankirineke şaş populasyona kêzikên zirarê didin pembû zêde bûye
09:11 'AKP, dixwaze bi qeyûman partiya me ceza bike'
09:10 Bi kilamên xwe beşdarî Nobeta Demokrasiyê dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN
08:13 Karkera findeqan a bizmar di piyê wê re çû jiyana xwe ji dest da
05/09/2019
19:34 Di avêtina ser sendîkayan de pankarta 'dest nedin vîna min' hat daxistin
19:24 Hevşaredarên Licê hatin binçavkirin
16:34 Li Enqereyê platforma avhewayê ava bû
16:12 Danişîna Mulkiye Bîrtane hat taloqkirin
16:08 Her kes diherike Yenîkapi: Divê her kes vê îsrafê bibîne
16:02 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo Demîrtaş bang kirin
15:51 'Alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind dikin’
15:37 Qeyûmê nû qeyûmê berê derewand
15:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:15 Li Gever, Şirnex û Hezexê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin
14:35 Ozturk: Leyîstika girtina HDP’ê ye
14:35 Kiliçdaroglû: Polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e
14:32 Li Dêrsimê ji bo mehekê çalakî qedexe kirin
14:17 Li Mêrdînê roja 18’emîn: Em ê dawî li talan, derew û heramiyê bînin
14:11 ÎHD: Kesen hatin binçavkirin berdin
13:51 Erdogan dîsa gef xwar: Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin
13:48 'Berxwedayîna li dijî darbeyan deynê sitûyê me ye’
13:47 Polisan li Îzmîrê êrîşê Nobeta Demokrasiyê kir
12:54 YE: Tayînkirina qeyûman xesarek micid da demokrasiya herêmî
12:32 Girtiyê nexweş Demîrhan dîsa bernedan
12:16 Li Êlihê pirsgirêka avê çareser bû
12:10 DEDAŞ’ê gelê Hezexê jî bê hav hişt
12:04 Girtiyên jin rastî gefên midûrê girtîgehê hatin
11:51 Walîtiyê bersiv da dorpêça HDP’ê: Pêkanîn ne di çarçoveya tedbîrên emniyetê de ye
11:16 Li Girtigeha Kirikkale gardiyanên bi robocop lêgerîn dikin
11:11 Li Edeneyê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin
11:04 Derbarê Ahmet Turk de lêpirsîna ‘Hevserokatiyê’ vekirin
10:44 Beştaş: Bi fermanê hat girtin bi fermanê jî biryara berdanê dan
10:40 Di nav salekê de 800 hezar kesî ji AKP'ê îstifa kiriye
10:28 Kesên li Beşiktaşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:21 Wêneyê îşkenceya li Xalfetî parve kir doz lê hat vekirin
10:12 Bêyî ku biryarê teblîg bikin dayika Raîfe girtine
09:56 Hevserokê KCD'ê Ozturk bang li Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê kir
09:53 Parêzer Aktar: Tu spartinek hiqûqî ku dê ji wezîfeyê dûr xistin mafdar bibîne nîne
09:29 Qeyûmê Amedê serwîsa malpera Kurdî rawestand
09:29 Endamên Meclîsa HDP'ê: Em ê dev ji pergala hevserokatiyê bernedin
09:27 Bi dek û dolaban nikarin civakî bixapînin
09:25 Cenazeyê Mucahît Yilmaz piştî 46 rojan defin kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2019'AN
04/09/2019
21:46 Destê Velî Saçilik bi qayîşa wî hat kelemçekirin!
20:22 Piştî 46 rojan malbatê cenazeyê Yilmaz wergirt
17:02 Parlamenterê DEP'ê Sancar li cihê lê hat kuştin bibîr anîn
16:08 Pirsgirêka ava Êlihê hat çareserkirin
16:08 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’emîn de ye
16:07 Protestoyên qeyûman berbelav dibin: Em ê bi têkoşîna demokrasiyê li ber xwe bidin
15:31 Nobeta Demokrasiyê: Em azadiya xwe dixwazin
14:59 “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê di roja 41’emîn deye
14:17 Ozturk: Ev gel paşde gav navêt û navêje jî
13:40 Qeyûm tayînî şûna endamên meclîsê kirin
13:39 Tanrikulu yê CHP’î hevşaredarên li Wanê yên ji peywirê hatin girtin ziyare kirin
13:26 MYK'a HDP'ê: Îktidar-Midûriyeta polîsan bi hevre lîstikan amade dikin
13:22 Hevşaredarê Êlihê Demîr: DEDAŞ bi qûtkirina ceryanê sûc dike
12:50 Li pêşiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê gengeşî derket
12:44 Danişîna doza Hrant Dink dest pê kir: Bila yên gotin bikuje bên darizandin
12:39 Akademîsyenên Aştiyê piştgirî dan Nobeta Demokrasiyê
12:31 Hevserokê HDP’a Amedê Ceylan: Lîstikek siyasî ye, emniyet malbatan araste dike
12:06 49 jin di meha Tebaxê de hatin qetilkirin
11:48 Aborîzan Şahînoz: Çavkaniyên ku aboriyê bi ruh bike zuha bûne