Nobeta Demokrasiyê: Em azadiya xwe dixwazin 2019-09-04 15:31:20 AMED - Rêxistina Partiya Demoratik a Gelan (HDP) ya Amedê, di çarçoveya çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm di roja 17'an de Nobeta Demokrasiyê berdewam kir. Nivîskar Eşber Yagmurderelî, diyar kir ku ew azadiya ku ji bo wê berdêl dane dixwazin û wiha got: “Ji bo azadiya xwe emê têkoşîna xwe berdewam bikin."  Çalakiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ya li dijî tayînkirina qeyûm, li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’an de berdewam dike. Di çalakiya îro de Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) Şebnem Korur Fincanci, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîlderelî, Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can û nivîskar Eşber Yagmurderelî, tev li Nobeta Demokrasiyê bûn û li kursiya serbest axaftin kirin.    YAGMURDERELÎ: DIVÊ JI BO AZADIYÊ EM BEDELAN BIDIN   Nivîskar Eşber Yağmurderelî, diyar kir ku tayînkirina qeyûman nişan didin ku li Tirkiye demokrasî tune û hiqûq ne di meriyetê de ye. Esasê “Demokrasiyê ew vîna ku ji sindoqan derketiye divê hurmetê nîşan bidin. Lê îro em dibînin ku hurmet nîşanî vê vînê nayê dayîn. Ger ku vîna sindoqan li ber çavan neyê girtin wê demê demokrasî tê binpêkirin. Li vi welatî ji bo destkeftiyên demokrasiyê divê bêtir em têbikoşin û em bedel bidin. Me wekî gel ji bo azadî û demokrasiyê bedel dan. Hewce be emê bedelên din bidin. Em dizanin ku demokrasi û azadî ne lutûf e. Em azadiya xwe dixwazin."    TURKDOGAN: DEST JI GARABETA HIQÛQÊ BERDIN   Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku bi armanca li dijî darbeya li hemberî demokrasiye nerazibûnên xwe bînin ziman hatine Amedê û wiha got: "Parazvanên mafên mirovan divê di rewşê wisa de bêtir li mafê aştiyê xwedî derkevin. Bi rastî pêdiviya vê axê ji aştiyê heye. Li Tirkiye pirsgirêka herî mezin a Kurd heye. Îktîdara siyasî ya li Tirkiye hewl dide bi rêbaza tundiyê pirsgirêkê çareser bike. Wê hêj çend canên din biçe. Em carek din naxwazen ev dubare bibe. Zû an jî dereng emê aştiyê pêş bixin. Aştî wê bi ser bikeve."    ÎKTÎDARA SIYASÎ VÎNA KURT TUNE DIHESIBÎNE   Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korur Fincanci, diyar kir ku li Tirkiye demek dirêj e îktîdara siyasî vîna gelê Kurd a siyasî tune dihesibîne û wiha got: “Îktîdar bi sucdariya nifrînê bi hemû hêza xwe êrîşî hêza gelê Kurd dike.  Em wekî parazvanên mafên mirovan berxwedana xwe berdewam dikin. Em dibêjin berxwedan jiyan e. Mirovahî bi berxedannê digêje armanca xwe. Ji ber ve yekê berxwedan pir bi qîmet e. Divê gelê Tirkiye vê yekê bibîne.    YEŞİLDERELî: JI BO EM LI DIJ DERKEVIN EM LI VIR IN   Serokê Komeleya Hîndekarên Zanîngehê Prof. Dr. Tahsin Yeşîlderelî jî anî ziman ku ji bo li dijî vê yekê derkevin hatine û wiha got: "Ji bo em li dijî pêkanînên dijdemokratîk derkevin em hatine vir.    Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can jî anî ziman ku girîng e çalakiyên li dijî van pêkanînan mezin bikin û got: "Divê mirov çalakiyên demokratik belav bike. Ev gelek giring e.      Piştî axaftina li ser Kursiya serbest li pişt pankarta “Dest nede vîna min" daxuyanî dan. Li ser navê girsê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, daxuyanî da. Ozsoy, anî ziman ku di rojên dawî de malbatan dişînin ber avahiya HDP'ê û wiha got: "Malbatên bi îdîaya 'Zarokên me dişînin çiyê' li pêş aavahiya HDP'ê rûdinên bi zanebûn û plan tê kirin. Bi armanca dengê me yê li dijî qeyûm bitepisînin û çalakiyên me wekî dijdemokratîk nîşan bidin van lîstikan amade dikin. Malbatan bi zanebûn û plankirî dişînin pêş avahiya HDP'ê. Bi vê yekê dixwazin partiya me reş bikin. Di nava 15 rojan de ev bûyer dibare dibin. Ev ne ji rêzê û tesatifî ye. Ajansa Anadolu û îktîdar bi hevre malbatan li partiya me sor dikin. Bi hevre fîlm amade dikin.    'EMÊ ÎSYANA XWE BILIND BIKIN'   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir jî bal kişand ser tayinkirina qeyûman û wiha got: "Em dizanin ku di sala 2016’an piştî qeyûm tayîn kirin dest bi asimilasyonê kirin. Tabelayên Kurdî rakirin. Dibistanên seretayî yên Zimanê Kurdî girtin. Ev qeyûm e an jî waliyê mêtîngeriyê ye? Em baş dizanin ku ji me ditirsin. Di rejîma yek zilamî de demokrasî tune. Ji ber vê yekê li dijî pergala Hevserokatiyê derdikevin. Hevserokatî civaka wekhev e. Jin dibêjin "Hevserokatî xeta xemrî ye." Heta ku em qeyûman ji vir bişînin emê çalakî û têkoşîna xwe bilind bikin."    Çalakiya Nobeta Demokrasi bi rûniştina 10 deqîqan bi dawî bû.