Hevserokê HDP’a Amedê Ceylan: Lîstikek siyasî ye, emniyet malbatan araste dike

img

AMED – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku hin malbatên bi îdiaya “zarokên wan birine çiya” bi arastekirina emniyetê tên li ber avahiya partiya wan rûdinên û rewşê wek “lîstikek siyasî” nirxand. 

Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî rûniştina hin malbatan bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan biriye çiyê” û êrîşên li dijî avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat. Beriya daxuyaniyê hat dîtin ku polîs çûn cem malbatên “çalakiya rûniştinê” li dar dixistin û demek li gel wan axivîn. Balkêş e ku medya havuzê beriya niha daxuyanî û çalakiyên HDP’ê naşopîne lê di daxuyaniya îro di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Hevserokê Rêxistina HDP’ê Zeyyat Ceylan, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Dersim Dag û Musa Farisogullari û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceylan bi bal kişandina ser polîtîkaya qeyûman dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “HDP’ê bi serkeftinek mezin di 31’ê Adarê de şaredariyên xwe ji destên qeyûman derxist. Ev yek bû sedema nerazîbûna AKP. AKP ji bo vê tolhildanê bistîne hin senaryoyên êrîşan amade kiriye.” 
 
‘AKP A WINDA KIR BERÊ XWE DA HDP’Ê 
 
Ceylan da zanîn ku AKP di 23’ê Hezîranê de cara duyemîn Stenbolê winda kir û got: “AKP di têkçûna xwe ya Stenbolê de HDP’ê berpirsiyar nîşan da. AKP bi awayek bêhiqûqî dest bi êrîşan kiriye.” 
 
Ceylan axaftina xwe domand: “AKP a bi êrîşan re sînor nema, dest danî ser vîna gel sê şaredariyên bajarên mezin. Li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tayînkirina qeyûman ji aliyan nerazîbûn bilind bû. Xwedî li şaredariyên HDP’ê derketin. Desteserkirina bêhiqûqî ya vîna gel a ji aliyê AKP û MHP’ê ve pêk hat teşhûr bû. AKP û MHP a li dijî vê ket zorê, ji bo peşkê li berxwedana rewa û demokratîk a li derdora HDP’ê bû xelek bixe dest bi lîstikên nû kiriye.” 
 
‘LÎSTIKEK SIYASÎ DANE DESTPÊKIRIN’ 
 
Ceylan destnîşan kir ku malbatên zarokên wan naçin malê li ser arastekirinê diçin ber deriyê partiya wan û wiha got: “Ji bo partiya me di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de bêîtîbar bikin û bipelixînin dest bi lîstikek nû ya siyasî hatiye kirin. Ev pirr eşkere tê zanîn; avahiya partiya me 24 saetan di bin çavdêriya kamerayên polîsan, maşîneyên zirxî de ye. Heke hêzên emniyetê vê yekê dîtibin û mudaxele nekiribin, ev yek sûc e. Her wiha ev arastekirina malbatan a piştî tayînkirina qeyûman em pirr baş dizanin ku ev arastekirinek taybet e.” 
 
‘ARMANCA WAN EW E HDP’Ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’ 
 
Ceylan daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Dîsa çend roj berê malbat hatin ber deriyê me, lê zarokê malbatê li emniyetê derket. Her wiha emniyetê malbatek me dinê arasteyî avahiyek din a partiya me kirine û agahiyên ku zarokên wan şandine Sûriyeyê dane wan. Di daxuyaniya malbatê de eşkere bû ku emniyetê malbatê şandiye ber avahiya me. Li ber kamerayên nûçe pêşkêşî wan tê kirin û li ber çavên polîsan malbat êrîşî partiya me dikin û camên me şikandine. Ancak tevî ku ev êrîş sûc in jî lê polîsan mudaxele nekiriye û bûne şîrîkê vî sûcî. Em bi israr vê dibêjin; yek aliyê van tewanbarkirin û derewan heye. Dixwazin berxwedana li dijî qeyûman bilind dibe bişkînin û partiya me HDP krîmînalîze bikin.” 
 
'ME TAWÎZ NEDA Û EM Ê NEDIN’ 
 
Ceylan êrîş û lîstikên li dijî partiya wan wek “komplo” nirxand û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin kî vê komployê li dijî me dike û me tewanbar dike. Em ê têkidlarî van têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin destpêkirin. Ne dikarin bi derew û tewanbariyê û ne jî bi şikandina berxwedana me ya  rewa HDP’ê krîmînalîze bikin û dê bi ser nekevin. Her kes baş dizane ku partiya me HDP navenda siyaseta demokratîk e. HDP’ê di her dem û şertan de polîtîkayên aştiyê parastiye. Partiya me li dijî kuştinan her tim jiyanê parastiye. Her tim li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê rawestiyaye. Me tu carî ji vê siyaseta xwe tawî nedaye û em ê ji niha şûn ve jî nedin. Em bi rêzdarî ji raya giştî û gelê xwe re radigihînin.” 
 
Piştî daxuyaniyê malbatên li ber HDP’ê bendemayîna xwe didomînin heqaret li HDP’iyan kirin. 

Sernavên din

07/09/2019
09:56 Îşkenceya di bin çavan de 'kêmasiya peywirê' hat hesibandin
09:52 Qeyûm li otela 400 kesan di şevekê de Hezar û 271 kes kirin mêvan!
09:03 Dîrokzan Bayrak: Tayînkirina qeyûman berdewamiya Plan Şarq Islahatê ye
09:02 Ozkan: Agirbesta li Îdlibê ji bo leşker vekişin hat îlankirin
09:00 ‘Divê karker li hemberî mobbîngê mafên xwe biparêzin'
09:00 ROJEVA 7'Ê ÎLONA 2019'AN
06/09/2019
20:19 Hevşaredarên Licê hatin berdan
20:00 Platforma Kedê: Wê pêdiviya we jî bi hiqûq û demokrasiyê çê bibe
17:14 Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê: Divê rayedar ji bo girtîgehan bikevin tevgerê
16:57 9 sal ceza li Kaftancioglû birîn
16:16 Başaran: Sedema çûyîna zarokên we ya çiya siyaseta şer a hikûmetê ye
16:15 Sancar: Em ê ‘Plana Çongdanînê’ jî têk bibin
15:26 Velî Saçilik behsa îşkenceya polîsan kir
15:08 Şahiya vekirina Şaredariya Dêrikê hat qedexekirin
14:58 Têkiliya di navbera endamê DAIŞ'ê Bali û MÎT'ê de ket rojeva meclisê
14:42 Wezaret, walîtî û çapemenî wî kuştî ragihand, lê ew di binçavan de ye
14:26 Îmamoglu ji Soylu re got: Ez xwe bi polemîkan xwedî nakim
14:21 Huda Kaya bersiva Soylu da: Ji xeynî we kes xayîn tune ye
14:03 'Qetilkirina jinan a dişibe hev ne tesaduf e'
13:55 Soylu: Ez ê roja yekşemê eşkere bikim
13:49 Piştî biryara AYM’ê berata ewil dan akademîsyen Şendenîz
13:40 Çalakiya nobeta li Çiyayê Kazê di roja 43’yemîn de ye
13:32 Li Mersînê endamên Meclisa Cîwanan a HDP'ê hatin binçavkirin.
13:15 Şaredariya Dêrikê pirtûkên kurdî li zarokan belav kir
13:03 4 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
13:03 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:26 Girtî Kaya yê ji sedî 25 dilê wî dixebite: Bila cezayê min bê taloqkirin
11:47 Kaftancioglu: 27 sal jî ceza bidin min ez ê heqîqetê bêjim
11:08 Li Dersimê operasyona leşkerî dest pê kir
10:46 Medyayê li herêmê derabe daxist: Armanc ew e bîrê paqij bikin
09:55 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:47 Piştî pereyê 'Qada Hevpar' niha jî birîna ji sedî 35
09:33 Seyîdxanê Boyaxcî yê nexweş ketiye: Dengbêjî eşq e
09:17 Soro: Divê gefên AKP'ê yên ji bo operasyonê cidî bê girtin
09:16 Berteka Çîftyurek a ji bo tayînkirina qeyûman: Ev çirav e
09:16 Wezîrê Çandê yê berê Gunay: AKP bi darê zorê emrê xwe dirêj dike
09:15 'Li dijî qeyûman tekane rê têkoşîneke hevpar e'
09:12 Ji ber dermankirineke şaş populasyona kêzikên zirarê didin pembû zêde bûye
09:11 'AKP, dixwaze bi qeyûman partiya me ceza bike'
09:10 Bi kilamên xwe beşdarî Nobeta Demokrasiyê dibe
09:00 ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2019'AN
08:13 Karkera findeqan a bizmar di piyê wê re çû jiyana xwe ji dest da
05/09/2019
19:34 Di avêtina ser sendîkayan de pankarta 'dest nedin vîna min' hat daxistin
19:24 Hevşaredarên Licê hatin binçavkirin
16:34 Li Enqereyê platforma avhewayê ava bû
16:12 Danişîna Mulkiye Bîrtane hat taloqkirin
16:08 Her kes diherike Yenîkapi: Divê her kes vê îsrafê bibîne
16:02 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo Demîrtaş bang kirin
15:51 'Alîgirên aştiyê dengê xwe li dijî qeyûman bilind dikin’
15:37 Qeyûmê nû qeyûmê berê derewand
15:23 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:15 Li Gever, Şirnex û Hezexê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin
14:35 Ozturk: Leyîstika girtina HDP’ê ye
14:35 Kiliçdaroglû: Polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e
14:32 Li Dêrsimê ji bo mehekê çalakî qedexe kirin
14:17 Li Mêrdînê roja 18’emîn: Em ê dawî li talan, derew û heramiyê bînin
14:11 ÎHD: Kesen hatin binçavkirin berdin
13:51 Erdogan dîsa gef xwar: Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin
13:48 'Berxwedayîna li dijî darbeyan deynê sitûyê me ye’
13:47 Polisan li Îzmîrê êrîşê Nobeta Demokrasiyê kir
12:54 YE: Tayînkirina qeyûman xesarek micid da demokrasiya herêmî
12:32 Girtiyê nexweş Demîrhan dîsa bernedan
12:16 Li Êlihê pirsgirêka avê çareser bû
12:10 DEDAŞ’ê gelê Hezexê jî bê hav hişt
12:04 Girtiyên jin rastî gefên midûrê girtîgehê hatin
11:51 Walîtiyê bersiv da dorpêça HDP’ê: Pêkanîn ne di çarçoveya tedbîrên emniyetê de ye
11:16 Li Girtigeha Kirikkale gardiyanên bi robocop lêgerîn dikin
11:11 Li Edeneyê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin
11:04 Derbarê Ahmet Turk de lêpirsîna ‘Hevserokatiyê’ vekirin
10:44 Beştaş: Bi fermanê hat girtin bi fermanê jî biryara berdanê dan
10:40 Di nav salekê de 800 hezar kesî ji AKP'ê îstifa kiriye
10:28 Kesên li Beşiktaşê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:21 Wêneyê îşkenceya li Xalfetî parve kir doz lê hat vekirin
10:12 Bêyî ku biryarê teblîg bikin dayika Raîfe girtine
09:56 Hevserokê KCD'ê Ozturk bang li Rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê kir
09:53 Parêzer Aktar: Tu spartinek hiqûqî ku dê ji wezîfeyê dûr xistin mafdar bibîne nîne
09:29 Qeyûmê Amedê serwîsa malpera Kurdî rawestand
09:29 Endamên Meclîsa HDP'ê: Em ê dev ji pergala hevserokatiyê bernedin
09:27 Bi dek û dolaban nikarin civakî bixapînin
09:25 Cenazeyê Mucahît Yilmaz piştî 46 rojan defin kirin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2019'AN
04/09/2019
21:46 Destê Velî Saçilik bi qayîşa wî hat kelemçekirin!
20:22 Piştî 46 rojan malbatê cenazeyê Yilmaz wergirt
17:02 Parlamenterê DEP'ê Sancar li cihê lê hat kuştin bibîr anîn
16:08 Pirsgirêka ava Êlihê hat çareserkirin
16:08 Li Wanê Nobeta Demokrasiyê di roja 17’emîn de ye
16:07 Protestoyên qeyûman berbelav dibin: Em ê bi têkoşîna demokrasiyê li ber xwe bidin
15:31 Nobeta Demokrasiyê: Em azadiya xwe dixwazin
14:59 “Nobeta Av û Wijdanê” ya li Çiyayên Kazê di roja 41’emîn deye
14:17 Ozturk: Ev gel paşde gav navêt û navêje jî
13:40 Qeyûm tayînî şûna endamên meclîsê kirin
13:39 Tanrikulu yê CHP’î hevşaredarên li Wanê yên ji peywirê hatin girtin ziyare kirin
13:26 MYK'a HDP'ê: Îktidar-Midûriyeta polîsan bi hevre lîstikan amade dikin
13:22 Hevşaredarê Êlihê Demîr: DEDAŞ bi qûtkirina ceryanê sûc dike
12:50 Li pêşiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê gengeşî derket
12:44 Danişîna doza Hrant Dink dest pê kir: Bila yên gotin bikuje bên darizandin
12:39 Akademîsyenên Aştiyê piştgirî dan Nobeta Demokrasiyê
12:31 Hevserokê HDP’a Amedê Ceylan: Lîstikek siyasî ye, emniyet malbatan araste dike
12:06 49 jin di meha Tebaxê de hatin qetilkirin
11:48 Aborîzan Şahînoz: Çavkaniyên ku aboriyê bi ruh bike zuha bûne