Hevserokê HDP’a Amedê Ceylan: Lîstikek siyasî ye, emniyet malbatan araste dike 2019-09-04 12:31:40 AMED – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku hin malbatên bi îdiaya “zarokên wan birine çiya” bi arastekirina emniyetê tên li ber avahiya partiya wan rûdinên û rewşê wek “lîstikek siyasî” nirxand.  Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî rûniştina hin malbatan bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan biriye çiyê” û êrîşên li dijî avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê pêk hat. Beriya daxuyaniyê hat dîtin ku polîs çûn cem malbatên “çalakiya rûniştinê” li dar dixistin û demek li gel wan axivîn. Balkêş e ku medya havuzê beriya niha daxuyanî û çalakiyên HDP’ê naşopîne lê di daxuyaniya îro di daxuyaniyê de amade bûn.    Hevserokê Rêxistina HDP’ê Zeyyat Ceylan, parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun, Dersim Dag û Musa Farisogullari û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Hevserokê HDP’ê Zeyyat Ceylan bi bal kişandina ser polîtîkaya qeyûman dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “HDP’ê bi serkeftinek mezin di 31’ê Adarê de şaredariyên xwe ji destên qeyûman derxist. Ev yek bû sedema nerazîbûna AKP. AKP ji bo vê tolhildanê bistîne hin senaryoyên êrîşan amade kiriye.”    ‘AKP A WINDA KIR BERÊ XWE DA HDP’Ê    Ceylan da zanîn ku AKP di 23’ê Hezîranê de cara duyemîn Stenbolê winda kir û got: “AKP di têkçûna xwe ya Stenbolê de HDP’ê berpirsiyar nîşan da. AKP bi awayek bêhiqûqî dest bi êrîşan kiriye.”    Ceylan axaftina xwe domand: “AKP a bi êrîşan re sînor nema, dest danî ser vîna gel sê şaredariyên bajarên mezin. Li her devera Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tayînkirina qeyûman ji aliyan nerazîbûn bilind bû. Xwedî li şaredariyên HDP’ê derketin. Desteserkirina bêhiqûqî ya vîna gel a ji aliyê AKP û MHP’ê ve pêk hat teşhûr bû. AKP û MHP a li dijî vê ket zorê, ji bo peşkê li berxwedana rewa û demokratîk a li derdora HDP’ê bû xelek bixe dest bi lîstikên nû kiriye.”    ‘LÎSTIKEK SIYASÎ DANE DESTPÊKIRIN’    Ceylan destnîşan kir ku malbatên zarokên wan naçin malê li ser arastekirinê diçin ber deriyê partiya wan û wiha got: “Ji bo partiya me di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de bêîtîbar bikin û bipelixînin dest bi lîstikek nû ya siyasî hatiye kirin. Ev pirr eşkere tê zanîn; avahiya partiya me 24 saetan di bin çavdêriya kamerayên polîsan, maşîneyên zirxî de ye. Heke hêzên emniyetê vê yekê dîtibin û mudaxele nekiribin, ev yek sûc e. Her wiha ev arastekirina malbatan a piştî tayînkirina qeyûman em pirr baş dizanin ku ev arastekirinek taybet e.”    ‘ARMANCA WAN EW E HDP’Ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’    Ceylan daxuyaniya xwe wiha dewam kir: “Dîsa çend roj berê malbat hatin ber deriyê me, lê zarokê malbatê li emniyetê derket. Her wiha emniyetê malbatek me dinê arasteyî avahiyek din a partiya me kirine û agahiyên ku zarokên wan şandine Sûriyeyê dane wan. Di daxuyaniya malbatê de eşkere bû ku emniyetê malbatê şandiye ber avahiya me. Li ber kamerayên nûçe pêşkêşî wan tê kirin û li ber çavên polîsan malbat êrîşî partiya me dikin û camên me şikandine. Ancak tevî ku ev êrîş sûc in jî lê polîsan mudaxele nekiriye û bûne şîrîkê vî sûcî. Em bi israr vê dibêjin; yek aliyê van tewanbarkirin û derewan heye. Dixwazin berxwedana li dijî qeyûman bilind dibe bişkînin û partiya me HDP krîmînalîze bikin.”    'ME TAWÎZ NEDA Û EM Ê NEDIN’    Ceylan êrîş û lîstikên li dijî partiya wan wek “komplo” nirxand û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em dizanin kî vê komployê li dijî me dike û me tewanbar dike. Em ê têkidlarî van têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin destpêkirin. Ne dikarin bi derew û tewanbariyê û ne jî bi şikandina berxwedana me ya  rewa HDP’ê krîmînalîze bikin û dê bi ser nekevin. Her kes baş dizane ku partiya me HDP navenda siyaseta demokratîk e. HDP’ê di her dem û şertan de polîtîkayên aştiyê parastiye. Partiya me li dijî kuştinan her tim jiyanê parastiye. Her tim li dijî polîtîkayên şer û pevçûnê rawestiyaye. Me tu carî ji vê siyaseta xwe tawî nedaye û em ê ji niha şûn ve jî nedin. Em bi rêzdarî ji raya giştî û gelê xwe re radigihînin.”    Piştî daxuyaniyê malbatên li ber HDP’ê bendemayîna xwe didomînin heqaret li HDP’iyan kirin.