Mîtînga Amedê: Em ê qeyûman bişînin û bi ser bikevin

img

AMED - Hevşaredariyê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li Qada Îstasyonê xîtabî bi deh hezaran kir û got : “Tayînkirina qeyûman li dijî Destûra Bingehîne. Emê bi têkoşîna xwe ya demokratîk û azadiyê, qeyûman bişînin.” 

Mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên civaka demokratîk ve bi şîara “Ji bo aştiyek birûmet, çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê ya Amedê arganîze kirin, bi tevlîbûna bi deh hezaran dewam dike. Li qada mîtîgên bertekên li dijî tayînkirina qeyûma her diçe bilindtir dibin. Nûnerên partiyan, Serokê ESP’ê yê Bajêr Ramazan Kaya, Serokê CHP’ê yê Bajêr Mehmet Sayin û akademîsyenên ji bo aştiyê yên li Amedê derketin ser dikê û girse silav kirin. 
 
Li Qada Îstasyonê bê navber li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin. 
 
‘EM QEYÛMAN NAS NAKIN’
 
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê  Dogan Hatûn, diyar kir ku gelê Amedê aştiyê diqîre û wiha got: “Ji bo ku aştî were vî welatî li 29 bajarên Kurdistanê, deklarasyona aştiyê hat weşandin. Ji bo ku şer bi dawî bibe û hemû gel bi hevre bijîn ev deklarasyon hat weşandin. Lê bi israr ew faşîzmê ferzî me dikin. Em carek din li vê qadê bang dikin, em di aştiyê de bi israrin. Em gelekê ku li dijî aşiyê tim li ser piyane.”
 
DAYIKA AŞTIYÊ: DEWLE DEVÊ XWE BI XWÎNÊ VEDIKE
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît jî, anî ziman ku divê şerê heyî bi dawî bibe û wiha axivî: “Dewlet devê xwe bi xwînê vedike. Ev nayê qebûl kirin. Ji rijandina xwînê re êdî bese. Bi salane em destê xwe yê aştiyê dirêj dikin. Lê heya niha ji bo şatiyê tu gav nehatiye avêtin. Em şer naxwazin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo aştiyek birûmet û rawestandina xwînê emê tim banga xwe ya aştiyê dubare bikin.”
 
Piştî axaftina dayika aştiyê Yîgît, ji hunermendên Navena Çanda Mezopotamya (NÇM) a Êlihê Şerzat derket ser dikê û bi stranên xwe kêliyên bi coş bi gel dan jiyîn û girseyê li ser stranê wî guvend gerandin. 
 
TEMELLÎ BI DIRÛŞMEYAN HAT PÊŞWAZÎKIRIN
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û parlementerên HDP’ê bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeya “HDP gele, gel li vire” ketin qada mîtîngê. 
 
‘TEQEZ EM Ê QEZENC BIKIN' 
 
Piştre Hevşaredarê Bajarê  Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli derket ser dikê û gel silav kir. Mizrakli, dema derket ser dikê dirûşmeya “Amed bi te serbilinde” hat berzkirin. Mizrakli jî, bi gotina “Tenê emê li pêşberî we bejna xwe bitewînin, ji bilî vê emê ne serî bitewînin û ne jî çongên xwe danin erdê” xitabî girseyê kir û wiha got: “Dile me tije hêrs bûye. Hêviya di dilê me de dewlemende, emê qezenc bikin, teqez emê qezenc bikin. HDP partiya gele. Ger hûn bêjin têkoşîn, wê demê teqez pişta xwe yan bidin çiyan, an jî bidin dostek qewîn. HDP hêza xwe ji vî gelî digire. Em ji bo şer pir tişt gotin. Me her cureyên şer dîtin. Gundên me hatin şewitandin, mirovên me hatin qetilkirin, şer bi xwe re  mirin û hilweşandin anî. Lê em hîna jî dijîn. Gel ji vê yekê ders derxist û aştiya bi nirx nîşanî me dan.” 
 
‘BINPÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎNE’  
 
Mizrakli, diyar kir ku tayînakirina qeyûman li dijî destûra bingehîne û wiha got: “Vîhan hilbijêran tune hesibandin. Bi her awayî derewam dikin. Dibêjin bi rêya qenalên televîzyonê ‘Ji çiyan re pere dişîne.’ Xwedî bela xwe bide wan. Xwedê şahidê me tu qirûşê vî gelî ji bo tu kesî neşandiye. Lê me dît ku qeyûmên berî me çi kirine. Me rastiya wan hemû derxist holê. Dibêjin ferman girtine. Em tenê ferman ji gelê xwe digirin. Me konseya bajarê ava kir. Em li kolanan geriyan. Lê me bi hezaran parêzvan li dora xwe kom nekirin.”
 
Mizrakli, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê têkoşîna demokrasî û azadiyê dewam bikin. Emê qeyûman bişînin û ji bo berbangek nû şiyar bibin. Emê di spiya laçika dayikên aştiyê de, şatiyê emanete web ikin. Ji bo aştiyek birûmet em soz didin Amedê, emê bi ser bikevin, emê bi ser bikevin.”
 
Parlementerên HDP’ê piştî axaftina Mizrakli derketin ser dikê û gel silav kirin. 
 
Piştî axaftina Mizrali Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dest bi axaftinê kir.
 
'JI BO AŞTIYEK BIRÛMET...'
 
Temellî di mîtîngê de da zanîn ku polîs li pişt bariyeran de xwe vedişere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em tu carî paş ve gav navêjin. Ji bo aştiyeke bi rûmet em ê têbikoşin. Bi saya têkoşêran hatin van rojan. Heta aştî bê li Rojhilata Navîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Kesên ku biryara qeyûma didin hevparên sûcên û dê hesabê bidin. Her roj polîtîkayên şer û dijminatiyê li pêş dixin. Lê em dibêjîn heta dawiyê destê me dê qirqa wê de be. Em tu carî tayînkirina qeyûman qebûl nakin û em ê qeyûman li vir bişînin."
 
'AMED, WAN Û MÊRDÎN ÊN ME NE'
 
Temellî, da zanîn ku dibêjin heya sala 2023'yan hilbijartina tuneye û wiha got: "Ji xwe sindoq ji bo me tên, rêhevalno amade bin. Çawan ku me di 31'ê Adarê qeyûm avêtin, emê niha jî van hemûyan ji welat bavêjin û welat ji wan rizgar bikin. Em li kolan, koçe û qadane. Heya ku qeyûm herin û hevalên me vegerin ser karên xwe, emê têbikoşin. Amed, Wan û Mêrdîn ên me ne."
 
Piştî axaftinan hunermend Mem Ararat derket ser dikê. Mîtîng piştî stran û gerandina govendê bi dawî bû.

Sernavên din

04/09/2019
11:28 Di medya civakî de kampanya: #CenazeyêMucahîdBidin
11:26 Rojnameger Levent: Tirkiye li Sûriyeyê tengav bûye
10:54 Li Mêrdînê teqîn: Eskerek jiyana xwe ji dest da
10:46 Qeyûm maşîna ku ji bo Erdogan bi 375 TL kirê kir, ji bo Soylu bi hezar û 100 tl kirê kir
10:44 Partiya Sosyalîst a Awropa banga berdana Demîrtaş kir
10:29 Ji girtîgehê name ji rojnamegeran re şandin qedexe ye!
10:28 'Qirêjiya Çemê Mûnzûrê dê rê li ber felaketên mezin veke’
09:57 Cezayê pere dan Hevserok Tural a ket avahiya HDP’ê ya Edenê û derket
09:29 'Heke hewldana Kurdan bê bersîv bê hiştin dê Tirkiye têkeve tariyê'
09:28 Mizrakli: Ji Kanadayê heta Japonyayê li dijî qeyûman îtiraz heye
09:27 DMME: Beyana 'Ocalan vîna min a siyasî ye' di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye
09:26 Dêra Germûşê hindik maye hilweşe
09:26 Îsal wê Rihayî bi fiyetek biha îsotan bixwin
09:24 Serokê Baroya Amedê Aydin: Heta pênaseya TMK'ê neguhere wê bêhiqûqî hebe
09:23 Navendên çandê yên li Esenyûrtê amadekiriyên serdema nû dikin
09:22 Esnafên Geverê: Xelasiya ji krîza aborî bi aştiyê pêkan e
09:21 Lîstika Mem û Zînê carek din derdikeve ser dikê
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2019'AN
03/09/2019
17:54 Temellî: Mekanîka 12'ê Îlonê ji nûve di meriyetê de ye
15:55 KESK: Rastiya enflasyonê bi raporên TUÎK'ê vedişêrin
15:47 Welatiyan şewata li Pasûrê vemirand
15:46 Soylû gef li Îmamoglû xwar: Em ê te perîşan bikin
15:45 Cumhuriyetê Rojnameger Mahmût Oral ji kar derxist
15:31 Hevşaredara Lice ya berê Rezan Zugurlu Ataş hat berdan
15:26 Çalakiya Rûniştinê ya Amedê: Roj roja berxwedana li dijî zilmê ye
15:14 Doza rojnamegerên ETHA taloq kirin
15:04 Ji DÎSK, KESK, TMMOB, TTB'ê bang: Ji bo edaletê bernameya têkoşînê amade bikin
15:00 'Heta qeyûm bên qewirandin em ê têbikoşin’
14:58 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
14:34 ‘Em ê ji darbekar û cuntavanan re nehêlin’
14:29 Nobeta li Çiyayên Kazê 40 rojin dewam dike
14:05 Komên çekdar li Efrînê 20 sivîl revandin
13:35 Dozgeriyê biryara berdana Demirtaş îtîraz kir
13:34 Jinan dest bi kampanyaya ‘Sîlopiyek paqij’ kirin
13:33 550 hezar TL mesrefa xwarina Erdogan qeyûm daye
13:26 Endama Dîwana KCD'ê Guzel binçav kirin
13:09 Wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî
12:33 Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrî li dijî dorpêçê 3 roj in di çalakiyê de ne
12:08 Ji Şaredariya Sêrtê sepana Jinkart
11:58 Çalakiya rûniştinê di roja 16’an de ye: Bi berxwedanê em ê qezenc bikin
11:39 Rûhanî: Bersiva me ya muzakereyên bi Amerîkayê re dê hertim neyînî be
11:29 Turk, Mizrakli û Ozgokçe ji şaredariyên Ewropa re name şandin
11:26 Ji Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû derketin
11:16 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:41 Hevserokê HDP'a Îzmirê: Erdogan demokrasiyê tehamul nake
10:40 Şewata li çolterên Pasûrê rû da, belav dibe
10:39 Kordînasyona Heskîfê: 100 hezar mirov dê neçar bimînin koç bikin
10:14 Notirvanekî taxê li Êlihê hat kuştin
10:09 Li Midûriyeta polisan îşkence, tacîza bi cop û gefa tecawîzê
10:08 Piştî 'Bajarê kurdan' 'Kurdistan' jî hat redkirin
09:38 Wêneyên Newrozê yên rojnameger kirin sûc
09:28 Gurkan: Em ê li her qadê qeyûm teşhîr bikin
09:05 ‘Li dijî polîtîkayên çewsandinê têkoşîna hevpar a gelan divê'
09:05 Dixwazin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigirin
09:04 Îsot xweş e lê belê...
09:03 Bi 100 hezar kurmîkî dest pê kir...
09:03 Esnafên Hala Kevn: Ev lêlê ye hîn lolo maye
09:02 Pirsgirêkên li Girtîgeha Kurkçulerê zêdetir dibin
09:01 Fîncanci: Berpirsiyarê şideta li kolanan vîna siyasî ye
09:00 ROJEVA 3'YÊ ÎLONA 2019'AN
02/09/2019
20:03 Li Paytextê Tirkiyeyê hevjîna xwe kuşt
17:12 Turk û Mizrakli ji bo tayînkirina qeyûm betal bibe serî li dadgehê da
17:10 Li Rihayê 2 kesên ku polîsan ew derp kirin serlêdana sûc kirin
16:45 Heyeta dadgehê bi yek dengî biryara bardana Demîrtaş da
16:41 Nobeta li Çiyayên Kazê di roja 39’emîn de: Hawirparêzan serlêdana sûc kirin
16:28 Dozger bi malbatê re axivî û cezayê malê da Akar
16:14 Guven: Pêdiviya Rojhilata Navîn bi manîfestoya Ocalan heye
16:13 Temellî: Divê Tirkiye kabûsê hişyar bibe
Fîncanci: Pêdivî bi destûrek bingehîn a nû heye
15:47 Serokê Baroya Amedê Aydin: Darazê serxwebûn û bêaliya xwe winda kiriye
15:37 Li Wanê Şermezarkirin: Heya ku em vîna gel derbixin holê em ê têbikoşin
14:53 Gurkan: Ji bo têkoşîna hevpar em li virin
14:35 Girtina pîra 70 salî Raife Înatçi ji wezeri Gul pirsîn
13:41 Çalakiya rûniştinê ya li Mêrdinê di roja 15’an de didome
13:38 Baroya Enqerê şermezar kir: Em li dijî hemû pêkutiyan e
13:21 Temellî: Em li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin
13:10 Serokwezîrê Gurcistanê Mamuka Bakhtadze îstîfa kir
12:51 Jinên Wanî: Qeyûm wê herin, emê bimînin
12:43 Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 15’an de didome
12:19 Kubîlay ê HDP'î: Di rewşa Awarte de betlana meclîsê nayê qebûlkirin
12:08 Wesayîta ku karkerên çandiniyê lê siwar bû qulipî: 17 karker birîndar bûn
11:53 ÎRA: Di Tebaxê de 15 rojnameger hatin binçavkirin
11:43 Ji bo dîmenan got ‘montaj’ e
11:42 Demîrtaş û parêzerên xwe wê beşdarî danişînê nebin
11:26 Piştî 50 salan yekem care li dijî qeyûm li fîrfîrkê dixe!
11:10 Cendirmeyan Welatiyên li dijî JES'ê li ber xwe didin dorpêç kirin
10:11 Ji ber ku deriyên bendavê girtin Cizîr bê av ma!
10:02 Mexmûr 47 roj in di dorpêçe de ye: Dayikan dest bi çalakiyê kir
09:35 Bav û du zarokên xwe bi lêdanê hatin binçavkirin
09:02 Gelo li Şirnexê kontrgerilla ji nûve di tevgerê de ye?
09:02 Li Xerpetê du wesayît li hev qelibin: 5 kes birîndar bûn
09:01 Qeyûm ji bo ewlehî, diyanet û edliyê xebitiye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2019'AN
01/09/2019
21:02 ÎHD'ê konsera piştevaniyê li dar xist
20:13 Bi sedan ciwan piştî mîtîngê meşiyan
20:09 Li Dersimê meşa aştiyê
20:06 Li her derê 1’ê Îlonê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye
20:01 Bi hezaran li Tandoganê kom bûn: Qeyûm wê biçin emê bimînin
19:39 Ahmet Turk: Me serî tewandibûya emê 46 salan ne di nava siyasetê de bûna
19:29 Mîtînga Amedê: Em ê qeyûman bişînin û bi ser bikevin
19:10 Leyla Guven: Ocalan ji bo aştiyê aktorê girîng e