Mîtînga Amedê: Em ê qeyûman bişînin û bi ser bikevin 2019-09-01 19:29:10 AMED - Hevşaredariyê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli li Qada Îstasyonê xîtabî bi deh hezaran kir û got : “Tayînkirina qeyûman li dijî Destûra Bingehîne. Emê bi têkoşîna xwe ya demokratîk û azadiyê, qeyûman bişînin.”  Mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hêzên civaka demokratîk ve bi şîara “Ji bo aştiyek birûmet, çareseriya demokratîk” li Qada Îstasyonê ya Amedê arganîze kirin, bi tevlîbûna bi deh hezaran dewam dike. Li qada mîtîgên bertekên li dijî tayînkirina qeyûma her diçe bilindtir dibin. Nûnerên partiyan, Serokê ESP’ê yê Bajêr Ramazan Kaya, Serokê CHP’ê yê Bajêr Mehmet Sayin û akademîsyenên ji bo aştiyê yên li Amedê derketin ser dikê û girse silav kirin.    Li Qada Îstasyonê bê navber li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.    ‘EM QEYÛMAN NAS NAKIN’   Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê  Dogan Hatûn, diyar kir ku gelê Amedê aştiyê diqîre û wiha got: “Ji bo ku aştî were vî welatî li 29 bajarên Kurdistanê, deklarasyona aştiyê hat weşandin. Ji bo ku şer bi dawî bibe û hemû gel bi hevre bijîn ev deklarasyon hat weşandin. Lê bi israr ew faşîzmê ferzî me dikin. Em carek din li vê qadê bang dikin, em di aştiyê de bi israrin. Em gelekê ku li dijî aşiyê tim li ser piyane.”   DAYIKA AŞTIYÊ: DEWLE DEVÊ XWE BI XWÎNÊ VEDIKE   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yîgît jî, anî ziman ku divê şerê heyî bi dawî bibe û wiha axivî: “Dewlet devê xwe bi xwînê vedike. Ev nayê qebûl kirin. Ji rijandina xwînê re êdî bese. Bi salane em destê xwe yê aştiyê dirêj dikin. Lê heya niha ji bo şatiyê tu gav nehatiye avêtin. Em şer naxwazin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo aştiyek birûmet û rawestandina xwînê emê tim banga xwe ya aştiyê dubare bikin.”   Piştî axaftina dayika aştiyê Yîgît, ji hunermendên Navena Çanda Mezopotamya (NÇM) a Êlihê Şerzat derket ser dikê û bi stranên xwe kêliyên bi coş bi gel dan jiyîn û girseyê li ser stranê wî guvend gerandin.    TEMELLÎ BI DIRÛŞMEYAN HAT PÊŞWAZÎKIRIN   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û parlementerên HDP’ê bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeya “HDP gele, gel li vire” ketin qada mîtîngê.    ‘TEQEZ EM Ê QEZENC BIKIN'    Piştre Hevşaredarê Bajarê  Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli derket ser dikê û gel silav kir. Mizrakli, dema derket ser dikê dirûşmeya “Amed bi te serbilinde” hat berzkirin. Mizrakli jî, bi gotina “Tenê emê li pêşberî we bejna xwe bitewînin, ji bilî vê emê ne serî bitewînin û ne jî çongên xwe danin erdê” xitabî girseyê kir û wiha got: “Dile me tije hêrs bûye. Hêviya di dilê me de dewlemende, emê qezenc bikin, teqez emê qezenc bikin. HDP partiya gele. Ger hûn bêjin têkoşîn, wê demê teqez pişta xwe yan bidin çiyan, an jî bidin dostek qewîn. HDP hêza xwe ji vî gelî digire. Em ji bo şer pir tişt gotin. Me her cureyên şer dîtin. Gundên me hatin şewitandin, mirovên me hatin qetilkirin, şer bi xwe re  mirin û hilweşandin anî. Lê em hîna jî dijîn. Gel ji vê yekê ders derxist û aştiya bi nirx nîşanî me dan.”    ‘BINPÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎNE’     Mizrakli, diyar kir ku tayînakirina qeyûman li dijî destûra bingehîne û wiha got: “Vîhan hilbijêran tune hesibandin. Bi her awayî derewam dikin. Dibêjin bi rêya qenalên televîzyonê ‘Ji çiyan re pere dişîne.’ Xwedî bela xwe bide wan. Xwedê şahidê me tu qirûşê vî gelî ji bo tu kesî neşandiye. Lê me dît ku qeyûmên berî me çi kirine. Me rastiya wan hemû derxist holê. Dibêjin ferman girtine. Em tenê ferman ji gelê xwe digirin. Me konseya bajarê ava kir. Em li kolanan geriyan. Lê me bi hezaran parêzvan li dora xwe kom nekirin.”   Mizrakli, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê têkoşîna demokrasî û azadiyê dewam bikin. Emê qeyûman bişînin û ji bo berbangek nû şiyar bibin. Emê di spiya laçika dayikên aştiyê de, şatiyê emanete web ikin. Ji bo aştiyek birûmet em soz didin Amedê, emê bi ser bikevin, emê bi ser bikevin.”   Parlementerên HDP’ê piştî axaftina Mizrakli derketin ser dikê û gel silav kirin.    Piştî axaftina Mizrali Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dest bi axaftinê kir.   'JI BO AŞTIYEK BIRÛMET...'   Temellî di mîtîngê de da zanîn ku polîs li pişt bariyeran de xwe vedişere û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em tu carî paş ve gav navêjin. Ji bo aştiyeke bi rûmet em ê têbikoşin. Bi saya têkoşêran hatin van rojan. Heta aştî bê li Rojhilata Navîn em ê têkoşîna xwe bidomînin. Kesên ku biryara qeyûma didin hevparên sûcên û dê hesabê bidin. Her roj polîtîkayên şer û dijminatiyê li pêş dixin. Lê em dibêjîn heta dawiyê destê me dê qirqa wê de be. Em tu carî tayînkirina qeyûman qebûl nakin û em ê qeyûman li vir bişînin."   'AMED, WAN Û MÊRDÎN ÊN ME NE'   Temellî, da zanîn ku dibêjin heya sala 2023'yan hilbijartina tuneye û wiha got: "Ji xwe sindoq ji bo me tên, rêhevalno amade bin. Çawan ku me di 31'ê Adarê qeyûm avêtin, emê niha jî van hemûyan ji welat bavêjin û welat ji wan rizgar bikin. Em li kolan, koçe û qadane. Heya ku qeyûm herin û hevalên me vegerin ser karên xwe, emê têbikoşin. Amed, Wan û Mêrdîn ên me ne."   Piştî axaftinan hunermend Mem Ararat derket ser dikê. Mîtîng piştî stran û gerandina govendê bi dawî bû.