Ocalan 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe

  • rojane
  • 11:26 31 Tebax 2019
  • |
img

STENBOL – Hêzên Ked û Demokrasiyê wê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li 4 bajaran mîtîngên Aştiyê li dar bixe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1992'an heta niha ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser bike di nava hewldanan de ye û 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe. Ocalan, herî dawî di 7'ê Tebaxê de dîsa bi rêya parêzeran peşam şand û got: "Ez ji bo çareseriyê amade me" û banga çareseriyê kiribû. 

 
1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Di Îlona 1939’an de piştî Polonya dagir kirin 60 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Dagirkirina Polonya di heman demê de bû destpêka 2’emîn Şerê Cîhanê. Wekî şerê herî bi xwîn ket rûpelê dirokê. Piştî vî şerî Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar girt û 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê îlan kir. Pîrozbahiyên ku di 21'ê îlonê de tên pîrozkirin li Tirkiye her sal di 1'ê Îlonê de pîroz dikin. Li Tirkiye wekî her sal îsal jî wê li gelek deveran mîtîng bê li dar xistin û daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Li Wan, Amed, Stenbol û Îzmirê wê mîtîng bê li darxistin. 
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 7'ê Tebaşê de çûn Îmraliyê û li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di hevdîtina dawî de dîsa got: "Ez ji bo çareseriyê Amade me" û bang li dewletê kir ku gavên çareseriyê bavêjin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1992'an heta niha ji bo aştiyek mayinde û çareseriya pirsgirêka Kurd di nava hewldanan de ye. Di sala 1992'an de Tirkiye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nijtimanê Kurdistan (YNK) bi hevre li dijî PKK'ê şer kirin û piştî şerê 45 rojan bi PKK'ê re li hev kirin. Piştî şerê mezin û dirêj Rêberê PKK'ê Ocalan, di 19'ê Adara 1993’an de li Bekaayê bi tevlêbûna Serokê YNK'ê Celal Talabanî re hevînek li dar xist. Ocalan di civînê de agirbesta yek alî îlan kir. Yekem car PKK’ê agirbesta yek alî îlan kir. Hêj gav nehatibûn avêtin Serokomarê Tirkiye Turgut Ozal bi awayekî şik jiyana xwe ji dest da. Piştî Ozal jiyana xwe ji dest da, hewldana Ocalan a çareseriyê bê encam ma. 
 
Piştre Ocalan, di 11'ê Kanûna 1995'an de ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk û aştiyek bi rûmet veke dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Li gel ku Ocalan agirbest îlan kir jî dîsa zextên li ser Kurdan berdewam kir. Di 6'ê Gulana 1996’an de li gel hewldanên Ocalan li dijî Ocalan sûîkast amade kirin. Piştî vê suîkastê dîsa hewldana Ocalan a aştî û çareseriyê bê encam ma. 
 
BI KOMPLO BERSÎV DAN HEWLDANA OCALAN A AŞTIYÊ 
 
Ocalan, tevî hemû astengî û hewldanên şer dîsa lêgerîna aştiyê berdewam kir. Di 1'ê Îlona 1998'an de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Hêj agirbestê berdewam dikir, bi hevkariya dewletên navneteweyî ji Sûriye derxistin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'e Sibata 1999’an de radestî Tirkiye kirin. Piştî vê yekê PKK'ê diyar kir ku wan agirbesta yek alî bi dawî kir. 
 
OCALAN LI ÎMRALIYÊ JÎ HEWLDANÊN AŞTIYÊ BERDEWAM KIR
 
Rêberê PKK'ê Ocalan piştî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F hat girtin jî dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokrotîk berdewam kir. Ocalan li Îmraliyê di 2'ê Tebaxa 1999’an de dîsa bang li PKK'ê kir û xwest hêzên xwe yên çekdarî derxe dervê welat. Ocalan, di 1'ê Îlona heman salê de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Ocalan di 20'ê Çileya 2000’an de Projeya Aştiyê, di 4'ê Mijdara 2000’an de Plana Lezgînk a ji bo Aştî û Demokrasiyê û di 19'ê Hezîrana 2001’an de jî ji bo aştiyek mayinde ket nava hewldanan û danezana lezgin belav kir. Di 22'ê Mijdara 2002’an de Danezana Çareseriya Lezgîn belav kir. 
 
Ocalan, dîsa ji Serokomar, Serokê Meclisê, Serokwezîr, Serfermandar û hemû serokên partiyên siyasî re name şand û xwest pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û çareseriya demokratîk çareser bikin. Ocalan di nava 5 salan de li ser hewldanên aştî u çareseriyê xebitî. Lê li gel vê yekê zextên li ser Kurdan berdewam kir. Di sala 2004'an de PKK'ê agirbesta yek alî bi dawî kir. Şer dîsa bi awayekî dijwar dest pê kir. 
 
Ocalan di 9'ê tebaxa 2006'an de bi rêya parêzeran ji serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan û Serokê CHP'ê Deniz Baykal re peyam şand û got “Çareseriya pirsgirêkê bi diyalogê pêkan e. Bi rijandina xwînê encam nayê girtin. Xwe bavêje DYA, bi hevkariya Îran û Sûriye re PKK nayê îmhakirin. Bi vî rengî pirsgirêk nayê çareserkirin. PKK bi vî rengî xelas nabe. 
 
Ocalan, wê demê bang li Erdogan û Baykal kir û bal kişand ser girîngiya 1'ê Îlonê. Ocalan got: "Êdî bes e, em vê xwinê rawestînin. Divê diyaloga demokratîk pêş bikeve. Ger ku diyalog pêş nekeve wê şer kûr bibe." 
 
Ocalan, di 7'ê Îlona 2006’an de dîsa bi rêya parêzeran got “Ez kesî dawetî îsyanê nakim. Fermanê nadim kesî. Em dixwazin ev xwîn raweste û Tirkiye demokratik bibe." 
 
'EZ JI HER CUREYÊN ÇARESERIYÊ RE AMADE ME
 
Di 2'ê Mijdara 2007'an de dîsa Ocalan bi rêya parêzeran got: “Ez carek din destê aştiyê dirêj dikim" û ev peyam parve kir: "Ger ku dewlet dixwaze bi min re hevdîtin bike divê rayedarên xwe bişîne. Bila bêje ‘Ey Apo tu çi dixwaze?' Ez ê jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve bikim. Ez ji hemû rêbazên çareseriyê re amade me. Ger ku çareserî tê xwestin divê Make Qanûna Kurd li ser li hev bikin divê bê amadekirin. Dikarin ji PKK’ê re bêjin "Were tev li vê pêvajoyê bibe." Di vê mijarê de fikrên min diyar in. 
 
'JI BO AŞTIYÊ ÇI TÊKEVE SER MILÊ MIN AMADE ME' 
 
Ocalan, di 5'ê Tebaxa 2008’an de diyar kir ku li dijî wî şantajan dikin û got: “Bila bi Şantajan neyên ser min. Ez vê yekê ji dewletê re jî dibêjim. Ji PKK’ê re jî dibêjim. Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e. Ji bo aştî û çareseriya demokartîk çi têkeve ser milê min amade me. Min berê jî ji Serokwezîr û Brêz Serokomar Gul re name şand. Ez îstirham dikim em vê pirsgirêkê çareser bikin." 
 
Ocalan di sala 2009'an de dîsa banga aştiyê kir. Ocalan di sala 2009'an de dîsa ji bo çareseriyê bang kir û got: “Ji bo aştiyê û çareseriyê wekî koma yekemîn a Aştiyê dibe koma duyemîn a aştiyê bê Tirkiye. Yek ji Ewropa û yek jî ji Maxmur û Qandilê dikarin bên." Li ser pêşniyara Ocalan Koma Aştiyê û Çareseriya Demokratîk di 19'ê Cotmehê de 34 endamên Koma Aştiyê ji Qendîl, Mexmûr hatin Tirkiye. Koma Ewropa jî di sala 2010'an de hatin Tirkiye. Ocalan xwest ev komên aştiyê li Meclîsê û hemû partî û rêxistinên demokratîk re hevditin bikin û projeya çareseriyê parve bikin. 
 
Ocalan di 8'ê Kanûna 2010’an de dîsa banga aştî û çareseriya demokartîk kir û xwest Parlamento biryara aştiyê bistîne. Xwest heqiqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Xwest meseleya Turgut Ozal û Eşref Bitlis ronî bikin. Ocalan nexşerêya çareseriyê pêşkêşî meclîsê kir.
 
Di 5'ê Sibata 2011'an de Serokwezîr Erdoğan, bi dayikên Aştiyê re hevdîtin kir. Ocalan wê demê ji Serokwezîr xwest ku ji bo hêzirên çavan raweste hêzên çekdar bikişîne cihekî ewle û şer rawestine. Ocalan diyar kir ku her roj operasyon û şer heye û bi vê rêbazê çareser nabe. Ocalan ji hikûmetê xwest ku çareseriyê dixwaze operasyonan rawestîne û gerîlla bikişîne herêmek ewle. 
 
AKP ŞER DIXWAZE ÇARESERIYÊ NAXWAZE
 
Ocalan, di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi rêya parêzeran got: “Min ji bo her du aliyan pêşniyar kir. Min karê wan sivik kir. Min rêya çareseriyê nişanî wan da. Ez dikarim hêj çi bikim? Ger ku hikûmet ji bo pêvajoyê xelas bike çi dike bila bike. Ez di karê şer de tune me. Dibêjin ‘Wê weki Sri Lanka bibe' Wê 300 balafiran rakin û Qandîlê bombe bikin. Tu çi radiweste. Ger ku rêxistin jî amade be wê îspat bike ku ne Sri Lanka ye. AKP şer dixwaze. çareseriyê naxwaze." 
 
HEYETA ÎMRALIYÊ
 
Piştî hevdîtinên li ser Ocalan qut bûn di 12'ê îlona 2012'an de girtiyên PKK'ê û PJAK’ê dest bi grevê kirin. Piştî çalakiya 68 rojan li ser banga Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kir. Di 3'ê Çileya 2013'an de heyeta ku wekila BDP'ê Ayla Akat Ata û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî di navde bûn çûn Îmraliyê û  bi Ocalan re hevdîtin kirin. 
 
 
PEYAMA OCALAN A NEWROZA 2013'AN 
 
Ocalan, di Newroza 21'ê Adara 2013'an de bi rêya heyetê peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk peyam şand. Ocalan diyar kir ku êdî dema çekan bi dawî dibe û divê bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk pirsgrêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Heyet 22 caran bi Ocalan re hevdîtin kir û Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demoratîk û aştiyek bi rûmet peyam şand. 
 
Ocalan di di 07'ê Hezîrana 2013'an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê mîsogerkirin. Ocalan di 9'ê Adara 2014’an de dîsa bang li AKP'ê kir û got: "Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan tekoşiyam. Hewce be ezê 40 salên din têbikoşim. Divê hêza dewletê ya çareseriyê hebe. Ev ne meseleya bazarê ye. Ev meseleya peymanê ye. Divê di vê peymanê de wekhevî, bi hevrebûn, eşq, sinc, estetik û azadî hebe." 
 
 
Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di di 28'ê sibata 2015'an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22'ê Adara 2015'an de Serokomar Erdogan li dijî peymana Mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da û got: "Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me. Ez wê civînê rast nabînim û pêvajo xera kir. 
 
Ocalan piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5'ê Nîsanê de hevdîtin kir û carek din heyet neçû Îmraliyê. 
 
TECRÎDA 8 SALAN 
 
Piştî 8 salan Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir. Pitre ev çalakî li hemû girtîgehan belav bû û 3 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Çalaki li her derê Tirkiye belav bûn. Piştî çalakiya 200 rojan parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê. 
 
Ocalan di hevdîtina 2'ê Gulanê de dîsa bal kişand ser peyama Newroza 2013'an û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet amade ye. 
 
Ocalan di hevdîtina 22'ê Gulanê de jî herî dawî di hevdîtina 7'ê Tebaxê de jî peyam bi rêya parêzeran şand û diyar kir ku ew ji bo aştî û çareseriya demokratîk amade ye. Ocalan, di hevdîtina 12'ê hezîranê de got: "Kurd bê Tirk û Tirk jî bêyî Kurd nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Ocalan dîsa diyar kir ku çareserî di yekîtiya gelê Kurd û Tirk de û gelê Mezopotamya û Anatoliyê de pêkan e. Ocalan dîsa got "Ya Esas û çareseriyê Siyaseta demokratîk e." 
 
Ocalan di hev hevdîtina dawî ya 7'ê Tebaxe de got yekîtiya Kurd û Tirkan li Xelat û Malazgirtê dest pê kiriye û heta Makeqanûna 1921'an berdewam kiriye. Ocalan xwest dîsa li ser esasê Makeqanûna 1921'an meseleya Kurd çareser bikin. Ocalan xwest aqilê dewletê têkeve nava hewldanê. 
 
Lê piştî vê peyama Ocalan di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Wan Mêrdîn û Amedê kirin û li aliyê din li Herema Kurdistana Federe  operasyona Pençe 3 berdewam kirin.b 
 
Vê hewldana qeyûm û operasyonên eskerî û siyasî pirsa "Gelo hikûmeta Tirkiye wê dîsa di şer de israr bike" anî aqilan.
 
MA / Nacî Kaya 
 

Sernavên din

01/09/2019
17:48 Rûsipî û Şêxên Êlan xwest Tirkiye dawî li gefan bîne
17:46 Bi hezaran kes li dijî qeyûm diherikîn Qada Îstasyonê
17:38 Jinên Êlên Ereb di komxebatê de kom bûn
17:23 Ozgokçe: Qeyûm wê tu carî rewa nebin
16:38 Helwesta Mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê: Qeyûm erîşa vîna me hemûyan e
16:33 Berî mîtîngê kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:14 Kaftancioglû bertek nîşanî qeyûm da: Ger em têkoşînê mezin bikin wê nekarin tiştekê bikin
15:24 Di roja aştiyê de destûr nedan şahiya aştiyê
15:09 Mîtînga Wanê bi rengê spî neqişî
14:45 Di 1'ê Îlonê de berteka li dijî qeyûm
14:10 Mitînga Stenbolê bi dirûşma ‘Ji qeyûm re na’ dest pê kir
13:48 Temellî: Em li vir in û xwedî li bajarên xwe derdikevin
13:12 Li Mêrdînê 14 rojin li dijî qeyûman li ser piyan in: Em serî natewînin
12:41 Li Afganistanê êrîş: 10 kes mirin
12:34 Li Teksasê êrîş: 5 kes hatin kuştin
12:19 Civaknas Immanuel Wallerstein jiyana xwe ji dest da
12:06 Çalakiya rûniştinê bi strana ‘Kevoka Aştiyê” dest pê kir
11:56 Erebîstana Siûdî di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 50 kes kuştin
11:34 7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê nêz dibe
11:19 KCD'ê 1'ê Îlonê bi 4 zimanan û 3 zaravayê Kurdî pîroz kir
10:35 Newaya Jin bi hêjmara nû derket
09:39 Karkerên tersaneyan bi mirinê re rû bi rû ne
09:07 Li Silopiyayê DEDAŞ, bi awayekî 'qaçax' kuçe û kolanan dikole
09:06 Ger îdianame bê qebûlkirin wê bi 'sûcê li hemberî mirovahiyê' bê darizandin
09:04 Hamzaoglû: Rêxistinbûyîna ji bo têkoşîneke hevpar divê
09:02 Serokê CHP'a Wanê Kûrûkcû: Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2019'AN
31/08/2019
16:18 Turk: Dê dîsa bi ser nekevin
Ciwanên HDP’ê: Li dijî Dehaqan em Kawayê Hesinkar in
16:08 Hezar û 127 mamosteyan bawername wergirtin
16:07 Girtiyê nexweş Akman serê derziyekê 15 caran bi kar tîne
15:48 Hat xwestin Başdaş ê ji sedî 86 astengdar bê berdan
15:36 Stenbol ji bo mîtînga 1'ê Îlonê amade ye
15:28 Îmamoglu, Turk û Mizrakli ziyaret kir: Divê em vê pêvajoyê veguherînin fersendê
15:16 Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 13'emîn deye: AKP û MHP her roja diçe dihele
15:05 KCD'ê 1'ê Îlonê li hemû gelê cîhanê pîroz kir
14:54 Li Îskenderûnê bertek nîşanî qeyûm dan
14:52 Li Enqereyê belavokên 1'ê Îlonê hatin belavkirin
14:38 Turk: Li her deverî winda hatin dîtin, lê li welatê me nehatin dîtin
14:37 Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye bi lez peymana NY'ê îmze bike
14:17 Tanrikûlû: Heke em bibêjin ji me re çî ye dê dor bê şaredariyên din
14:13 Îmamoglû gora Elçî ziyaret kir: Ji bo ku em şehîdê demokrasiyê bi bîr bînin em li virin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştin bi stranên 'berxwedanê' dest pê kir
13:22 Jinên Îzmîrî: Emê bi reng û dengên xwe li qadan bin
13:08 Enstîtuya Kurdî Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Piştî Rewşa Awarte li dar xist
13:07 Li Colemêrgê banga şahiya 1’ê Îlonê hat kirin
12:32 Rapora SETA'yê ya deqkirina rojnamegeran nivîsand: Tayînî nûnertiye BÎK'ê hat kirin
12:26 Îmamoglu li Amedê ye: Tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin
12:07 HDK: Em bang li gel dikin ku bi hevre dengê xwe bilind bikin
12:03 ‘Ji bo aştiya birûmet, çareseriya demokratî’ banga tevlîbûn mîtîngê kirin
11:45 Îdlib dikele: Berên ku Tirkiyeyê li derve bihêlin tên danîn
11:26 Ocalan 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe
11:06 Qeyûm koma şanoyê ya prova dikir ji avahiyê derxist
11:02 Guven behsa hevdîtina xwe û Walî kir: Walî got kuştina 2 polîsan edlî ye
10:41 Jinên girtî: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
10:27 Qeyûmê Mêrdînê kesê ku nelirêtî kiribû careke din kir serokê daîreyê
09:17 Rezaniyên cara duyem vîna wan hat desteserkirin: Kes nikare ya dilê me desteser bike
09:17 Enqereyiyên bi talûkeya qeyûm re rû bi rû ne: Îro li rojhilatê welêt sibê li devere dikin
09:16 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Li dijî qeyûman dakevin qadan
09:15 Siyasetmedaran ji bo 1'ê Îlonê bang kir: Li dijî qeyûman em li Qada Kartalê bin
09:14 Sendîka ji bo 1'ê Îlonê bang li karker û kedkaran kirin
09:14 'Em li qadan bersivê bidin polîtîkaya qeyûman'
09:13 Ji ber mirina 37 zarokan giliyê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr kirin
09:12 Li qûntarên çiyayê Elegezê Laleşa Nûranî tê avakirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2019'AN
30/08/2019
19:00 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:40 Konseya Bajêr a Amedê bang li UCLG-MEWA'yê kir: Li cem gelên herêmê cih bigirin
16:50 Mızrakli: Teqez em ê bi ser bikevin
16:10 Li Otogara Êlihê dîmenên hovîtiyê
15:49 ‘Em ê wek Îbrahîm li dijî qeyûman li ber xwe bidin’
15:43 Parlamenterên HDP û CHP'ê banga 1'ê Îlonê kirin
15:14 Qeymeqamê Sîlopiya destûr neda mîtînga 1’ê Îlonê
14:52 ÎHD: Divê demildest peywira hevşaredaran bê îadekirin
14:32 Bi hezaran Şêniyên Idlibê meşiyan sînorê Tirkiyeyê
14:25 Binçavkirina 'Bila kiryariyên qeyûman neyên zanîn'!
14:10 Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya li Mêrdînê bûn
13:37 3 cenaze li morgê 9 rojin tên rawestandin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 12'an de ye
13:36 Kubilay: Heta hevşaredarên me li peyvirê vegerin têkoşîna me wê bidome
13:23 Li Îzmîr û Mûgla 15 kes hatin binçavkirin
13:04 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê bang kirin:
12:52 ‘Em ê di 1’ê Îlonê de demokrasiya li dijî qeyûman biparêzin’
11:49 Çavûşoglû: Heke çareseriya siyasî pêk bê artêşa me dê ji Sûriyeyê veqete
11:36 Ji xebatkarê HDP’ê yê çapemeniyê pirsa 'Tu çima li wir bû' pirsîn
11:29 Operasyona ‘kiran’ berdewam dike
11:15 Walîtiya Wanê di mitînga aştiyê de aştî qedexe kir
10:06 Dayika 70 salî Raîfe Înatçi kirin girtîgehê
10:05 Pêşmerge 35 rojin malbatek ‘dîl' girtine
10:04 ‘Tayînkirina qeyûman dînamîtkirina jiyana bi hev re ye’
10:04 12 roj in li dijî qeyûm bi tilîlî li ber xwe dide
09:27 'Ger bertekên li dijî qeyûm hevbeş nebin, wê dûr were Stenbol û Enqerê jî’
09:26 Rêya Elkê vê carê Zincîr kirin
09:26 Midûrê qeyûm gelek îhale dane şîrketa xwe
09:25 Bêyî desteya parastinê pesend bike 'Baxçeyê Gel' hat çêkirin
09:24 Bangawaziyên ji bo 1'ê Îlonê: Em û qeyûman em ê li hev nekin
09:24 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:22 ‘Em ê ji bo aştiyê li Qada Îstasyonê bin'
09:22 Kemalbay bang li muxalefetê kir: Qîma xwe tenê bi şermezarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin
09:18 Nobeta şêniyên Taxa Hacibektaşli ya li dijî JES'an didome
09:17 Serdema duyem a qeyûman: Serê kesekî du serokatiya daîreyan
09:16 ‘Polîs bi lêgerîna GBT’ê re sîxuriyê li ciwanan ferz dikin’