Ocalan 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe 2019-08-31 11:26:03 STENBOL – Hêzên Ked û Demokrasiyê wê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li 4 bajaran mîtîngên Aştiyê li dar bixe. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1992'an heta niha ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê çareser bike di nava hewldanan de ye û 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe. Ocalan, herî dawî di 7'ê Tebaxê de dîsa bi rêya parêzeran peşam şand û got: "Ez ji bo çareseriyê amade me" û banga çareseriyê kiribû.    1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Di Îlona 1939’an de piştî Polonya dagir kirin 60 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Dagirkirina Polonya di heman demê de bû destpêka 2’emîn Şerê Cîhanê. Wekî şerê herî bi xwîn ket rûpelê dirokê. Piştî vî şerî Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar girt û 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê îlan kir. Pîrozbahiyên ku di 21'ê îlonê de tên pîrozkirin li Tirkiye her sal di 1'ê Îlonê de pîroz dikin. Li Tirkiye wekî her sal îsal jî wê li gelek deveran mîtîng bê li dar xistin û daxuyaniyan bidin çapemeniyê. Li Wan, Amed, Stenbol û Îzmirê wê mîtîng bê li darxistin.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan herî dawî di 7'ê Tebaşê de çûn Îmraliyê û li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ocalan di hevdîtina dawî de dîsa got: "Ez ji bo çareseriyê Amade me" û bang li dewletê kir ku gavên çareseriyê bavêjin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji sala 1992'an heta niha ji bo aştiyek mayinde û çareseriya pirsgirêka Kurd di nava hewldanan de ye. Di sala 1992'an de Tirkiye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nijtimanê Kurdistan (YNK) bi hevre li dijî PKK'ê şer kirin û piştî şerê 45 rojan bi PKK'ê re li hev kirin. Piştî şerê mezin û dirêj Rêberê PKK'ê Ocalan, di 19'ê Adara 1993’an de li Bekaayê bi tevlêbûna Serokê YNK'ê Celal Talabanî re hevînek li dar xist. Ocalan di civînê de agirbesta yek alî îlan kir. Yekem car PKK’ê agirbesta yek alî îlan kir. Hêj gav nehatibûn avêtin Serokomarê Tirkiye Turgut Ozal bi awayekî şik jiyana xwe ji dest da. Piştî Ozal jiyana xwe ji dest da, hewldana Ocalan a çareseriyê bê encam ma.    Piştre Ocalan, di 11'ê Kanûna 1995'an de ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk û aştiyek bi rûmet veke dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Li gel ku Ocalan agirbest îlan kir jî dîsa zextên li ser Kurdan berdewam kir. Di 6'ê Gulana 1996’an de li gel hewldanên Ocalan li dijî Ocalan sûîkast amade kirin. Piştî vê suîkastê dîsa hewldana Ocalan a aştî û çareseriyê bê encam ma.    BI KOMPLO BERSÎV DAN HEWLDANA OCALAN A AŞTIYÊ    Ocalan, tevî hemû astengî û hewldanên şer dîsa lêgerîna aştiyê berdewam kir. Di 1'ê Îlona 1998'an de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Hêj agirbestê berdewam dikir, bi hevkariya dewletên navneteweyî ji Sûriye derxistin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'e Sibata 1999’an de radestî Tirkiye kirin. Piştî vê yekê PKK'ê diyar kir ku wan agirbesta yek alî bi dawî kir.    OCALAN LI ÎMRALIYÊ JÎ HEWLDANÊN AŞTIYÊ BERDEWAM KIR   Rêberê PKK'ê Ocalan piştî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F hat girtin jî dîsa hewldanên xwe yên ji bo çareseriya demokrotîk berdewam kir. Ocalan li Îmraliyê di 2'ê Tebaxa 1999’an de dîsa bang li PKK'ê kir û xwest hêzên xwe yên çekdarî derxe dervê welat. Ocalan, di 1'ê Îlona heman salê de dîsa agirbesta yek alî îlan kir. Ocalan di 20'ê Çileya 2000’an de Projeya Aştiyê, di 4'ê Mijdara 2000’an de Plana Lezgînk a ji bo Aştî û Demokrasiyê û di 19'ê Hezîrana 2001’an de jî ji bo aştiyek mayinde ket nava hewldanan û danezana lezgin belav kir. Di 22'ê Mijdara 2002’an de Danezana Çareseriya Lezgîn belav kir.    Ocalan, dîsa ji Serokomar, Serokê Meclisê, Serokwezîr, Serfermandar û hemû serokên partiyên siyasî re name şand û xwest pirsgirêka Kurd bi rêya aştî û çareseriya demokratîk çareser bikin. Ocalan di nava 5 salan de li ser hewldanên aştî u çareseriyê xebitî. Lê li gel vê yekê zextên li ser Kurdan berdewam kir. Di sala 2004'an de PKK'ê agirbesta yek alî bi dawî kir. Şer dîsa bi awayekî dijwar dest pê kir.    Ocalan di 9'ê tebaxa 2006'an de bi rêya parêzeran ji serokwezîrê wê demê Tayyip Erdogan û Serokê CHP'ê Deniz Baykal re peyam şand û got “Çareseriya pirsgirêkê bi diyalogê pêkan e. Bi rijandina xwînê encam nayê girtin. Xwe bavêje DYA, bi hevkariya Îran û Sûriye re PKK nayê îmhakirin. Bi vî rengî pirsgirêk nayê çareserkirin. PKK bi vî rengî xelas nabe.    Ocalan, wê demê bang li Erdogan û Baykal kir û bal kişand ser girîngiya 1'ê Îlonê. Ocalan got: "Êdî bes e, em vê xwinê rawestînin. Divê diyaloga demokratîk pêş bikeve. Ger ku diyalog pêş nekeve wê şer kûr bibe."    Ocalan, di 7'ê Îlona 2006’an de dîsa bi rêya parêzeran got “Ez kesî dawetî îsyanê nakim. Fermanê nadim kesî. Em dixwazin ev xwîn raweste û Tirkiye demokratik bibe."    'EZ JI HER CUREYÊN ÇARESERIYÊ RE AMADE ME   Di 2'ê Mijdara 2007'an de dîsa Ocalan bi rêya parêzeran got: “Ez carek din destê aştiyê dirêj dikim" û ev peyam parve kir: "Ger ku dewlet dixwaze bi min re hevdîtin bike divê rayedarên xwe bişîne. Bila bêje ‘Ey Apo tu çi dixwaze?' Ez ê jî pêşniyarên xwe yên çareseriyê parve bikim. Ez ji hemû rêbazên çareseriyê re amade me. Ger ku çareserî tê xwestin divê Make Qanûna Kurd li ser li hev bikin divê bê amadekirin. Dikarin ji PKK’ê re bêjin "Were tev li vê pêvajoyê bibe." Di vê mijarê de fikrên min diyar in.    'JI BO AŞTIYÊ ÇI TÊKEVE SER MILÊ MIN AMADE ME'    Ocalan, di 5'ê Tebaxa 2008’an de diyar kir ku li dijî wî şantajan dikin û got: “Bila bi Şantajan neyên ser min. Ez vê yekê ji dewletê re jî dibêjim. Ji PKK’ê re jî dibêjim. Pirsgirêka min çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet e. Ji bo aştî û çareseriya demokartîk çi têkeve ser milê min amade me. Min berê jî ji Serokwezîr û Brêz Serokomar Gul re name şand. Ez îstirham dikim em vê pirsgirêkê çareser bikin."    Ocalan di sala 2009'an de dîsa banga aştiyê kir. Ocalan di sala 2009'an de dîsa ji bo çareseriyê bang kir û got: “Ji bo aştiyê û çareseriyê wekî koma yekemîn a Aştiyê dibe koma duyemîn a aştiyê bê Tirkiye. Yek ji Ewropa û yek jî ji Maxmur û Qandilê dikarin bên." Li ser pêşniyara Ocalan Koma Aştiyê û Çareseriya Demokratîk di 19'ê Cotmehê de 34 endamên Koma Aştiyê ji Qendîl, Mexmûr hatin Tirkiye. Koma Ewropa jî di sala 2010'an de hatin Tirkiye. Ocalan xwest ev komên aştiyê li Meclîsê û hemû partî û rêxistinên demokratîk re hevditin bikin û projeya çareseriyê parve bikin.    Ocalan di 8'ê Kanûna 2010’an de dîsa banga aştî û çareseriya demokartîk kir û xwest Parlamento biryara aştiyê bistîne. Xwest heqiqetê lêkolîn bikin û ronî bikin. Xwest meseleya Turgut Ozal û Eşref Bitlis ronî bikin. Ocalan nexşerêya çareseriyê pêşkêşî meclîsê kir.   Di 5'ê Sibata 2011'an de Serokwezîr Erdoğan, bi dayikên Aştiyê re hevdîtin kir. Ocalan wê demê ji Serokwezîr xwest ku ji bo hêzirên çavan raweste hêzên çekdar bikişîne cihekî ewle û şer rawestine. Ocalan diyar kir ku her roj operasyon û şer heye û bi vê rêbazê çareser nabe. Ocalan ji hikûmetê xwest ku çareseriyê dixwaze operasyonan rawestîne û gerîlla bikişîne herêmek ewle.    AKP ŞER DIXWAZE ÇARESERIYÊ NAXWAZE   Ocalan, di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi rêya parêzeran got: “Min ji bo her du aliyan pêşniyar kir. Min karê wan sivik kir. Min rêya çareseriyê nişanî wan da. Ez dikarim hêj çi bikim? Ger ku hikûmet ji bo pêvajoyê xelas bike çi dike bila bike. Ez di karê şer de tune me. Dibêjin ‘Wê weki Sri Lanka bibe' Wê 300 balafiran rakin û Qandîlê bombe bikin. Tu çi radiweste. Ger ku rêxistin jî amade be wê îspat bike ku ne Sri Lanka ye. AKP şer dixwaze. çareseriyê naxwaze."    HEYETA ÎMRALIYÊ   Piştî hevdîtinên li ser Ocalan qut bûn di 12'ê îlona 2012'an de girtiyên PKK'ê û PJAK’ê dest bi grevê kirin. Piştî çalakiya 68 rojan li ser banga Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kir. Di 3'ê Çileya 2013'an de heyeta ku wekila BDP'ê Ayla Akat Ata û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî di navde bûn çûn Îmraliyê û  bi Ocalan re hevdîtin kirin.      PEYAMA OCALAN A NEWROZA 2013'AN    Ocalan, di Newroza 21'ê Adara 2013'an de bi rêya heyetê peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk peyam şand. Ocalan diyar kir ku êdî dema çekan bi dawî dibe û divê bi diyalog, muzakere û aştiya demokratîk pirsgrêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin. Heyet 22 caran bi Ocalan re hevdîtin kir û Ocalan di hemû hevdîtinên xwe de ji bo çareseriya demoratîk û aştiyek bi rûmet peyam şand.    Ocalan di di 07'ê Hezîrana 2013'an de xwest pêvajoya diyalogê bi zagonan bê mîsogerkirin. Ocalan di 9'ê Adara 2014’an de dîsa bang li AKP'ê kir û got: "Bi vî şiklî dixwazin min bixapînin. Ez 40 salan tekoşiyam. Hewce be ezê 40 salên din têbikoşim. Divê hêza dewletê ya çareseriyê hebe. Ev ne meseleya bazarê ye. Ev meseleya peymanê ye. Divê di vê peymanê de wekhevî, bi hevrebûn, eşq, sinc, estetik û azadî hebe."      Ocalan ji bo çareseriyê mutabakata ji 10 xalan pêk dihat pêşkêşî hikûmetê kir. Endamên heyetê, hikûmet û dewletê di di 28'ê sibata 2015'an de li Dolmabahçeyê Mutabakat îmze kirin. Di 22'ê Adara 2015'an de Serokomar Erdogan li dijî peymana Mutabakata Dolmabahçe daxuyanî da û got: "Ez li dîjî heyeta çavdêriyê me. Ez wê civînê rast nabînim û pêvajo xera kir.    Ocalan piştî vê gotina Erdogan herî dawî di 5'ê Nîsanê de hevdîtin kir û carek din heyet neçû Îmraliyê.    TECRÎDA 8 SALAN    Piştî 8 salan Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê kir. Pitre ev çalakî li hemû girtîgehan belav bû û 3 hezar girtî ketin greva birçîbûnê. Çalaki li her derê Tirkiye belav bûn. Piştî çalakiya 200 rojan parêzer di 2'ê Gulanê de çûn Îmraliyê. Parêzer piştî 8 salan yekem car çûn Îmraliyê.    Ocalan di hevdîtina 2'ê Gulanê de dîsa bal kişand ser peyama Newroza 2013'an û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiya bi rûmet amade ye.    Ocalan di hevdîtina 22'ê Gulanê de jî herî dawî di hevdîtina 7'ê Tebaxê de jî peyam bi rêya parêzeran şand û diyar kir ku ew ji bo aştî û çareseriya demokratîk amade ye. Ocalan, di hevdîtina 12'ê hezîranê de got: "Kurd bê Tirk û Tirk jî bêyî Kurd nikarin hebûna xwe berdewam bikin. Ocalan dîsa diyar kir ku çareserî di yekîtiya gelê Kurd û Tirk de û gelê Mezopotamya û Anatoliyê de pêkan e. Ocalan dîsa got "Ya Esas û çareseriyê Siyaseta demokratîk e."    Ocalan di hev hevdîtina dawî ya 7'ê Tebaxe de got yekîtiya Kurd û Tirkan li Xelat û Malazgirtê dest pê kiriye û heta Makeqanûna 1921'an berdewam kiriye. Ocalan xwest dîsa li ser esasê Makeqanûna 1921'an meseleya Kurd çareser bikin. Ocalan xwest aqilê dewletê têkeve nava hewldanê.    Lê piştî vê peyama Ocalan di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Wan Mêrdîn û Amedê kirin û li aliyê din li Herema Kurdistana Federe  operasyona Pençe 3 berdewam kirin.b    Vê hewldana qeyûm û operasyonên eskerî û siyasî pirsa "Gelo hikûmeta Tirkiye wê dîsa di şer de israr bike" anî aqilan.   MA / Nacî Kaya