Guven behsa hevdîtina xwe û Walî kir: Walî got kuştina 2 polîsan edlî ye

  • rojane
  • 11:02 31 Tebax 2019
  • |
img

AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven behsa hevdîtina xwe ya têkildarî kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin ku li gel Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk ê wê demê pêk aniye kir. Guven da zanîn ku Walî jê re gotiye: “Di esasê xwe de ew polîs 3 hevalên hev malê bûne. Polîs pev diçin. Yek ji her duyan diqete. Ew polîsê veqetiyeya her du polîsan kuştiye û çûye. Ji ber vê yekê ev bûyer ne siyasî ye, edlî ye.” 

Di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de di sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Hevdîtina li gel Ocalan di 5’ê Nîsana 2015’an de bi dawî bûn. Pişt re hikumetê konspeta şer xist dewrê û vê pêvajoya şer bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî hikumetê hevdîtin bi dawî kir, DAIŞ’ê di mitînga HDP’ê ya di 5’ê Hezîrana 2015’an de ya Amedê û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst teqîn pêk anî. Piştî teqîna Pirsûsê welat gav bi gav ber bi şer ve hat ajotin. Di van rojên welat ber bi şer ve diçû li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 22’ê tîrmeha 2015’an de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan li mala xwe kuştî hatin dîtin. Vê kuştina polîsan ji bo bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” hêncet hat nîşandan û şer hat destpêkirin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu di 24’ê Tîrmeha 2015’an de eşkere kir ku wan bi awayek eşkere pêvajoya şer daye destpêkirin. 
 
1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê carek din di bin dijwariya şer de tê pêşwazîkirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven têkildarî kuştina du polîsan agahiyên girîng par ve kir. 
 
‘MIDURÊ EMNIYETÊ ÎŞKENCE QEBÛL DIKE’ 
 
Leyla Guven wê serdemê parlamentera HDP’ê ya Rihayê bû. Guven da zanîn ku piştî kuştina polîsan gelek kes bi lêdanê hatine binçavkirin û ji ber vê yekê li Midurê Emniyeta Rihayê geriyaye û li ser îdiayên îşkenceyê nîqaş di navbera wan de derketiye. Guven diyar kir ku Midurê Emniyetê jê re gotiye: “Hûn li benda çi ne, yên du polîsên me kuştine em ê kulîlk bidin wan qey?” Guven da zanîn ku bersiva Midurê Emniyetê daye û got: “Min got hedê xwe dizanibin. Kirina îşkenceyê hûn jî qebûl dikin. Li ser vê nîqaşê me telefon girt.” 
 
WALÎ LI XWE MIKÛR HATIYE! 
 
Guven destnîşan kir ku piştî vê nîqaşa bi emniyetê re têkildarî mijarê li Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk ê wê demê geriyaye û wiha got: “Min ji walî re behsa midurê emniyetê kir. Min got emniyet jî îşkenceyê qebûl dike û min xwest walî mudaxeleyê meseleyê bike. Walî jî got ‘Xanima wekîl bûyer ne wisa ye. Heke îşkence hebe ez ê li wî midurê emniyetê bigerim û ez ê hedê wî bidimê. Bêguman îşkence nabe û divê nebe. Ez ê bişopînim.’ Her wiha Walî têkildarî bûyera Serêkaniyê jî got ‘Ez dixwazim hûn viya bizanibin, di esasê xwe de 3 polîs hevalên hev ên malê ne. Yek ji wan bi her du polîsên din re pev diçin û ji wir vediqete. Bi her polîsekê re mifteya malê hebûye. Ji ber vê yekê jî bûyer ne bûyerek siyasî ye. Ev bûyerek edlî ye. Polîsê ji wan vediqete bi hêrs dibe û bi şev diçe bi mifteya xwe derî vedike û her du polîsan dikuje û diçe. Bûyer ji me re wisa hat gotin. Yanî tiştên tên gotin ne rast in.’ Ev hemû yek bi yek axaftinên walî ne.” 
 
‘QELIBANDIN JARGONEK SIYASÎ’ 
 
Guven da zanîn ku rengek siyasî dan bûyerê û xistin sitûyê PKK’ê û got: “AKP xwesti bi vê jargona siyasî şer bide destpêkirin. Bûyera Serêkaniyê provokasyonek li dijî pêvajoya çareseriyê bû. Kengê aştî û çareserî were axaftin bûyerên wisa provokatîf pêk tînin. Divê her kes bûyera Serêkaniyê wisa bizanibe ku ne bûyerek siyasî ye û ew di nav hev de pevçûne.” 
 
‘ROJHILATA NAVÎN JI BO AŞTIYÊ TÎ BÛYE’ 
 
Guven bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê jî got: “Her çiqas şer qewimîbin jî lê di dawiyê de aştî hatiye. Erdnîgariya me ya Rojhilata Navîn ji bo aştiyê tî bûye. Ez bi dil û can hêvî dikim ku wê 1’ê Îlonê bibe wesîleya aştiyek mayînde. Ji bo ev pêk were jî heta ji destê me were em ê aştiyê qîr bikin û em ê ji bo aştiyê bixebitin.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

01/09/2019
17:48 Rûsipî û Şêxên Êlan xwest Tirkiye dawî li gefan bîne
17:46 Bi hezaran kes li dijî qeyûm diherikîn Qada Îstasyonê
17:38 Jinên Êlên Ereb di komxebatê de kom bûn
17:23 Ozgokçe: Qeyûm wê tu carî rewa nebin
16:38 Helwesta Mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê: Qeyûm erîşa vîna me hemûyan e
16:33 Berî mîtîngê kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:14 Kaftancioglû bertek nîşanî qeyûm da: Ger em têkoşînê mezin bikin wê nekarin tiştekê bikin
15:24 Di roja aştiyê de destûr nedan şahiya aştiyê
15:09 Mîtînga Wanê bi rengê spî neqişî
14:45 Di 1'ê Îlonê de berteka li dijî qeyûm
14:10 Mitînga Stenbolê bi dirûşma ‘Ji qeyûm re na’ dest pê kir
13:48 Temellî: Em li vir in û xwedî li bajarên xwe derdikevin
13:12 Li Mêrdînê 14 rojin li dijî qeyûman li ser piyan in: Em serî natewînin
12:41 Li Afganistanê êrîş: 10 kes mirin
12:34 Li Teksasê êrîş: 5 kes hatin kuştin
12:19 Civaknas Immanuel Wallerstein jiyana xwe ji dest da
12:06 Çalakiya rûniştinê bi strana ‘Kevoka Aştiyê” dest pê kir
11:56 Erebîstana Siûdî di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 50 kes kuştin
11:34 7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê nêz dibe
11:19 KCD'ê 1'ê Îlonê bi 4 zimanan û 3 zaravayê Kurdî pîroz kir
10:35 Newaya Jin bi hêjmara nû derket
09:39 Karkerên tersaneyan bi mirinê re rû bi rû ne
09:07 Li Silopiyayê DEDAŞ, bi awayekî 'qaçax' kuçe û kolanan dikole
09:06 Ger îdianame bê qebûlkirin wê bi 'sûcê li hemberî mirovahiyê' bê darizandin
09:04 Hamzaoglû: Rêxistinbûyîna ji bo têkoşîneke hevpar divê
09:02 Serokê CHP'a Wanê Kûrûkcû: Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2019'AN
31/08/2019
16:18 Turk: Dê dîsa bi ser nekevin
Ciwanên HDP’ê: Li dijî Dehaqan em Kawayê Hesinkar in
16:08 Hezar û 127 mamosteyan bawername wergirtin
16:07 Girtiyê nexweş Akman serê derziyekê 15 caran bi kar tîne
15:48 Hat xwestin Başdaş ê ji sedî 86 astengdar bê berdan
15:36 Stenbol ji bo mîtînga 1'ê Îlonê amade ye
15:28 Îmamoglu, Turk û Mizrakli ziyaret kir: Divê em vê pêvajoyê veguherînin fersendê
15:16 Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 13'emîn deye: AKP û MHP her roja diçe dihele
15:05 KCD'ê 1'ê Îlonê li hemû gelê cîhanê pîroz kir
14:54 Li Îskenderûnê bertek nîşanî qeyûm dan
14:52 Li Enqereyê belavokên 1'ê Îlonê hatin belavkirin
14:38 Turk: Li her deverî winda hatin dîtin, lê li welatê me nehatin dîtin
14:37 Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye bi lez peymana NY'ê îmze bike
14:17 Tanrikûlû: Heke em bibêjin ji me re çî ye dê dor bê şaredariyên din
14:13 Îmamoglû gora Elçî ziyaret kir: Ji bo ku em şehîdê demokrasiyê bi bîr bînin em li virin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştin bi stranên 'berxwedanê' dest pê kir
13:22 Jinên Îzmîrî: Emê bi reng û dengên xwe li qadan bin
13:08 Enstîtuya Kurdî Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Piştî Rewşa Awarte li dar xist
13:07 Li Colemêrgê banga şahiya 1’ê Îlonê hat kirin
12:32 Rapora SETA'yê ya deqkirina rojnamegeran nivîsand: Tayînî nûnertiye BÎK'ê hat kirin
12:26 Îmamoglu li Amedê ye: Tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin
12:07 HDK: Em bang li gel dikin ku bi hevre dengê xwe bilind bikin
12:03 ‘Ji bo aştiya birûmet, çareseriya demokratî’ banga tevlîbûn mîtîngê kirin
11:45 Îdlib dikele: Berên ku Tirkiyeyê li derve bihêlin tên danîn
11:26 Ocalan 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe
11:06 Qeyûm koma şanoyê ya prova dikir ji avahiyê derxist
11:02 Guven behsa hevdîtina xwe û Walî kir: Walî got kuştina 2 polîsan edlî ye
10:41 Jinên girtî: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
10:27 Qeyûmê Mêrdînê kesê ku nelirêtî kiribû careke din kir serokê daîreyê
09:17 Rezaniyên cara duyem vîna wan hat desteserkirin: Kes nikare ya dilê me desteser bike
09:17 Enqereyiyên bi talûkeya qeyûm re rû bi rû ne: Îro li rojhilatê welêt sibê li devere dikin
09:16 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Li dijî qeyûman dakevin qadan
09:15 Siyasetmedaran ji bo 1'ê Îlonê bang kir: Li dijî qeyûman em li Qada Kartalê bin
09:14 Sendîka ji bo 1'ê Îlonê bang li karker û kedkaran kirin
09:14 'Em li qadan bersivê bidin polîtîkaya qeyûman'
09:13 Ji ber mirina 37 zarokan giliyê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr kirin
09:12 Li qûntarên çiyayê Elegezê Laleşa Nûranî tê avakirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2019'AN
30/08/2019
19:00 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:40 Konseya Bajêr a Amedê bang li UCLG-MEWA'yê kir: Li cem gelên herêmê cih bigirin
16:50 Mızrakli: Teqez em ê bi ser bikevin
16:10 Li Otogara Êlihê dîmenên hovîtiyê
15:49 ‘Em ê wek Îbrahîm li dijî qeyûman li ber xwe bidin’
15:43 Parlamenterên HDP û CHP'ê banga 1'ê Îlonê kirin
15:14 Qeymeqamê Sîlopiya destûr neda mîtînga 1’ê Îlonê
14:52 ÎHD: Divê demildest peywira hevşaredaran bê îadekirin
14:32 Bi hezaran Şêniyên Idlibê meşiyan sînorê Tirkiyeyê
14:25 Binçavkirina 'Bila kiryariyên qeyûman neyên zanîn'!
14:10 Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya li Mêrdînê bûn
13:37 3 cenaze li morgê 9 rojin tên rawestandin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 12'an de ye
13:36 Kubilay: Heta hevşaredarên me li peyvirê vegerin têkoşîna me wê bidome
13:23 Li Îzmîr û Mûgla 15 kes hatin binçavkirin
13:04 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê bang kirin:
12:52 ‘Em ê di 1’ê Îlonê de demokrasiya li dijî qeyûman biparêzin’
11:49 Çavûşoglû: Heke çareseriya siyasî pêk bê artêşa me dê ji Sûriyeyê veqete
11:36 Ji xebatkarê HDP’ê yê çapemeniyê pirsa 'Tu çima li wir bû' pirsîn
11:29 Operasyona ‘kiran’ berdewam dike
11:15 Walîtiya Wanê di mitînga aştiyê de aştî qedexe kir
10:06 Dayika 70 salî Raîfe Înatçi kirin girtîgehê
10:05 Pêşmerge 35 rojin malbatek ‘dîl' girtine
10:04 ‘Tayînkirina qeyûman dînamîtkirina jiyana bi hev re ye’
10:04 12 roj in li dijî qeyûm bi tilîlî li ber xwe dide
09:27 'Ger bertekên li dijî qeyûm hevbeş nebin, wê dûr were Stenbol û Enqerê jî’
09:26 Rêya Elkê vê carê Zincîr kirin
09:26 Midûrê qeyûm gelek îhale dane şîrketa xwe
09:25 Bêyî desteya parastinê pesend bike 'Baxçeyê Gel' hat çêkirin
09:24 Bangawaziyên ji bo 1'ê Îlonê: Em û qeyûman em ê li hev nekin
09:24 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:22 ‘Em ê ji bo aştiyê li Qada Îstasyonê bin'
09:22 Kemalbay bang li muxalefetê kir: Qîma xwe tenê bi şermezarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin
09:18 Nobeta şêniyên Taxa Hacibektaşli ya li dijî JES'an didome
09:17 Serdema duyem a qeyûman: Serê kesekî du serokatiya daîreyan
09:16 ‘Polîs bi lêgerîna GBT’ê re sîxuriyê li ciwanan ferz dikin’