Guven behsa hevdîtina xwe û Walî kir: Walî got kuştina 2 polîsan edlî ye 2019-08-31 11:02:53 AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven behsa hevdîtina xwe ya têkildarî kuştina 2 polîsên li Serêkaniyê hatin kuştin ku li gel Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk ê wê demê pêk aniye kir. Guven da zanîn ku Walî jê re gotiye: “Di esasê xwe de ew polîs 3 hevalên hev malê bûne. Polîs pev diçin. Yek ji her duyan diqete. Ew polîsê veqetiyeya her du polîsan kuştiye û çûye. Ji ber vê yekê ev bûyer ne siyasî ye, edlî ye.”  Di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de di sala 2013’an de pêvajoya çareseriyê dest pê kir. Hevdîtina li gel Ocalan di 5’ê Nîsana 2015’an de bi dawî bûn. Pişt re hikumetê konspeta şer xist dewrê û vê pêvajoya şer bi hemû dijwariya xwe didome. Piştî hikumetê hevdîtin bi dawî kir, DAIŞ’ê di mitînga HDP’ê ya di 5’ê Hezîrana 2015’an de ya Amedê û di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst teqîn pêk anî. Piştî teqîna Pirsûsê welat gav bi gav ber bi şer ve hat ajotin. Di van rojên welat ber bi şer ve diçû li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 22’ê tîrmeha 2015’an de polîs Feyyaz Yumuşak û Okan li mala xwe kuştî hatin dîtin. Vê kuştina polîsan ji bo bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” hêncet hat nîşandan û şer hat destpêkirin. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu di 24’ê Tîrmeha 2015’an de eşkere kir ku wan bi awayek eşkere pêvajoya şer daye destpêkirin.    1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê carek din di bin dijwariya şer de tê pêşwazîkirin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven têkildarî kuştina du polîsan agahiyên girîng par ve kir.    ‘MIDURÊ EMNIYETÊ ÎŞKENCE QEBÛL DIKE’    Leyla Guven wê serdemê parlamentera HDP’ê ya Rihayê bû. Guven da zanîn ku piştî kuştina polîsan gelek kes bi lêdanê hatine binçavkirin û ji ber vê yekê li Midurê Emniyeta Rihayê geriyaye û li ser îdiayên îşkenceyê nîqaş di navbera wan de derketiye. Guven diyar kir ku Midurê Emniyetê jê re gotiye: “Hûn li benda çi ne, yên du polîsên me kuştine em ê kulîlk bidin wan qey?” Guven da zanîn ku bersiva Midurê Emniyetê daye û got: “Min got hedê xwe dizanibin. Kirina îşkenceyê hûn jî qebûl dikin. Li ser vê nîqaşê me telefon girt.”    WALÎ LI XWE MIKÛR HATIYE!    Guven destnîşan kir ku piştî vê nîqaşa bi emniyetê re têkildarî mijarê li Waliyê Rihayê Îzzettîn Kuçuk ê wê demê geriyaye û wiha got: “Min ji walî re behsa midurê emniyetê kir. Min got emniyet jî îşkenceyê qebûl dike û min xwest walî mudaxeleyê meseleyê bike. Walî jî got ‘Xanima wekîl bûyer ne wisa ye. Heke îşkence hebe ez ê li wî midurê emniyetê bigerim û ez ê hedê wî bidimê. Bêguman îşkence nabe û divê nebe. Ez ê bişopînim.’ Her wiha Walî têkildarî bûyera Serêkaniyê jî got ‘Ez dixwazim hûn viya bizanibin, di esasê xwe de 3 polîs hevalên hev ên malê ne. Yek ji wan bi her du polîsên din re pev diçin û ji wir vediqete. Bi her polîsekê re mifteya malê hebûye. Ji ber vê yekê jî bûyer ne bûyerek siyasî ye. Ev bûyerek edlî ye. Polîsê ji wan vediqete bi hêrs dibe û bi şev diçe bi mifteya xwe derî vedike û her du polîsan dikuje û diçe. Bûyer ji me re wisa hat gotin. Yanî tiştên tên gotin ne rast in.’ Ev hemû yek bi yek axaftinên walî ne.”    ‘QELIBANDIN JARGONEK SIYASÎ’    Guven da zanîn ku rengek siyasî dan bûyerê û xistin sitûyê PKK’ê û got: “AKP xwesti bi vê jargona siyasî şer bide destpêkirin. Bûyera Serêkaniyê provokasyonek li dijî pêvajoya çareseriyê bû. Kengê aştî û çareserî were axaftin bûyerên wisa provokatîf pêk tînin. Divê her kes bûyera Serêkaniyê wisa bizanibe ku ne bûyerek siyasî ye û ew di nav hev de pevçûne.”    ‘ROJHILATA NAVÎN JI BO AŞTIYÊ TÎ BÛYE’    Guven bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê jî got: “Her çiqas şer qewimîbin jî lê di dawiyê de aştî hatiye. Erdnîgariya me ya Rojhilata Navîn ji bo aştiyê tî bûye. Ez bi dil û can hêvî dikim ku wê 1’ê Îlonê bibe wesîleya aştiyek mayînde. Ji bo ev pêk were jî heta ji destê me were em ê aştiyê qîr bikin û em ê ji bo aştiyê bixebitin.”    MA / Ozgur Paksoy