Rezaniyên cara duyem vîna wan hat desteserkirin: Kes nikare ya dilê me desteser bike

  • rojane
  • 09:17 31 Tebax 2019
  • |
img

AMED - Welatiyên li navçeya Rezana Amedê bertek nîşanî destdanîna ser vîna xwe dan û diyar kirin ku ev yek zilm e û ew walî wek şaredar nas nakin. Welatiyan got qeyûm datînin çi datînin bila deynin kes nikare ya dilê wan desteser bike. 

Desteya Hilbijartinê ya Bilind di hilbijartina heremî ya 31 Adarê de Şaredariya Navçeya Rezanê a ku namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê hevşaredariyê Zeyat Ceylan ji sed3i 71 deng wergirtibû û ji ber ku Ceylan bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karmendiyê hatibû îxrackirin mazbata nedanê. Di şûna Ceylan da mabata şaredariyê dan namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglu yê ji sedî 25 deng wergirtibû. Di 19'ê tebaxê de jî li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî waliyê Amedê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin û Hevşaredar Selçûk Mizrakli ji kar hat dûrxistin. Welatiyên ji navçeya Rezanê diyar kirin ku ev bû cara duyemîn e vîn û mafê wan hilbijartinê tê desteserkirin. 
 
‘EV ZILMA ERDOGAN E’
 
Ji welatiyan Leyla Konan diyar kir ku qeyûman şaredarî xistine bin deynan û wiha got: “Şaredariyên me katirilyon û nîv kirin bin deynan. Hemû dane xwarin û vexwarinê. Qeyûm dizin çi ne, tev tên diziya me dikin. Banga me ew e ku gel tev rabe ser piya bêdeng nemîne. Em tev bêdeng mane. Ev ne tişteke wisa ye ku mirov qebûl bike. Gereke mirov serê xwe rake. Xwedê heqê me nehêle. Me deng daye xwe, tên bi zilmê ji me distînin. Ev zilm nîn be çi ye. Ev zilma Erdogan e. Em ê biserkevin û şaredariya xwe bistînin.”
 
‘HEM DIZ E HEM TOPIZ E’
 
Yasemîn Mîrbey jî destnîşan kir ku Xwedê heqê wan ji yên ku dest danîne ser vîna wan bistîne û wiha axivî: “Bila we di pêşiyê de şaredar qebûl nekiriban û nexistiban hilbijartinê. Hem li Rezanê hem li bajarê mezin wisa kirin. Ev heqareteke pir mezin e li me dikin. Hem zilm e hem heqarete. Dibên ji PKK'ê re alîkarî dikin, çawa dikin. Hemû pere hikumet dide şaredariyê. Tiştekî wisa tune ye. Hem diz e hem topiz e. Banga me ew e ku em tev rabin li ser piyan û bibin yek.”
 
‘ME DENGÊ XWE YÊ DAYE XWE’
 
Ebdûlxenî Ekîncî jî da zanîn ku ew wek gel qeyûman qebûl nakin û wiha got: “Me dengê xwe nedaye qeyûm, me daye xwe. Ji ber vê yekê hewceye ku gelê me nerazîbûna xwe bide nîşan dan. Gotina 'heke em nebin yek em ê herin yek bi yek' jî li gorî ruhê îro ye û divê em bi bîra xwe bixin. Em çiqas bêdeng bimînin ew jî dê vê zilmê li ser me bikin. Vê zilmê kes qebûl nake. Şaredariyeke ku ji sedî 60 girtibe û qeyûm tayîn bikin em vê lanet dikin.” Ekîncî diyar kir ku şaredarî vîna wan e û wiha berdewam kir: “Şaredarî bi dengan hatiye hilbijartin, divê bi dengan jî biçe. Daxwaza me ew e ku gelê me li qada be. Ev xespkirina vînê heta ku derê dê biçe. Walî ne şaredarê me ye, em wî qebûl nakin. Şaredarê me Selçûk Mizrakli ye. Bila vê bizanibin.”
 
‘DESTESER KIRIN NAYÊ RAVEKIRIN' 
 
Mehmet Remzî Karagoz jî bibîrxist ku hemin qeyûman tayîn dikirin çima xelk diçe ser sindoqan û got: “Qeyûm xespeke wisa ye ku ravekirina wê ji gel re nikarin bikin. Divê gel li vîna xwe xwedî derkeve.”
 
‘DEMOKRASÎ, MAFÊ MIROVAN TUNE’
 
Mehmet Emîn Kurga anî ziman ku hêj beriya hilbijartinê Serokkomar Erdogan gefa tayînkirina qeyûman xwaribû û wiha got: “Îro car din dest danî ser şaredariyan. Yanî dibêje ku hûn deng bidin min jî nedin min jî ez ê bi zilm û zorê ji we bistînim. Demokrasî, mafê mirovan tune.” 
 
‘ÎRO DORA ME BE SIBÊ DORA CHP’Ê YE’
 
Cemîl Aktaş jî destnîşan kir ku şaredariyan ji wan bigrin jî wê dîsa bistînin û wiha axivî: "Dibêjin 'pere ji bo Qendîlê re şandin e' ka li ku û çawa şandine. Heke pere ji Qendîlê re biçin nexwê tu nikarî vê dewletê bi rêve bibî, wê demê dev jê berde. Bi zilm û zorê tiştek naçe serî.” Aktaş diyar kir ku divê CHP jî di derbarê qeyûman de derkeve qadan û got: "Îro dora me be sibê dora CHP'ê ye. Pêwîste CHP jî li qadan be." 
 
‘BI TOP Û ÇEKAN JÎ WERIN NIKARIN YA DILÊ ME DERXÎNIN’
 
Zekî Goçturk jî da zanîn ku ne bi qeyûm, bi top û çekan jî biçin ser wan nikarin ya dile wan derxînin û wiha got: “Qeyûm datînin çi datînin bila deynin nikarin îradeya me ji me bistînin. Em ji zilma wî natirsin. Em dixwazin ku gelê me bila xwe bi xwe rêve bibe. Çi bibe bila bibe gelê me nayê xapandin. Bila dev ji zilmê berdin.”
 
 

Sernavên din

01/09/2019
17:48 Rûsipî û Şêxên Êlan xwest Tirkiye dawî li gefan bîne
17:46 Bi hezaran kes li dijî qeyûm diherikîn Qada Îstasyonê
17:38 Jinên Êlên Ereb di komxebatê de kom bûn
17:23 Ozgokçe: Qeyûm wê tu carî rewa nebin
16:38 Helwesta Mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê: Qeyûm erîşa vîna me hemûyan e
16:33 Berî mîtîngê kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
16:14 Kaftancioglû bertek nîşanî qeyûm da: Ger em têkoşînê mezin bikin wê nekarin tiştekê bikin
15:24 Di roja aştiyê de destûr nedan şahiya aştiyê
15:09 Mîtînga Wanê bi rengê spî neqişî
14:45 Di 1'ê Îlonê de berteka li dijî qeyûm
14:10 Mitînga Stenbolê bi dirûşma ‘Ji qeyûm re na’ dest pê kir
13:48 Temellî: Em li vir in û xwedî li bajarên xwe derdikevin
13:12 Li Mêrdînê 14 rojin li dijî qeyûman li ser piyan in: Em serî natewînin
12:41 Li Afganistanê êrîş: 10 kes mirin
12:34 Li Teksasê êrîş: 5 kes hatin kuştin
12:19 Civaknas Immanuel Wallerstein jiyana xwe ji dest da
12:06 Çalakiya rûniştinê bi strana ‘Kevoka Aştiyê” dest pê kir
11:56 Erebîstana Siûdî di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de 50 kes kuştin
11:34 7’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê nêz dibe
11:19 KCD'ê 1'ê Îlonê bi 4 zimanan û 3 zaravayê Kurdî pîroz kir
10:35 Newaya Jin bi hêjmara nû derket
09:39 Karkerên tersaneyan bi mirinê re rû bi rû ne
09:07 Li Silopiyayê DEDAŞ, bi awayekî 'qaçax' kuçe û kolanan dikole
09:06 Ger îdianame bê qebûlkirin wê bi 'sûcê li hemberî mirovahiyê' bê darizandin
09:04 Hamzaoglû: Rêxistinbûyîna ji bo têkoşîneke hevpar divê
09:02 Serokê CHP'a Wanê Kûrûkcû: Tayînkirina qeyûman îpotekkirina vîna gel
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2019'AN
31/08/2019
16:18 Turk: Dê dîsa bi ser nekevin
Ciwanên HDP’ê: Li dijî Dehaqan em Kawayê Hesinkar in
16:08 Hezar û 127 mamosteyan bawername wergirtin
16:07 Girtiyê nexweş Akman serê derziyekê 15 caran bi kar tîne
15:48 Hat xwestin Başdaş ê ji sedî 86 astengdar bê berdan
15:36 Stenbol ji bo mîtînga 1'ê Îlonê amade ye
15:28 Îmamoglu, Turk û Mizrakli ziyaret kir: Divê em vê pêvajoyê veguherînin fersendê
15:16 Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 13'emîn deye: AKP û MHP her roja diçe dihele
15:05 KCD'ê 1'ê Îlonê li hemû gelê cîhanê pîroz kir
14:54 Li Îskenderûnê bertek nîşanî qeyûm dan
14:52 Li Enqereyê belavokên 1'ê Îlonê hatin belavkirin
14:38 Turk: Li her deverî winda hatin dîtin, lê li welatê me nehatin dîtin
14:37 Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye bi lez peymana NY'ê îmze bike
14:17 Tanrikûlû: Heke em bibêjin ji me re çî ye dê dor bê şaredariyên din
14:13 Îmamoglû gora Elçî ziyaret kir: Ji bo ku em şehîdê demokrasiyê bi bîr bînin em li virin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştin bi stranên 'berxwedanê' dest pê kir
13:22 Jinên Îzmîrî: Emê bi reng û dengên xwe li qadan bin
13:08 Enstîtuya Kurdî Komxebata Rewşa Zimanê Kurdî Piştî Rewşa Awarte li dar xist
13:07 Li Colemêrgê banga şahiya 1’ê Îlonê hat kirin
12:32 Rapora SETA'yê ya deqkirina rojnamegeran nivîsand: Tayînî nûnertiye BÎK'ê hat kirin
12:26 Îmamoglu li Amedê ye: Tayînkirina qeyûman nayê qebûlkirin
12:07 HDK: Em bang li gel dikin ku bi hevre dengê xwe bilind bikin
12:03 ‘Ji bo aştiya birûmet, çareseriya demokratî’ banga tevlîbûn mîtîngê kirin
11:45 Îdlib dikele: Berên ku Tirkiyeyê li derve bihêlin tên danîn
11:26 Ocalan 26 salin ji bo aştiyê têdikoşe
11:06 Qeyûm koma şanoyê ya prova dikir ji avahiyê derxist
11:02 Guven behsa hevdîtina xwe û Walî kir: Walî got kuştina 2 polîsan edlî ye
10:41 Jinên girtî: Mafê me yê tedawiyê tê astengkirin
10:27 Qeyûmê Mêrdînê kesê ku nelirêtî kiribû careke din kir serokê daîreyê
09:17 Rezaniyên cara duyem vîna wan hat desteserkirin: Kes nikare ya dilê me desteser bike
09:17 Enqereyiyên bi talûkeya qeyûm re rû bi rû ne: Îro li rojhilatê welêt sibê li devere dikin
09:16 Banga ji bo 1'ê Îlonê: Li dijî qeyûman dakevin qadan
09:15 Siyasetmedaran ji bo 1'ê Îlonê bang kir: Li dijî qeyûman em li Qada Kartalê bin
09:14 Sendîka ji bo 1'ê Îlonê bang li karker û kedkaran kirin
09:14 'Em li qadan bersivê bidin polîtîkaya qeyûman'
09:13 Ji ber mirina 37 zarokan giliyê Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr kirin
09:12 Li qûntarên çiyayê Elegezê Laleşa Nûranî tê avakirin
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2019'AN
30/08/2019
19:00 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
18:40 Konseya Bajêr a Amedê bang li UCLG-MEWA'yê kir: Li cem gelên herêmê cih bigirin
16:50 Mızrakli: Teqez em ê bi ser bikevin
16:10 Li Otogara Êlihê dîmenên hovîtiyê
15:49 ‘Em ê wek Îbrahîm li dijî qeyûman li ber xwe bidin’
15:43 Parlamenterên HDP û CHP'ê banga 1'ê Îlonê kirin
15:14 Qeymeqamê Sîlopiya destûr neda mîtînga 1’ê Îlonê
14:52 ÎHD: Divê demildest peywira hevşaredaran bê îadekirin
14:32 Bi hezaran Şêniyên Idlibê meşiyan sînorê Tirkiyeyê
14:25 Binçavkirina 'Bila kiryariyên qeyûman neyên zanîn'!
14:10 Dayikên Aştiyê tevlî çalakiya li Mêrdînê bûn
13:37 3 cenaze li morgê 9 rojin tên rawestandin
13:36 Li Amedê çalakiya rûniştinê di roja 12'an de ye
13:36 Kubilay: Heta hevşaredarên me li peyvirê vegerin têkoşîna me wê bidome
13:23 Li Îzmîr û Mûgla 15 kes hatin binçavkirin
13:04 Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê ya Stenbolê bang kirin:
12:52 ‘Em ê di 1’ê Îlonê de demokrasiya li dijî qeyûman biparêzin’
11:49 Çavûşoglû: Heke çareseriya siyasî pêk bê artêşa me dê ji Sûriyeyê veqete
11:36 Ji xebatkarê HDP’ê yê çapemeniyê pirsa 'Tu çima li wir bû' pirsîn
11:29 Operasyona ‘kiran’ berdewam dike
11:15 Walîtiya Wanê di mitînga aştiyê de aştî qedexe kir
10:06 Dayika 70 salî Raîfe Înatçi kirin girtîgehê
10:05 Pêşmerge 35 rojin malbatek ‘dîl' girtine
10:04 ‘Tayînkirina qeyûman dînamîtkirina jiyana bi hev re ye’
10:04 12 roj in li dijî qeyûm bi tilîlî li ber xwe dide
09:27 'Ger bertekên li dijî qeyûm hevbeş nebin, wê dûr were Stenbol û Enqerê jî’
09:26 Rêya Elkê vê carê Zincîr kirin
09:26 Midûrê qeyûm gelek îhale dane şîrketa xwe
09:25 Bêyî desteya parastinê pesend bike 'Baxçeyê Gel' hat çêkirin
09:24 Bangawaziyên ji bo 1'ê Îlonê: Em û qeyûman em ê li hev nekin
09:24 6 meh in bi tena serê xwe di odeyekê de ye
09:22 ‘Em ê ji bo aştiyê li Qada Îstasyonê bin'
09:22 Kemalbay bang li muxalefetê kir: Qîma xwe tenê bi şermezarkirinê neynin, bi berpirsiyarî tev bigerin
09:18 Nobeta şêniyên Taxa Hacibektaşli ya li dijî JES'an didome
09:17 Serdema duyem a qeyûman: Serê kesekî du serokatiya daîreyan
09:16 ‘Polîs bi lêgerîna GBT’ê re sîxuriyê li ciwanan ferz dikin’