Rezaniyên cara duyem vîna wan hat desteserkirin: Kes nikare ya dilê me desteser bike 2019-08-31 09:17:52 AMED - Welatiyên li navçeya Rezana Amedê bertek nîşanî destdanîna ser vîna xwe dan û diyar kirin ku ev yek zilm e û ew walî wek şaredar nas nakin. Welatiyan got qeyûm datînin çi datînin bila deynin kes nikare ya dilê wan desteser bike.  Desteya Hilbijartinê ya Bilind di hilbijartina heremî ya 31 Adarê de Şaredariya Navçeya Rezanê a ku namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê hevşaredariyê Zeyat Ceylan ji sed3i 71 deng wergirtibû û ji ber ku Ceylan bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karmendiyê hatibû îxrackirin mazbata nedanê. Di şûna Ceylan da mabata şaredariyê dan namzetê AKP'ê Huseyîn Beyoglu yê ji sedî 25 deng wergirtibû. Di 19'ê tebaxê de jî li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî waliyê Amedê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin û Hevşaredar Selçûk Mizrakli ji kar hat dûrxistin. Welatiyên ji navçeya Rezanê diyar kirin ku ev bû cara duyemîn e vîn û mafê wan hilbijartinê tê desteserkirin.    ‘EV ZILMA ERDOGAN E’   Ji welatiyan Leyla Konan diyar kir ku qeyûman şaredarî xistine bin deynan û wiha got: “Şaredariyên me katirilyon û nîv kirin bin deynan. Hemû dane xwarin û vexwarinê. Qeyûm dizin çi ne, tev tên diziya me dikin. Banga me ew e ku gel tev rabe ser piya bêdeng nemîne. Em tev bêdeng mane. Ev ne tişteke wisa ye ku mirov qebûl bike. Gereke mirov serê xwe rake. Xwedê heqê me nehêle. Me deng daye xwe, tên bi zilmê ji me distînin. Ev zilm nîn be çi ye. Ev zilma Erdogan e. Em ê biserkevin û şaredariya xwe bistînin.”   ‘HEM DIZ E HEM TOPIZ E’   Yasemîn Mîrbey jî destnîşan kir ku Xwedê heqê wan ji yên ku dest danîne ser vîna wan bistîne û wiha axivî: “Bila we di pêşiyê de şaredar qebûl nekiriban û nexistiban hilbijartinê. Hem li Rezanê hem li bajarê mezin wisa kirin. Ev heqareteke pir mezin e li me dikin. Hem zilm e hem heqarete. Dibên ji PKK'ê re alîkarî dikin, çawa dikin. Hemû pere hikumet dide şaredariyê. Tiştekî wisa tune ye. Hem diz e hem topiz e. Banga me ew e ku em tev rabin li ser piyan û bibin yek.”   ‘ME DENGÊ XWE YÊ DAYE XWE’   Ebdûlxenî Ekîncî jî da zanîn ku ew wek gel qeyûman qebûl nakin û wiha got: “Me dengê xwe nedaye qeyûm, me daye xwe. Ji ber vê yekê hewceye ku gelê me nerazîbûna xwe bide nîşan dan. Gotina 'heke em nebin yek em ê herin yek bi yek' jî li gorî ruhê îro ye û divê em bi bîra xwe bixin. Em çiqas bêdeng bimînin ew jî dê vê zilmê li ser me bikin. Vê zilmê kes qebûl nake. Şaredariyeke ku ji sedî 60 girtibe û qeyûm tayîn bikin em vê lanet dikin.” Ekîncî diyar kir ku şaredarî vîna wan e û wiha berdewam kir: “Şaredarî bi dengan hatiye hilbijartin, divê bi dengan jî biçe. Daxwaza me ew e ku gelê me li qada be. Ev xespkirina vînê heta ku derê dê biçe. Walî ne şaredarê me ye, em wî qebûl nakin. Şaredarê me Selçûk Mizrakli ye. Bila vê bizanibin.”   ‘DESTESER KIRIN NAYÊ RAVEKIRIN'    Mehmet Remzî Karagoz jî bibîrxist ku hemin qeyûman tayîn dikirin çima xelk diçe ser sindoqan û got: “Qeyûm xespeke wisa ye ku ravekirina wê ji gel re nikarin bikin. Divê gel li vîna xwe xwedî derkeve.”   ‘DEMOKRASÎ, MAFÊ MIROVAN TUNE’   Mehmet Emîn Kurga anî ziman ku hêj beriya hilbijartinê Serokkomar Erdogan gefa tayînkirina qeyûman xwaribû û wiha got: “Îro car din dest danî ser şaredariyan. Yanî dibêje ku hûn deng bidin min jî nedin min jî ez ê bi zilm û zorê ji we bistînim. Demokrasî, mafê mirovan tune.”    ‘ÎRO DORA ME BE SIBÊ DORA CHP’Ê YE’   Cemîl Aktaş jî destnîşan kir ku şaredariyan ji wan bigrin jî wê dîsa bistînin û wiha axivî: "Dibêjin 'pere ji bo Qendîlê re şandin e' ka li ku û çawa şandine. Heke pere ji Qendîlê re biçin nexwê tu nikarî vê dewletê bi rêve bibî, wê demê dev jê berde. Bi zilm û zorê tiştek naçe serî.” Aktaş diyar kir ku divê CHP jî di derbarê qeyûman de derkeve qadan û got: "Îro dora me be sibê dora CHP'ê ye. Pêwîste CHP jî li qadan be."    ‘BI TOP Û ÇEKAN JÎ WERIN NIKARIN YA DILÊ ME DERXÎNIN’   Zekî Goçturk jî da zanîn ku ne bi qeyûm, bi top û çekan jî biçin ser wan nikarin ya dile wan derxînin û wiha got: “Qeyûm datînin çi datînin bila deynin nikarin îradeya me ji me bistînin. Em ji zilma wî natirsin. Em dixwazin ku gelê me bila xwe bi xwe rêve bibe. Çi bibe bila bibe gelê me nayê xapandin. Bila dev ji zilmê berdin.”